8.03.2009

DESTPÊKA PİRSGİRÊKA ERMENÎ Û KURD

Piştî lawazbûna Dewleta Îranî û Împaratoriya Osmaniyan, li rojhilatê Ûris hêdî hêdî xurt dibû û jibo gelên xristiyanên Dewleta Osmanî dibû hêviyek mezin. Şerê Ûris û Îraniyan ku di sala 1826’an de qewimî, bi ya min despêka pirsgrêka Ermen e. Di vî şerî de bi qasî 7.000 leşkerên Ermenî li pişta Ûris radibin û di têkçûna îraniyan de rol dileyîzin. ( Gava Napolyon di sala 1798’an da Misir dagir kiribû gelek ermen jî kiribû nav artêşa xwe. Ev yekîne ji ermeniyên Memlûkî pêkhatibû. Ji ber ku ev Ermeniyên Memlûkî dûrî tixûbên osamaniyan bûn tesîrek neyînî li ser ermeniyên Osmanî nekir. Ev hevkarî despêka hevkariya ermeniyan a bi gelên xirîstiyan re ye û ji vir pê de ev rewş ta roja îro didome) Bi morkirina “Peymana Tirkmeçayê”, derdorên Rewanê û yek ji navendên Olî yên Ermenîyan; Eçîmiyazîn dikeve nav olkê(ax, erd) Ûris. Ji Urumiyê nêzî 35.000 Ermen koçî vê herêmê dike. Ji wê rojê  şûn de digel ku gelek caran Ûris li Ermeniyan bêbexti kiribe jî, tifaqa wan heta roja îro didome û Ermen di heman şerên bi Osmaniyan re, bi Ûris re tevdigerin. Di sala 1828’an de şerê Yewnanî û Osmaniyan dertê. Ûris firsenda xwe tê de dibîne û dajo ser Osmaniyan û ji kelên derûdora Derya Hezarê bigre heta Erziromê dagir dike. Di encama peymannameya Edirneyê de (1829)cara yekem “Çemê Erez” wekî sînor tê destnîşankirin. Ji vê rojê pê ve Ûris doza Qefqazyayeke xirîstiyan, Osmanî jî Serhedeke misilman dajo. Qefqazya dibe erdê Ûris û ew bi mîlyonan misilmanên xizan û belengaz bi darê zorê nefiyê herêma Serhedê dike . Piştî Peymana Edîrneyê, Ûris ji serhedê dikişe û derbasî aliyê (şeq, rex) din ê Çemê Erez dibe. Bi giranî, ji Erziromê û ji Êleşgirê bi dora 100.000 Ermen ji tirsan be, bi teşwîqa Osmaniyan û Ûrisan be,  didin pey leşkerê ûris û li Rewanê, li Qerebaxê û li Sewanê bi cih û war dibin. (H.F. B. Lynch, Armenia: Travels and Studies. Beyrut, Khayats Reprint, 1965, c. I. Asdennadjian , rûpel: 308-310) Tişta herî balkêş ew e ku; ta vê demê, Rewan jî tê de, li ser axa ku lîro lê Ermenîstan hatiye avakirin, bi gelemperî Kurd û gelên din ên misilman dijiyan û ev herêm tu car wek welatê Ermenan nedihat hesibandin. Rojhilata Anatoliyê, bi taybetî Herêma Serhedê serobino bubû… Gelên kafkasî yên misilman û eşîrên kurd gund û bajarên xalî şên dikirin. Ermenên mayî û van şênî yên nû, di heman şerên Ûris û Osmaniyan de rika xwe dikutan hev û du. Bi taybetî gelek eşîrên kurd ên koçer di şûna Ermeniyan hatibûn bicihkirin û Osmaniyan wan ew li hemberî Ûris û Ermeniyan wekî mertal bikardanîn. Li aliyê din, rewşa gelên xristiyan jî ji vê ne cudatir bû. Ew, bi taybetî jî Ermen, li pişta Ûris bûn û azadî û serfiraziya xwe di rêhevaltiya bi Ûris re didîtin. Raffî, di Rojnameya “Mşag”ê de (ev rojname di sala 1872’an de li Tiflîsê dest bi weşanê dike) dibêje; “çareseriya pirsgirêka erermenî, bi hevkariya ûris û ermeniyan a li hemberî tirkan mimkûn e.” Bi kurtasî li vir cihan bibû du bend; Li alîkî. Dewleta Osmanî û alîgirên wê, li aliyê din ; ûris û rêhevalên wê!

Rewş gihîştibû astek wusa xedar ku piştgirên van hêzên mezin; Ermen, Gurcî, Tirk, Kurd û Çerkes, êdî bi fermanên efendiyên xwe, hev û du qir dikirin. Piraniya Qefqazyayê, pîştî têkçûna Şêx Şamîl ji misilmanan hat şuştin (1859). Bi sed hezaran Çeçen,Çerkes , Abhaza, li ser axa xwe ji hêla Xrîstiyanan ve bi awayek pir hovane an hatin kuştin an jî ber bi welatên cur bi cur ve hatin miştexîkirin.. Di vî warî de rewşenbîrê ûris “Tolstoy” jî şahedî dike û wiha dibêje: “yekîneyek ji artêşa Ûris êriş bir ser gundê Tuba ya di ber Ava Subaşî de ye û şêniyên wî Abahzekhî yên milekî ji eşîrên Çerkesan e .Ûris tevahiya gundiyan dîl girtin û kuştin. Di nava kuştiyan de du jinên zikê wan li ber devên wan, ducanî û pênc jî zarok hebûn. Ev yekîne girêdayî artêşa Kont Evdokîmof e û di Geliyê Pshişê re dikişe û kîjan gund li ber dikeve vala dike, Şêniyên wan bi darê zorê an ber bi Tirkiye yê ve an ber bi deyşta Kubanê ve dişîne” Yên xilas bibûn jî her tiştê xwe di cih de dihîştin û bi kırasê canên xwe tenê, xwe davêtin cem brayê xwe yên misilman û diketin ber bextê wan. Ew birayên wan ên rovî, ji bo ewlehiya xwe, ew li ser tixûbê ûris, an ji bo qirkirina ermeniyan di gundê Ermeniyan ên bi nîvî valabûyî, an jî li tenişta gundê “Ermenîyên dilxwazên Ûris” bi cih kirin û ji bo tolhildanê firsenda dawiyê dan wan. Halbûkî wê demê Misilmanan bi tevahî baş dizanibûn ku; Ermen hevalbendên ûris in, ûris û ermen bi hev re neyarên misilmanan in !
(bnr; Foreign Office, Belgehên wezareta karên derve yê îgilîz, 195-562, No. 37, J. I. A. Simmons 16/11/ 1857 “Rapora li ser rewşa siyasî û Aborîya Tixûbên Tirkiya li Asyayê)

Evdirehman Bedirxan di Hejmara 15’an a Kurdistanê de Tirsa ji Ûris wiha dinivîse; “…Lakîn çikû Rûsyayê zeîftiya me dizane. Un dizanin Rûsyayê çi Çerkesa kir, un dizanin çi Efxanistanê kir; de vêca rêz hatiye Kurdistanê.” Bedirxanî jî Rûsyayê û Ûris, ji bo kurd û Kurdistanê talûka herî mezin nîşan didan. Miqdat Mîdhet Bedirxan di hejmara 2 yemîn a “Rojnameya Kurdisran”de weha dinivîsîne; “Xwdê neke, hekî dişminê we Moskof hucûmê wetenê we bike, ûnên çawa şerî wî defî bikin? Moskof xweyî top û tifingên ecêb e,cihên mirov wek teyra dixuyî, gule û berîkên xwe digihîne wan dera; topên wên ecêb hene, dikare pê wan topan çiya hilweşîne”

Kurd xwe wek parêzwanên hemû misilmanên di nava Împaratoriya Osmaniyan de dihesibandin û li wan xwedîtî dikirin. Xwendewanek bi navê “ji eşrafên Diyarbekirê Ş.M di hejmara 13emîna Rojnameya Kurdistanê de vê nêrînê weha lêdike:  “Wê misilman hemî bizanibin ku, weki Kurmanc ne li milê Kurdistanê bîna, heta Moskof hatî Anadol zebt kiribî; wê hingê Misilmaniya Anadolê, halê Tirka wê yekcar xirab bibîya”  Di vê rewşa dijwar û bê ewle de, ermen wek “dilxwaz û alîgirên Ûris” bi awayek dorpêçkirî di nav misilmanan de dijiyan. Bi serde jî “Ermenên li derveyî İmparatoriya Osmaniyan û alîgirên wan” doza Ermenîstanek ewqas mezin dikirin ku ev dewleta bi dilê wan tevahiya Kurdistanê, nîvê Anatoliya Navîn; Edene, Mereş jî tê de, gelek bajarên din ên împaratoriyê dida ber xwe! Evdirehman Bedirxan li ser vê mijarê di hejmara 7’an a Kurdistanê de wiha dinivîse: “Dewletên mezin hemî divên Kurdistanê bidin Ermeniya. Xunkarê me jî (Evdilhemîd re nabêje hûnkar, navê xunkar lêdike)qet fenakire Kurda û hema rehetiya xwe digere” Mamoste Marûf

Hiç yorum yok:

Xwedênasî û DAIŞheziya Osmaniyan

Di nav gelên Osmanî de, bi taybetî di nav ronakbîr û merivên xwendî de pir caran rêol, bawerî û doktrînên xwedênenasiyê  (ateîzm)   an rama...