PÎSAGOR- Belê ew deyndarên te ne ji ber ku
bûne pêlîstoka te.
ZERDEŞT- Heger
bo çalakiyek derketî ber rojê, divê serê gel
bikî ber, wer nekî bi te re pevdiçe. Orpheus û Anachars
bîîne bîra xwe. Jinên Trakî û zarên Îskîtan ew
pirtî pirtî kirin, ji ber ku ev her du zana lîstikên
siyasetê nedixwestin.
PÎSAGOR- Tu tûj î.
ZERDEŞT- Qencî tenê heye.
Aqlê rahîban nabire ku roj bi roj gel wan ji mejiyê xwe davêje,
ew ê an rastî bêrûmetkirinê bên an jî bên jibîr
kirin; û seray amadekariya xwe didît tiştên ew ji dest dide dîsa bike
ya xwe. Roj bê ew ê hin cezayên biçûk li min bibirin lê, ez ê wan
paxiş bikim. Bi cih girtina li cem kurmîr, bi piştgiriya heman
dozîê ez hişê gel tînim serê gelê ji ber
yekrengiya îbadetên berê gêjbûyî şiyar dikim, tînim
ser hiş. Ez wî bi qurbangehan (gorîgeveh) girê didim. Mexsed û mirazê
min ew e ku ji van gorîgehan kehanetên wer
derkevin, şah û mîrên herî mezin bilerizînin.
Bo xwendina dûmayîka hevpeyvînê,
ji kerema xwe re lînka jêr bitikînin.
https://mamostemaruf.blogspot.com/2021/02/hevpeyvina-pisagor-bi-zerdest-pexember_33.html
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder