8.03.2009

DUJMİNAHİYA EŞÎRÊN KURD Û ERMENİYAN


Ber bi dawiya jiyana hevbeş a eşîrên Kurd û Ermeniyan! 
Wek me berêjî anî bû ziman, eşîrên kurd ji nîveka sedsala 19’an heta piştî şerê cihanê yê yekemîn ji hêla tirkan ve di heman şerên bi xirîstiyanan re carinan wek milîs, carinan jî wek leşkerên arteşê hatibûn bikaranîn. Bi sed hezaran kurd di van şeran de çûbûn ser heqiya xwe. Bi hezaran ocax kor bûn. Di ser de jî kurda, êş û elemên macirên misilman ên ji Kafkasyayê hatibûn bi çavên serê xwe didîtin. Her çiqas Sultan Evdilhemîd van koçberan li dijî Kurdan bi awayek zanistî bi cih dikir, dîsa jî dilê Kurdan bi wan dişewitî… Sultanê genî, gelek caran bi riyên fermî ji ûris daxwaziya şandina macirên misilman dikir. Bi gelemperî Ûris van xewstekan erê dikirin lê bi şertekî; digot; “hûnê wana nêzikî tixûbê min bi cih nekin!” Kurd jî hin caran bi dek û dolabên sultan dihesiyan. Wek mînak; wê demê Ûris 1155 malbatên macirên çerkezên herêma Kubanê bi daxwaziya sultan şandibû Anatoliyê. Komîsyona maciriyê ya Evdilhemîd dixwest ew li nêzî herêmên eşîren kurdan bicih û war bikin. Lê, serokeşîran vê biryarê redkirin. Di heman demê de li Amedê 450, li xarpûtê 809, li sêwazê 891, li Erziromê 15088 malbatên Çerkez, tirkman û tatar têne bicihkirin. Lê Kurd, cara ewil li Êleşgirê bi van maciran re dikevin şer û pêde pêde wan ji welatê xwe dûrdixin. Osmaniyan, tim û tim di guhê Kurdan de van gotinan dixwendîn: wê Ermenî axa xwe ji we bistînin! Wê kurdistan bibe Ermenîstan! Di van gotinan de helbet rastî jî hebû. Xeynî çend ronakbîrên Ermeniyan û Partiya Hinçaksiyûn a ku tekoşîna Ermenîstanek Sosyalîst dikir, ermenî bi gelemperî li peyî Ermenîstanek Mezin bûn… Ji xwe piştî evqas şer û pevçûnan, piştî evqas xwîna rijiyayî, şertên bi hevre jiyîna Misilmanan û Ermenîyan li holê nema bû. Wek îro berjewendîyên emperyalîstan jî di lihevhatina gelan de, di biratiya gelan de tune bû. Belê, neyartiyek mezin ketibû nav gelên misilman û xirîstiyanan. Ermenî ji bo mafên xwe xwîna xwe dirijandin. Lê Eşîr? Rastiyek zelal heye ku Bedirxanî, eşîrên Kurdên Elewî û Êzidî û ronakbîrên Kurda ne tê de, tevahiya eşîrên Kurdistanê ji bo berjewendiyên Osmaniyan tevdigeriyan. Ew bi navê kurdayetiyê, ji bo Kurdistanê tu ermeniyek ne kuştin e. Ew wek cerdewanên vê demê, milîs û Başibozuxên Sultanan bûn… Digel ku Ermenî doza welatê kurda dikirin, dîsajî ronakbîrên kurdan tu car rê liber kuştina wan venekirine û tim û tim komkujîxwazan şermezar kirine û dilê wan bi Ermeniyan şewitiye. Bikaranîna kurdan a li hemberî Ermeniyan Evdirehman Bedirxan pir û pir xemgîn dike û ew û hevalên wî heta ji wan tê li hemberê vê polîtîkaya gemarî têdikoşin. Kurd navê kurd û kurdayetiyê bi van gotinên dîrokî ji hevkariya komkujiyê xelas dikin.Va ye mînakek dîrokî ji gotinên Evdirehman Bedirxan: “Ev çend saleke çiku Ermenî gelek zulmê ji destê memûrên dewletê dibînin, dixebitin hemî tiştan dikin, da xwe ji zilma memûra derxin. Heqê wan heye. Memûrên ji Îstenbûlê tên wan dera, gelek xerabiyê Ermeniya re dikin. Divê Kurd jî Ermeniya nekujin. Xwedê ji vî halî ne razî ye. Ermenî mazlûm e. Vêca divê mirovpêşîrî(bi şûr) neçe ser mezlûma. (H)ûn jî wek wan mezlûm in!”( Kurdistan, hejmar 7) Lê, sultan bikaranîna eşîran ji bo berjewendiyên xwe yên kirêt ji xwe re kiri bû edet. Eşîr, xwe wek parêzwanên umeta Mihemed didîtin û ji bo qedandina mirazê dilê nijadperestên tirk ên wê demê ( xwe wek umetparêz nişan didan) hêcayê topên ûris bûn . Haya wan ji bayê Şoreşê û jî neteperweriyê tune bû. Te ji wana pirsa “tu kiyî” bikira bersîva wan bi gelemperî ; Hesenî, Jirkî, Zirikî,Cibirî, belekî , xuytî bû … Kurdayetî gava ji welatê xwe dûr diketin diçûn hec, an dîl diketin diçûn nav Ûris diket bîra wan. Evdirehman Bedirxan ji van kurdên nezan dibehece û weha bang dike: “ Ermenî ji zumla dewletê aciz bîn; dengê xwe hilanîn, destê xwe hilanîn heqê xwe dixwazin. Lê çiku Kurd cahil in, dest kuştina ermeniyan kirin. Kuştina wan li ser kurda guneh e. Ûn ji wan mezlûmtir in; lê çiku cahil in we hay ji xwe nîne; ûn dengê xwe dernaynin!”(Kurdistan, hejmar:8) Lê mixabin hesabên Osmaniyan û yên Con Tirkan hê ji wê demê ve aşkere bû: Ew, wek îro, ji nîveka Sedsala 19’an vir ve li tunekirin, pişaftin, helandin û qirkirina kurd û Ermeniyan digeriyan. Dîsa hezar heyf e ku, wek kurdên feodal ên bi piranî haya wan ji cihanê tunebûn, serokên Ermêniyan jî, bi taybetî yên neteweperest û alîgirên “Partiya Taşnaksiyûn” rika xwe kutan hevdû û, ji dawiya sedsala 19’an heta yekemîn çarika sedsala 20’ an ji hevdû bi sed hezaran mirov kuştin. Yên di serî de vê bi vê xetereyê dizanîbûn, ronakbîrên herdû gelan jî bi hezaran heyfe ku di qada “bi hev re jiyîna her du gelên reben û stûxar” de, ne xwedî hêz û projeyên berbiçav bûn. Serok û alîgirên hin partî û saziyên Ermeniyan bi qasî serokeşîr û gundiyên nezan ên kurdan, berjewendiyên xwe di qirkirina gelên mislimanan de didîtin û gava fesala(firsend, rê û rêbaz) xwe bidîtina gundiyên belengaz dikuştin, bi saxî diavêtin nav agir û xwedê giravî bi vî awayî heyfa xwe ji osmaniyan distendin. Bi taybetî dema Şerê Yekemînê Cihanê de, digel komkujiya Ermeniyan, bi sedhezaran kurdên xizan û belengaz jî, an bi destê neteweperestên Ermeniyan hatin kuştin an jî ji tirsa kuştinê, ji bêxwedîtiyê gund û bajarên xwe di cih de hîştin revîyan û li çol û deyştan, li serê çiyayên asê, di gelîyên ji ber nexweşiyên cûrbecûr û ji xelayê mirin.Dewleta Osmaniyan ku ketibû destê neteweperestên tirkên bav û kalên yên îroyîn, ji ber sedemên cûrbecûr maciriya kurdan-ku ew jî di rastiyê de tehcîr bû- teşwîq kirin, bi dawîbûna komkujî û tehcîra ermeniyan a disalên 1915-1916’an, îcar dora “îskana Kurdan a mecbûrî” bû. Emê di mijara Maciriya Kurdan de de bi dorfirehî li ser van bûyeran dê bisekinin. Di sedsala 19’an de di encamên şerên Ûris û Osmaniyan de pozberiya misilman û xirîstiyanan hey diçû zêde dibû. Îcar şerê 93(1877-1878) derketibû. Di encamê de Osmanî têk çûbûn û nêzikî 600.000 misilman ji ber gawiran(!) reviyabûn û ew li Anatoliyê û li Kurdistanê li ber pozê Ermenî yên mayî hatibûn bi cihkirin! Ji ne misilmanan re du rê mabûn: an ew bên ser dînê Mihemed, an bên kuştin… Digel hemû kar û xebat û şîret û şiyarkirina ronakbîrên kurdan, Eşîr dîsajî li peyî sultanê osmaniyan çûn û bi gotin û provokasyonên wan xapiyan û di komkujiya yekemîn a Ermeniyan a di salên 1894-1896’an de qewimîn de bi giranî cih girtin û wek cerdevanên îro ew jî bûn şirîkên tirkan. Di vê komkujiyê de ji hêla tirk û çerkes û eşîrên kurdan ve bi deh hezaran Ermenî hatin kuştin, mal û milkê wan hatin talankirin.Lê Ermeniyan tê dernexistin ku ev prova ya komkujiya herî mezin a di salên li pêş wan dê dê pêk bê! Ew li pey “hevkariya bi kurdan” neketin û tim û tim pişta xwe bi Ûris û bi gelên din ên xirîstiyan ve girê dan. Ronakbîrê wan ê bin av û deng Raffi di rojnameya “ Mişag”ê de baweriya xwe ya bi hev re tekoşîna Ûris û Ermeniyan, tekoşîna du gelên xirîstiyan ên li dijî diktatoriya Osmaniyan pêwîst dibîne.Antranîk Çelebyan di pirtûka xwe ya bi navê “ Antranîk Ozanyan” de nêrînên xwe bi vî rengî dide der: Di dawiya salên 1830’yan de gava Xaçadûr Abovyan “rewşa Ermenîstanê ya dilşewat” tîne ziman tekoşîna çekdarî ji bo Ermeniyan tiştek pir dûr bû. Diayên wan tenê ji bo jiyîna di bin siwana dewletek xristiyan de bû. Dîsa ew di heman pirtûkê de, derheqê saziyên ji bo azadiya Ermenîstanê dixebitîn weha dibêje: “Armenagî dixwastin bi awayek nepenî amedekariya şoreşê bikin. Ew li dijî mîting û serpêhatiyan bûn. Bi dizîka xwe bi çek dikirin.Lê Xinçaxsî û Taşnaxsiyan ( her dû partiyên herî bi hêz ên tekoşer) sosyalîs bûn û bi xwepêşandanan dikirin bala Ewropiyan bikişînin ku ew mudaxeleyê Osmaniyan bikin.” Piştî evqas mirin û kuştin û xireciran, piştî “maciriya bi mîlyonan mirovan” ku her yekî bi xwe re kul û kederkî mezin anî bû, li tu deverê şert û mercên jiyanek bihev re(hevbeş) nema bû… wek li her derê Welatê Osmaniyan, li Kurdistanê jî, mal û milkê Ermeniyan dibû mijara dizî û talanan. Gelek caran axayan bi darê zorê, aşkeretî, keçên bedew jî tê de, dest datanîn ser her tiştên wan. Ew bi piranî ji tirsan gilî nedikirin, yên dikirin jî neheq derdiketin. Ezê mînakek balkêş ji herêma xwe bidim; Di salên cerdewantiya Hemîdiyê de gundê Kulî (nuha li ser Tekmana Erziromê ye)destê ermenîkî bi navê Koxo de bû ye. Koxo bi gotina hinekan, di nava kevirekî de, ew kevir hê jî bi navê wî tê nasîn , gelek zêr dibîne û pir dewlemend dibe. Rojekî havînê wexta bêderan axayek ( navê wî ez dizanim lê bê destûra neviyên wî naxazim lêkim) sercerdevanê Hemîdî tê gund. Bala xwe didê kurikek li ser bêderê kamê digerîne. Diçe kurik wê de dike û bi xwe radibe ser kamê. Koxo, gava çav bi axa dikeve cih de diçe nav malê û sinîkî qûçkî tije zêr dike û ber bi axa ve tê. Axa ji dûr ve bang lê dike dibêje; -Oro Koxo yê kafir, te di emrê bav û kalê xwe de odaxek(ê ku kamê digerîne) mîna min dîtiye? Koxo neyarê xwe rind nas dike, dibersivîne: -Axayê min, te jî, kesekî heqdestê odaxê xwe pêşin bidê dîtiye?” Axa, li ser vê bersîva biaqil û îkrama giran wiha lê dizvirîne: -Kafiro, welleh minê te bikuşta lê, te zû rê li ber min girt! Mamoste Marûf

Hiç yorum yok:

Gula Axa*

                                                                    Mamoste Marûf Axa, şitlê gulekî pir meqbûl tîne, dide baxçewanê xwe...