23.03.2016
NIVÎSEKE Jİ BIHNTENGIYÊ
Carinan meriv tenê bo nivîsandinê dinivîse. Ev rewşa kambax dema naxwazî rûyê kesî bibînî, naxwazî ronahî û tarî, ba û baran, teyr û tirûl te bibîne tê serê mirovê destbipênûs. Di dem û dewrana pênûsê de derûniyeta nivîskaran ji destnivîsa wan xwiya dibû. Grafolog li xet û xêza pênûsê dinêrt û kul û mereza nivîskar vedigot:
Nivîskar ji xwe nexweş e, di dil de xwesteka jiyanê çem û çem e....
Nivîskar çi qewl e çi qerar e, dev li alîkî qûn li alîkî ye...
Nivîskar delodîn e, her tişt jê tê, li her deverî, bi her awayî, di her dilqî de li ber pozê xwendevanê reben şîn dibe.
***
Di vê heyama klavyeyê de gelo mirov derûniyeta nivîskaran ji tepatepa bişkokên klavyeyê nikare derxe?
Ez ne derûnînas im lê, bi dilrehetî dikarim bipesinim bibêjim ku hostayê naskirina kesyetiya xwe me.
Bi taybetî jî di derengiya şevê de bala min li ser min e. Ger bi roj li welatê min qencî qewimî be û ez bi wê serfiraziyê li ser kompûtûrê rûniştîbim dengê defa daholê ji klavyeya min tê.
Ger li welatê min şer be, klavye bi kerb e.
Ger li welatê min komkujî be, klavye bi şerm e.
Serkeftin be klavye şerûd e, tepetepa wê digihîje erş û ezmanan.
***
Nivîskarên me yên berê dengbêjên me yên pênûsnenas û klavyenezan bûn.
Ew derd û kesera dilan bi xweş dengê xwe didan der.
Ev cûre vegotin ji tevahiya huneran zor û zehmettir bû.
De ka di hişê xwe de bibin bînin; dijminê bav û kalan gundê te, mala te, hesp û gayê te tê şewitandiye, zar û zêç û kofî kulfet bi ser hev de qet qetî kiriye, merivek qedirbilind bi enişka xwe diniçîne te: "De bêje keko, de bêje!"
Hema aniha bifikirin: Di rewşeke weha de nivîs, ew jî nivîsa vê dewrê vê zemanê, ji gotinên berê yên "bi meqamkî û bi mijarkî û bi wezinkî miheqeq li hevhatî" çend car hêsantir e, ne wisa?
Kî diwêre bikeve dewsa dengbêjê şahêdê wêran û wêrtaskirin û şewitandina welatê xwe!
Kîjan meqam dikare ji hewarên jinan, ji girînên zarokan, ji nifirên kal û pîran, ji orîna sewalan, ji newkîna pisîkan, ji qîjîna qaz û qulingan bêtir bandor li merivan bike û xwe bide guhdarîkirin?
***
Nivîsa kambax me ji ku anî bir ku derê!
Belê dengbêjên me bi hezaran salan şahediya bûyerên weha kirine û bi awazên xwe yên xweş, bi Kurdya xwe ya dewlemend, bi hestên xwe yên di hestiyarî de ji hed der ji heqê bextê reş û dijminên marên reş hatine der... Em jî bihna xwe ya teng didin der ew e,heyra....
7.03.2016
HDP YA ŞER ÇAWA BE?
Di 17 ê de civanê Wanî yê bi navê Abdulbaki Sömer bi hêviya ku rêya çareseriya pirsgirêka Kurd vebe, mirina xwe dide ber çavan, li Enqereyê , bi xwe jî di hindur de, wesayîtek bombebarkirî diteqîne. Encam; Abdulbakî bi xwe re bi dehan kesan dikuje û carek din cidîyeta pirsgirêka Kurd dixe rojeva Tirkiyeyê û ya Cihanê.
***
Tuba Hezer; wekîla HDPê ya Wanê ya bi hêviya ku wê bibe dermanê çareseriya pirsa Kurd ji aliyê Waniyan ve hatibû hilbijartin jî diçe serxweşiya malbata Abdulbaki Sömer.
Partiya desthilatdar û yên din ên dewletperest bi yek dengî dikine barebar da ku Tuba Hezer bê darizandin û cezakirin.
***
HDP, çawa ku ji destpêka şer vir de de, di mijara berxwedana navbajarî ya gel de dike, bi awayek şermok û ricifok çend hevokên piştgiriyê di devê xwe de dibe tîne ewqas!
Lê rastî çi ye?
Li bajar û bajarokên Kurdistanê bi hezaran mirov bi hêviya ku rejîmê vegerînin ser rêya çareseriya pirsgirêka Kurd kefen li xwe kirine û pêde pêde dikevin kozikan.
***
Bi mîlyonan Kurdên hêj li ser nasnameya xwe mane û hevalbendên wan ên ji her gelî û ji her baweryê û ji her bîrdoziyê daxwaziya jiyaneke azad û bi rûmet dikin û bi hêrseke kesnedîtî li benda çareseriyê sekinîne. Ew êdî wek berê ne tenê bi rê û rêbazên aştiyane, bi çi awayî dibe bila bibe, ji Tevgera Azadiya Kurd, ji HDPê, ji partî û saziyên demokrat û şoreşger zûtirkî çareseriyeke qethî dixwazin.***
Hemû derûdorên Kurd û demokrat û şoreşger heta niha dixwestin ku ev pirsgirêk bi hevdîtinên bi dewleta Tirk re, bi nûnerên wê re bê nîqaşkirin û halkirin lê, piştî ku desthilatdar pihîn li maseya aştiyê xist û wergerand hemû bar ket ser milê Tevgera Azadiya Kurd.
Têkoşîna demokratîk di şert û mercê aştiyê de, di welatekî demokratîk de dibe
Rastiya Tirkiyeyê ev e: li welat şer e. Dewletê hemû sazî û dezgehên xwe ji maşîna şer re kiriye berdestî. Demokrasî, mafê mirovan, dadmendî, hebûna madî û manewî ya hemwelatiyan li gorî asta şîdeta şer dor bi dor radibe. Partî û siyasetmedarên dewletperest, dadmend û ehlên çapemeniya Tirk çawa ku bihna şer hilgirtin, hemû nirxên mirovatiyê dan alî, li ber bayê mîlîtarîzmê ketin û veguherin memdokan (mehmetçîk).Gelo HDP çawa ye?
Partiya ku hebûna xwe deyndarê Tevgera Azadiya Kurd e, çi bike, çawa tevgere ku him nirxên mirovahiyê biparêze, him jî hêviya gelê Kurd bîne cih, têkoşînê xurt bike, li gel xwedîtî bike...?
Em rastiyê rût û tazî bînin ziman: Di HDPê de çend remz û sembolên Xeta têkoşînê ya vê pêvajoyê hene. Helwesta wekîlên din şêlû ye, flû ye, ne zelal e, sînede ye, parlemantarîzmeke ji rêzê ye, pasîfîzmeke bêpergal û bê armanc e...
Faysal Sariyildizê di eniya şer de,
Tuba Hezer a di nav sivîlên paş eniya şer de...
Selahattîn Demîrtaş ê di rêveberiya dîplomasiya navnetewî de...
Divê wekîlên din tev bi vê hişmendiye, li dora van her sê wekîlan bibin xelek.
Û
wek nîşana vê xetê jî

di seri de
di cih de,
demildest,
tev bi hev re
biçin Wanê, teziyeya malbata Abdulbaki Sömer,
demildest,
tev bi hev re
biçin Wanê, teziyeya malbata Abdulbaki Sömer,
paşê jî bibin sê kom û ji Enqereya şewitî dûr bikevin...
Mamoste Marûf
1.03.2016
PisîK û Kurd
Pisîk ew ajal e ku piştî
kûçik û ga û çêlekan gelek bi derengî ji
çiya û dar û daristanan berjêr bûye, ketiye nav mirovan, kedî bûye, bûye xwedî mal û jhal.
Kurd jî ew netew e ku ji Tirk
û Eerb û Farisên cînarên xwe derengtir maye û hêj nebûye xwedî dewlet û statû.
***
Pisîk ew ajal e ku heta dijmin wî di quncikekê
de asê neke, riya revê li ber negire , bi kuştinê ve rûbirû nehêle,
destdirêjiya xwarin û çêjikên wî neke, “li dijî mirov û ajalên din” tu car liber xwe nade, tênakoşe.
Kurdê beriya Tevgera Azadiyê
jî heta xanî û holik bi ser de nehta
hilweşandin, zarok û zêçên wî ji alî biyaniyan ve bi girsehî nehata kuştin û nefîkirin ti daw û doz li biyaniyên diketin welatê wî nedikir.
***
Her pisîkek nêr bo nêçîrê,
bo xwarin û vexwarinê, bo dîtina pisîkên mê ji xwe re herêmek vediqetîne û wê
herêmê ji mirov û ajalên biyanî na, tenê ji pisîkên nêr ên hevzayendê xwe diparêze.
Mêrên Kurdên berê, bi
taybetî axayan, her yek bo xwe û eşîra
xwe parçeyek erd veqetandibû, wî erdî ji desthilatdariya Tirk û Ereb û Farisan
na, tenê ji axayên din ên wek wan Kurd diparast.
***
Pisîk, serî heta boçikê, ji çav heta pepikan, ji pişt heta zik bi her awayî xweş li hev hatî ye, pir û pir xweşik e, lê
ewqas jî dirînde ye. Nabêje şev e, roj e; di jiyana xwezayî de tim çalak û
şiyar e. Guhê wî tim li gohdariyê, çavên
wî li nêçîrê ye. Lê pisîk gava ji herêma xwe dûr dikeve reben e...
Kurd jî bi azayên lihevhatî
û atletîk, bi bejn û bala bi heybet, bi çavên gir û gilover û mijang û birhên
reşbelek gelek pir bedew e, wek pisîkan ew jî di çiya û baniyên welatê xwe de
ewqas jî jêhatî û leheng e. Xwe digihîne tûjika Agiriyê hêlîna qertelê jê
distîne, destvala be jî bi hirç û şêr û pilnig re şer dike. Ew jî dema ji welatê xwe derdikeve stûxwar û
belengaz e.
***
Pisîk ajalek azad e, bi serê
xwe, bi kêfa xwe ye. Dilê wî çi bixwaze wî dike. Tu jîndar nikare xwiyê wî
biguherîne, wî bike qalibeke nû.
Kurd jî bi hezaran salan di
gelî û newal û deştên di qûntarên çiyayên xwe de bi serê xwe, bi kêfa dilê xwe
jiyaneke têr tijî azad derbas kiriye. Nebûye leşkerê desthilatdarê xwedî artêşên
bipergal. Dagirkerên çendik û çend caran
di artêşên xwe de kurdan bi leşkeriyê ceribandibe jî ew an fîrar kiriye, an jî pergla xwe xwe ya
bêpergal li dagirker ferz kiriye.
***
Pisîk paxiş e, di tûka wê
mîkrobkuj e, rojê pên şeş caran xwe
badilêse, serûguhê xwe bi wê tifê dişo. Gûyê xwe bi xweliyê xweş dinuxumîne.
***
Pisîk di havirdora xwe ya
xwezayî de pisîk e. Piştî ku ketiye nav mirovan û kedî bûye guheriye,
veguheriye bûye ajalek tiral û zexel.
Kurd jî dema ji welatê xwe
derdikeve dibe kûd*
______________________________________________________
*Kûd: alincî, bawî, ferc, nanê ku bi tenûrê ve nagre
dikeve nav xweliyê dilewite, xiloxwar dibe
Mamoste Marûf
14.02.2015
Hamozayê kîrtûj
Li gundeki mêrekî kîrtûjê bi navê Hamoza hebûye.
Ew bi jina xwe ya ewil namîne, di ser de dizewice, hêwiyeke çavşîna konek û bi fêl tîne ser
rebenê.
Hamoza çend salan bi her du jinan re çê-xirab derbas dike lê, paşê dibine ku ew bi hev nakin, rojê sê dan tên cem Hamoza û xeyba hevûdu bi wî de dikin.
Hamoza çend salan bi her du jinan re çê-xirab derbas dike lê, paşê dibine ku ew bi hev nakin, rojê sê dan tên cem Hamoza û xeyba hevûdu bi wî de dikin.
-Hamoza, ew ê jahriyê bixe nav nanê te!
-Hamoza, ew çi qelî û penîrê malê heye ji mala bavê xwe re
dişine!
-Hamoza, ew ê tiştek bîne serê te, hayê te ji te hebe haaaa!
- Hamoza ew li cem te palûpûsiyan dike lê, çav li der e.
Ew ê bênamûsiyek bike, xûnê bine ber deriye me…
Rojek jı rojan bihna Hamoza ji jinan pir teng dibe, dinya li
ser serî reş û tarî ye , ewqas ku êdî nizane çi bike…
Hûr û kûr difikire, di serê xwe de dibe tîne, dibe tîne… Di dawiyê de biryar dide, ew ê jinên xwe biceribîne ka ji wan kêjan dilsoz e,
kêjan xwedî namus e, kêjan ji wî hez dike yan nake…
Hamoza, dikeve nav nivînan, çavên xwe dikute arîkan, xwe davêje nexweşiya mirinê, dinale û dibêje:
“Gelî bermalîno, Wa ye
ez dimirim, bilezînin herin çiyê ji min re hinek pincara şîn bînin, ez bixwum,
dibe ku ew bibe dermanê min”
Ya mezin di cih de, bil ez û bez, ji malê derdikve berê xwe dide çiyê…
Ya biçûk, dibine ku
mêrê wê nexweş e, hiş ne li serî ye, hêwî jî ne li malê ye, firsenda xwe dibine
, diçe kîlerê, dûyê pez ê ku ku beriya
çend rojan ji xwe re veşartîbû ji cih
derdixe, wî hûr hûr hûrdike, hevîrê xwe
vedistrê, wî bezî dike nav hevîr, ji xwe re kilorek xweş a kurmancî
çêdike; bona ku heta êvarê bipije davêje tennûrê, paşê ji malê derdikeve, ber bi çiya ve hêdî hedî, hûrik hûrik dimeşe.
Hamoza gava dibine ku jina wê ya biçûk jî ji
malê derket, hêdika ji nav nivînan derdikeve,
diçe xweş kilora jina xwe ya bêbext ji
tenûrê derdixe datîne ber xwe, zikê xwe
têr dike, dîsa vedigere dikve nav
nivînên xwe. Ew dîsa zimanê xwe bihostek ji
dev derdixe, her du çavên xwe hişk digire
û xwe li mirinê datîne.
Bi êvarê re dora pêşî jina wî ya mezin vedigere
malê; tê li ber serî disekine, hew dibine ku Hamoza miriye! Rebenê dibêje qey
pincar bi derengî ketiye, Hamoza loma miriye.
Bi her du çavan bi ser de digirî ,
dike hewar û gazî û weha dibêje û dilorîne:
Hamoza,
Gelî kûr bû Hamoza
Pincar hûr bû, Hamoza
Rêkam (rêya min) dûrbû Hamoza
Çavkêm ( çavên min) kûrbû Hamoza
Çendikî; şûn de jina biçûk vedigere tê malê, dibine ku hewiya wê li ber serê
Hamoza digirî, dibêje qey ew miriye. Rasterast diçe aşxaneyê, bi ser tenûrê de
kûz dibe ku kilora xwe derxe bixwe lê; digere nagere kilorê nabîne! Hêviya xwe
ji kilorê dibire, pol û poşman, kula kilorê di dil de, tê ber serê Hamoza û xwe li şîn û girînê datîne; weha dibêje dilorîne:
kilor bez bû Hamoza
Min lênexist gez bû Hamoza
Karê min lez bû Hamoza
Reben ez bûm Hamoza…
Li ser gotinên jina biçûk Hamoza çavên xwe vedike, radibe
ser xwe, bi hêrs ser de diqîre:
Min gora bavê te gaho, ez mirî bûm, tu rabubû ji xwe re
kilora bez çêdikir ha!
Hamoza jina xwe ya çavşîn berdide, dişine mala bavê, bi ya ewil re jiyana xwe derbas dike...
13.02.2015
Jin û mêr bûne, 6000 sal berê di hembêza hev de mirine !
Wezîrê çandê yê Yewnanîstanê , di daxwiyaniya xwe ya di 12ê Reşemiyê de dibêje ku arkeolog li Péloponnèse’ê tiştek kêmdîtî; qerqûdeyên (îskelet) 6000 salî yên cotemerivên hevûdu hembêzkirî vedîtine.
Cotemeriv, ên ku qerqûdeyên wan tenê ji me re mane, di şikefteke Dirosê ya li başûrê nîvgirava Péloponnèse’ê dikeve de hatine dîtin û bi « dîrokpîvana karbon 14 »ê 3.800 sal beriya Zayîna Îsa jiyane.
Derheqê vê yekê de wezîr dide zanîn ku veşartina bi hev re ya hevjînan tiştek pir kêmdîtî ye û qerqerûdeyên Dirosê kevnaretirîn mînaka heta niha li dunyayê hatiye dîtin e.
Zarokek û fetûsek jî…
Di kolandina bajarokê antîk a par bidawî bûyî de ligel gora zarokek û fetûsek,
cihekî bi xîç ê frehiya wî digihîje çar
mêtroyan ê bo hestiyên mirovan veqetandî û bi hestiyên bi dehan mirovan
tijîkirî jî hatiye dîtin. Bi ya arkeologan ev cih tenêyê vê qirnê ye.
Wezîr
da zanîn ku ew bi awayek qethî difikirin ku ev der bi dirêjahiya hezaran salan
bûye qada veşartina miriyan.
Niha hûn ê bipirsin, ev nûçe çima bala mamoste kişandiye û wî ji xwe re nekiriye bargiranî û ji Fransî wergerandiye bo Kurdî.
Çawa ku ronakbîr dibêjin, heger ronakbîrî, wêjenasî, hunermendî ji naskirin, hezkirin û givirandina çanda herêmî destpê bike encax wê deme dikare xwe bigihîne asteke gerdûnî.
Heger em nifşek beriya niha, sed sal berê, bi dewlemendiya çand û erdnîgariya xwe, bi rastiya xwe ya netewî varqiliyana, niha di tevahiya qadên çand û hünerê de sed car pêşve çûbûn. Ha ji we re yek ji mînakên vê rastiyê û sedema wergera vê nivîsê:
Gundê me, Xîtika Tatosê, bi rastî jî qeteke ji ber bihuşta Xwedê ye. Çiyayên wî yên tûjik bi ewrên asûmanan ve zeliqî, war û zozanên wî yên kesk û sor û zer xemilî, çem û kaniyên wî yên sar û zelal, mêrg û çêreyên wî yên bêserî û bêbinî û bermahiyên wî yên veşartî...
Xaniyên gundê Xîtikê beriya 50 salan hema bi tevahî li ber devê çemê gund bûn. Wekî gelek gundên Kurdistanê, xaniyên Xîtikê jî pişta xwe dabûn çiya û giran (tepe). Hin xênî xwe spartibûn Diharê Mezelan, ên din jî pala xwe dabûn Dîharê Mozirganê. Li paş xaniyên di binya Mozirganê, kendalekî zîq ê gihayê ser herişî, bi xweliya xwe ya gewr dixwûya hebû. Gava meriv nêzîkî wî kendalî dibû, digot qey di mûzeyeke arkeolojiye de ye! Bi dehan kupên ( den) şikestî - neşikestî, derizî, bilindî yek metro û nîv, bi firehhî 80- 100 Cm, hundir bi hestiyên merivan tijîkirî! Çend salan carekî gundî meraq dikirin, bala xwe didan wan Kûp û hestiyan. Wek xewn tê bîra min, Apê Sehdiyê bi dirajahiya bejna xwe li Serhedê deng vedabû, hestiyê milê qerqûdeyekî dabû ber milê xwe lê, dît ku ji yê wî bihostek dirêjtir e !
Dîsa di gelekan de serî û hestiyên du merivan bi hev re derdiketin. Ji wan du qerqedûyan, ê qirik (gewrî) bi zengilorik jin bû û di nav xweliya wan de morî jî dihat dîtin; lewre zarên keçîn, bi hêviya dîtina moriyan xweliya wan kûpan serobino dikirin; gelek carana çend morî didîtin jî…
Dora pêşî kalikê min ê Ehmed bi kurê xwe yê Awzer re ( di fermiyetê de Abûzer) li sere girê Mozirganê ji xwe re xanyek çêkirine. Di çala ku bo danîna hîmê xênî dikolin de bi dehan kûp, kasik, dîz, şerbik, qendîl û qelûên ji xweliya sor çêkirî dibînin. Ew bi piranî di cih de dişkên lê, çend dîz û kûpên biçûk xaran dikin, piştî bi hezaran salan dîsa di nav malê de bikar tînin. (Xarankirin ; tiştên ji axê derxistî, an ji axê çêkirî pêşî di sîyê de tên zuha kirin, paşê rûn li wan didin û davêjin tenûra şîrgerm. Piştî ku xweş hişk dibe, dîsa rûn pê didin û dikin nav agirê gurr. Ew dibin keramît Ji vî karî re xaran, wek lêker jî xarankirin tê gotin)
Li pala Girê Mozirganê, ji bin erdê li ser hev du kevirên kefik ( nerm) ên wek sandoqan nav kortkirî û bi qerqûdeyên mirovan tijîkirî jî derdiketin. Bi ya min ew bavkalên lahîtên modern bûn. Di sala 1964’an de bavê min ji apê min cihê bû. Jiber ku di nav gund de cihê avahîlêkirinê nedît, ew jî derket diharê Mozirganê û ji xwe re xaniyek çêkir. Ji hîmê wî jî bi sedan berhemên dîrokî derketin. Ji wan çend heban dayika min xaran kir. Yek hêj li cem min e. Wan çaxan mezinan digotin Girê Mozirganê berê cih û warê pirûtan bûye. Piştî pêncî salan ez hatim Stenbolê û di dibistanên Ermenan de mamostetî û rêveberî kir. Min ji hevalên mamoste pirsa peyva pirût kir. Bersîv, ew ê ji xweliyê kûp û kasik û alavên nav malê çêdike re dibêjin pirût…
Dîsa serdestê çemê Xîtikê li pala girekî şikefteke pir biçûk , firehiya wê sê karemetro, bi du derî, di hundirê wê de palkursiyeke pir balkêş a ji kevir çêkirî hebû. Meriv di kîjan deriyî re biketa nav şikeftê, gere di ber wê palkursiyê re derbas bubûya. Dema tu di nav palkusiyê de rûdinişt, kortek bo serî jî hebû. Me di zarotiyê de wê palkursiyê layiqî mezinên gund didît.Bila di eydiyan de ew li ser vê palkursiyê rûnên, em dor bi dor di ber wan re derbas bibin, destê wan maçî bikin, eydaniya xwe bistînin, lêxin herin malekî din… Hezar mixabin gundî wê şikeftê, tevî palkursiyê kesnedîtî hûr hûr şikandine û kirine hîmê xaniyekî.
500 mêtro li binya Xîtikê, Kela Çirikê heye. Ew li ser girekî stratejîk hatiye lêkirin. Îro bi tevahî di bin axê de veşartî ye. Li ser rûyê wê tu dibêjî qey parçeyên kûpan bûne zîpik û bariyane! Ji ber tunebûna rê û dirban, asêbûnê cihê wê, destê merivan nagihîjê vê kelê lewre vê gavê ew di ewlehiyê de dixwiyê.

Çavkanî :
http://www.rtl.fr/actu/sciences-environnement/grece-un-couple-prehistorique-decouvert-enlace-7776575991
19.05.2014
Ha bila bi ya ola te be, Tayîbê ehlê îslam...
Parastina ol, jiyan,
nifş (Nesl), mal û aqil...
Bi
gotineke din armanca Îslamê, sedema hebûna Îslamê ev pênc diviyat in.
Dîsa
bi ya Îslamê, gava li dijî ola Îslamê, li dijî jiyanê û berdewamiya nifşa
merivan, li dijî mal û aqlê merivan tawanek hatibe kirin, li gorî asta giraniya
wî sûcî cezayên wek qisas, diyet,
kefaret tên birîn.
Di
vir de pirsên ku divê meriv bike ev in:
-Sînorê
parastinê heta kî derê ye? Misilmanan tenê dihundirîne an tevahiya mirovahiyê?
Bi erdnîgariyê ve girêdayî ye, an bi kom û civakan ve?
-
Heger merivek, an komek ji van diviyatan hukmên Îslamê na, prensîbên baweriyek
dî, hiqûqek cuda, an bîrdoziyeke dijberê Îslamê bipejirîne çawa dibe?
Wek
mînak çend meriv rabin, bibêjin parastina ol bi dewletê maye? Baca ku ez didim çima bo
parastina ol tê xerc kirin, gelo wê gavê dibin neyarê ola Mihemed?
An,
komek mirov peyda bibe, anîna zarokan li xwe qedexe bike û ûrtkoriyê li xwe
ferz bike dewleta Îslamî, bi hinceta berdewamiya nifşa wan, bi darê zorê ew dizewicîne, dike xwedî zar û zêç?
Dîsa
hinek meriv bi hev re nîqaş û nirxandin û
mutale bikin, biryar bidin bibêjin; “em êdî nikarin barê aqil bikişînin; em ê
heta mirinê ji xwe re araq û şerabê vexwin, serxweş bigerin” dewleta îslamî wê kîjan
xweliyê li serê xwe bike?
Li
Turkiyeyê û li Rojhilata Navîn ev diviyat û ceza tim û tim di rojevê de ne û
hemû şer û pevçûn di nav alîgir û dijberên van eniyan de bi salan e dikudîne.
Hêz
û quweta min naçe Rojhilata Navîn lê, ez dikarim ji Tayîpê Olparêzê li ber pozê
min hazir û nazir disekine re bibêjim;
Birêzo, ez
wek hemwelatiyek misilman demildest dixwezim ku tu hukmên îslamê yên bo parastina jiyanê û cezayê qisasê yê bo wî sûcî bisepînî, bikî merîyetê.
Dora
pêşî bila balafirên te yên şer, xanî û
lojman û koşk û serayên sûcdarên Roboskiyê bombe bikin, ji wan jî 37 kesan bikujin...
Dîsa,
bila leşker û polêsên te, kesên li Somayê bûn sedema kuştina 301 madenkaran kom
bike, destên wan bi kelemçe, lingên wan bi qeyd û lale bike; wan bi zorî bajo kûrahiya
heman kanê û wan di ser hev de bi gaza karbon monoksîtê jahrî bike, bihn li wan
biçikîne û bifetisîne...
Na,
birê min na, ez poşmam bûm... Her kes bila bi qasî şeref û heysiyata xwe, bi kula xwe, bi
giraniya ezabê xwe di dojeha wîjdanê xwe de bijî. Gunehê min bi zarokan hat...
17.05.2014
Gîzmeyên Mûratê Somayê
Karkerê bi navê Mûrat Yalçin, dema ji kana komirê ya Somayê
birîndarî hatibû derxistin û li ser sedyeyê hatibû vezilandin gotibû; “ ez ê
gîzmeyên xwe derxim, bila rûber (çarşev, pîne, ortî) qilêr nebe”
Bi ya hinekan, ew di mijara xwedîderketina li malê dewletê merivek
ewçend hesas bû ku bi gîzmeyên xwe yên qilêr nexwestibû pêlî rûberê çîlspî yê sedyeya dewletê
bike û wê bilewitîne...
Hinekan jî serê xwe li ser pir neêşandin gotin; “ rebeno, hiş di
serî de nemabû, lewre weha gotiye...”
Rojnameger piştî çend rojan bi wî re peyivîn û xwestin vî merivê qenc bi raya
gişkî ya Turkiyeyê baştir bidin nasîn; ji ber ku gotinên wî dil û kezeba
hemwelatiyan peritandibû.
Di wê hevpeyvînê de derket holê ku ew ji Agiriyê ye û malbata wî
ji ber xizaniyê di salên 80’yan de welatê xwe di cih de hîştiye û hatiye
li navçeya Kirkagaçê ya Manîsayê bicih bûye. Dîsa em pê hesiyan ku sê birayên Murat jî di
heman kanê de wek karker dixebitin...
Gava meriv rewşa Kurdên gundî, bi ser de xizan, ên ku “terka welat
kirine û hatine gund û bajarokên Egeyê” baş bizanibe derûniyeta Mûrat’an
çêtir dizane.
Çi Kurd çi Tirk, gundî ji bajariyan bêhtir bi çand û ziman û
rabûn û rûniştandina xwe ya gelêrî û neteweyî ve girêdayî ne. Gelek Kurdên Gundî bi taybetmendiya xwerû Kurd û Kurdistanî tên li ber pozê Tirkên "xwerû Tirk" bi serde "neteweperestên bihnteng" hêlîna xwe çêdikin. Her du serî jî nûnertiya netewek dike, her yek bi rewş û girêdana, bi rabûn û rûniştandina xwe ji hev pir cuda, bi zimankî ji hev pir û pir dûr...
Di gundîtiyê de, ji alî hilberîna gundiwarî ve nêzîkî hev bin jî, gelê Tirk, ji ber ku netewa serdest e, ji sazkirina komarê
virde tim û tim xwe li ser gelên din kuştiye, hê jî xwe li ser hemî gelên din dibîne. Bi ser de dewleta Tirk di pêvajoya her
serhildanê de neteweperestî û şovenîzmê, rik û nefretê li seranserê Turkiyeyê
serdest, li ser Tirkan ferz kiriye ku di
çûyîna şerê Kurdan de ciwanên Tirk dilxwez bin; Tirk ji "destengî û mihûziya ji şer peyada dibe" gilî
gazincan nekin; zarokên xwe bidilê xwe bişînin ser gelê Kurd.
Her cara ku ciwanên Tirk bo leşkeriyê çûbin Kurdistanê bi Kurdên gundî ve rûbirû mane. Bi xwe jî ji nav gundiyên Anatoliyê yên xizan û
belengaz derketibin hatibin jî, derûniyeta leşkeriyê li wan dike ku ew bi çavê
fermandarên xwe li gundiyên Kurd mêze
bikin û wan wek merivên har û hov, qilêr û durû, sextekar û xayîn, wek merivên kuştinê heqkirî
bihesibînin.
Ev bawerî û têgihîştina şaş, ev şablona “qaşo” kurd, heta dawiya temenê wan li ser kesayetiya wan bandoreke
mezin dike. Exlebê wan dibin neyarê sondxwarî yên gelê Kurd. Ew vê dijminatiyê, vê
şablonê radigihînin jin û zarok û xizm û lêzimên xwe jî... Bi taybetî di gund û
bajarok û bajarên "ne kozmopolît" de nefreta ji Kurdan digihîje asta herî jor.
Gundiyên Kurdistanê yên herî xizan û belengaz, gundiyên herî
kurdewarî, ên bêpîşe û bêsenaet bi hêviya ku di baxçe û zeviyan de, an di karên
li gorî karkerên nekalîfiye de bixebitin, xwe didin van deveran. Ew rastî
nijadperestiyeke ewçend tûj û tahl tên ku perr û baskên wan dişkê, dibin wek
pepûkan. Bi xwe jî zarok û zêçên wan jî rastî pest û pêkûtî û heqaretên ecêb tên.
Gelek caran ew dikevin tatêla canê xwe. Du rê dimîne li ber wan; an ew ê
vegerin welatê xwe, an jî serê xwe bikin ber xwe, bitelin bimÎnin.
Ên ku dimînin û “nanê Tirkan dixwin” divê heta ji wan tê di demeke kin de xwe ji kurdayetiyê bişon,
xwe ji kirasê kurdbûnê rizgar bikin,
xwe fêrî Tirkiyeke baş bikin,
ji Tirkan bêhtir Tirk bixwiyên;
xwe bikin qurbana mal û hebûna dewleta Tirk,
ti car quretî nekin, nefsbiçûk ,
xêrxwaz, helîm û selîm bin...
Gava PKK, mafê Kurdan, tekoşîna gelê Kurd dibe mijara gotinê, divê ew teqez çend çêr û dijûnan bidin ser hev û bi ser “terorîstan” de bişînin...
Lê ji van gişkan girantir ew êdî ji xwe jî xweş nînin, hez ji xwe jî nakin...
Ew ji Kurdbûna xwe, ji rengên xwe, ji şêl û pêla xwe sil dibin. Xwe tiştek bêqîmet dihesibînin...

Belê, gava min ji devê Mûratê
Agirî hevoka “ bisekinin ez gîzmeyên xwe derxim, bila rûberê sedyeyê qilêr nebe” bihîst,
mejiyê min serobino bû.
Piştî ku min di hevpeyvîna pê re hatibû kirin de gotinên wî yên “Xwedê zewal nede netew û dewletê, ew çarşev malê dewletê bû, lewre mi nexwest ew qilêr bibe” xwend agir bi kezeba min ket. Bê hemdê min ev gotin ji devê min derket:

“Kurê min, ez qurbana wan çavên
te yên reşbelek, çi kirin bi te ku tu xwe hêjayê parçeyek pîne jî nabînî?”
Kaydol:
Kayıtlar (Atom)
EZ ÇAWA 4Ê GULANA 1961’AN Jİ DAYÎKA XWE BÛM?
Salên salixa ji dayîkbûna min didin, salên bi cih kirina serweriya komarê bû. Ji Enqereya kambax wêdetir demokrasî û azadiyeke nîvçe, li...
Nivîsên zêde hatine xwendin
-
Bulltin Périodique de la Presse Turque, (Bûltena Vedor a Çapemeniya Tirkiyeyê) bulteneke vedor a fermî ya dewleta Fransayê ...
-
Evdalê Zeynikê, hunermendê bi nav û deng ê wêjeya devkî ya Kurd û Kurdistanê, dengbêjê dîwana Surmelî Memet Paşa, di serê sedsala 19’an de l...
-
Biryara Komkujiya Ermenan a mezin bi şerê cihanê yê yekemînde ve destpêdike. (Di nav salên 1894-1896’an de jî li gelek herêman li hemberî E...