Şikeft cihanê dide
xwiyan û tiştên di nav de her yek qasî yê din ji hev dûr
wê ji te re bibe nimûneya avhewa û elementan. Tu yê wek kesra
û giregirên dîwana wî tevlî wir bibî.
PÎSAGOR- Zerdeşt ! Beriya ku ez ji te
veqetim guh bide vê şîreta min, dibêjim tu yê bi
xwe bibî qurbana ola tu sazûmankarê wê yî.
Şikefta Mîtra
Ez derketim derveyî bajar, hatim ber
devê şikefteke gelek tarî ya ez bûm heyraana
cihê wê yê ecêb ê lê stêrka herî geş wê bê pîrozkirin.
Ez bi komeke biçûk a
teşevanan re ketibû hindur, min li ber çavên xwe ewçend rêûresm
(merasîm) dîtin ku
Hişê min ê ewçend xurt û dilsoz têra
tomarkirinê nekir; ji dil dibêjim, ez wan bi tevliheviya li wir serdest bi bîr
tînim. Pêşî min li dora kaniyeke aveke gurr
jê diherikî endamên nû yên gewdeyên xwe bi gişkî dişûştin
dîtin, wan alîkî ve jî bo paxişiya giyana xwe bang li
Xwedê dikir. Min bala xwe dayê peywira Hiérophant, bi gotineke
din wezîfeya” bavê razan” bi danîna deqekî eşkere ya ser
singên wan, Zerdeşt bixwe tîne cih.
Ji vê rûmetê serbilind, min dît wa dixwin
vedixwin; nanekî genimî û cêra avê ya nîşana wejînê an ya derbasbûna wan a
jiyaneke din e, wekî tava dide ser sala taze dixwiya. Tiştê ku wan di
beyt û duyan de digotin ev bû. Nazireke payenizmê bi navnasa
Qijikê pîroz, tacekê bi pozê şûrekî ve
kirî pêşkêşî her yekî kir.Her yekî bi heman gotinê ew
tişt red kir: taca serê min Mihr e. Di bin kûrahiya şikefta pîroz de
jî çavê min bi peykeran na (Aryen wan di ola xwe de
nahewînin) tenê bi sûretê Mîtra, mêrê ciwanê şûrê
Arès di desta de li ser gaboxekî rûniştî ket ku ev jî diyariyeke bo
dewreya nû bû.
Bo xwendina dûmayîka hevpeyvînê, ji kerema
xwe re lînka jêr bitikînin.
https://mamostemaruf.blogspot.com/2021/02/hevpeyvina-pisagor-bi-zerdest-pexember_52.html