Zerdeşt Zend Avestayê li
ser maseyya xwe ya li pêşberî ya kesra Qeyzerê Babîlê)
vekiriye. Ji alîkî ve jî yawerê dilsoz ê Darîûs
guldankek stûr û fireh tîne. Herrriya wê pêşî bi
aveke tevlihev wek hevîr strandî ye, paşê sê saet di
nav agirde hatiye sorkirin.
Dewê kelandî jî xistine navê. Zerdeşt rahîban
anîn tenişta xwe û ji wan re got; Qesrayê nû destûr da
min, da ku ez we cara dawîn pir mezin biceribînim. Hûn ê destê xwe bixin
nav vê şilaviya kelandî (1). Heger hêza stêrakan hêj li pişta we
be, hûn ê di nav de destên xwe bişon, bi saxî û silametî vekişin
(2) cihê xwe; wê wextê ez ê bibêjim
rêya min heq e. Darîûs, kesrayê mezin, bo zêdetirkirina rûmeta
we û cezadana min li benda vê ceribandinê ye.
Çi rêber dibin çi rahîbên din dibin, kesî bo vê azmûnê destê xwe dirêj nekir. Ew wek peykerên perstgehan di cihê xwe de miçiqîn, bûn kevir û wer man.Li ser vê yekê Zerdeşt dest bi axaftinê kir: “Efendiyo, bêşik bêdengiya biîsrar a rahîban ne îtirafkirina kêmasiyeke ola wan e. Gelî mêrên dudil, heger ez bi tena serê xwe, bi serkeftin û serfirazî, helbet bi xêra Avestaya pîroz a Ahûra Mazda, dawî li vê azmûna hûn jê direvin bînim, mafê min heye ku li hizûra kesra we bi Zend Avestaya pîroz bi zorî bidim sondê bona ku ji niha û pê ve hûn bibin îbadetkarên wî yên dilsoz û canfida.
Bo xwendina dûmayîka gotarê, ji kerema xwe re lînka jêr bitikînin.
https://mamostemaruf.blogspot.com/2021/02/hevpeyvina-pisagor-bi-zerdest-pexember_83.html
---------------------------------------------------------------
(1)Şehname; helbesta Fîrdewsî.
(2) Jêderkên nû yên ji fîzîka Kevin. Regnault; Rûp, 214 Cîlda
II.