2.03.2009

Ger em hebin ew ê tunebin

Heta damezirandina Komara Tirkiyeyê, hejmara Tirkan, em bi awayek din bibêjin; hejmara yên xwe wek Tirk bi nav dikirin, endamên netewa ku Kemal Ataturk û rêhevalên wî yên jontirk û Îttîhatparêzan; dixwestin Anatolî û Kurdistanê li ser navê wan qeyd û tapî bikin, bê xilaf, ji şêniyên “gundekî gur” (qelebalix) kêmtir bûn, ne zêde... Ez dibêjim çend sed peya bûn, hûn bêjin çend hezar... Belê rast e; bi taybetî li Anatoliyê, gava mirov rastî hev dihatin, an jî kar û barên wan diketin aliyê hevûdu , ji neçariyê bi hev re bi zimanekî Tûranî yê ne têkûz, bê rêzik, tevlihev, berhevkirî, gund bi gund tax bi tax ji hev cuda diaxivîn.Lê gava te ji wan pirsa “ tu kî û kê yî?” bikira; ew xwe tucar ne wekî Tirk; xwe wek ; “Kurd, Ereb, Ecem, Çerkes, Çeçen, Gurcî, Abhaz, Mihelmî, Roman(Qereçî), Laz, Alban (Arnewid), Boşnak, Dagistanî, Qerepapax, terekeme, Pomak, Rum, Ermen, Cihû, Asûrî, Kildanî, manav, yorik(koçer)” didan nasîn. Werên li vî ecêbî û li vî gosirmetî; Tirk di Kurdistan û Anatoliyê de na, bi tenê di çend bajarên Ewropayê de hebûn! Ew jî “jon-tirk” bûn û di dawiya sedsala 19’an û di destpêka 20’an de ji Stembolê wek Osmanî çûbûn Parîsê û li wir hişê wan hatibû serê wan (!) û bi xwe hesiya bûn û bubûn “Tirkên Qehremanên bi nav û deng!” Ew bûn çend murîdê wan ên Stembolî bûn... Li Mezopotamyayê û li Anatolyê tu kesî ne bihîstibû, nas nedikir netewek bi navê Tirk! Lewma ew, dîroka xwe ya kevin û qedîm a tije bi xêr û ber û bi mêranî û mêrxasî û bi qehremanî(!) ; girêdan bi Atîla û Cengîz û Tîmûrê ji Asyaya Navîn... Ev her sê kes jî, ji aliyê gelên Kurdistanê û Anatoliyê ve wek; “ mirovkuj, Xwînrij, har û hov dirîndeyan dihatin nasîn... Ev “navên bi tirs û xof jî “têra Jontirkan nekirin “gurê boz”ê devbixwîn jî kirin dewsa bav û kal û rêberê xwe û pê gelên kevnare û xwecih û xwedî olk û erd û pîşe û şaristanî yên Anatoliyê tirsandin û ax û welat ji wan stendin û an ew kirin der, an kuştin, an bişaftin, helandin û dawiya dawîn dest danîn ser hemû dewlemendî û çand û nirx û hêcayiyên wan...Yên mayî; Z.Gokalp û Kamiran Înan û Gênc Qemer û nizanim kî û kê yê Kurd; Qiliç Elî û Muşîr Zekî û Deniz Baykal û bi mîlyonan Çerkez; Mesût û tayîp û bi sedhezaran Gurcî; Hîkmet û Elo û Misto û Temel û kul û kuruder û êdî nizanim kî û kê yê Laz û Qereçî û Ermenî û Rum û boşnak... Ev tev ketin dilqê gurê boz û kê û kî ne jiwan bin, kê û kî “paradîgmaya ji derewan pêkhatî” nepejirandibin ji holê rakirin... Ên li ser xwe man jî gefan li wan xwarin, tirsandin çewisandin kevirê aşê bê av li ser serê wan gerandin, ji mirovatiyê kirin; gelekên wan bi kemçûran kirîn, ên din veguherandin gur û cinawiran! Belê gava mirov li dîroka li ser navê “Tirkiye û Tirktiyê” hatiye nivîsandin dinêre, dibîne ku; hemî tiştên ku ew pê pesnên xwe didin û wek şoreş û reform û pêşveçûn nîşan didin, di rastiyê de kar û kirinên tunekirin û bişaftin û jiholêrakirina netew û civak û kes û kesayetiyên din in; çilmisandin û hişkkirina kulîlkên din ên Anatolî û Kurdistanê ne ... Li şer û komplo û komkujiyên van heyştê salên dawiyê binêrin; bona çi ne? Tev jibo tunekirina Rum û Ermenî û Kurd û gelên din ên nîştecihên kevnare yên bi hezaran salan in bi nav û deng ên vê axê ne... ji şoreşa elfabeyê bigirin heta ya cil û bergan; ji zagona yekitiya perwerdehiyê ( Kanûna tevhîdî Tedrîsat) heta ya paşnavan; ji rakirina ocax û dergahên şêxan; ji guhertina navên bajar û gund û mirov û çiya û deyştan bigirin heta qedexekirina navên lawir û kulîlkan, kar û xebat û şoreş û reform û renesansên wan ên ewqas mezin , derd û kulên wan ên bê derman, hebûna gel û çanda yên din in... ( roviyê me yê vulpes vulpes Kurdistanica, laleya me ya tulipes Kurdistanica, pezê Ermeniyan ê bi navê ovis Armeniana, dîsa mamiza Ermemeniyan a bi navê capreolus capreolus Armenius- ew jî wek xwediyê xwe – nikarin li ser erdnîgariya xwe bi nasnameya xwe bijîn!) Welhasilê kelam yên “bi namûs û bi şeref û bi hejmarkî û bi moralkî bi hêz” ew man, Kurdên li serê çiyayên asê man... Ew çend caran serî li ber yecûc û mecûcan, zalim û dagirkeran rakir, bi mîlyonan hatin kuştin, tî û birçî man li serê çiyayan; lê dîsa jî serî ne tewand, çok dananî li ber neyaran Çi Tirkên rasteqîn, çi Ermenî çi Gurcî, çi Çerkez çend û çendik kesên heta niha ji tirsan di kuncikên xwe de teliyabûn, melisîbûn; çav dan Kurda û serê xwe rakirin û gotin; “-vaye em jî hê livir in, li ser xwe ne!” û piştî heyştê salan xwedî li nasname û kesayetiya xwe derketin. Hin caran yên wek Tayîpê “Gurciyê veşartî” lê, di nav civatê de bê esil û bê kok û bê asas (bala xwe bidinê Xwedê giravî ew doza yek al, yek netewew û yek welat dike lê, bixwe tu car nabêje ez tirkim ) Denizê ji doxîna çerkezan, Demirelê Balkanan tev jibo berjewendiyên rojane, hin caran devê xwe vedikin û bi awayek nîvco navê Kurda li ser zimanan digerînin. Lê wê demê “neviyên Jontirkan ên general û profesor û fabrîkator û rantxur” di cih de di kuncikên tarî de bi qirika wan digirin û dibêjin: “- lawo huşbin! We çi zû jibîr kir em jî, hûn jî wek xewnên şevan derw in; me navê Tirktiyê lixwe kiriye û hemû mêrg û zevî û xan û xaniyan dane ber xwe, ji wan stendine. Ma Hûn nizanin; xwediyê vî welatî ew in; heger ew hebin divê em tunebin! Huş bin; kera bi guh nekin! Îro ew tune ne; loma em hene! Lê ew nizanin ku mirov demokrasîxwaz, aşitîxwaz û welatparêz bin; erd û ezman liber wan fireh dibin, tê de mirov tev bihev re wek bira bi cih û war dibin... Mamoste Marûf

Hiç yorum yok:

EZ ÇAWA 4Ê GULANA 1961’AN Jİ DAYÎKA XWE BÛM?

  Salên salixa ji dayîkbûna min didin, salên bi cih kirina serweriya komarê bû.   Ji Enqereya kambax wêdetir demokrasî û azadiyeke nîvçe, li...

Nivîsên zêde hatine xwendin