PÎSAGOR- Pişta xwe bi xulamekî ve girê
bideû xwe bide
alî!
ZERDEŞT- Heger sirra me di destê OEbare de
be ne xem e, hebûna wî jî di destê me de ye. Biaxife jî tişt
nabe, jixswe kes jê bawer nake. Gel sedema her tiştî bi hîkmet û îmanê
ve girê dide, bi rastiyê ve na...
PÎSAGOR-Tu xwe qurre dikî
dibêjî qey ez ê bandora îro ya li hevdemên xwe dikim li nifşên
ayende jî bikim, ne wisa?
ZERDEŞT- Nifşên ayende wê min
biecibînin; êw ê kesên gel bo xapandinê dixapînin û yên him kêfa wî
xweş dikin,him jî xeletiyên wî sererast dikin ji hev
veqetîne. Heger tu tu nikaribî ji merivên din re rêbertî bikî an
naxwazî wan azad bihêlî, ya qenc ew e ku tu di mala xwe de rûnê
PÎSAGOR- Ez ê ji vê ramanê sûd werbigrim.
ZERDEŞT-
Divê dilpak û rast li ber fedakariyê bejna xwe bitewînin.
Heger pir xwezînok ( Talepkar) û hişk bîn serkeftin nabe. Tu
bixwazî di nav mirovan de navê xwe mezin bikî, li ber
te du rê tine tu pê de biçî. Bona ku ew werin ser heqiyê
divê zor bidî mirovan.
PÎSAGOR- Heger gohê gel li ser
me bûya û sedema rast a hêrîn û nexweşiya hespa efendiyê te
bibihîsta gelo dê çi bigota?
ZERDEŞT- Belê! Ji çi gilî bike?
Darîûs û Zend Awestaya min ne hêjayê Cambyse û ola
berê ya rahîbên hanê ne? Em bona merivan ji
xwiyê xerab bi dûr bixi xwe heta asta wan nizm dikin,
tu dibêjî mirov ji vê yekê ne kêfxweş in?
Bo xwendina dûmayîka hevpeyvînê,
ji kerema xwe re lînka jêr bitikînin.
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder