DIJMINAHIYA EŞÎRÊN KURD Û ERMENIYAN

Yekîneyên Hemîdî Ber bi dawiya sedsala 19’an...
 Evdilhemîd baş tê derxistibû ku Dewleta Osmaniyan êdî nikare bi dugelên Ewropî re serî bigerîne. Hesbê Evdilhemîd ev bû: Li rojhilat ji sed mîlyonî zêdetir misilman hebûn û ger bikaribûya polîtîkayek li ser vê rastiyê saz bikira wê gavê ji bo desthilatdariyê , dê neteweperestên Tûranî yên mûxalîf jî piştgiriyê bistenda. Ser de jî ew, nakokî yên ku di navbera Alman û Ewropî û Ûris de hebûn baş fam kiribû û carinan bi bertîl be jî, Almanan ber bi xwe ve kişandî bû .

Her çiqas armanca bi rêxistina yekîneyên Hemîdî ne tenê qira ermeniyan be jî, ji ber şert û mercên civakî yên rojhilata împaratoriyê, wê her du gel, ji bo hesabên navxweyî, dê biketina qirika hev û du… Hê beriya damezirandina van yekîneyên paramîlîter, hêzên emperyalîstên Ewropî ji nîyeta Sultan hayîdarbûn. Li gorî Yves Ternons, Evdilhemîd ji Professorê macarî Vambery re (bi eslê xwe cihû bû û di serayê de zarokên sultan perwerde dikir) wiha dibêje: “Yeqînî ya te bi xwedê be ezê demekî nêzik de Ermeniyan bînim rê. Dengê wan çawa tê birîn ez baş dizanim”

Evdilhemîd, di sala 1863 de, Vambery dişîne Asyaya navîn û li ser rewşa gelên misilmanan pê raporan dide amadekirin.(bnr; Arminus Vambery, Bir sahte Dervişin Orta Asya Gezileri,ses yay.1993) Navenda Alayên Hemîdi Ezirgan bû. Berpirsyar û sazûmankarê wan jî Muşîr Zekî paşayê Çerkez bû. Evdirehman Bedirxan di hejmara 28’a Kurdistanê de derheqê sazkirina van alayan de wiha dinivîse: “Ev alayên Siwarên Hemîdî, wek hemî icraatênXunkar(Evdilhemid), bi niyetek fasid hatine danîn. Esil meqsed ji tesîsa van siwara ev e ku, weqta ku Ermenî ji zumla hukumetê gelek bêzar bin, edalet xwestin, Zekî Paşa tirsa ku Kurd jî ji zulma hukumetê xwe bidin milê Ermeniyan û her du Milet bi tifaq dest hilînin. …Xunkar jî her divê nîfaqê bike mabeyna Milet û efradên binê destê xwe de. Loma fikra Zeki Paşa munasîb dît û da Kurda celbê xwe û ji Ermeniya dûr bike, zû tesîsa van siwara ferman kir” 

Serokeşîrên Yekîneyên Hemîdiyan wek sercerdevanên îro dest datanîn ser zevî û mêrgan. Şêniyen din ên xizan û reben, yan dibûn şivan û gavanên wan an jî dibûn pale û xulam, ji wan re û nano ziko dixebitîn. Yên ku xweziliya xwe bi jiyaneke azad û bi rûmet dianîn dest bi dizîyê û talanê dikirin, bi gelemperî jî ew çav berdidan malên cîranên xwe yên Ermenî. Carinan jî diziya kurdên ne hemîdi û elewiyan dikirin. Ji ber vê rewşa xiraba aborî û ewlehiyê gelek mirov ji gundan direviyan. Di sedsala 19’emîn de li Stenbolê tenê bi deh hezaran hemalê Kurd hebûn. Ger bê lêkolîn wê bê dîtin ku, koça kurdan ya girseyî ya ber bi metropolan ve, di vî sedsalê de destpêdike. Di sedsala 19’emîn de li Stenbolê tenê bi deh hezaran hemalên Kurd hebûn. Ev kurdên xizan û nezan bi hêzin ewlehiyê yên Osmaniyan û bi Çerkesan re bûn yek û êriş birin ser Ermeniyên ku li Kûmkapiya Stenbolê ji bo mafên xwe yên neteweyî xwepêşandanek lidarxistibûn. Di van bûyeran de bi sedan ermenî hatin kuştin. Dûv re Kurdên êrişkarên qehreman(!) bi barkêşiya (hemaltî) xanên Stenbolê tên xelatkirin (li pey xwepêşandana Kûpkapiyê, gelek hemalên ermenî tên seqetkirin û ev pîşe dikeve destê kurdan (bnr; Ermenî Tabusu, Yves ternon, Belge yayınları, rûp; 116). Serekê van hemalan Zaro Axayê bi nav û deg e. Evdirehman Bedirxan di hejmara 28’an a Kurdistanê de der heqê Hemîdiya de van gotinan dike: “çend salek e ev alay tesîs bîn,vî zemanî de mezerreta (xirabî) ewan li welat û Milet kirî, ne qabilê tarîf e. Ne Kurd û Ermenî tenê, lakîn îro Kurdistan bûye sê mil: Ermenî, Siwarên Hemîdî û Kurdên ne Hemîdî. Îro Kurdistanê de ev sê mil bûne neyarên hevdû; hevdû talan dikin, dikujin; welat bûye mezbahayek însana.Hetta gelek Kurd û Ermeniyên waqifê hal bûyin, îttifaq dikin, zulm û istibdadê hukumetê re çarekê digerin. Kurdistanê de tu qunc nema ku sed feryadên elîm jê mesmu nebit, tu der nemane ku ji xwîna masûma sor nebit. Kes ji ruhê xwe , malê xwe ne emîn e…”   Mamoste Marûf

Yorumlar