4.02.2021

Hevpeyvîna Pîsagor a bi Zerdeşt Pêxember re -11-


Bi xêra kincê min ê hirî yê wek yê hemû  merivên li wir bo dîtina  gelek  teferûatên  derasayî ez pir nêzîkî rismê rûmetbilind ê Mîtra bûm. Xwdawendê ciwan(1) ê wek Zornebiriyê Tekane navkirî (Ferîdûn) wekî gaboxekî xurt daxîne ser çokan û hema serjê bike dixwiyê. Taceke Persan a bi qeydeyê  melîkan bi ser enî de xwarkirî, wek çek jî asinasesek(2) girê dabû. Kinc,  kirasekî dirêj, di binî de anaksiridê welat  (3)  ewqas...

Bawer bikim li ser navmilan qapûtek hebû. Du kesayetiyên pê re,  her çend bi heman rengî xwe girê dabin jî ew parçe ji wan kêm bû. Ji wan xulaman yek pêtalek girtiye, yê din jî girtiye lê, serê  ya wî berjêr e. Meriv li zayenda wan diket şikê. ji min re gotin ev sembola rêzdariya bo cardin afirandina heyînan e. Ji qirika gaboxeyê birîndar  çend dilop xwîn  diniqute;  li derûdorê  gelek tîp tên xwendin . Ji min re bi kurtasî  gotin şevnema ezmanî dinivîse.

Bo xwendina dûmayîka hevpeyvînê, ji kerema xwe re lînka jêr bitikînin.

https://mamostemaruf.blogspot.com/2021/02/hevpeyvina-pisagor-bi-zerdest-pexember_8.html

----------------------------------------------------------

(1)Ev Ferîdûn e û navekî li zarên lawîn tê kirin e.

2)Cûreyek şûrê biber ê li medyayê dihat bikaranîn.

(3) Şalê fireh ê gelên medyayê li xwe dikir.

Hevpeyvîna Pîsagor a bi Zerdeşt Pêxember re -9-

 

Şikeft cihanê dide xwiyan û tiştên di nav de her yek qasî yê din ji hev dûr wê ji te re bibe nimûneya avhewa û elementan. Tu yê wek kesra û giregirên dîwana wî tevlî wir bibî.

PÎSAGOR- Zerdeşt ! Beriya ku ez ji te veqetim guh bide vê şîreta min, dibêjim tu yê bi xwe  bibî qurbana ola tu sazûmankarê wê yî.

Şikefta Mîtra

Ez derketim derveyî bajar, hatim ber devê şikefteke gelek tarî ya ez bûm heyraana cihê wê yê ecêb ê lê stêrka  herî geş wê bê pîrozkirin.

Ez bi komeke biçûk a teşevanan re ketibû hindur, min li ber çavên xwe ewçend rêûresm (merasîm) dîtin ku Hişê min ê ewçend  xurt û dilsoz têra tomarkirinê nekir; ji dil dibêjim, ez wan bi tevliheviya li wir serdest bi bîr tînim. Pêşî min li dora kaniyeke aveke  gurr jê diherikî endamên nû yên gewdeyên xwe bi gişkî dişûştin dîtin, wan  alîkî ve jî bo paxişiya giyana xwe bang li Xwedê dikir. Min bala xwe dayê  peywira Hiérophant, bi gotineke din wezîfeya”  bavê razan” bi danîna deqekî eşkere ya  ser singên wan,  Zerdeşt bixwe tîne cih.

 

Ji vê rûmetê serbilind,  min dît wa dixwin vedixwin; nanekî genimî û cêra avê ya nîşana wejînê an ya derbasbûna wan a jiyaneke din e, wekî tava dide ser sala taze dixwiya. Tiştê ku wan di beyt û duyan de digotin ev bû. Nazireke payenizmê bi navnasa Qijikê pîroz,  tacekê bi pozê şûrekî ve kirî pêşkêşî her yekî kir.Her yekî bi heman gotinê ew tişt red kir: taca serê min Mihr e. Di bin kûrahiya şikefta pîroz de jî çavê min bi peykeran  na (Aryen wan di ola xwe de nahewînin) tenê  bi sûretê Mîtra, mêrê ciwanê şûrê Arès di desta de li ser gaboxekî rûniştî ket ku ev jî diyariyeke bo dewreya nû bû.

Bo xwendina dûmayîka hevpeyvînê, ji kerema xwe re lînka jêr bitikînin.

https://mamostemaruf.blogspot.com/2021/02/hevpeyvina-pisagor-bi-zerdest-pexember_52.html


Hevpeyvîna Pîsagor a bi Zerdeşt Pêxember re -10-

Nazirek payenizmê bi navnasa Qijikê pîroz,  tacekê bi pozê a bi pozê şûrekî ve kirî pêşkêşî her yekî kir. Her yekî bi heman gotinê ew tişt red kir: taca serê min Mihr e.

       Di bin kûrahiya şikefta pîroz de jî çavê min bi peykeran  na, (Aryen wan di ola xwe de nahewînin) tenê bi sûretê Mîtra ket ku li ser wî  mêrekî  ciwanê şûrê Arès di desta de,  li ser gaboxekî rûniştî bû. Ev jî diyariyeke bo vê dewreyê bû.

    Min wê demê kesra bi rûpoşê şêr, mozekî di devan de dît; ji koma  wezîran gelek kes, hin ji wan  bi rûpoşên qertelan hinek bi yên bvirde azan,  bi yên seyên grîfon  dabûn dûv.

    Jinên delalî yên kesra yên rûyên wan bi rismê keftarên navên  wan li ser nivîsî nixumî hatin pêşwazî kirin. Çend ceribandinên sivik li her kesî hat kirin. ew di hindurê labîrenteke tarî ya çav çavî nedîdît de  li ser qûçeke  berfê pêxas dan gerandin, ew bi çoyekî navê qamçiyê rojên yê Mîtra lêkirî rastî panzdeh derbên ser milê tazî  hatin.

Bo xwendina dûmayîka hevpeyvînê, ji kerema xwe re lînka jêr bitikînin.

https://mamostemaruf.blogspot.com/2021/02/hevpeyvina-pisagor-bi-zerdest-pexember_91.html

 

EZ ÇAWA 4Ê GULANA 1961’AN Jİ DAYÎKA XWE BÛM?

  Salên salixa ji dayîkbûna min didin, salên bi cih kirina serweriya komarê bû.   Ji Enqereya kambax wêdetir demokrasî û azadiyeke nîvçe, li...

Nivîsên zêde hatine xwendin