Tenê, bo
bidawîkirina merasîmê, di nav piyaleyeke zêr a
di şiklê hêkê de, hinek şerab
pêşkêşî kesra û giregirên wî yên samîmî kirin.
Destûr dan min da ez nêzîkî wan bibim û bêhn û bala
xwe bidim ka nexşa ser rûyê wê piyaleya xweşik çi
dibêje; di nav tişt miştên din de min ji cotkarekî hema bibêje
tazî bêtir şiklê xwedawendekî dişibî Prîap
(Girê geriyayî) yê pir
xurt û balkêş ê “bi halê mêrekî pir
zexmê li ser xwe neqişandî” dît.
ji şikefta razdar
dor bi dor, bi giraniya serbilindiya oldariyê kişyan derve. Gel,
parçeyên cemedê di destan de li derve sekinîbû. Min kir nekir
têdernexist ka bo çi? Wan di cih de ez perwerde kirim. Meş, ji
aliyê ciwanekî bedew, siwarê hespekî bozê sîpehî,
baweşînokeke ji perên ciwîkan çêkirî di destan de, hat destpêkirin. Girse da
dûv û parçeyên cemedê avêtinê: kevneşopiyeke berê ya êdî resentiya
xwe bo şagirtên nûhatî diparêze.
Em
di demeke wisa de bûn ku zivistana êdî li ber sekeratê hêj li gelek herêman
zora demsala xweş dibir.
Bo xwendina dûmayîka hevpeyvînê, ji kerema
xwe re lînka jêr bitikînin.
https://mamostemaruf.blogspot.com/2021/02/hevpeyvina-pisagor-bi-zerdest-pexember_4.html
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder