Carcaran Komara Tirk dike kevirê aşê bê av li ser serê me Kurda bigerîne…
Çiqas gurên har,
roviyên konek,
futbolperest ên fanatîk, xwendekarên ûnîversiteyî yên okeyperest, lîseyî yên kopyahez, zarokên dibistanên seretayi yên bi heftê heftê di gomên “wek sinif” hatine bi navkirin de li ser pişta hevdu rûdinên,
bermaliyên “Nez” perest,
kal û pîrên teqawut ên ji ber neyîna quruşek pereyê îskanek çay “parqên Ataturkperwer”,
mamosteyên gore bi pîne,
zilamên ku ku xeynî TURKİYE JOKEY KULUBU ji tevahiya sazî û dezgeh û kirinên Tirkiyayê bê hay,
tînercî û balîcî hene tev digihîjin hevûdu, bi qewlê Serhediyan, qûna xwe dikutin deriyê xwe, xwe doş dikin û diranên xwe diquricînin, dikin quweta xwe li ser Kurdên siwîlên bêgune biceribînin.
Mirazê dilê wan ewe ku Kurda jî wek Ermeniyên 1915’an qir kin, an jî çawa ku di 6-7 İlona 1955 de anîn serê Ruman, wana jî, di şevekî de bikin der û dest daynin ser mal û milkên wan…
Hin derdorên xwe di tariyê de veşartine , bi televîzyon û rojnameyan, van girseyên nezan, lûmpen, bi piranî xizan û bê hêvî û bê çare digihînin hev û du, bi nîjadperestî û şovenîzmek kesnedîtî sor dikin. Ev naxirên wek moz pê vedayî dîn û har , di bin siya polês û cendirmeyan de, alên sor û sipî bi qoçên xwe ve dikin derdikevin kolanan, tamarên stuyên xwe diwerimînin û çiqas çêrên der zagonî, der mirovahî hene û têne ser zimanê wan ji bo nirx û hêcayiyên me diqîrin…
Bêlê ev qûnbigûyan, vî mêraniyê ji ku distînin û xwe di gijgijînin, dikin me jî qir bikin, koka me jî bînin? Y
ên duh ji siya me ditirsiyan, çawa bû ku ji Ameda pîroz bigre heta li gundên çiyayên welatê me derdikevin kolanan û qoçên xwe li ber me ji me re tûj dikin?
Hevalno, kûçik heywanek gelek ecêb e. Ji hêla hinek taybetmendiyan ve li tu heywaneke neçûye. Gava tu jê bi tirsî êrişî te dike lê, heger bizanibe ku tu jê natirsî poçika xwe ji te re dihecîne û ji te re palûpûsiyan dike. Tevgera Kurd panzdeh sal e sibe-êvar dike qirîn û hewar û dike bala raya giştî bikişîne ser talûkeya şerekî navxweyî. Lê rayedarên Tirk;
peyva aştiyê wek tirsonekî,
daxwaza demokrasiyê wek cudaxwazî,
agirbestê wek henek,
gotina biratiya gelan wek fantezî,
bêdengiya kurdan ya li hemberî vê kampanyaya şovenîst wek lawazÎ dibînin...
Ji ber vê baweriyê ye ku roj bi roj zimanên xwe dirêj, êrişên xwe bi hêz dikin.
Xwelî li serê wan be, nizanin ku ciwak bûye barût! Provaktorek devê Keleşek li ser van komên çavsor girêde û bi dehan mirovan li ser hev bikuje dê rewş çawa be?
Ligelek deveran,komên faşîst sazî, dikan û qehwexanêyên kurdan didin ber agir. Heger çend pêxasên me jî êrişê tirkan bikin, dikan û malên wan bişewitînin wê çawa bibe?
Baqil bin, baqil ! kûçikên xwe girêdin û vî agirî gur nekin . Qet ber dilê xwe nedin, emperyalîst tu car nahêlin nefta Kêrkûkê di qirika we re bi saxî û silametî derbas bibe. Hûn dikin ava Dîcle û Feratê jî di pozê we re bînin. Destê xwe yê hevaltiyê û hevkariyê bidin kurda û vî axa kambax bi hev re şên û aram bikin têra me tevan dike…
Mamoste Marûf
Kaydol:
Kayıt Yorumları (Atom)
EZ ÇAWA 4Ê GULANA 1961’AN Jİ DAYÎKA XWE BÛM?
Salên salixa ji dayîkbûna min didin, salên bi cih kirina serweriya komarê bû. Ji Enqereya kambax wêdetir demokrasî û azadiyeke nîvçe, li...
Nivîsên zêde hatine xwendin
-
Bulltin Périodique de la Presse Turque, (Bûltena Vedor a Çapemeniya Tirkiyeyê) bulteneke vedor a fermî ya dewleta Fransayê ...
-
Biryara Komkujiya Ermenan a mezin bi şerê cihanê yê yekemînde ve destpêdike. (Di nav salên 1894-1896’an de jî li gelek herêman li hemberî E...
-
Evdalê Zeynikê, hunermendê bi nav û deng ê wêjeya devkî ya Kurd û Kurdistanê, dengbêjê dîwana Surmelî Memet Paşa, di serê sedsala 19’an de l...
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder