4.02.2021

Hevpeyvîna Pîsagor a bi Zerdeşt Pêxember re -1-

 

   Zerdeşt Zend Avestayê li ser maseyya xwe ya li pêşberî ya kesra  Qeyzerê Babîlê) vekiriye. Ji alîkî ve jî yawerê dilsoz ê Darîûs guldankek stûr û fireh  tîne. Herrriya wê pêşî bi aveke tevlihev wek hevîr strandî ye,  paşê sê saet di nav agirde hatiye sorkirin.
Dewê kelandî jî xistine navê. Zerdeşt rahîban anîn tenişta xwe û ji wan re got; Qesrayê nû destûr da min, da ku ez we cara dawîn pir mezin biceribînim. Hûn ê destê xwe bixin nav vê şilaviya kelandî (1). Heger hêza stêrakan hêj li pişta we be, hûn ê di nav de destên xwe bişon, bi saxî û silametî vekişin (2) cihê xwe; wê wextê ez ê bibêjim rêya  min heq e. Darîûs, kesrayê mezin, bo zêdetirkirina rûmeta we û cezadana min li benda vê ceribandinê ye. 

   Çi rêber dibin  çi rahîbên din dibin, kesî bo vê azmûnê destê xwe dirêj nekir. Ew wek peykerên perstgehan di cihê xwe de miçiqîn, bûn kevir û wer man.Li ser vê yekê Zerdeşt dest bi axaftinê kir:  “Efendiyo, bêşik bêdengiya biîsrar a rahîban ne îtirafkirina kêmasiyeke ola wan e. Gelî mêrên dudil, heger ez bi tena serê xwe, bi serkeftin û serfirazî, helbet bi xêra Avestaya pîroz a Ahûra Mazda, dawî li vê azmûna hûn jê direvin bînim, mafê min heye ku li hizûra kesra we bi Zend Avestaya pîroz   bi zorî bidim sondê bona ku ji niha û pê ve hûn bibin îbadetkarên wî yên dilsoz û canfida.

Bo xwendina dûmayîka gotarê, ji kerema xwe re lînka jêr bitikînin.

 https://mamostemaruf.blogspot.com/2021/02/hevpeyvina-pisagor-bi-zerdest-pexember_83.html

---------------------------------------------------------------

(1)Şehname; helbesta Fîrdewsî.

(2)  Jêderkên nû yên ji fîzîka Kevin. Regnault; Rûp, 214 Cîlda II.

              

Hiç yorum yok:

EZ ÇAWA 4Ê GULANA 1961’AN Jİ DAYÎKA XWE BÛM?

  Salên salixa ji dayîkbûna min didin, salên bi cih kirina serweriya komarê bû.   Ji Enqereya kambax wêdetir demokrasî û azadiyeke nîvçe, li...

Nivîsên zêde hatine xwendin