23.01.2018

Di Kamûs-ûl Alam'a Şemsedîn Samî de Kurd û Kurdistan

Kamûsû’l Alam

Kamûsû’l Alam (Ferhenga Cihanan) yekem ansîklopediya Tirkî ya nûdem û nîgarkirî ye. Danerê wê Şemsedîn Samî Begê (Zayîn, 1850 Gundê Fraşir Albanya, mirin;1904 Stenbol) yek ji ronakbîr, wêjenas û lêkolînerê Osmanî ye. Ew miriyê ansîklopedînivîsî û ferhengnivîsiyê bû. Dîroka nivîsandina Kamûsû’l Alam 1881-1891e.
Şemsedîn Samî bi nijadkî Ernawid e. Di ber şiyarbûn û azadiya gelê Ernawid de gelek ked û xwîdan daye. Madeya Kurdistanê di Kamûsû'l Alam de, gorî zanîna wê demê, digel hin xeletî û kêmasiyan bi têra xwe bê alî hatiye nivîsandin. Şemsedîn Samî sînorên Kurdistanê, erdnîgariya wê, aboriya wê ya wan deman, dîrok û taybetmendiyên Kurdan hûr û kûr vegotiye. Bajarê Kerkûkê yê gorî rayedar û qelemşûrên dewleta Tirk yên îro wek bajarekî Tirk û Tirkman tê îdiakirin, ji aliyê Şemsedîn Beg ve ji aliyê hejmara gelheyê wî û ji aliyê dîroka wî ve bajarekî qethî yê Kurdan hatiye destnîşankirin. Şemsedîn Samî hatina Tirk û Tirkmanan a Kurdistanê jî bi me xweş dide zanîn û hin îdiayên dagirkeran ên derheqê Kurdistanê de "yên dibêje beriya Kurdan em li vir bûn" pûç dike. Bi xwendina vê madeyê meriv têdigihîje ka çima Kurd, li ser axa xwe nebûne xwedî dewletên yekgirtî û bibandor.

Kurdistan
Li Rojhilatê Asyayê welatekî berfireh e ku bi giranî di nav erdê Osmaniyan de, parçeyeke wê jî di destê îranê de ye û "navê xwe ji navê neteweyê Kurd ê li vir piranî ye" girtiye.

Herçiqas ev nav, (êdî) di ciyawaz kirina erdnîgarî û fermî ya herêman de neyê bikaranîn jî, wîlayeta me ya Kurdistanê ya berê û Eyaleta Kurdistanê ya Îranê tevahiha welatê ku bi vî navî (Kurdistan) tê zanîn dihundirîne.
Dîsa jî ji ber ku Kurd jevbelawela û tevlî neteweyên cûrbecûr bûne, destnîşankirina qethî ya sînorên Kurdistanê zehmet e.

Sînorên Kurdistanê
Çi kêm çi zêde meriv dikare bibêje, sînorê Kurdistanê, ji qeraxên golên Wan û Ûrmiyeyê digihîje jêderkên Çemên Kerha û Diyalayê, Dijle bi Dijle dirêj dibe diçe. Sînorê Başûrê Rojhilatê wê, ji Dîjleyê digihîje geliyê Avareş(Karasu), ji wir jî ber bi Bakûr ve xwe digihîne avxeta ku korta Erez û korta Dîjleyê ji hev vediqetîne.

Gorî vê yekê ji erdê Osmanî parçeya mezin a Mûsilê, bi gotineke din milê çepê yê Dîjleyê, wîlayetên Wan û Bilîs bi gişkî, ji wîlayetên Diyarbekîr û Elezîzê her yek parçeyek, Senceqa Dêrsimê wek Kurdistan tê hesibandin.
Li Îranê jî eyaleta bi navê Kurdistan, nîvê Eyaleta Azerbeycanê; ango Başûrê Rojavayê wê jî Kurdistan e. Bi vî hawî Kurdistan ji Bakûrê Rojhilat bi Azerbeycanê ve, ji Rojhilat bi Iraqa Acem ve, ji Başûr bi Loristan û Iraqa Erebî ve, ji Başûrê Rojava bi Cezîreyê ve, ji Bakûrê Rojava bi Anatoliyê ve dorpêçkirî ye

Meriv dikare sînorên Kurdistanê gorî piraniya şêniyên Kurd destnîşan bike. 
Kurdistan, bi tixûbên xwe di nav 34° û 39° hevterîbên Bakûr, 34° û 39° merîdyenên Rojhilat de cih digire, wek sêgoşeyek mezin, ji wê jî bêhtir dişibe hermiyeke boçika wê ber bi Bakûrê Rojava ve kirî . Dirêjahiya wê; ji "niqteya herî dawîn a li Bakûrê Rojava dikeve, ango ji serê duavê yê ku Çemê Mûradê û Avareş û Ferat digihîjin hev û dibin Ferat" heta sînorê Loristanê teqrîben 900 Km ye. Berayiya wê bi dora 100-200 kîlometre ye.

Kurd li Kurdistanê tenê najîn, lewre destnîşankirina tixûbên wê yê qethî zehmet e


Çendî ku Kurdistan navê xwe ji nasnameya şêniyên xwe stendibe jî, ne tene li vî welatî , li beşeke Bakûrê Cezîreyê, li derdora Şam û Helebê, li her deverên Anatoliyê, li eyaletên Başûr ên Qafkasan ên bi ser Ûrisetyayê ve, li seranserê Îranê, heya li Xuristan, li Efxanîstan û li Bêlûcîstanê jî gelek eşîrên Kurd hene.
Her wiha di nav Kurdistana ku me qala tixûbê wê kiribû de civakên xwedî nasnameya Ereb, Îranî, Tirk û hwd. Jî hene lê, sînorê mijara me (Kurdistanê) gorî ekseriyeta serijmara Kurdan hatiye destnîşan kirin. Herçend têkiliya Loran ên niştecihên Eyaleta Loristanê bi Kurdan re hebe û bi nasmamekî bişibin hev jî, ji ber ku di nav her du zimanan de piçek cudahî, di nav wan de neyartî heye, Lor naxwezin wek Kurd bên hesibandin. Jixwe Kurd jî mêldar nînin ku Lor bi ser wan ve bên kirin.

Di sedsala XIXan de Serjimara Kurdan
Bi gelemperî serjimara Kurdan bi dora du milyon û nîv tê deranîn, jê milyon û nîv di nav tixûb Dewleta Osmanî de, 750.000 li îranê, 13.000 li eyaletên Ûrisetyayê yên Başûrê Qafkasyayê, ên mayî jî li Efxanîstan, Bêlûcîstan û li deverên din bi awayek jevbelawela dijîn.

Erdnîgariya Kurdistanê
Seranserê Kurdistanê çiya û kendal e. Tenê di geliyan de, li qeraxên robaran deştên teng hene.
Xeta wê ya herî rast û nizm Başûrê Rojhilatê wê, ango senceqên Şehrîzor, Silêmanî û Kurdistana Îranê ye û li wî aliyî çiya nizmtir, gelî firehtir, deşt zêdetir in. Deverên herî koyistan ew çiya ne ku ji serê sînorê wê yê Bakûr destpê dikin, di nav Deryaya Hezarê re û kendalê Kendavê Basrayê re avê dikin du qet û dirêj dibin. Piraniya van çiyayan xwedî çêre, zozan û daristanên xweşik in û geliyên bi erdê biber jî gelek in lê, çiyayên sînorê Dewleta Osmanî û Îranê teşkîl dikin û ji Bakûrê Rojava bi aliyê Başûrê Rojhilat ve wek çend şaxên bilind dirêj dibin diçin rût û qerqer in.




Ji çiyayên welatê em behsa wî dikin Ava Mûradê, milê herî mezin ê Feratê û Dijle dizên. Her wiha milên Dijleyê, Ava Batmanê,Çemên Bilîs û Sêrtê, Xebûr, Zab-i Ûla, Zab-i Esfal, Edhem, çemê Diyalayê jî tev ji Bakûr ber bi Başûrê Rojava ve ava welat tev berhev dikin diherikin û dirijînin Dijleyê.Li Parçeyê vî welati yê li Îranê dikeve Çemê Kotûrê tenê di geliyê Gorê re tê xwe digihîne Çemê Erez, ew jî dirije Deryaya Hezarê. Wekî din gelek robar û çemên wê tevlî Gola Urmiyê dibin, gelek jî xwe berdidin nav Gola Wanê.

Avhewaya Kurdistanê

Welatê mijarê li nehiyeya germê de be jî, ji ber ku pir bilind e, hewa piranî sar e, zivistan çetîn e, dirêj dikudîne, berfa çiyayan bi mehan ranabe.
Eraziyên nizm yên derdora geliyê Dijleyê bi zivistanan nermayî ye, xweş e, havînan gelek germ e.
Çêreyên li zozanên bilind pir bi xeml û xêz in û hin çiya bi daristanên qaj kiraskirî ne. Li deverên nizmtir darên berrû, şambelot, çinar, li deverên ji wan jî nizmtir ceh, genim, kitan, kinif (kirkirk), garis, titûn, tirî, fêkiyên cûrbecûr; di kûrahiyan de pembû, riz û hwd. tên çandin. Di dêvla şekir de, ji pelên celebeke kinik ya darberûyê (nîşeyê wergêr; dêdar, dara dêdarê) gezo tê derxistin û bikaranîn.
(Pelên bi gezo tên berhevkirin, di nav avê de tên çirpandin û gezo tê helandin. Paşê ew av tê kelandin û gezoya tîr a wek dims tê hilberîn)


Aboriya Kurdistanê
Eşîrên Kurd bi tevahî keriyên pez,hesp, hêştir û bizin xwedî dikin. Li çiyayan hirç, beraz, pilingên pinpinî(pars), werşeq, bizinkûvî, şûl, torî (wawik),rovî û gelek ajalên din zahf in.
Li çiyayên Bakûrê wê hebûna kanzayên hesin, sifir, zirêç û gelekên din tê zanîn lê, ew nayên deranîn. Li Başûr neft û donê lambê heye. Kurd, cûrbecûr nebatên wek berû, fisteq hwd yên jê rûn tê derxistin û filik (tiftik) hildiberînin û difroşin derve.

Derê biharê Kurd piranî gundên xwe di cih de dihêlin û
 tevî sewalên xwe dikişin zozanên bilind

Kurd ekseriyeten eşîrkî dijîn û gorî demsalê warên xwe diguherînin, lewma pir goh nadin çandiniyê, debara xwe bi sewalên malê û bi hunera xwe ya şivantiyê dikin.
Ji ber vê yekê bi zivistanan li gundên xwe dimînin, her çiqas xaniyên wan hebin jî, havînan pir goh nadin çandiniyê, piranî konên xwe digirin, didin dûv keriyên xwe û diçin zozanan.

 

Li welatê ku em qal dikin, pîşesaziya neteweyî; ji hilberîna berrik, xalîçe, cawê qalind, kulav û tiştên wek merş û palas; bazirganî, ji kirin û firotina zexîre û sewalan pêk tê.
Barkêşiya navxweyî bi kelekan dibe, ev jî pir zehmet e, zivistanan çûnhatin sê meh bi tevahî radiweste. 

Dîroka Kurd û Kurdistanê
Her çend kok û binyata Kurdan û ji kêngî ve li wan deran bi cih bûne di dîrokê de ne diyar be jî, serdemên berê parçeyê Başûr yê vî welatî bi navê "Asûriye" dihat zanîn, Bakûrê Rojhilatê wî "Medya dihat" pejirandin.
Nijada medyayiyên berê ne diyar e lê, tê guman kirin ku ji qewmê Tûranî bin, ango koka wan Tirk be. Asûrî, aydiyeta wan a qewmên Samî û lêçûniya wan a Kildaniyan jixwe qethî tê zanîn. Lê Kurd, qewmekî Aryan e, xizmatiya wan a bi Îraniya re ji nêzîktiya pir zêde ya ziman, rewş û ji gelek taybetbendiyên wan ên din tê derxistin.
Ji ber vê yekê nabe meriv Kurdan wek paşhatiyên Medyayî Asûriyan bibîne. Bêşik ew qewmekî ji Rojhilat, ji aliyê Xoresan û Heratê hatî ne. Dîsa jî nayê zanîn ka ew kêngî koç kirine hatine deverên niha lê ne. 401 sal beriya zayîna Îsa, anko 2300 sal beriya niha nivîskarê bi nav û deng yê Yewnaniyên berê Ksenophon, yê tevî leşkeran ber bi van welatan ve bi rê ketî û piştî şikestinê şerpeze û perîşan bi ser welatê xwe de vegerî, di geştnameya xwe de dide zanîn ku li ser erdê ku tê qal kirin, li şûnwarên wek Diyarbekir û Elezîzê rastî şêniyên qewmekî bi navê Kurdux (Kurd) binavkirî hatiye.
Kurdux, xeletê "Kurd" e û di encama guherîna û veguherîna di devê yewnanî de bi vê şêweyê derketiye holê.
Kurtasî, herî kêm 2300 sal berê jî ew der meskenê Kurdan bûye.
Lewre meriv dikare bibêje, di heyama ku li Nînovayê û di geliyê Dîcleyê de Asûriyên bêguman ji aliyê Babîlê hatî û li vir û bicih bûyî hebin; li Medyayê, anko li Azerbeycan û li Iraqa Ecem "Medyayiyên dibe ku ji geliyên robarên Seyhûn û Ceyhûnê hatî" desthilatdar bubin jî, li çiyayên vir (li Kurdistanê) dîsa Kurd hebûn û bi awayek nîv azad dijiyan.

Her weha îro jî, digel ku li Mûsil û li Diyarbekirê Ereb,li Tewrêz û li Hemedanê Îranî hebin jî,di herêmên li hindur dimînin de Kurd bicih û war bûyî ne.

Kurd Aryen bin jî, ne ji pişta Asûriyan, ne jî ji pişta Medyayiyan in. Di vê mijarê de dema li zimanê wan ê şehadetiya herî bêalî dike dinêrî, rastî gelek peyvên jêgir tên dîtin lê, ew di zimanê Pehlewî de jî hene û di heyama serweriya Asûrî û Kildaniyan de ji ber bandora şaristaniyên wan hatine pejirandin, piştî Îslamê Kurdî û Faris wan ji Erebî stendine û li zimanê xwe anîne. A rast ziman(Kurdî) dişibe Farisî. Hebûna van peyvan nayê wê wateyê ku Kurd neviyên Asûriyan in, dibe ku wek belgeha jiyana wan a bi hev re bê pejirandin.
Zimanê Kurdî dişibe Farisî, dibe ku ji wî bêhtir li Pehlewî çûbe lê, bilêvkirina wî qasî Farisî ne letîf e, bi şêweyaza çiyayî û bedewiyan şidyayî û tund e û tîpên ku ji qirikê derdikevin pir in.

Wêjeya nivîskiya Kurdî çima pêş de neçûye?

Alimên Kurdan ji berê de bi Erebî û Farisî mijûl bûne û qedrê zimanê xwe nizanibûne, lewre hebûna wêjeyekî bi Kurdî nayê angaştin lê, dîsa jî ji berê de bi vî zimanî gelek helbest hatine gotin û ji ber hêsaniya nivîsandina wî ya bi tîpên Erebî, çend dîwan û pirtûkên din ên wêjeyî jî hene.

Hnuera Kurdî ya devkî pir dewlemend e lê, ew ji aliyê biyaniyan ve nehatiye naskirin 
Siwariyên Kurda pir jîr û jêhatî ne

Kurd di Farisî de ew nav û nûçik e ku li leheng, mêrxas û bihadaran hatiye kirin û di Şahnameyê de bi vê wateyê gelek caran hatiye bikaranîn. Wisa dixwiyê ku ev nav pêşî ji ber wêrekiya wan li wan hatiye kirin paşê wek navê wan rûniştiye.

Kurd gelemperî Misilmanên Sunî ne, bi mezhebkî jî şafiî ne. Ji wan 50.000 tenê Êzdî ne. Pir kêm jî Qizilbaş jî hene.
Di nav wan de hin şêniyên ji cimetên Nastûrî û Kildanî jî hene lê, ew ji ber Kildanî û Aşûriyan mane, bi nijadkî ne Kurd in. Li wî aliyî bajarên mezin ên wek Mûsil, Diyarbekir, Bexda, Hemedan, Tewrêz an li perê Kurdistanên an jî li derveyî wê dikevin. Cih û warên sereke yên ava û di navenda welatê em behs dikinde de dimînin û Kurdan şên kirine ev in: Silêmanî,Kerkûk, Rewandizi, Hewlêr, Sêrt, Bilîs, Urmiye, Kîrmanşah û Hwd.

ji heyama dîroknivîsiyê ya herî kevin vir de Kurd di bin desthilatdariya Aşûriyên Nînovayê de dihat dîtin û piştî bidawîbûyîna Aşûriyani tevî Nînovayê dikevin bin desthilatdariya hikumdarên Medyayê, paşê jî bin ya Keyxusrev.

Bi ser de tê gotin ku bo dagirkirina gelek welatan alîkariya Keyhusrev jî kirine.

Di encama hilweşîna dewleta Xiyan de wan desthilatdariya Îskender û ya Makedoniyên paşewayên gelên vî welatî nas kirin, piştre desthilatdariya Eşkaniyan, dûv re jî ya Sasaniyan... Piştî serkeftina Misilmanan a di encama şerê Qadisiyeyê de Kurd serî li ber Xilafeta Îslamê danîn û hatin ser ola îslamê.


Aqlê Kurdan nebirî ku li seranserê welatê xwe dewleteke neteweyî û hevgirtî ava bikin
Çawa ku bi lawazbûna Ebasiyan re li her deverên erdê Îslamê hin beg û fermandar ji xwe re dewletên biçûk ava kiribin, serokeşîrên Kurd jî li aliyê Mûsil, Diyarbekir, Cezîreyê her yek keleyek bidest xistin û desthilatdariyên serbixwe yên biçûk ava kirin lê, aqlê wan nebirî ku li seranserê welatê xwe dewleteke neteweyî ava bikin.

Di dawiyê de Selahadînê bi nav û deng ê bi xwe jî ji vê neteweyê bû, li Misrê bû xwedî dewlet û tevî zarên xwe bûn desthilatdarên Şam, Heleb, Hîcaz û Yemenê, li van deveran gelek dewletên bijarte ava kirin lê, dîsa jî ev welat (Kurdistan) li derveyî desthilatdariya wan ma...

Selhedîn Eyûbî fermandarekî pir jîr û jêhatî yê Kurd bû lê,

wî jî Kurdistanê tev nexist nav sînorê dewleta xwe

û kêrî yekîtiya Kurdan nehat

Bi derketina Cengîz re wek hemû deverên cihana Îslamê Kurdista jî rastî zilm û zordariyê hat; wek encam gelek eşîrên Tirk û Tirkman xwe spartin hin herêmên wê; Akkoyûnî û Karakoyûniyan Kurdistanê serobino kirin. Di dawiyê de bi hatina Tîmûr re piraniya wê ket nav destê Şah İsmaîlê Safewî lê, bi sefera Yavûz Siltan Silêman re serokeşîrên Kurd, ji ber ku ji mezheba şafiî bûn, bi xêr û alîkariya Îdrîsê Bilisî yê bi nav û deng, piştgiriya doza Osmaniyan kirin û bûn alîkarê wê. Ji wê rojê şûn de piraniya Kurdistan di bin desthilatdariya Osmaniyan de ma lê, niha parçeyê wê yê Rojhilat li derveyî sînorê Dewleta Osmanî maye ji ber ku sînor pişt re hatiye guhertin. Digel dijberiya mezhebiya di nav Kurd û Îraniyan de ew parçe di bin desthilatdariya Îranê de ma.

Hiç yorum yok:

Kılama Elo Memed Paşa

                                           Kilama Elo Memed paşa Derheqê Komkujiya Êzdiyan a ji aliyê Osmaniyan ve Ero Memed Pa...