4.02.2021

Hevpeyvîna Pîsagor a bi Zerdeşt Pêxember re -3-

 

Govendekeke  bihengame dawî li pîrozbahiyê anî. Ev zewqa herî bicoş a vî welatî ye.  Çîna bilind a împaratoriiyê jî miriyên govendê ye. Pers bi fealiyetên siwariyê û bi reqsê xwe amadeyê kar^'en mezin dikin. Kesra bi xwe jî li ber gel reqisî.

    Çawa ku  firsenda xwe dît min Zerdeşt ji mirovan veqetand û tenê kir, da alî û jê re got; “bêşik tu yê li min qenciyek bikî û min ji garana van ehmeqên te bi sextekariyeke bêteşe çavên wan girê daye  veqetînî. Merasîmên pejirandinê yên li Tebê sirra  merîfetên te dan min; dermanê xewê yê Hemrazê te OEbare da hespa Darîûs, destên te yên nedişewitîn, ji ber ku te pêşî ew dixistin  nav aveke ji  riwekan derxistî.  Te deh salên xwe li çiyayan derbas kiribûn, lewre wext zêde zêde têra te dikir ku tu li ser wan hûr û kûr bibî û... Heyfa min nayê bi “ji dilê xwe saxbûna”  (saftî) gel, bi sernermiya rahîbên ku divê êdî ew ji min pirtir neyên xapandin... Heyfa min tê bi wê heyfê ku  qanûndanêrekî evqas mezin bi fêlên çavgirêdanê yên weha pespaye xwe biçûk dixe.

ZERDEŞTt- Şagirtê xeşîm...!

PÎSAGOR- Min Zerdeştê xwe yê nûsazîparêzê Persê û tevahiya rojhilatê cihanê di nav koma xulaman de, li ber piyên kurmîrekî bi awayekî ji xwe ve çûyî dît; îcar tu rabûyî ji xwe re dibêjî ez şahê hişmendiyê me! Ev te diderewîne.

Zerdeşt- Na Pîsagor, tu şaş î. Min ti tawiz nedaye. Belê rast e, ji ber sedemeke siyasî ya mecbûrî serê xwe li pozê şekala hikumdar xist lê, dema serî tewandina li ber desthilatdaran, min ev gustîla xwe  ya tu dizanî nîşana hişmendiyê ye, bêyî kes bibîne,  hêdîka ji pêçiya xwe derxistibû danîbû erdê, ber  çavên xwe.

Bo xwendina dûmayîka hevpeyvînê, ji kerema xwe re lînka jêr 

https://mamostemaruf.blogspot.com/2021/02/hevpeyvina-pisagor-bi-zerdest-pexember_77.html


Hevpeyvîna Pîsagor a bi Zerdeşt Pêxember re -4-


PÎSAGOR- Xapînokiyek bêbext, hêjayê pêşbîniyên we yên bilind! Çima we di nav xulam û berdestiyên mîr ên bo berî"kêzikên li dora sifra kesra tên diçin" bidin hatine peywirdarkirin de dest bi xebatê nekir?

ZERDEŞT- Min di serî de dizanibû tû yê vana ji min re bibêjî. Ez ji kesekî li ber çavê min "ji xeşîmekî Tebê wêdetir ne ti tişt e" şerm jî nakim. . Ma exlaqê gel û yê ehlê serayê be, ev sûcê min e? Ez wan ji nav "yên li piştê ne" derdixim radikim. Tu çi dixwazî Pîsagorê roniya çavê min? Ma mirov tev weha ne!

PÎSAGOR- Heger tev wisa bûna min ê ji mirovbûna xwe  şerm bikira.

ZERDEŞT- te ji wan mirovan hejmareke pir mezin dîtin.

PÎSAGOR- Bi vî awayî, sê netewên mezin  bi destê çavgirêdanekî wê bibin xwedî xanedanekê û olekê nû. Alternatîfa ku Darîûs pêşkêş dike ji vê ne meşrûtir e, lewre gel di nav şikê de ye.

ZERDEŞT- Ez dizanim behsa wê dibe.

PÎSAGOR- Behsa te jî dibe.

ZERDEŞT- Ez xwe naparêzim; belê ji dûr ve hespa Darîûs min da hîrandin.

Bo xwendina dûmayîka hevpeyvînê, ji kerema xwe re lînka jêr bitikînin.

https://mamostemaruf.blogspot.com/2021/02/hevpeyvina-pisagor-bi-zerdest-pexember_37.html

---------------------------------------------------------------

(1)AElian.V.H.I.21 Barthol. de tibiis.III.3.

(2)muscarum Abactores, Karmendê nêçîrvanÊ mêşan. Athenacus.II. dcipnos.

Hevpeyvîna Pîsagor a bi Zerdeşt Pêxember re -5-

 

PÎSAGOR- Pişta xwe bi xulamekî ve girê bideû xwe bide alî!              

ZERDEŞT- Heger sirra me di destê OEbare de be ne xem e, hebûna wî jî di destê me  de ye. Biaxife jî tişt nabe, jixswe kes jê bawer nake. Gel sedema her tiştî bi hîkmet û îmanê ve  girê dide, bi rastiyê ve na...

PÎSAGOR-Tu xwe qurre dikî dibêjî  qey ez ê bandora îro ya li hevdemên xwe dikim li nifşên ayende jî bikim, ne wisa?

ZERDEŞT- Nifşên ayende wê min biecibînin; êw  ê kesên gel bo xapandinê dixapînin û yên him kêfa wî xweş dikin,him jî xeletiyên wî sererast dikin ji hev veqetîne. Heger tu tu nikaribî ji merivên din re rêbertî bikî an naxwazî wan azad bihêlî,  ya qenc ew e ku tu di mala xwe de rûnê

PÎSAGOR- Ez ê ji vê ramanê sûd werbigrim.

ZERDEŞT- Divê dilpak û rast li ber fedakariyê bejna xwe  bitewînin. Heger pir xwezînok ( Talepkar) û hişk bîn serkeftin nabe. Tu bixwazî di nav mirovan de navê xwe mezin bikî, li ber te  du rê tine tu pê de biçî. Bona ku ew werin ser heqiyê divê zor bidî mirovan.

PÎSAGOR- Heger  gohê gel li ser me bûya û sedema rast a hêrîn û nexweşiya hespa efendiyê te bibihîsta gelo dê çi bigota?

ZERDEŞT- Belê! Ji çi gilî bike? Darîûs û Zend Awestaya min ne hêjayê Cambyse û ola berê ya rahîbên hanê ne?  Em bona merivan ji xwiyê xerab bi dûr bixi  xwe heta asta wan nizm dikin, tu dibêjî mirov  ji vê yekê ne kêfxweş in?

Bo xwendina dûmayîka hevpeyvînê, ji kerema xwe re lînka jêr bitikînin.

 https://mamostemaruf.blogspot.com/2021/02/hevpeyvina-pisagor-bi-zerdest-pexember_41.html


Hevpeyvîna Pîsagor a bi Zerdeşt Pêxember re-6-


 

PÎSAGOR- Belê ew deyndarên te ne ji ber ku bûne pêlîstoka te.

ZERDEŞT- Heger bo çalakiyek  derketî ber rojê, divê serê gel bikî ber, wer nekî bi te re pevdiçe. Orpheus û Anachars bîîne bîra xwe. Jinên Trakî û zarên Îskîtan ew pirtî pirtî kirin, ji ber ku ev her du zana lîstikên siyasetê  nedixwestin.

PÎSAGOR- Tu tûj î.

ZERDEŞT- Qencî tenê heye. Aqlê rahîban nabire ku roj bi roj gel wan ji mejiyê xwe davêje, ew ê an rastî bêrûmetkirinê  bên an jî bên jibîr kirin; û seray amadekariya xwe didît tiştên ew ji dest dide dîsa bike ya xwe. Roj bê ew ê hin cezayên biçûk li min bibirin lê, ez ê wan paxiş bikim. Bi cih girtina li cem kurmîr, bi piştgiriya heman dozîê ez hişê gel tînim serê gelê ji ber yekrengiya îbadetên berê gêjbûyî şiyar dikim,  tînim ser hiş. Ez wî bi qurbangehan (gorîgeveh) girê didim. Mexsed û mirazê min ew e ku ji van gorîgehan kehanetên wer derkevin,  şah û mîrên herî mezin bilerizînin.

      Belê ! Ez dixwezim Darîos bi xwe jî bibe amûrê min, bona ku ez bikaribim ola xwe ragihînim hemû hêzên cînar. Ji ber ku ez bi gerdûnîyatiya ola xwe bawer im. Ji ber ku ez wê hewngirîtir(rasyonaltir) ji yên din bêhtir layîkê mirovan

Bo xwendina dûmayîka hevpeyvînê, ji kerema xwe re lînka jêr bitikînin.

https://mamostemaruf.blogspot.com/2021/02/hevpeyvina-pisagor-bi-zerdest-pexember_33.html

 


Hevpeyvîna Pîsagor a bi Zerdeşt Pêxember re -7-

 

PÎSAGOR- Ez şer raber dikim. Wê pir xwîn birije.

ZERDEŞT- Ma ti ol heye hîmê wê bi cendekan ve bi hev ve nehatibe girêdan ?

PÎSAGOR- Zerdeşt! Plana te min mejiyê min serobino dike, jê dilerizim.

ZERDEŞT- Tu tenê zana yî. Zana têra qenckirin û serfiraztirkirina netewan nake. Ev şerf ya mirovdewletan e.

PÎSAGOR- Ez ê tu car nebim xwedî behremendiyeke (qabilîyet) wisa.

 

ZERDEŞT- Ji Ekbatana (1)van sêrbazên zana çi qencî peyda bû?  Zanîna wan a kûr bêxêr û ber e, ji wan re jî nabe. Navê wan tenê sînorên çiyayên ku ew lê bi aramî dijîn derbas kiriye lê xêra wan ji dinyayê re qe tine, lewma jî ji dûrî ve baceke ji giramiyeke (rêzdarî) sar pêkhatî dike para wan. 

Liv û tevger him  giyana xwezayê ye him jî ya civakê ye. Niştecihên ser erdê dixwezin bên livandin. Bi hêviya dîtina tiştên çêtir dixwaze hin xeteran bijî. Mirov bi hev dikevin, li hev diqelibin wer sererast dibin. Ez bi çepikan xubara sedslan dawdişînim.

PÎSAGOR- Zerdeşt Arhîman jî bûya wê ji gotina te zêdetir tişt negota. Gelo mejiyê te loma bi şewat e...?

RDEŞT- Pîsagor, heger cewhera  qenciyê qasî xerabiyê çalak, wêrek û zexm bûya dê dawî li serdestiya wê bihata. Nebaş bi têra dilê xwe  qencan lerizandin; îca dor dora qencan e wan bimelisînin.

Berdewamiya gotşna Zerdeşt- Belê, bîrdoziya min ev e. Ji xwîneke ji ya tê xemsartir xwe daye der. Ne di destê min de ye ez biawyek din binêrim  û tevgerim.

PÎSAGOR- De bi xatirê te nûsazîparêzê Urmiyê.

ZERDEŞT Zerdeşt- Bi xatirê te, xeşîmê Tebê.

Bo xwendina dûmayîka hevpeyvînê, ji kerema xwe re lînka jêr bitikînin.

https://mamostemaruf.blogspot.com/2021/02/hevpeyvina-pisagor-bi-zerdest-pexember_26.html

 

---------------------------------------------------------

(1)Navê berê yê Hemedana paytexta Împaratoriya Medan.

(2) Zerdeşt xwedî mejiyekî ewçend germ bû ku kê  destê xwe bida serî, di cih de vedikişand

Hevpeyvîna Pîsagor a bi Zerdeşt Pêxember re -8-

 

PÎSAGOR- Zerdeşt dibe ku roj hebe tu yê bi hesreta şîrê hişkirî(1) bibî û xwarina te ya serekeya demên tenêtiyê ev be.

pîsagor, her çiqas ez kesayetiya te bi min  îsyankar bixwyê jî ez natirsim û dê we vexwînim pîrozbahiyekê;  qenebe tu yê bibî şahed ka netewên biyanî lê xwedî derkevin û paşê jî biguherînin an na(2).Di van sê rojan de bo beşdariya ketina nav stargeha(3)  pîroz a razên (4)Mîtra(5) amade be. Dilê te ji gelek aliyan ve li  vê pîrozbahiya astronomî û olî rûnê. Ez wê an dema roj nêzîkî xweşikahî coşahiya xwe dibe an dema ew  ji nav komestrêrka beran re derbasî ya ga dibe pîroz dikim, ji ber ku ev dem mizgîniya  xwenûjenkirina tevahiya xwezayê dide.

Bo xwendina dûmayîka hevpeyvînê, ji kerema xwe re lînka jêr bitikînin.

https://mamostemaruf.blogspot.com/2021/02/hevpeyvina-pisagor-bi-zerdest-pexember_78.html

 

(1) Dibe ku cûreyeke penîrê wan deman li Yewnanîstanê neyê naskirin be (Çortan, toraq, to)Lewre wek şîrê hişkkirî hatibe pênase kirin.

(2) Romayî navê "Cejna Mitraiyan" lê dikin û bi wî navî pîrozbahî li dar dixin.

(3) Cihekî bi starê yê di bin zinaran de. 

(4) Li Babîlê Pîsagor bi sirên wî hesiya. Zerdeşt; Anquetil  Cîlda I. Rûp;53

(5) Mîtra bi zimanê Aryenan Mîhr e, divê navê cejnan jî Mihrî be (Cejna mihrî) 

 

EZ ÇAWA 4Ê GULANA 1961’AN Jİ DAYÎKA XWE BÛM?

  Salên salixa ji dayîkbûna min didin, salên bi cih kirina serweriya komarê bû.   Ji Enqereya kambax wêdetir demokrasî û azadiyeke nîvçe, li...

Nivîsên zêde hatine xwendin