Ev bûyer, di salên çilî de, li gundê Tirçonkê, tê serê Sebriyê Zahir, mêrê
40-45 salî.
Tirçonk di navbera Kop û Xinûsê de, li
binya çiyayê Dêrê, nêzîkî gundê Bitûliyê ye. Aniha bi ser Kopê ve ye. Navê dewleta Tirk pêve zeliqandiye "Altinolûk" e. Ez ê bûyerêeke pir balkêş a hêjayê lêkolînê ya li vî gundî qewimiye ji devê bavê xwe, Îbrahîmê Nadoyê ji gundê
Eliyê Misto (Xîtik) yê bi ser Tatosê ve ye ragihînim
we. Wî ev leheng di civantiya xwe de dema li gundekî Kopê şivantî kiriye nasiye; bûyera ecêb a hatiye serî SebriyÊ Zahir him ji
devê wî bi xwe, him jî jgelek caran ji gundiyan guhdarî kiriye.
Sebriyê Zahir bo karekî siwarî
diçe Bîtûliyê. Piştî karê xwe diqedîne, bo vegere gundê xwe derdikeve rê lê, tiştek diçe bala
xwe didê, di orta rê de gurekî sekinîye, jê nareve. Ew hespê xwe dajo ser, gur
dîsa nareve. Dibîne ku nareve, çoyê xwe li pozê gur dixe, da ku bixeriqîne (Şivanên
Kurd tev dizanibûn; tu bi ço li pozê gur bixî gur di cih de
dixeriqe) Berê edeteke weha hebû; mêr gur bi saxî digirtin, çoyekî wek gem dikirin deva, her du serê ço bi
bendekî bi stûyê gur ve hişk girêdidan ku ew nikaribe kesî gez bike, paşê kap
davêtin stûyê gur û kaş dikirin danîn nav gund. ev nîşaneke mêrxasiyê bû. Bi vê hunerê him navê xwe mezin dikirin, him jî kûçikên xwe
berdidanê ûgur pê didan kuştin; bona ku ew tirsa ji gur ji ser xwe bavêje,
dirr û gurêx bibe.
Ji efendiyê xwe re bibêjim, Sebrî çawa
ku bi çoyê xwe li pozê gur dixe, gur ji ser hişê xwe ve diçe, li erdê dirêj
dibe, dibe term. Ji hespê peya dibe, diçe ber gur lê, nişka ve gurekî din tê
xwe davêjê. Sebrî mêrekî palewan bû, bi kulman li gur dixe. Ew û gur hevûdu dibin tînin, êxbala kor di wê navberê de gurê
xeriqî jî tê ser hişê xwe. Her du gur bi hev re êrişî Sebrî dikin. Gur bi penc
û diranan, Sebrî bi kulm û pihînan bi saetan hevûdu dibin tînin... Sebriyê me
her du gurên xwe jî dikuje lê, bi xwe jî dixeriqe dikeve. Li erdê çiqas dimîn
kes nizanee, emrê Xwedê çend gundiyên wî yên siwar di wir re derbas dibin,
dibînin ku Sebrî û du gurên terikî li erdê dirêj bûne. Sebrî di nav xwînê de
digevize. Gundî Sebrî davêjin ser hespê, tînin gund, dibin mala wî, dişon,
paxiş dikin, bi rojan derman dikin. Birînên wî kewa xwe digire lê, îcar
nexweşiyek din lê peyda dibe: Kef û koprik
bi deva dikeve, ji ronahiyê, ji avê ditirse, pirî diqîre, erd û ezman tîne
xwarê.. Tu nabêjî ew gurên pê girtine har in...!
Sebriyê me ji wan guran nexweşî girtiye, har
bûye... Gundî dizanin, heger wî bibin ser bijîşk, ew ê wî di karantîmayê de
bikujin. Dibêjin; “em ê wî bi qeydeyê kurdî derman bikin”. Meriv gava har dibin ji rojê,
ji xweliya hûr, ji dengan, ji avê, ji zêr pir ditirsin, pir caran ziravê wan
diqete dimirin. Gava har bibin, diheyîbin, bi çol û çiyayan dikevin şikeft û
xaniyên reştarî, xwe ditelînin, nahêlin
kes wan bibîne, deng li wan bike.
Îcar em werin ser mijara
dermankirina Sebriyê xqwe: Gundî tînin di gomeke tarî ya bi tên (hêwî) de
cimêlîkek reş dadigirin, wî dixin navê da ku toz û xubar bi ser de neyê. Avê bi zil(*) didinê, da ku çavên wî pê
nekeve. Zêr û tiştên birqok nîşanî wî nadin. Xizmên wî çil şev û roj 24 saet dor bi dor li cem disekinin, nobet
digirin. Piştî 40 rojan ew sax dibe, dibe mîna tivir.
Sebriyê Zahir piştî wê nexweşiyê 25-30
sal dîsa emir kir, paşê bi qedera Xwedê çû ser heqiya xwe.
Mamoste Marûf
* Navê riwekek zirav
û dirêj a nava wî wek xortim qul û vala ye,
https://mamostemaruf.blogspot.com/2020/05/mehmude-kurd-kurd-e-ne-kurd-e.html