Texteqele; navê tax û bazar û piyasaya herî kevin û rengîn û zengîn û sosret û gosirmet a Cihanê ye. Ew wek navê tengekekî(semt) tê zanîn lê piyaseya Texteqeleyê bi xwe tengên wek Suleymaniye, Mercan, Kuçukpazar, Sultanhamam, Sîrkecî, Mahmutpaşa û Cagaloglû jî dihundirîne.
Texteqele ji Bîzansê heta roja îro bê navber bûye bazar; bazara her cûre mal û nirx û hêjayiyan... Beriya sazkirina Komara Tirkiyeyê, ev bazar bi giranî di destê kêrmnetewên wek Cihû, Rum û Ermeniyan de bû, lê piştî Komarê bi mabesta afirandina “burjûwaziya neteweyî”, dora pêşî bi “Baca Hebûnê” ya 1942'an, paşê bi komploya “6 û 7’ê Îlona 1955’an kêmnetew ji qidûman hatin xistin; dewleta Tirk û hevkarên wê yên talanker dest danîn ser mal û milkên wan û Texteqeleyê kirin bazareke neteweyî ya bi dilê xwe... Fîlma Derhhêner Tomrîs Gîrîtlîoglu ya bi navê “Libên Salkim Xanimê” ya ku senaryoya wî ji ber romana Yilmaz Karakoyunlu hatiye girtin vê rastiyê gelek xweş dide ber me.
Texteqele berê bi ser navçeya Emînonî ya Stembolê ve bû; lê îro ev navçe, ji tirsa bidestxistina Kurdan a rêveberiya şarederiyê, digel dijberiya şêniyên (bazirgan û esnaf li vir rûnanên) wê yên bi piranî Kurdên xizan , bi awayek “min kir bû” (defacto) bi destê AKP’ê, bi Fatîhê ve;bi navçeya navenda tevgerên “Tirko-misilmantiyê” ve hat mehr kirin. Bi vî awayî Texteqele ya ku ev şêst sal in nûnertiya bûrjûvaziya Tirko-Kemalîzmê (?) dikir, peyî darbeya leşkerî ya 1980’an bi dilê xwe, hêdîka xwe şimitand nav nivînê “Tirko-misilmantiyê”; îdeolojiya ku îro bi navê AKP’ê û bi destê Tayîp tê meşandin...
Mirov dikare li ser dek û dolab û konekî û fêlbaziyên Texteqeleyê bi sedan pirtukan binivîsîne! Meraqa min a li ser vê piyasayê bi stendina pirtûgeke bi zimanê Osmanî destpêkir. Ev pirtûk ya “Tirko –misilmanekî bazirgan” ê bi navê Eşref Edîp bû. Ev camêr, beriya Komarê, xortekî 20-25 salî ye û li fakûlteya Hiqûqê ya Stembolê şagirtî dike; di heman demê de bi îniyan diçe mizgefta Ayasofyayê û li wir li mele guhdarî dike û wez û nesihetên wî li deftera xwe dike û tîne li Texteqeleyê dide çapkirin; dike pirtûk û difiroşe misilmanên ji dilên xwe sax... Lê, gotina mezinan a “diz ji dizan didize; erd û ezman dilerize” tê cih û pirtûkên wî ji hêla hin kesên ji Texteqeleyê ve bi dizîka, nepenî tên çapkirin... Ew dike nake nikare bi korsanan, tîne mor dide destan û pirtûkên xwe yeko yeko mor dike; li ser wan jî wiha lê dike: “ nebî nebî pirtûkên bê mor nestînin, heram e, guneh e, Xwedê xenîmî we dibe...”
Bi ya min, yekemîn çapa korsan a pirtûkan bi destê “tirko-misilmanan” li Texteqeleyê derketiye bazarê. ( Ev camêr, li ser Enstîtûyên Gundan jî pirtûkek bi navê Kara Kîtap nivîsandiye û ev pirtûk , di sala 1969’an de, bi kûponan ji hêla rojnameya Bugun a M.Ş Eygî ve hatibû belavkirin. Min di zarokatiya xwe de wê xwendiye. Ez dibêm, ne hewce ye ku hûn lê bigerin; “Akît” a îro hê gotin û nêrînên Eşref Edîp ên wê demê dubare dike)
Ev piyase “ya ku li ser heramiyê, li ser hêstir û axîn û waxînan ava kirî” ji gelek kolanan pêktê. Di van kolanên reş û tarî de rojê çend sed mîlyon dolarên reş diçe tê kes pê nizane. Ev pere bi ku ve diçin? Yên piştgiriya vê piyaseyê dikin û li hemberî nelirêtiyên wê xwe kerr û lal dikin, kîne? Ev diravên derzagonî ji bo fînansmana kî û çi têne bikaranîn? Ev pirs û şik û nêrîn jibo civaknas û siyasetmedar û nivîskaran hêcayê lîkolînê ye. Ez ê di berdewamiya vê nivîsê de li ser bersîvên van pirsan hinek rawestim...
Di serî de, me behsa korsantiya yekemîn a pirtûkan a li Texteqeleyê rûdabû kiribû ... Heft xwezî ev tenê bûya! Texteqele qada antrenmanê ya cewrikên kapîtalîstên vî welatî ye û bona ku ew jî jîr û dir û jêhatî bin di her warî de azad in. Beriya 15 salan danûstendina pereyên biyanî li seranserî Tirkiyeyê û li Rojhilat a Navîn ji binî ve qedexe bû. Niha li bûroyên dovîzan tenê serbest e ; lê li Texteqeleyê, ji berê berê de, li her deverî; bi aşkeretî û bi qîreqîr, berdewam e...
Li Tirkiyeyê xeynî dermanxaneyan li deverek tenê derman tên firotin; ev der Texteqele ye... Serde jî di kolanan de, bi awayek servekirî, bi seyarî û bi qaçaxî !
Li Tirkiyeyê eşyayên bi alektrîk û elektronîk ên qaçax ên “bê garantî” qedexe ne; lê li Texteqeleyê bi hezaran kes bi aşkeretî, ayan beyan debara xwe bi vî karî dike...
Li texteqeleyê di bin siya mizgeftan de CD’yên seksê, dermanên afrodîzyak, şaşik û egal û şalwar û cube û tizbî yên destê sofiyan, solên ku ji mizgeftan û ji malan hatine dizîn, tev bi hev re tên firotin.
Li Cihanê cûreyek sextekarî ji berê berê de li Texteqeleyê berdewam e. Hûn jî baş pê dizanin, gava hecî ji axa pîroz vedigerin welatên xwe, bi xwe re ji bo kesên ku tên serdana wan hin tiştan tînin. Ev eşya jiber ku ji cih û warên pîroz (!) tên, wek teberik, wek objeyên pîroz tên hesibandin. Li Texteqeleyê, li ser eniya bi dehan dikanan ev dinivîsin: “malezemeyên hecîtiyê!” Di rastiyê de piraniya eşya û teberikên heciyan ji Meke û Medineyê nayên kirîn; tev malên Texteqeleyê ne... Wek mînak; Quranên bê mor, tizbiyên 99 libî , gustîlên zîvîn, saetên bi azan, kumên nêmêjê yên dor bi bismîlah û bi wêneyên Kabe ya pîroz xemilandî, şehr û laçikên jinan ên bi ayatan neqişandî, êhram û şimik, misînên jibo ava kaniya zemzemê çêkirî, esansên bi navê “Kulîlka Mekeyê ”xurme yên medîneyê (?), êdî nizanim çi û çi...
Me got, li Texteqeleyê her tişt bi aşkeretî ayan û beyan tên frotin: Xwedê, dîn, şeytan, amûrên zayendiyê û doxînsistiyê, malên diziyê, Quran a Pîroz, Dovizên der-zagonî, zêr û zîvên qelp, dermanên ji kirêc û ji alçiyê çêkirî, bi kurtasî xêr û guneh, pîrozî û rezîli û ruswatî tev bi hev re ne. Tişta herî balkêş; kesên van kar û şuxulan dikin tev wek hev in ; tu dibê qey ji malbatekî ne û ji doxîneke ketine; tev mêr in; mêrên di şiklê nimêjkaran de: dev bi Xwedê û bi pêxember, lêv bi sond û bi dia; laş bi gulyaxî û bi esans, dest bi ala sor û sipî, çav û guh bi liv û reqs in...
Esnafên Texteqeleyê neyar û heyranên Cihûyan in. Gava di stendin û frotinê de jêhatiya merivekî xwe bibînin, bikin bi tirkiya xwe ya “Trebzonî” an jî bi ya “Anatoliya Navînî” pesnê wî bidin, dibêjin; “ ... godumun yahûdîsinde ne gafa va be dayi!”( cihûyê nizam min pê çikiro çiqas baqil e!) Lê gava kesekî rexne li kar û bar û pergala wan bike û berjewendiyên wan bixe xetereyê, an gotinek dijî pergala dewleta Tirk bike, wek mînak; piştgirî û daxwaziya mafê Kurdan, dilxwaziya demokrasiyê, azadiya raman û baweriyê bilêv bike, wê demê pir hêrs dibin, kef û kopik bi devê wan dikeve, rûyê wan wek rengên ala wan “sor û spîçorkî” dibe û diqîrin, dibêjin: “ ev dafik û xefikên cuhûyan in ku dane ber me misilmanan! Dikin me parçe parçe bikin!” Di rastiyê de, ev bazirganên Texteqeleyê hema bigre bi gelemperî û bi girsehî miraz dikin, dixwazin bibin ji wan mirovên baqil û dewlemend, sextekar û konek, durû û zalim , mêtinger û dagirker, kapîtalîst û kolonyalîst...
Ji bo vê kesayetiyê, ji xwe re modelek dîtine. Bi ya wan, ev nimûne û kesayetî “Cihûtî” ye! Di vir de ecêbek reş heye; “ew heyran û aşiq û maşiqê neyarên xwe yên “wek cihû binav kirine” ne... Lê ew pirî nezan in, cihûyan jî, kesayetiya xwe jî nas nakin. Belê Cihûyên Sîyonîst û emperyalîst hene û îro li Cihanê di gelek warî de xwedî hêz û gotin in, lê çîna bûrjûwaziya Cihûyan bûrjûwaziyek rasteqîn e. Di dirêjahiya dîrokê de ji wê bi hezaran zanist û wêjenas û wênesaz û civaknas û ekonomîst û komînîst derketine ...
Rastî ev e ku kesayetiya bazirganên texteqeleyê tiştek din e; kesayetiyek kesnedîtî ye, resen e. Navê wê jî “texteqelecîtî” bixwe ye! Texteqelecî ji zanist û hunerê bêpar in... Bi bejn û balan wek dêwan in; lê di rastiyê de ji wan pahlîwanên derewînan in. Zikên wan, pirî dixwun, wek kûpê avê mezin, li ber devan e... Kes û kesayetiyê herî serkeftî yênTexteqeleçiyan Suleymanê Demirel ûTayîb e...
Çi rom, çi Ermenî, çi Elewî, çi laz, çi Cihû, çi Gurcî, çi boşnak, çi Pomak, çi Abhaz, çi hin Kurdên hemal, çi Qereçî, devê kîjan Texteqelecîyî vedibe dibêje; “ ez tirkê kurê Tirkan im, hema duh ji Asyayaya navîn hatime...” Gava bê hesabên wan, bi yek dengî dibêjin şikur ji Xwedê re em Misilman in, par-pêrar ji hec hatin! Texteqelecî ; ol û al û nasnameya neteweyî jî tê de, hemû nirx û hêcayî û hêz û enerjya xwe ji bo pere anîne Texteqeleyê, xerc dikin, difiroşin. Ev bazar a hovane ya bê wîcdan û bê rihm, bikî nekî jî, di giyana wan de bihntengîyek, stresek peyda dike: Lewma dibe ku rojek, bela hêrs û stresê, bi hevûdu re pevçin û hev û du li ber kiryaran (muşteriyan) rezîl û rûsuwa bikin û xweş bazara xwe berhewa bikin û kilîta reş li deriyê dikanên xwe bixin! Lê, Ji tirsa vê yekê, Texteqelecî, bi mabesta ku bi hev re nekevin nav mijarên kûr û fireh û pûşê xwe dernexin holê û nijad û kesayetî û esil û asasên xwe aşkere nekin, tu dibêjî qey peymanek nepenî mor kirine û tê de biryar stendine û gotine :
“ em nava hevdû de nebî nebî xeynî futbolê, li ser tu tiştî nîqaş û laqirdiyan nekin!”
Bi rastî jî, li Texteqeleyê çend pêgermokan bikin, guh bidin axaftinên wan, hemî gotinên wan ên bi dengê bilind li ser fûtbolê; yên bi pilepil li ser pereyan e... Din û iman, sond û qesem, demokrasîxwazî, neteweperestî, alperestî û olperestiya wan para muşteriyan e! T
exteqelecî tu car di kolanên texteqele “yên teng ên bi roj gurr (qelebalix) lê bi şev bê şeng û bê deng” de rûnanên... Dikanên wan li wir, malên wan li taxên dûr in. Jiber ku ew pirî qure û ji xwe xweş in, bi ya min, bona ku çavên wan “bi xizan û hejarên ku malên wan li Texteqeleyê ne” nekevin, bi wan re nebin yek, êvaran dikanên xwe hêj tarî neketiye erdê bi lez û bez diterikînin û ber bi malên xwe ve tu dibêjî qey bi çargavî direvin! Gava -bi taybetî bi havînan- Stembola wan a rengîn de bi piranî feqîrên xemgîn dimînin, îcar Texteqelecî piştî nîvrojê ref bi ref ne tenê Texteqeleyê, bajar di cih de dihêlin û ber bi giravên Stenbolê ve difirin ; an xwe davêjin nav ava hênik, an xwe di bin siya xaniyên xwe yên havîngeh de dirêj dikin. Carinan ev jî têra wan nake, serê xwe digirin û hetanî perê din ê cihanê hespê xwe dibezînin...
Texteqelecî şanogerên pir jîr û jêhatî ne ... Shakespare û Molîere li cem wan gû xwarine... Ew, çîrokbêjî û sêrbazî û heqlebazî û cambaziyê tevlî şanoyê kirine û ekolek nû afirandine... Sal donzdeh mehên Xwedê hunera xwe li gel diceribînin, û bê şik û bê guman û bê şaşitî biserdikevin; çimkî heman lîstikê bi heman mirovan bi hezaran caran didin temaşekirin, dîsa jî kes liwan nakeve şikê! Ew bi misilmanan re nimêj dikin, li ber xaçparêzan serkêşiya bihnxweşiyê dikin û vediguherin neviyê Mewlana; bi Hîzbula re dikevin dilqê mucahîdên xwîrij, bi elewiya re semah digerînin, bi kurdan re biratî, bi elewiyan re kirîvatî datînin...
Txteqelecî, bi taybetî piştî darbeya leşkeriya 1980’an rapelikîn qada siyastê jî. Dora pêşî bûn hevkarên darbekeran, paşê veguherîn lîberalan, bi Erbakan re olperestiyê ceribandin; dîtin ku nabe, dawiyê de hemû taybetmendiyên Texteqeleyê anîn cem hev û bi destê texteqeleciyê herî jîr û jêhatî “Erdogan” partiyek ava kirin û navê wê danîn AKP. Ev partî qetek ji ber Texteqeleyê ye. Bala xwe bidin kesayetiya serokê wê; olperestî û futbolperestyê, dovîzparêzî û umetparêziyê, bi hev re çawa xweş birêve dibe, dimeşîne... Bazara xwe ya Li Enqereyê, wek hevpîşeyên xwe yên Texteqelecî di quncikên tarî de dike û bi Kurda re Kurdîtî, bi Elewiyan re Elewîtî, bi oldaran re welîtî, bi nijadperestan re Hîtlertî, bi leşkeran re Kemalîstî dike... Hemî Cihan bibe yek; nikare nav li vê rewşê bike; ji ber ku çi kapîtalîzm çi oportunîzm çi makyavelîzm çi teqiyecitî, çi kevneperestî, tu têgih û îdeolojî Texteqeleyê û şêwaza siyaseta wî bi qasî “Texteqelecîtiyê” bi me nikare bide nasîn.
Şêniyên Texteqeleyê û yên navçeya berê ya bi navê Emînonû ji %70-80 kurdên xizan û belengaz in û di xirbeyên Osmanî û Bîzansîyan de bi cih û warin ; bi salan in hemaltî û çopçitî û hemû karên giran ên Texteqeleyê bi piştên wan in; lê dîsa jî hinek ji wan di hilbijartinan de dixapin, dengê xwe didin efendiyên xwe yên texteqelecî yên sêrbaz û konek û xwînmij. Hin kurd çav didin Texteqeleciyan û dixwazin bi seyarfiroşiyê û bi rê û rêbazên mafyoz ew jî ji dewlemendiya vê bazarê para xwe bistînin; lê polês û zabitayên Stembolê tim û tim li ser serê wan in. Hêjayê gotinê ye ku ev Kurdên tên xapandin dîsa jî wek beriya 12 Îlona 1980’an xwe bi erzanî nafiroşin, wek berê nabin milîtan û mucahîdê wan; lê çavê xizaniyê birije, Kurd dikin nakin xwe jê xelas nakin; bi hêviya kar û şuxulek bi rûmet li metropolên Tirkan gelekên wan dixapin, bi dilkî na, lê bi devkî û bi dengkî xwe dispêrin konek û fêlbazên Texteqeleçiyan.
Beriya 12’ê Îlona 1980’an endamên tevgera Îslamî, bi gelemperî xortên xizan ên tirk û kurdan bûn. Ew jibo sazkirina pergalek olî ji dil û can dixebitîn, şer dikirin. Bi taybetî ber bi salên darbeya leşkeriya 12 Îlonê, rêjeya xortên kurdan ên Îslamperwer gelek zêde bubû û rêveberiya gelek rêxistinan ketibû destê wan. Ew bi kedek bêhempa piştî 80 salên sekûlarîzmê, li Tirkiyeyê civatek berxwedêr û şoreşger a Îslamî afirandin. Rast e ku mirov bibêje “ beriya 12 Îlonê sembol û lehengên herî xuyayî yên umetparêzan bi piranî zarên Kurda bûn. Wek mînak Metîn Yûkselê kurê Mele Sedredînê Mûşî tevlî hevalên xwe yên Kurd, li Stembolê yekîneyên herî bi nav û deng ên Îslamparêzan saz kiribûn. Îro sedema bingehîn a serkeftina MSP û Partiya Saadetê û ya AKP’ê, xebatên ji dil û can ên xortên Kurdan ên 25-30 sal berê ne. Ew rebenan, jibo berjewendiyên xwe na, jibo kemçûran na, jibo koşk û serayan na, Xwedê giravî ji bo dînê Mihemed xwe ji netew û welat, ji dê û bav kirin... Heta ew jî têra wan nekir, yeko yeko qetla xwe kirin stûyê xwe û jibo xelkê xwe dan kuştin; mirazên xwe di çavên xwe de hîştin!
Kurd bi rastî jî ji dilê xwe sax in; qehreman in, di bîr û baweriyên xwe de jidil (samîmî) in... Ev taybetmendî ji nîjada wan na, ji şert û mercên wan gihîştiye wan... Bi sedan salan in ew bindest in... Bi sedan salan in ew xizan û belengaz bi tena kiras li ber diwaran in... Ji van tevan jî xedartir û xirabtir heta çend sal berê jî ew, hema bigire bitevahî bê nasname û bê kesayetî bûn... Ew xwedî çi bûn ku bitirsin bibêjin em ê wê winda bikin?
Kurd, di dewr û dewranan de tim û tim ji xwe re li peyî nasnameyek geriya ye ; ji gundiyên serê çiyayên Dêrsimê bigre heta yên deşta Rihayê, ji ronakbîran bigre heta malmezinan, ew dibûn sosyalîst, dibûn Kemalîst, dibûn Tirkperest, dibûn Umetparêz lê tu car nedibûn Kurd... Ew xwe, ji çand û kevneşopî û ziman û kesayetiya xwe ya Kurdî dişûştin û hemî hêz û mejî û deziyên xwe dikirin qurbana ideolojî û baweriyên hûnandî, afirandî jibo biyaniyan... Ew bi vî şiklî digotin qey bûne xwedî nasname! Ev rewşa kambax gihiştibû wê radeyê ku; ew di warê Misilmantiyê de bi seyîdên Ereban re , di warê sosyalîzma Sovyetê de bi Rûsan re , di warê Tirkperestiyê de bi bi tirkan re diketin ber qayîşê, bi wan re diketin pêşbirkê! Beytên Erbî yên herî bi dilşewat ew bûn digotin... Di cihanê de her netew “das kapîtal”ê bi zimanên xwe dixwendin, lê ew bi zimanê neyarên xwe dixwendin, piştî Şoreşa Bûrjûwaziyê ya Fransewîyan her netew neteweperestiya xwe dikir, Zîyoyê Kurdistanî hîmê Tirkperestiyê datanî!
Îcar dor, dora Kurdên AKPHEZ e... Ew duh piştgirên Hîzbula bûn; îro hevkarên Texteqeleciyan in. Dil heye Kurda bi çend torbe komir û bi çend pakêt maqerna û bi çend kilamên Kurdî bixapînin... Lê xwedê li çolemêgê Tayîpê serokê Texteqeleçiyan şaş kir; bi erdê ve kaş kir û bi devê wî sira wî aşkera kir; “em xwedî yek al, yek welat, yek netew in; ên napejirînin bila bichehemin, herin!”
Di pêvajoya darbeya leşkerî ya 1980’an de Dewleta Tirk bi hovitiyek kesnedîtî êrîş bir ser kurd û Kurdistanê... Dagirker û darbekarên Tirk kîn û nefreta xwe bê tirs û bê minnet di serê Kurda de didan der û dikirin “ev gelê çiyayî yê bibext û serbilind, lê ewqas jî bêxwedî û bê siûd” ji qûdûman bixin û wek gayekî ber kêrê daxin ser çokan! Şêrên Tevgera Azadiyê bi xwîn û xwîdana şervanên xwe yên çeleng û bedew û canik û camêr, destana qehremaniyê ya herî bi şeref a vê sedsalê nivîsî... Tevgera azadiyê pêşî li lehiya asîmîlasyonê ya “ji nêm û kêma çanda dagirkeriyê pêkhatî” girt û gelê Kurd ji tunebûnê, ji helandinê, ji xulamtiya xelkê, ji nîrê biyaniyan azad kir û ew “bi kesayetiyek Kurdewarî, bi kesayetiyek demokrat û nûjen û hemdem û şoreşger xemiland û ji nav dest û lepên konek û fêlbaz û cambazan derxist,...
Ev sih salên dawîn xortên Kurda bi girsehî ji refên “umetparêzên qelp” veqetiyan û vegeriyan ser riya heqiyê. Ew hatin tevlî şervanên azadiyê bûn; hatin di nav şaxên partî û saziyên xwe de cih girtin. Piştî ku zarên Kurdan ji sazî û rêxistinên paşverû yên umetparêz veqetiyan, rewş û durufê çînî( sinifî) yên van tevgeran jî guherî: êdî ew “çekên pêlîstok” ên destê burjuwaziya qaşo-maşo ya Texteqeleyê bûn. Ew bûrjûwazi ye ku wek cewrikan xwînşirîn e devbiken e lê, li hemberî lawazan dirînde ye... Bê hiş û bê mejî lê, xwarin li ku be li wir e; jibo kerîkî nan poçik dihejîne, palûpûsiyan û bi hezaran fêlbaziyan dike... Gava hestiyekî bi bi goşt dest xistibe dibe hêsîr û dîlê wî. Cihan li alîkî hestiyê wî li alîkî ye!
Me behsa “hestiyê bi goşt kir”, em dîsa hatin texteqeleyê, û bidestxistina wê ya desthilatdariyê Belê îro AKP jî tê de, hemî partî û terîqet û sazî û rêxistinên “olparêz û tayîpperest” ên Tirkan di sûk û kolanên Texteqeleyê de şîn dibin. Ji kerema xwe serê sibehê bi azana dîkan rabin û li darebeyên dikanan binêrin, dê hûn ê di qulên wan de bi çavên serê xwe bi hezaran heb ji rojnameya Şêx Fetulayê Gulen bibînin. Ew rojname ye ku serê qise binê qise buxtan û îftirayên kes nedîtî bi stûyên şervanên azadiyê ve dikin...
Wê hûn ê bi sedan ji rojnameya “Mucahîdê Doxînsist” ê bi navê Huseyîn Uzmez bibînin... Ew rojname ye ku nijadperestî û olperestiyê tevlihev kiriye û îdeolojiyek ew qas hovane û dirînde afirandiye ku “kûçik jê pûrta xwe diweşînin!”
Wê hûn ê bi tomarkî rojnameyên bi navê vî welatî bibînin ku ; xwediyê wî hê duh bi hinceta dayîna “ kara bê faiz” ji deh hezaran misilmanan bi trîlyonan pere berhev kir û çendikî şûn ve got: “- Erê rast e, min kiribû bêrika xwe ya paş; lê çawa bû ez nizanim min ew wenda kirin(!)”
Hûn ê rojname û kovarên wisan bibînin ku xeynî Texteqeleyê li tu deverî çavên we bi wan neketine... Bi ya wan, Serokê gelê Kurd Decal e, Kurd jî Ye’cûc û Me’cû in! Ew jî têra wan nake, dibêjin Kurd Cihûyên kurê Cihûyan in! Kerba wan dîsa danayne, çawa ku Ömer seyfetin ê kal û bavê wan di çîroka xwe ya “Laleya Sipî” de kiribû, ew jî dikin; “doxînsistî û qabiktî û fasiqî û sadîzm û gemariyên di hiş û mejî de veşartî, şerwanên azadiyê bikin hincet û bidin der; bi vî awayî dil û bedenên xwe pê rehet bikin, kîsê xwe jî tije...
Mamoste Marûf

Hiç yorum yok:
Yorum Gönder