Pisîk ew ajal e ku piştî
kûçik û ga û çêlekan gelek bi derengî ji
çiya û dar û daristanan berjêr bûye, ketiye nav mirovan, kedî bûye, bûye xwedî mal û jhal.
Kurd jî ew netew e ku ji Tirk
û Eerb û Farisên cînarên xwe derengtir maye û hêj nebûye xwedî dewlet û statû.
***
Pisîk ew ajal e ku heta dijmin wî di quncikekê
de asê neke, riya revê li ber negire , bi kuştinê ve rûbirû nehêle,
destdirêjiya xwarin û çêjikên wî neke, “li dijî mirov û ajalên din” tu car liber xwe nade, tênakoşe.
Kurdê beriya Tevgera Azadiyê
jî heta xanî û holik bi ser de nehta
hilweşandin, zarok û zêçên wî ji alî biyaniyan ve bi girsehî nehata kuştin û nefîkirin ti daw û doz li biyaniyên diketin welatê wî nedikir.
***
Her pisîkek nêr bo nêçîrê,
bo xwarin û vexwarinê, bo dîtina pisîkên mê ji xwe re herêmek vediqetîne û wê
herêmê ji mirov û ajalên biyanî na, tenê ji pisîkên nêr ên hevzayendê xwe diparêze.
Mêrên Kurdên berê, bi
taybetî axayan, her yek bo xwe û eşîra
xwe parçeyek erd veqetandibû, wî erdî ji desthilatdariya Tirk û Ereb û Farisan
na, tenê ji axayên din ên wek wan Kurd diparast.
***
Pisîk, serî heta boçikê, ji çav heta pepikan, ji pişt heta zik bi her awayî xweş li hev hatî ye, pir û pir xweşik e, lê
ewqas jî dirînde ye. Nabêje şev e, roj e; di jiyana xwezayî de tim çalak û
şiyar e. Guhê wî tim li gohdariyê, çavên
wî li nêçîrê ye. Lê pisîk gava ji herêma xwe dûr dikeve reben e...
Kurd jî bi azayên lihevhatî
û atletîk, bi bejn û bala bi heybet, bi çavên gir û gilover û mijang û birhên
reşbelek gelek pir bedew e, wek pisîkan ew jî di çiya û baniyên welatê xwe de
ewqas jî jêhatî û leheng e. Xwe digihîne tûjika Agiriyê hêlîna qertelê jê
distîne, destvala be jî bi hirç û şêr û pilnig re şer dike. Ew jî dema ji welatê xwe derdikeve stûxwar û
belengaz e.
***
Pisîk ajalek azad e, bi serê
xwe, bi kêfa xwe ye. Dilê wî çi bixwaze wî dike. Tu jîndar nikare xwiyê wî
biguherîne, wî bike qalibeke nû.
Kurd jî bi hezaran salan di
gelî û newal û deştên di qûntarên çiyayên xwe de bi serê xwe, bi kêfa dilê xwe
jiyaneke têr tijî azad derbas kiriye. Nebûye leşkerê desthilatdarê xwedî artêşên
bipergal. Dagirkerên çendik û çend caran
di artêşên xwe de kurdan bi leşkeriyê ceribandibe jî ew an fîrar kiriye, an jî pergla xwe xwe ya
bêpergal li dagirker ferz kiriye.
***
Pisîk paxiş e, di tûka wê
mîkrobkuj e, rojê pên şeş caran xwe
badilêse, serûguhê xwe bi wê tifê dişo. Gûyê xwe bi xweliyê xweş dinuxumîne.
***
Pisîk di havirdora xwe ya
xwezayî de pisîk e. Piştî ku ketiye nav mirovan û kedî bûye guheriye,
veguheriye bûye ajalek tiral û zexel.
Kurd jî dema ji welatê xwe
derdikeve dibe kûd*
______________________________________________________
*Kûd: alincî, bawî, ferc, nanê ku bi tenûrê ve nagre
dikeve nav xweliyê dilewite, xiloxwar dibe
Mamoste Marûf
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder