2.03.2009

Dîn nebin dîn!

Carcaran Komara Tirk dike kevirê aşê bê av li ser serê me Kurda bigerîne…
Çiqas gurên har,
roviyên konek,
futbolperest ên fanatîk, xwendekarên ûnîversiteyî yên okeyperest, lîseyî yên kopyahez, zarokên dibistanên seretayi yên bi heftê heftê di gomên “wek sinif” hatine bi navkirin de li ser pişta hevdu rûdinên,
bermaliyên “Nez” perest, 
kal û pîrên teqawut ên ji ber neyîna quruşek pereyê îskanek çay “parqên Ataturkperwer”,
mamosteyên gore bi pîne,
zilamên ku ku xeynî TURKİYE JOKEY KULUBU ji tevahiya sazî û dezgeh û kirinên Tirkiyayê bê hay,
tînercî û balîcî hene tev digihîjin hevûdu, bi qewlê Serhediyan, qûna xwe dikutin deriyê xwe, xwe doş dikin û diranên xwe diquricînin, dikin quweta xwe li ser Kurdên siwîlên bêgune biceribînin.

Mirazê dilê wan ewe ku Kurda jî wek Ermeniyên 1915’an qir kin, an jî çawa ku di  6-7 İlona 1955 de anîn serê Ruman, wana jî, di şevekî de bikin der û dest daynin ser mal û milkên wan…   

Hin derdorên xwe di tariyê de veşartine , bi televîzyon û rojnameyan, van girseyên nezan, lûmpen, bi piranî xizan û bê hêvî û bê çare digihînin hev û du, bi nîjadperestî û şovenîzmek kesnedîtî sor dikin. Ev naxirên wek moz pê vedayî dîn û har , di bin siya polês û cendirmeyan de, alên sor û sipî bi qoçên xwe ve dikin derdikevin kolanan, tamarên stuyên xwe diwerimînin û çiqas çêrên der zagonî, der mirovahî hene û têne ser zimanê wan ji bo nirx û hêcayiyên me diqîrin…   

Bêlê ev qûnbigûyan, vî mêraniyê ji ku distînin û xwe di gijgijînin, dikin me jî qir bikin, koka me jî bînin? Y

ên duh ji siya me ditirsiyan, çawa bû ku ji Ameda pîroz bigre heta li gundên çiyayên welatê me derdikevin kolanan û qoçên xwe li ber me ji me re tûj dikin?  

Hevalno, kûçik heywanek gelek ecêb e. Ji hêla hinek taybetmendiyan ve li tu heywaneke neçûye. Gava tu jê bi tirsî êrişî te dike lê, heger bizanibe ku tu jê natirsî poçika xwe ji te re dihecîne û ji te re palûpûsiyan dike. Tevgera Kurd panzdeh sal e sibe-êvar dike qirîn û hewar û dike bala raya giştî bikişîne ser talûkeya şerekî navxweyî. Lê rayedarên Tirk;
peyva aştiyê wek tirsonekî,
daxwaza demokrasiyê wek cudaxwazî,
agirbestê wek henek,
gotina biratiya gelan wek fantezî,
bêdengiya kurdan ya li hemberî vê kampanyaya şovenîst wek lawazÎ dibînin...

Ji ber vê baweriyê ye ku roj bi roj zimanên xwe dirêj, êrişên xwe bi hêz dikin.
Xwelî li serê wan be, nizanin ku ciwak bûye barût! Provaktorek devê Keleşek li ser van komên çavsor girêde û bi dehan mirovan li ser hev bikuje dê rewş çawa be?

Ligelek deveran,komên faşîst sazî, dikan û qehwexanêyên kurdan didin ber agir. Heger çend pêxasên me jî êrişê tirkan bikin, dikan û malên wan bişewitînin wê çawa bibe?

Baqil bin, baqil ! kûçikên xwe girêdin û vî agirî gur nekin . Qet ber dilê xwe nedin, emperyalîst tu car nahêlin nefta Kêrkûkê di qirika we re bi saxî û silametî derbas bibe. Hûn dikin ava Dîcle û Feratê jî di pozê we re bînin. Destê xwe yê hevaltiyê û hevkariyê bidin kurda û vî axa kambax bi hev re şên û aram bikin têra me tevan dike…                                                         Mamoste Marûf

Biratiya gelan û Sulhedînê me yê Eyûbî

Di dîrok û çanda xwezayî ya mirovahiyê de tu car biratiya gel û netew û êl û eşîran tuneye, çawa ku ya şêr û pilingan, fîl û deveyan jî nîne...

Lê, êl û eşîr carinan wek ker û hespan leqî hev bûne, têkiliyên wan bi hev re çêbûne ji ber ku ji zimanê hevûdu fehm kirine. Jixwe di civaknasiyê de(sosyolojî) ev taybetmendî bi kurtasî wiha hatiye gotin;

“mirov ji nasan hezdike, biyaniyan neyar dibîne ”
Gotinek mezinên Alemanan heye; “şeytên di tiştên hûrik de, di kitkitan de veşartî ye”

Gava hûn dîroka mirovahiyê bi zimanê serdest û desthilatdaran bixwînin, bona ku hûn nekin teq û req, bona ku hûn sernerm û mulayîm bin, ew tim û tim behsa (qala) biratiyê dikin. Lê, ger hûn bikaribin pufî ser rûpelên dîrokê bikin û xweliya ku ew serdestên xêrnexwaz lê reşandine bikaribin bidin alîkî, hûn ê bibînin ka kîngê, ka çawa biratiya gelan pêkan e, mimkûn e...

Roman, an mitrıp, di warê pîşesazî û mûzîkşînasî û reqsê de pîspor nebûna, de ka hesab bikin, çi dihat serê wan çi nedihat...

Cihû an yahûdî bazirgan û bankerên herî jêhatiyê cihanê nebûna ka hûr û kûr lê bifikirin, kok û aca wan 3 hezar sal berê diqelandin, an na...

Ermeniyên me kurdan, hesinker û nalbend û aşvanên me nebûna, gem û zînê hespên me çênekirina,  gelo me yê wan di qûntarên çiyayên xwe de bihewandina?

Di desthilatdariya împaratoriyan de ger axa çandiniyê bê serî û bê binî , hejmara mirovên cotkar û rençber hindik nebûya, yên xwedî bîr û baweriyên cuda, yên rengê çermên wan ne ji yê serdestan,  dikaribûn hebûna xwe bigihandina heta roja îro!

Kurd ne xwedî çiyayên asê bûna, di mêranî û mêrxasiyê de deng venedabûna kî xwe heyran û qurbana çavên wan ên reşbelek dikir û sing û berê Mezopotamyayê dikir nesîbê nefsa canê wan...

Min çend seyhatname xwendin, bi çavên serê xwe dîtin ku; tu biyanî- dixwazî bila qasêdê Xwedayê jorîn be- bê bertîl û bê xelat nikaribûye ji bajar û gundê xwe derkeve û biçe dereke din! Arminus Vambery ku qasêdê Evdihemîdê Xûnxar e, bi eslê xwe cihû ye û bi mabesta lêkolîna alayên qazakan diçe li Asyaya navîn digere, Îbnî Batûta ereb e û di sedsala 9’an de li gelek deveran digere , Decalvijo sefirê Îtalyayêye û  bo serdana Tîmûr ê yekalî di sedsala 15’an de diçe Asyaya navîn. Berhemêvan gerokan bixwînin; hûnê bibînin ka çi tê serê wan çi nayê !

Di zarokatiya min de, wek îro tê bîra min; gava mezinên me bi şevkî li derekî dûrî gundê xwe diman, an di nava çiyayên eşîrên biyanî re derbas dibûn, zirav li wan diqetiyan, ji tirsa heft selewatan danîn, hewara xwe didan Şêx Elî yê me yê Paloyê...

Li amerîkayê, di sedsala 19’an de serdestên “kapîtalîzma hovane” ku ew bûn yên reşikên Afrîkayê bi sedan salan wek xulam û şivan û gavan û cotvan û pale kiribûn ber qayişê, bi darê zorê dixebitandin, berjewendiyên xwe di wekhevî û biratiya(!) gelan de dîtin û hinek kemçûran avêtin ber reşikan... ji ber ku ew jî bubûn xwedî pere û pol (dirav, sermiyan), lê nikarîbûn biçûna dikanên “çermsipîyan”, perêyê xwe xerckirina... Hilberî(îstîhsal) heta tu dibêjî zêde bubû, lê mezaxî(serf, xerckirin) di cih de sekinî bû... Piştî her dû şerên cihanê li Ewropayê jî mirovhezî (hûmanîzm) gihîştibû asta herî bilind. Ew bi qurban û bi heyrana gelên Afrîkayî û Asyayî bûn jiber ku di van şeran de bi mîlyonan mirovên terr û can hatibûn kuştin û ew mehkum û muhtacê keda biyaniyan bûn...

Kenê guran bi wan dihat; “bi şev zarokên xwe bi tirkan ditirsandin aş dikirin, dikirin xewê; lê bi roj, ji bo berjewendiyên xwe, wana bi bando û mizikayan pêşwazî dikirin, datanîn ser ser û ser çavên xwe...”

Ger doh, kurd nebûna leşker û parezwanên tirkan, li ber neyarên wan nebûna şûr û mertal, gelo aqûbeta ermenî û rum û asûriyan nedihat serê wan?

Ger îro em kurd, nebin berhevkarê pembûyên rasta Edenê, em nebin koleyên nanoziko yên atolyeyên tekstîlên Stenbolê, em nebin karkerên avahiyên metropolan, xebatkarên kanalîzasyonan, tirk me di bajarên xwe de dihewînin?

Ez dixwazim çend gotinan jî derheqê Sulhedînê me yê Eyûbî de li we kerem kim.

Hevalno, di dem û dewrana mirovahiyê de çend û çendik şerwanên jîr û jêhatî, mêr û mêrxas û egîd derbas bûne hûn ji min çêtir dizanin... Lê ji wan gelek kêm û hindik canik û camêr bûne şoreşger, înqilapger... Şoreşger ew e ku beriya her kesî bi bi hinek tiştan bihese, hinek tiştan biafirîne û ji bonê têbikoşe, mucadele bike...

Şoreşger ew e ku civatê ji binî ve bihecîne, biguherîne...

Şoreşger ew e ku hesabên wî, nêrînên wî fikr û ramanên wî mejiyên mirovan serwext bike, bi sedan salan riya wan ronî bike...

Belê Sulhedînê me yê Eyûbî camêr bû, mêr û mêrxas bû şerwanek kesnedîtî bû... A xwedê heta tu dibêjî oldar bû, misilman bû... lê hezar mixabin, ew şoreşger nebû...

Hin rewşenbîrên me dibêjin : “wê demê neteweperwerî nîn bû , lewma ewî ji bo kurdan tiştek nekiriye...” Ji xwe derd û kula me jî ev e... Wê demê ji bo zimanê kurdî hinek tiştan bikiriba dibû şoreşger!
Kêlikên gorên mezinan bi kurdî bi xemilanda dibû şoreşger.
Navê Hesenkeyfê (Hisn-i Keyfa) bikira Hisnê Kurdan dibû şoreşger...

Ez mînakek jî ji dîroka Împaratoriya Romaniyan bidim ;

Jul Sezar 51 sal beriya zayînê Welatên frankan û golî(gal) û seltî û vîzîgotan dagir dike... Dibîne ku di her gelî û newalî de zimanek xerîb e, di her deştekî de çandek biyanî ye ! Ew tîne, çiqas servedarî (îmtîyaz) hene dide kesên hînî zimanê Latînî dibin, bi Latînî diaxifin: Mafê bazirganiyê, mafê leşkerîyê, mafê xebatê, mafê rêveberiya kar û barê dewlwtê...

Bi vî havî netewên cûr be cûr ên Ewropayê bi dilê xwe hînî zimanên latînî dibin, lê jiber ku amûrên ragihandinê wek îro ne zêde ne ji wan netewan her yek  zimanê fermî bi şiklek û bi şêweyek cuda fêr dibe, dielime. Piraniya zimanên ewropaiyan bi vî şiklî ji Latînî zane.

Sezar, bi vî karî, rê li ber çanda hevbeş a ewropiyan vedike û çend sal şûn ve Ewropa bi tevahî tê ser ola Xirîstiyaniyê...

Bi ya min hîmê yekîtiya Ewropayê wê rojê Sezar lêkiriye, ne kesek din... Hevalno, şoreşgerî tiştek wusa ye... Bimînin di xêr û xweşiyê de. Mamoste Marûf

Ger em hebin ew ê tunebin

Heta damezirandina Komara Tirkiyeyê, hejmara Tirkan, em bi awayek din bibêjin; hejmara yên xwe wek Tirk bi nav dikirin, endamên netewa ku Kemal Ataturk û rêhevalên wî yên jontirk û Îttîhatparêzan; dixwestin Anatolî û Kurdistanê li ser navê wan qeyd û tapî bikin, bê xilaf, ji şêniyên “gundekî gur” (qelebalix) kêmtir bûn, ne zêde... Ez dibêjim çend sed peya bûn, hûn bêjin çend hezar... Belê rast e; bi taybetî li Anatoliyê, gava mirov rastî hev dihatin, an jî kar û barên wan diketin aliyê hevûdu , ji neçariyê bi hev re bi zimanekî Tûranî yê ne têkûz, bê rêzik, tevlihev, berhevkirî, gund bi gund tax bi tax ji hev cuda diaxivîn.Lê gava te ji wan pirsa “ tu kî û kê yî?” bikira; ew xwe tucar ne wekî Tirk; xwe wek ; “Kurd, Ereb, Ecem, Çerkes, Çeçen, Gurcî, Abhaz, Mihelmî, Roman(Qereçî), Laz, Alban (Arnewid), Boşnak, Dagistanî, Qerepapax, terekeme, Pomak, Rum, Ermen, Cihû, Asûrî, Kildanî, manav, yorik(koçer)” didan nasîn. Werên li vî ecêbî û li vî gosirmetî; Tirk di Kurdistan û Anatoliyê de na, bi tenê di çend bajarên Ewropayê de hebûn! Ew jî “jon-tirk” bûn û di dawiya sedsala 19’an û di destpêka 20’an de ji Stembolê wek Osmanî çûbûn Parîsê û li wir hişê wan hatibû serê wan (!) û bi xwe hesiya bûn û bubûn “Tirkên Qehremanên bi nav û deng!” Ew bûn çend murîdê wan ên Stembolî bûn... Li Mezopotamyayê û li Anatolyê tu kesî ne bihîstibû, nas nedikir netewek bi navê Tirk! Lewma ew, dîroka xwe ya kevin û qedîm a tije bi xêr û ber û bi mêranî û mêrxasî û bi qehremanî(!) ; girêdan bi Atîla û Cengîz û Tîmûrê ji Asyaya Navîn... Ev her sê kes jî, ji aliyê gelên Kurdistanê û Anatoliyê ve wek; “ mirovkuj, Xwînrij, har û hov dirîndeyan dihatin nasîn... Ev “navên bi tirs û xof jî “têra Jontirkan nekirin “gurê boz”ê devbixwîn jî kirin dewsa bav û kal û rêberê xwe û pê gelên kevnare û xwecih û xwedî olk û erd û pîşe û şaristanî yên Anatoliyê tirsandin û ax û welat ji wan stendin û an ew kirin der, an kuştin, an bişaftin, helandin û dawiya dawîn dest danîn ser hemû dewlemendî û çand û nirx û hêcayiyên wan...Yên mayî; Z.Gokalp û Kamiran Înan û Gênc Qemer û nizanim kî û kê yê Kurd; Qiliç Elî û Muşîr Zekî û Deniz Baykal û bi mîlyonan Çerkez; Mesût û tayîp û bi sedhezaran Gurcî; Hîkmet û Elo û Misto û Temel û kul û kuruder û êdî nizanim kî û kê yê Laz û Qereçî û Ermenî û Rum û boşnak... Ev tev ketin dilqê gurê boz û kê û kî ne jiwan bin, kê û kî “paradîgmaya ji derewan pêkhatî” nepejirandibin ji holê rakirin... Ên li ser xwe man jî gefan li wan xwarin, tirsandin çewisandin kevirê aşê bê av li ser serê wan gerandin, ji mirovatiyê kirin; gelekên wan bi kemçûran kirîn, ên din veguherandin gur û cinawiran! Belê gava mirov li dîroka li ser navê “Tirkiye û Tirktiyê” hatiye nivîsandin dinêre, dibîne ku; hemî tiştên ku ew pê pesnên xwe didin û wek şoreş û reform û pêşveçûn nîşan didin, di rastiyê de kar û kirinên tunekirin û bişaftin û jiholêrakirina netew û civak û kes û kesayetiyên din in; çilmisandin û hişkkirina kulîlkên din ên Anatolî û Kurdistanê ne ... Li şer û komplo û komkujiyên van heyştê salên dawiyê binêrin; bona çi ne? Tev jibo tunekirina Rum û Ermenî û Kurd û gelên din ên nîştecihên kevnare yên bi hezaran salan in bi nav û deng ên vê axê ne... ji şoreşa elfabeyê bigirin heta ya cil û bergan; ji zagona yekitiya perwerdehiyê ( Kanûna tevhîdî Tedrîsat) heta ya paşnavan; ji rakirina ocax û dergahên şêxan; ji guhertina navên bajar û gund û mirov û çiya û deyştan bigirin heta qedexekirina navên lawir û kulîlkan, kar û xebat û şoreş û reform û renesansên wan ên ewqas mezin , derd û kulên wan ên bê derman, hebûna gel û çanda yên din in... ( roviyê me yê vulpes vulpes Kurdistanica, laleya me ya tulipes Kurdistanica, pezê Ermeniyan ê bi navê ovis Armeniana, dîsa mamiza Ermemeniyan a bi navê capreolus capreolus Armenius- ew jî wek xwediyê xwe – nikarin li ser erdnîgariya xwe bi nasnameya xwe bijîn!) Welhasilê kelam yên “bi namûs û bi şeref û bi hejmarkî û bi moralkî bi hêz” ew man, Kurdên li serê çiyayên asê man... Ew çend caran serî li ber yecûc û mecûcan, zalim û dagirkeran rakir, bi mîlyonan hatin kuştin, tî û birçî man li serê çiyayan; lê dîsa jî serî ne tewand, çok dananî li ber neyaran Çi Tirkên rasteqîn, çi Ermenî çi Gurcî, çi Çerkez çend û çendik kesên heta niha ji tirsan di kuncikên xwe de teliyabûn, melisîbûn; çav dan Kurda û serê xwe rakirin û gotin; “-vaye em jî hê livir in, li ser xwe ne!” û piştî heyştê salan xwedî li nasname û kesayetiya xwe derketin. Hin caran yên wek Tayîpê “Gurciyê veşartî” lê, di nav civatê de bê esil û bê kok û bê asas (bala xwe bidinê Xwedê giravî ew doza yek al, yek netewew û yek welat dike lê, bixwe tu car nabêje ez tirkim ) Denizê ji doxîna çerkezan, Demirelê Balkanan tev jibo berjewendiyên rojane, hin caran devê xwe vedikin û bi awayek nîvco navê Kurda li ser zimanan digerînin. Lê wê demê “neviyên Jontirkan ên general û profesor û fabrîkator û rantxur” di cih de di kuncikên tarî de bi qirika wan digirin û dibêjin: “- lawo huşbin! We çi zû jibîr kir em jî, hûn jî wek xewnên şevan derw in; me navê Tirktiyê lixwe kiriye û hemû mêrg û zevî û xan û xaniyan dane ber xwe, ji wan stendine. Ma Hûn nizanin; xwediyê vî welatî ew in; heger ew hebin divê em tunebin! Huş bin; kera bi guh nekin! Îro ew tune ne; loma em hene! Lê ew nizanin ku mirov demokrasîxwaz, aşitîxwaz û welatparêz bin; erd û ezman liber wan fireh dibin, tê de mirov tev bihev re wek bira bi cih û war dibin... Mamoste Marûf

EZ ÇAWA 4Ê GULANA 1961’AN Jİ DAYÎKA XWE BÛM?

  Salên salixa ji dayîkbûna min didin, salên bi cih kirina serweriya komarê bû.   Ji Enqereya kambax wêdetir demokrasî û azadiyeke nîvçe, li...

Nivîsên zêde hatine xwendin