Beriya şerên bi Ûris re , bi taybetî jî beriya Şoreşa Fransî têkilîyên Kurd û Ermenan ji yên gelên din ên cihanê ne cudatir bû. Her çiqas dewleta Osmaniyan, bi ayetên Quranê û bi gotinên Hz. Mihemmed û bi mecele ya ku “ji van her duyan pêkhatî” ve dihate birêvebirin jî, li Kurdistanê û li herêmên ku kurd û ermen bi hev re dijiyan, bi “şer’a Xwedê” bêhtir bi zagonên xwezayê serdest bû.
Ji berê berê de çiyayên Mezopotamyayê di destê kurdan de bû. Wê demê çiya di destê kê de bûna deşt jî ya wê bû; ji ber ku bê zozan sewal xwedî nedibûn. Birrên pez û keriyên hespan ji bo bazirgniyê malên herî stratejîk bûn û bê destûra eşîrên kurdan, ji mezopotamyayê heta nîvê Kafkasyayê û derdorên behra Hezarê kesî newêrîbû sewalan biçêrîne.
Riyên bazirganiyên ku di vir re derbas dibûn jî bi tevahî di destê Kurdan de bûn.
Kurd bi hezaran salan debara xwe bi stratejiya welatê xwe kirin . Bac, ne be xerac, ew jî nebe dizî û talan dîsa nebe şer û kuştin… Tişta bala mirov dikişîne Kurd, van çalakiyan, di dirêjiya bi hezaran salan de, tenê di welatên xwe de pêk anîne! Tu dibêjî qey bi hezaran salan e, di kûrahiya dilên xwe de dagirkirina welatên xwe bi vî şiklî protesto kirine!…Di cih de ye ku mirov bibêje ; “kurd tu car nehiştine kes bê bedel pêlî axa wan bike”
Kurd, gelên deyştên xwe yên bi çandinî û pîşesaziyê debara xwe dikirin, wekî pez û dewarên xwe dihesibandin û ew wek “filên me”, “qereçiyên me”, “tirkmanên me” binav dikirin û li wana xweditî dikirin, ew ji neyaran diparastin.
Gava riya eşîrên Kurdan bi deştên dûrî Kurdistanê diket, wê demê ji bo çêra sewalên xwe bertîl didan hêzên serdest ( Sefîrê Îtalyayê R.G.DE CALVİJO,di sala 1403’an de li Nişabûrê rastî kurdên ji eşîra Elavarî tê. Ev eşir ji 400 çadiran pêkhatiye û xeynî pez û dewaran xwedî 20.000 deve ne û ji bo heqê çêrê salê 3.000 deve û 15.000 pez wekî bac dane Tîmûr. Lê li Kurdistanê, bi hezaran salan bû ku hukmê eşîrên kurdan berdewam bû. ( Bnr; R.G. DE CALVİJO, Anadolu Orta asya ve Timur, Ses yayınları 1993 rûpel:115)
Kurd, gêlên din ji bo berjewendiyên xwe di deşt û qûntarên çiyayên xwe de dihewandin û diparastin. Wek mînak, Ermen gem û zîn û nalên hespên wan, tevahiya amûrên di jiyana rojane de dihatin bikaranîn çêdikirin û difrotin. Genimê wan bi heqdest dihêrandin. Eşîrên Kurdên nîv-koçer, zivistanê bi kulfetê xwe û bi hezaran sewalên xwe diketin gundên Ermenan û heta derê biharê li wir diman. Di vî mijarê de yek ji serokên şoreşger ên Ermenan ên sedsala 19’an, Nivîskar Raffî wiha dibêje: “Kurd, “ewladên xwezayê ne” û bi serê xwe ne (bi gotina kesî nakin). Di bin asûmanê Xwedê de bi sewalên xwe jiyana xwe derbas dikin. Ew şivanên bê xani û bê war in. Hebûna wan konên reş in. Tenê berf, sur û seqema zivistanê dikare wan ji çiyayên Kurdistanê - delalîka ber dilê wan - bi dûr bixe û bîne xwarê. Ji xwe, wê gavê jî ne xema wan e! Çer hebe malên Ermenan mecbûrin van mêvanên bêteklîf bihewîne. Kurd, tevî sewalên xwe, heta dîsa çiya gazî wan bike,wê li ser malên Ermeniyan bimînin” (Raffî,Tevahiya Nivîsên Wî,Weşanên Çirûsk,Rewan,1963,rpl:360)
Ev rewş heta serê sedsala 19’an bi vî hawî dikudîne. Ji vir şûn de dewran, bi şoreşa Fransî û bi soreşa Pîşesazîyê vediguhere. Êdî li tevahiya cihanê bi gotina hêzên mezin ên navneteweyî dibe. Li alîkî netew ji bo mafên xwe yên neteweyî radibin, li alîkî din jî, hêzên emperyalîst aloziyan ji bo berjevendiyên xwe yên gemarî carinan gur dikin, carinan difetisînin. Êdî ne Ermenî “filên Kurdan” bûn, ne Kurd “zarokên azad ên serê çiyayan û banîyan” bûn. Ew bubûn pezkûviyên Kurdîstanê; li çîya qoçên hevdu dişkênandin, lê li hemberî nêçîrvanan çok datanîn!
Fitkirina(provokasyona)emperyalîstan li alikî, axayên nezan ên Kurdistanê li alîkî, neteweperestên ermeniyan jî li alkî bûn. Ermenîstan a Azad a gorî dilê wan tevahiya bajarên Serhedê û piraniya bajarên kurdistanê - car caran Amed jî tê de – dihundirand! Di mejûyê neteweperestên ermeniyan û di yên serokeşîrên kurdan de li ser heman axê jiyanek hevbeş êdî ne mimkun bû. Lê, Malbata Bedirxaniyan ( sazûmankarên rojnameya KURDİSTAN ), hin rewşenbîrên kurdên bi neteweperweriyê hesiyabûn û sosyalistên ermeniyan ( Partiya Hinçak) ne xwedi projeyên berbiçav bin jî, bi gotin û nivîsan biratî û hevkariya her du gelan û pêwîstiya jiyaneke hevbeş bi lêv dikirin.
Mamoste Marûf
Kaydol:
Kayıt Yorumları (Atom)
EZ ÇAWA 4Ê GULANA 1961’AN Jİ DAYÎKA XWE BÛM?
Salên salixa ji dayîkbûna min didin, salên bi cih kirina serweriya komarê bû. Ji Enqereya kambax wêdetir demokrasî û azadiyeke nîvçe, li...
Nivîsên zêde hatine xwendin
-
Bulltin Périodique de la Presse Turque, (Bûltena Vedor a Çapemeniya Tirkiyeyê) bulteneke vedor a fermî ya dewleta Fransayê ...
-
Biryara Komkujiya Ermenan a mezin bi şerê cihanê yê yekemînde ve destpêdike. (Di nav salên 1894-1896’an de jî li gelek herêman li hemberî E...
-
Evdalê Zeynikê, hunermendê bi nav û deng ê wêjeya devkî ya Kurd û Kurdistanê, dengbêjê dîwana Surmelî Memet Paşa, di serê sedsala 19’an de l...
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder