4.02.2021

Hevpeyvîna Pîsagor a bi Zerdeşt Pêxember re -2-

 

    Zerdeşt di cih de her du destên xwe du car li ser hev xistin nav dewê kelî,  ew şûştin û dirêjî  sêrbazê herî temenmezin kirin.  Darîûs û kesên li wir tev şaş û metal man. Rahîb hişkobiringo bûn. Xulamê kesra bi îşaretekê Zerdeşt dîzeke zêr tijî pixûr anî, bi fermana kesra li ber Zend Avestaya pîroz hat şewitandin. Ev jî têrê nekir, gel bi hezaran qêrînên li dûv hev  dîwarên  serayê  lerizandin: “Bijî qesrayê mezin Darîûs...! Şerefa we heye Zend Awesta, her bijî Zerdeştê hevalên Hurmiz!  Sazbendên dengên alavên xwe birîbûn îcar  dest bi lêxistina sirûdeke olî kirin. Ev bû nîşane ku ji îro şûn de ehlê serayê dibe, gel dibê wê bikaribin biçin perestgehê û ji afirinerê  mûcîzeya mezin a gava din li vir xwe da xwiyuandin re û ji desthilatdarê nû re xêr ûhesenat bikn.Ev  yek  ji Darîûsê nû bubû kesra re jî bû mizgîniyek mezin bû.

Bo dirêjkirina pîrozbahiyê û pêşendaneke dilê gel xweş bike îcar dora şerê gaboxeyan bû;bo geştirkirina wê, wezîrên kesra  her yek xwe bi hiriyê pêçand, di du tîm tîmên  dijber de cih girtin, bi vî awayî girse bêhtir elaqe nîşan da çalakiyan.Ccoş û kelecan pir û pir zêde bû; ji ber ku ev pîrozbahî bi xêra serê Zerdeştê serkeftî dihatbû li dar xistin.

Bo xwendina dûmayîka hevpeyvînê, ji kerema xwe re lînka jêr bitikînin.

https://mamostemaruf.blogspot.com/2021/02/hevpeyvina-pisagor-bi-zerdest-pexember_48.html


Hevpeyvîna Pîsagor a bi Zerdeşt Pêxember re -3-

 

Govendekeke  bihengame dawî li pîrozbahiyê anî. Ev zewqa herî bicoş a vî welatî ye.  Çîna bilind a împaratoriiyê jî miriyên govendê ye. Pers bi fealiyetên siwariyê û bi reqsê xwe amadeyê kar^'en mezin dikin. Kesra bi xwe jî li ber gel reqisî.

    Çawa ku  firsenda xwe dît min Zerdeşt ji mirovan veqetand û tenê kir, da alî û jê re got; “bêşik tu yê li min qenciyek bikî û min ji garana van ehmeqên te bi sextekariyeke bêteşe çavên wan girê daye  veqetînî. Merasîmên pejirandinê yên li Tebê sirra  merîfetên te dan min; dermanê xewê yê Hemrazê te OEbare da hespa Darîûs, destên te yên nedişewitîn, ji ber ku te pêşî ew dixistin  nav aveke ji  riwekan derxistî.  Te deh salên xwe li çiyayan derbas kiribûn, lewre wext zêde zêde têra te dikir ku tu li ser wan hûr û kûr bibî û... Heyfa min nayê bi “ji dilê xwe saxbûna”  (saftî) gel, bi sernermiya rahîbên ku divê êdî ew ji min pirtir neyên xapandin... Heyfa min tê bi wê heyfê ku  qanûndanêrekî evqas mezin bi fêlên çavgirêdanê yên weha pespaye xwe biçûk dixe.

ZERDEŞTt- Şagirtê xeşîm...!

PÎSAGOR- Min Zerdeştê xwe yê nûsazîparêzê Persê û tevahiya rojhilatê cihanê di nav koma xulaman de, li ber piyên kurmîrekî bi awayekî ji xwe ve çûyî dît; îcar tu rabûyî ji xwe re dibêjî ez şahê hişmendiyê me! Ev te diderewîne.

Zerdeşt- Na Pîsagor, tu şaş î. Min ti tawiz nedaye. Belê rast e, ji ber sedemeke siyasî ya mecbûrî serê xwe li pozê şekala hikumdar xist lê, dema serî tewandina li ber desthilatdaran, min ev gustîla xwe  ya tu dizanî nîşana hişmendiyê ye, bêyî kes bibîne,  hêdîka ji pêçiya xwe derxistibû danîbû erdê, ber  çavên xwe.

Bo xwendina dûmayîka hevpeyvînê, ji kerema xwe re lînka jêr 

https://mamostemaruf.blogspot.com/2021/02/hevpeyvina-pisagor-bi-zerdest-pexember_77.html


Hevpeyvîna Pîsagor a bi Zerdeşt Pêxember re -4-


PÎSAGOR- Xapînokiyek bêbext, hêjayê pêşbîniyên we yên bilind! Çima we di nav xulam û berdestiyên mîr ên bo berî"kêzikên li dora sifra kesra tên diçin" bidin hatine peywirdarkirin de dest bi xebatê nekir?

ZERDEŞT- Min di serî de dizanibû tû yê vana ji min re bibêjî. Ez ji kesekî li ber çavê min "ji xeşîmekî Tebê wêdetir ne ti tişt e" şerm jî nakim. . Ma exlaqê gel û yê ehlê serayê be, ev sûcê min e? Ez wan ji nav "yên li piştê ne" derdixim radikim. Tu çi dixwazî Pîsagorê roniya çavê min? Ma mirov tev weha ne!

PÎSAGOR- Heger tev wisa bûna min ê ji mirovbûna xwe  şerm bikira.

ZERDEŞT- te ji wan mirovan hejmareke pir mezin dîtin.

PÎSAGOR- Bi vî awayî, sê netewên mezin  bi destê çavgirêdanekî wê bibin xwedî xanedanekê û olekê nû. Alternatîfa ku Darîûs pêşkêş dike ji vê ne meşrûtir e, lewre gel di nav şikê de ye.

ZERDEŞT- Ez dizanim behsa wê dibe.

PÎSAGOR- Behsa te jî dibe.

ZERDEŞT- Ez xwe naparêzim; belê ji dûr ve hespa Darîûs min da hîrandin.

Bo xwendina dûmayîka hevpeyvînê, ji kerema xwe re lînka jêr bitikînin.

https://mamostemaruf.blogspot.com/2021/02/hevpeyvina-pisagor-bi-zerdest-pexember_37.html

---------------------------------------------------------------

(1)AElian.V.H.I.21 Barthol. de tibiis.III.3.

(2)muscarum Abactores, Karmendê nêçîrvanÊ mêşan. Athenacus.II. dcipnos.

EZ ÇAWA 4Ê GULANA 1961’AN Jİ DAYÎKA XWE BÛM?

  Salên salixa ji dayîkbûna min didin, salên bi cih kirina serweriya komarê bû.   Ji Enqereya kambax wêdetir demokrasî û azadiyeke nîvçe, li...

Nivîsên zêde hatine xwendin