4.02.2021

Hevpeyvîna Pîsagor a bi Zerdeşt Pêxember re -10-

Nazirek payenizmê bi navnasa Qijikê pîroz,  tacekê bi pozê a bi pozê şûrekî ve kirî pêşkêşî her yekî kir. Her yekî bi heman gotinê ew tişt red kir: taca serê min Mihr e.

       Di bin kûrahiya şikefta pîroz de jî çavê min bi peykeran  na, (Aryen wan di ola xwe de nahewînin) tenê bi sûretê Mîtra ket ku li ser wî  mêrekî  ciwanê şûrê Arès di desta de,  li ser gaboxekî rûniştî bû. Ev jî diyariyeke bo vê dewreyê bû.

    Min wê demê kesra bi rûpoşê şêr, mozekî di devan de dît; ji koma  wezîran gelek kes, hin ji wan  bi rûpoşên qertelan hinek bi yên bvirde azan,  bi yên seyên grîfon  dabûn dûv.

    Jinên delalî yên kesra yên rûyên wan bi rismê keftarên navên  wan li ser nivîsî nixumî hatin pêşwazî kirin. Çend ceribandinên sivik li her kesî hat kirin. ew di hindurê labîrenteke tarî ya çav çavî nedîdît de  li ser qûçeke  berfê pêxas dan gerandin, ew bi çoyekî navê qamçiyê rojên yê Mîtra lêkirî rastî panzdeh derbên ser milê tazî  hatin.

Bo xwendina dûmayîka hevpeyvînê, ji kerema xwe re lînka jêr bitikînin.

https://mamostemaruf.blogspot.com/2021/02/hevpeyvina-pisagor-bi-zerdest-pexember_91.html

 

Hevpeyvîna Pîsagor a bi Zerdeşt Pêxember re -12-


Di binê  nîgarê de hejmareke bêserî û bêbiniyê  wêneyên hûrik hûrikên  ajalên zindî yên her yek “di salnameya Persan de nîşana roj û heyv û komstêreke  cuda cuda ye” heye. Ji van îbadet û sondên şagirtên nû yên her  du zayend dor bi dor ji Mihr re  dişînîn,  ya herî balkêş ev e: Bi sond û qesem  ez ê jimara afirîdeyên maqûl zêde bikim, ajalên biziyan tev bikujim. Ez soz didim dê erdekî bêber rakim biçînim, dareke fêkiya daynim.
Soz didim ava sar  bibim derke qerac û rêyeke çêkim an veherînim( Temîr bikim)

 

Û heger ez di jiyana xwe de  van peywiran neynim cih, piştî mirina xwe bi dûrxistina xwe ya ji cihê bextewariyê  razî me.

   Min têderxist ku Zerdeşt ji siyanetê ceribandinên mezin û rasteqînên Persan li ser  kurmîr û merivên wî nekir. Ma mêrên serayê, jinên xanim dikarin çil roj ji hemî xwarinê bêpar bimînin; du roj li ser hev qamçîkirin, di nav qûçên berfê de bîst rojên din, paşê derbasbûna di ser çendik û çend agirdankan re...

     Lê ji van nûhatiya qe yek jî nehat hîştin rapelikin heft pêlikên grestêrkan. Qe yek jî negihîşt asta bêkêmasîtiyê.

Bo xwendina dûmayîka hevpeyvînê, ji kerema xwe re lînka jêr bitikînin.

https://mamostemaruf.blogspot.com/2021/02/hevpeyvina-pisagor-bi-zerdest-pexember_27.html


Hevpeyvîna Pîsagor a bi Zerdeşt Pêxember re -13-

 

Tenê, bo bidawîkirina  merasîmê,  di nav piyaleyeke zêr a di şiklê hêkê de, hinek şerab pêşkêşî  kesra û giregirên wî yên samîmî kirin. Destûr dan min da ez nêzîkî wan bibim û bêhn û bala xwe bidim ka  nexşa ser rûyê wê piyaleya xweşik çi dibêje; di nav tişt miştên din de min ji  cotkarekî hema bibêje tazî bêtir  şiklê xwedawendekî dişibî Prîap (Girê geriyayî) yê  pir xurt  û balkêş ê “bi halê mêrekî pir zexmê li ser xwe neqişandî” dît.

ji şikefta razdar dor bi dor, bi giraniya serbilindiya oldariyê  kişyan derve. Gel, parçeyên cemedê  di destan de li derve sekinîbû. Min kir nekir têdernexist ka bo çi? Wan di cih de ez perwerde kirim. Meş,  ji aliyê ciwanekî bedew,  siwarê hespekî bozê sîpehî, baweşînokeke ji perên ciwîkan çêkirî di destan de, hat destpêkirin. Girse da dûv û parçeyên cemedê avêtinê: kevneşopiyeke berê ya êdî resentiya xwe bo şagirtên  nûhatî diparêze.

      Em di demeke wisa de bûn ku zivistana êdî li ber sekeratê hêj li gelek herêman zora  demsala xweş dibir.

   Pers, dema lava dikin dibêjin: carinan bo derbirina ronahî, germahî û demê;  ku roj danerê wan e; carinan  jî zanayên mezin, zor û hêz û xweşikiya taybetmendiyên sereke yên xwezayê wek Mîtrahê sêsik (Sêmend) bi nav dikin.

Bo xwendina dûmayîka hevpeyvînê, ji kerema xwe re lînka jêr bitikînin.

https://mamostemaruf.blogspot.com/2021/02/hevpeyvina-pisagor-bi-zerdest-pexember_4.html


EZ ÇAWA 4Ê GULANA 1961’AN Jİ DAYÎKA XWE BÛM?

  Salên salixa ji dayîkbûna min didin, salên bi cih kirina serweriya komarê bû.   Ji Enqereya kambax wêdetir demokrasî û azadiyeke nîvçe, li...

Nivîsên zêde hatine xwendin