Parastina ol, jiyan,
nifş (Nesl), mal û aqil...
Bi
gotineke din armanca Îslamê, sedema hebûna Îslamê ev pênc diviyat in.
Dîsa
bi ya Îslamê, gava li dijî ola Îslamê, li dijî jiyanê û berdewamiya nifşa
merivan, li dijî mal û aqlê merivan tawanek hatibe kirin, li gorî asta giraniya
wî sûcî cezayên wek qisas, diyet,
kefaret tên birîn.
Di
vir de pirsên ku divê meriv bike ev in:
-Sînorê
parastinê heta kî derê ye? Misilmanan tenê dihundirîne an tevahiya mirovahiyê?
Bi erdnîgariyê ve girêdayî ye, an bi kom û civakan ve?
-
Heger merivek, an komek ji van diviyatan hukmên Îslamê na, prensîbên baweriyek
dî, hiqûqek cuda, an bîrdoziyeke dijberê Îslamê bipejirîne çawa dibe?
Wek
mînak çend meriv rabin, bibêjin parastina ol bi dewletê maye? Baca ku ez didim çima bo
parastina ol tê xerc kirin, gelo wê gavê dibin neyarê ola Mihemed?
An,
komek mirov peyda bibe, anîna zarokan li xwe qedexe bike û ûrtkoriyê li xwe
ferz bike dewleta Îslamî, bi hinceta berdewamiya nifşa wan, bi darê zorê ew dizewicîne, dike xwedî zar û zêç?
Dîsa
hinek meriv bi hev re nîqaş û nirxandin û
mutale bikin, biryar bidin bibêjin; “em êdî nikarin barê aqil bikişînin; em ê
heta mirinê ji xwe re araq û şerabê vexwin, serxweş bigerin” dewleta îslamî wê kîjan
xweliyê li serê xwe bike?
Li
Turkiyeyê û li Rojhilata Navîn ev diviyat û ceza tim û tim di rojevê de ne û
hemû şer û pevçûn di nav alîgir û dijberên van eniyan de bi salan e dikudîne.
Hêz
û quweta min naçe Rojhilata Navîn lê, ez dikarim ji Tayîpê Olparêzê li ber pozê
min hazir û nazir disekine re bibêjim;
Birêzo, ez
wek hemwelatiyek misilman demildest dixwezim ku tu hukmên îslamê yên bo parastina jiyanê û cezayê qisasê yê bo wî sûcî bisepînî, bikî merîyetê.
Dora
pêşî bila balafirên te yên şer, xanî û
lojman û koşk û serayên sûcdarên Roboskiyê bombe bikin, ji wan jî 37 kesan bikujin...
Dîsa,
bila leşker û polêsên te, kesên li Somayê bûn sedema kuştina 301 madenkaran kom
bike, destên wan bi kelemçe, lingên wan bi qeyd û lale bike; wan bi zorî bajo kûrahiya
heman kanê û wan di ser hev de bi gaza karbon monoksîtê jahrî bike, bihn li wan
biçikîne û bifetisîne...
Na,
birê min na, ez poşmam bûm... Her kes bila bi qasî şeref û heysiyata xwe, bi kula xwe, bi
giraniya ezabê xwe di dojeha wîjdanê xwe de bijî. Gunehê min bi zarokan hat...
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder