Govendekeke bihengame
dawî li pîrozbahiyê anî. Ev zewqa herî bicoş a
vî welatî ye. Çîna bilind a împaratoriiyê jî miriyên govendê ye.
Pers bi fealiyetên siwariyê û bi reqsê xwe amadeyê kar^'en mezin
dikin. Kesra bi xwe jî li ber gel reqisî.
Çawa
ku firsenda xwe dît min Zerdeşt ji mirovan veqetand û tenê kir,
da alî û jê re got; “bêşik tu yê li min qenciyek
bikî û min ji garana van ehmeqên te bi sextekariyeke
bêteşe çavên wan girê daye veqetînî. Merasîmên
pejirandinê yên li Tebê sirra merîfetên te dan min; dermanê
xewê yê Hemrazê te OEbare da hespa Darîûs, destên te yên nedişewitîn, ji ber ku
te pêşî ew dixistin nav aveke ji riwekan derxistî. Te
deh salên xwe li çiyayan derbas kiribûn, lewre wext zêde zêde têra te dikir ku
tu li ser wan hûr û kûr bibî û... Heyfa min nayê bi “ji dilê xwe
saxbûna” (saftî) gel, bi sernermiya rahîbên ku divê êdî ew ji min
pirtir neyên xapandin... Heyfa min tê bi wê heyfê ku qanûndanêrekî
evqas mezin bi fêlên çavgirêdanê yên weha pespaye xwe biçûk dixe.
ZERDEŞTt- Şagirtê xeşîm...!
PÎSAGOR- Min Zerdeştê xwe
yê nûsazîparêzê Persê û tevahiya
rojhilatê cihanê di nav koma xulaman
de, li ber piyên kurmîrekî bi awayekî ji xwe ve çûyî dît; îcar tu
rabûyî ji xwe re dibêjî ez şahê hişmendiyê me! Ev te diderewîne.
Zerdeşt- Na Pîsagor, tu şaş î.
Min ti tawiz nedaye. Belê rast e, ji ber sedemeke siyasî ya
mecbûrî serê xwe li pozê şekala hikumdar xist lê, dema
serî tewandina li ber desthilatdaran, min ev gustîla xwe ya tu
dizanî nîşana hişmendiyê ye, bêyî kes bibîne, hêdîka ji
pêçiya xwe derxistibû danîbû erdê, ber çavên xwe.
Bo xwendina dûmayîka hevpeyvînê, ji kerema xwe re lînka jêr
https://mamostemaruf.blogspot.com/2021/02/hevpeyvina-pisagor-bi-zerdest-pexember_77.html
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder