11.12.2020

Mirina Ecêb a Tolstoy û şîretên wî yên Zêrîn


Di dîroka wêjeya cihanê de mirineke herî ecêb jî ya Lev Nikolayeviç Tolstoy e.

Tolstoy, nivîskarê Ûris ê sala 1828an ji dayîk bubû û nav û dengê wî hêj li  jiyanê bû li dinyayê belav bubû, 10ê Sermaweza sala 1910an, saet 5ê sibehê bêyî ji kesî re bibêje ji mala xwe derdikeve. Di rûpela dawîn a  rojnivîska xwe de dibêje; “Derûdor ewçend tarî bû ku meriv desetê li ber çavê xwe jî nedidît”. Paşêw weha berdewam dike;  “ji rê derketim û bi aliyê çepê xwe de tewişîm û ketim navdirik û  deviyan. Vî alî  wî alî strî di min re çûn, li dar û beran qelibîm, şewqeyê min ji serê min ket û min cardin ew nedît, welhasil bi zorî dîsa ketim rê û vegeriyam malê. Şewqeyekê din da serê xwe, bi xêra fanosekê ketim axurê, erebeya hespan da sazkirin... Diricifîm ji ber ku ditirsiyam ku hinek li pey min werin...”


Wî derheqê reva ji mal û bûyerên beriya mirinê hatine serî de tenê ji jina xwe re nameyek hîşt; ew jina ku çi bi xwe  jê tiştek fêm kiribû, çi wê jê tiştek...

Name weha destpê diribû:

“Sofya Andreyevna, ez dizanim tu yê li ber min bikevî, ji ber ku ku min tu terikandiye û çûme. Min nedixwest weha be lê, bawer bike ji destê min nehat ez bi awayeke din tevgerim.  Her ku umrê min mezin dibe wê kes qehrê min nexwe, ji destê min tebat neke. Jixwe ji niha de wer jî bubû. Bila ev li alîkî be, ez êdî  nikarim di nav wê îhtîşam û jiyana wurşedar de bijîm, lewre niha merivên wek min temenmezin çi dikin ez jî wek wan dikim: Ew lêdixin diçin, terka dinyayê dikin, bona ku demên xwe yên dawîn di aramiyê de, di bêdengiyê de derbas bikin”

 

Bi xwendina vê nameyê Sofya Andreyevna dîn û har bû. Ji cihê xwe qiloz bû, bazda derva û xwe avêt gola di baxçe de. Di wê demê de Tolstoyê kal di trêna ku wî bibira Qfqezyayê de, rûniştîbû. Çima Qefqazya? Ew di ciwantiya xwe de di nav Qazaxên wir de gelek mabû .Ya rast wî bi xwe jî bi awayek qethî nizanibû  bi ku de biçe. Mejiyê wî tevlihev bû; hêvîşikestî, nexweş, şewata canê wî zêde bû. Serê wî diêşiya, tî bubû, ji zû de nexweşiya dil jî pê re bû.

 Dêr wî aforoz kiribû lê,  dîsa jî bi şev li keşîşxaneyê raza. Xwîşka wî li keşîşxaneya Şamardîno ya ne dûrî wir rahîbe bû. Li wir rastî hevalê xwe yê bijîşk Dusan Makovicki hat. Tolstoy hêj biryar nedabû di vê rêwîtiya xwe ya dawîn de bi ku de biçe. Car hebû dil dikir biçe herêma Qazaxan a Qefqazyayê, carnan dilê wî cihekî dûrtirê wek  Bulxarîstanê dixwest...

Di rêya hesinî ya Ryasan-Uralê de, di cihê sinifa 3.de rêwîtî dikir. Dibe ku ji ber wê serma lê xistibe û nexweş ketibe. Ev nexweşî di demeke kin de lê  vegerand  zatûreyê. Merivên derûdora wî dibînin ku nexweşiya wî xedar e, li stasyona Astapovoyê, di holika serkarê riya hesinî de wî radizînin û dest bi dermankirinê dikin.


Ji Reva Tolstoy a ji mala xwe hayê gelek kesan hebû. Yekî nasname ne diyar ev birûske (telqraf) ji malbata wî re bi rê kiribû: "Tolstoy, bi şewata can a 40 derence, di holika serkarê stasyona Astapovoyê de razayî ye”

Bi bihîstina vê agahiyê malbat di cih de bi rê dikeve. Bi lez û bez  xwe digihîne Tulayêlê. Endamên malbatê pê dihesin ku rojê trêneke tenê diçe Astapovoyê,  di wê de jî cih nemaye. Li ser wê agahiyê vagonekê kirê dikin,  wer diçin Astapovoyê. Rayedar vagonê di peroneke nedihat xebitandin de didin sekinandin.  Stasyon û derûdora wê pirî  qelebalix dibe, dişibe qada panayira bajarekî.

Reva Tolstoy di demeke kin de tê bihîstin. Stasyona ku heta wê rojê kesî navê wê nizanibû, vediguhere dibe navendeke girîğng a cihanê.

Rojnamegerên ji Sofya Andrejevnayê hînî rê û rêbazên kirêkirina vagonan bubûn, ref bi ref dihatin. Giregirên dêra Ortodoks yên dil dikirin "Tolstoyê kafir"  dîsa bînin ser Ortodokstiyê sisê bi sisê dihatin diçûn. Lê çi bikî rayedarên dewleta Ûris, jina wî jî di nav de, nehîştin ti kes bikeve odeya wî. Rojnameger di vê mijarê de li benda  alîkariya Sofya Andreyevayê bûn lê, rebenê di hewşa deriyê Odeyê lê vedibû de li pê; bona wê berdin hindur lava dikir. Tolstoy destûra ketina nav oedeyê  dabû keçika xwe ya Tatînayê tenê.

Kurt û kurmancî, Lev Nikolayeviç Tolstoyê nivîskarekî herî bi nav û deng ê vê cihanê, 20 ê Sermaweza sala 1910an, deh roj piştî derketina ji mala xwe, di stasyoneke biçûcik a trênê de xatirê xwe ji mirovahiyê xwest û çû ser heqiya xwe.

Kerem bikin 17 şîretên Tolstoyê kal, ên wî li hemû mirovan kiriye bixwînin:

1-Dîkên wer hene, dibêjin qey ew bang didin lewma roj derdikeve

3- Jiyan,  kes û dema  "ji destçûyî" bi şûn de venagerîne. Yan tu yê çi dixwwezî di wextê de  bijî yan tû yê negirî  nebêjî ez nejiyame.

3- Pereyê hûr bêrika (cêba) meriv diperitîne, merivê xerab dilê meriv... Lewre xwe ji herduyan jî rizgar bike.

4- Heger bo dermankirina bedena mirov emeliyat pêwîst be divê wî bikî xewê,

bo dermankirina ruhê wî divê  wî şiyar bikî

5-  “Her ku diçe mirovayî  ji rê derdikeve”. Mirov vê gotinê erê dikin lê, xerabûna xwe tu car napejirînin. Her kes guherandina mirovayiyê difikire lê, ti kes guherandina xwe nayne hişê xwe

6- Mirovên di hebûna wan de feyde tinebe, di tinebûna wan de wê qe tinebe.

7- Çima ji şeytan hêrs dibî? Lê qencî bike, bila ew ji te hêrs bibe.

8- Baş bizane ku tu bi tiştên jiyayî na,  bi yên te bi mirovên din dane jiyandin  tê bibîranîn. Qe ji bîr neke; te çi dabe jiyandin teqez bi xwe jî heman tişt dijî.

9- Divê meriv bi meqamê niha lê ye na, bi  yê çav berdaye bê pîvandin.

10- Du şervanên herî bi hêz hene; yek  bênfirehî. yê din dem e.

11-Canê yekî biêşe zindî ye, canê wî bi êşa yên din biêşe mirov e.

12- Hêza mezin a mirovekî ne liva wî, sekna wî ya bibiryar e.

13- Mirovê xeynî bextiyariya xwe "ne xwedî xwestekek din be" ne qenc e.

14- Ji aliyê piraniya mirovan ve bê kirin jî xeletî,  xeletî ye.

15- Ti kes ewqas ne mezin e ku kesekekî din biçûk bibîne. Ji bîr neke, roj bê tu yê di dêvla her tiştê biçûk dibînî de berdêleke mezin bidî.

16- Beriya reşkirina yekî, divê tu bizanibî ku pêşî destê te wê qirêj bibe.

17- Ji jiyana mirovên din ders û îbret bistîne. Mirov qasî "hemû xeletiyên cihanê bi xwe bike" najî.

1.10.2019

NEFT Û KURD Û KURDISTAN

11ê Gulana sala 1941an, di rojnameya Frensî ya bi sernavê "Le Progres" de derheqê Iraqê de ev gotara balkêş hatiye weşandin. Min vê nivîsê hêjayî wergerandinê dît, ji ber ku li ser dilê emperyalîstan çi hebe eşkere daye der.

  Tirkiye, Îran, Iraqa wê demê xwedêgiravî netewdewlet in û  ji aliyê netewên Tirk, Faris û Ereban  ve tên bi rêve birin. Di rastiyê de emperyalîstan di pêvajoya Şerê Cihanê yê Yekem de, bi hin kes û kesayetiyên van welatan re bazareke qirêj  kirine, bi şertê pejirandina berjewendiyên wan, mijîna hebûna welatên wan,  xwarina ked û xwîn û xwîdana gelên wan bi wan re li hev kirine.  Statûya Faris, Tirk û Ereban wek kolonîtiyeke sergirtî be jî bi vî şertî hatiye pejirandin. Ew bûne xwedî netewdewletên xwedêgiravî serbixwe... Lê Kurd...?
 Emperyalîst Kurdan  wek netew, axa li ser dijîn wek welatê wan nedîtine. Bi ya wan , mirovên li vê herêmê xxwe wek Kurd pênase dikin êl û eşîrên hov û dirînde ne. Komemirovên talankerên ne layîqî netewbûnê, ne layîqê dewletê ne... 

Sedema vê nêrîna şaş û qesdî çiye, heger temenê min têr bike ez ê bi belgehan binivîsim.vê gavê bi kurtasî evqas tenê dikarim bibêjim ; sedema sereke  di netewbûnê de bi derengî ketina Kurdan be, ya ji wê jî mezintir û girîngtir neteweperestiya  Bûrjûvaziya Ermenan a li derve qûna xwe kutabû deriyê emperyalîstên Rojava, di hindur de jî bi serdest   û desthilatdarên Osmanî re hevkarî dikir, ji Dewletê pereyekî bêhesab dixwar. Wan baş dizanibû ku heta li ser erdê ku Ermen û Kurd bi hev re dijîn Kurd hebin,  netewdewleteke Ermen ne pêkan e. Ji ber wê jî wan,  him li derve him li hindur Kurdan har û hov û dirinde û bêpergal dan nasîn. Bona berjewendiyên wan ên di nav  dewleta Osmanî de zirar nebîne, bona rastî dijminatiya padîşah û dewletê neyên ji nîveka sedsala XIXan heta komkujiya mezin, heta meriv dikare bibêje carnan piştî komkujiyê jî, bûrjûvaziya Ermenan rexnegirtina li  faşîzma Tirk neda ber çavan, çi sûcê dewletê hebe piranî kiriye stûyê Kurdan û gelê din ên Anatolî û Qefqazan . Ev propagandaya neyînî ya bûrjûvaziya Ermenan heta roja îro jî bandoreke mezin li Ewropiyan û li Tirkên spî yên TRê kiriye. Ez dixwezim ronakbîrên Kurd li bersîva vê pirsê bigerin: kî, çima nehîşt Kurd tevlî nîqaşên derheqê qedera ser erd û bin erdê axa xwe bibe.? 
Hin derûdorên Kurd û dostên Kurdan, gunehê  bêrûmetiya Kurdan a li ber çavê Ewropiyan dikin stûyê Selahedînê Eyûbî. Ev îdia  ji binî ve pûç û vala ye. Selahedînê Kurd ji aliyê Ewropiyan ve tim û tim bi rêzdarî hatiye bibîranîn. 

Ev nûçeya ez wergera wê li jêr pêşkêşî we dikim, him dek û dolabên emperyalîstan pir xweş dide der, him jî bi çi çavî li Kurdan dinêrin, teswîr dike, him çawa wan li derveyî bazara nefta welatê wan hîştine pir xweş radixe ber çavan. Ev nivîs gorî berjewendiyên Frensaya li ser neftê pêşî bi Ingilîstanê re, paşê jî bi Elmanyayê re ketibû ber qayîşê hatiye nivisîn. Piştî ku Kurd,  bi Erebên Iraqê re li dijî Ingilîstanê tevlî şer dibin, Frensa îcar pişta Kurdan miz dide, pesnê wan dide...  (Bo vê ji kerema xwe vê belgehê bixwînin   https://mamostemaruf.blogspot.com/2019/09/sere-cihane-ye-2em-u-kurd.ht  )

IRAQ, WARÊ EFSANE Û NEFTÊ

Li nexşeyê binêrin, Qraltiya Iraqê ya paytext Bexda ye, ji başûr ve bi Erebîstana Siûdî, ji Rojhilat ve bi Îranê ve ( Persa berê) ji bakûr ve bi parçeyê Asyaya Tirkiyeyê û bi Sûriyeya mandataya Frensayê û bi Mezopotamyaya Mandataya Ingîlîstanê ve dorpêçkirî ye.  

 Xêra Iraqê, welatê heta doh berdar lê îro bêber ya wê bigihîje Ewropiyan qadên wî yên neftê (kêleg) tenê ye. Nefta xav a herêma Mûsil û Kerkûkê ya li Bakûrê welêt. Ev neft bi lûle dikişe Hadîtayê ya li zikê Iraqê ye,  li wir lûle dibe du mil, yek di ser Heyfayê re diçe Filîstînê, ya din diçe Trîpoliyê, bendera biçûk a  deryayî ya Sûriyeyê ya li Bakûrê Beyrûdê dikeve. 

Hebûna nefta vî welatî tim hatiye zanîn. Tiştekî nû hebe ew; bikarîna endûstriyel a neftê, ji wê jî nûtir li vê quncikê cihanê xebitandina  wê ya aqilane ye.

Sê hêz bo bidestxistina rezervan ketine qirika hev: Frensa, Elmanya, Îngilîstan, Ûris û Dewletên Yekbûyî yên Amerîka...Hêza sêyem Gulbenkyan Beg,  Ermenekî him bû dîplomatekî di xizmeta Tirkiyeyê de, him jî bû  fînansorekî keysbaz û  maceraperest...

Hevpeymanên ku dawî li Şerê Cihanê ( yê 1 em) anîn du hêz li derve hîştin: Elmanya û Ûris. Li Konfeansa San-Remoyê çar şîrketên karger hatin erêkirin, bêyî pir tişt bê gotin Gulbenkyan bi para xwe ya  "ji gişkî  % 5" qayîl bû.

Her şîrket  ji hilberînê %23.75 distîne lê baş dixwiyê ku şîrketên Îngilîz û Sakson di ser yên din re hatine girtin. Ka binêrin di rastiyê de ev çar  şîrket kîjan in: Anglo-Persan (Birîtanya), AngloSaxona şirîkê Royal Dutch(HolandoBirîtanîk), Standard (Amerîkî), Şîrketa Neftê ya Frensî.

.Iraq bi hilberîna salane ya 430.000 ton di nav welatên hiberînerên neftê de heftemîn e. 

Bi ya pisporan ev rêje gorî  potansiyela mezin a Iraqê gelek hindik e. Bi ya wan be,  şîrketên Anglo-Sakson bi zanetî hilberîna nefta welat kêm dikin.

Ji aliyê din ve li jorê welat 600.000 Kurdên bêpergal, hov, talanker ên rûxandina lûleyan ji xwe re kirine edet... 

Ji 1927an vir de Iraq, qaşo be jî welatekî serbixwe ye lê heta van salên dawîn bi Brîtanyaya Mezin re xwedî xweş têkilîyên dîplomatîk e. 

Xaziyê yekemê li dû Faysalê yekemê hevalê Lawrence, li Ingilîstanê xwendibû. Lewre xwe wek efserên Ewropî girê dida. Ew sala 1939 li ser stêrina têmpêleke lûks a Emrîkî mir. Qeza bû lê, meriv nikare bibêje ji rêzê bû an hinek bubûn sedem. Kî dizane..?

Xaziyê yekem li pey xwe kurek hîşt, Faysalê IIem, desthilatdarê îro, kurikek  şeş salî, qralê herî piçûk  cihanê. 


Seraya qraliyetê di nav daristanokeke Xurmeyan a Bexdayê de li peravê  Dîcleyê ye û  ji jor ve du qubeyên zêrîn tevî çar mînareyên wê û ziyareta Evdilqadirê Geylanî  dibîne.

Bi liv û tevgerê kenê guran tê. Polêsên jin ên welat, di bin tavê  de  xwe spartine bin sîwanên renrengî û bi vî awayî ew welat  ber bi modeya Ewropî ve tehm didin. 

3yê Avrêlê li vî bajarê birîndar hikumet ji kar hat xistin. Serokê Konseyê Taha El Heşimî dest ji peywira xwe kişand. Naîb reviya. Dibêjin  Nûrî Seîd Paşa jî,  ji zû de ye  serokê partiya Ingilîzparêz e û yek ji hevalên berê yê Lawrence bû,   ketiye destê komplokeran. 

Reşîd Elî yê  hevalbendiya Elmanyayê diparast û  ji çend mehên dawîn ên sala çûyî dest danîbû ser rêveberiyê aniha  desthilatdariyê bi gişkî  stendiye.


5ê Avrêlê, du roj piştî xistina hikumetê Hatina leşkerên Ingilstanê her tiştî dîsa serobino kir. Iraq li dijî Ingilîstanê ket nav şer û dest bi operasyonên dijî bîrên neftê kir.

Ji Rojnameya  Le Progrès de la Côte-d’Or 10 ê Gulana 1941 (Werger; Mamoste Marûf)




17.09.2019

Şerê Cihanê yê 2em û Kurd

Dema Şerê Cihanê yê 2yem diteqe,  Kurdên Başûr bo tolhildana bêbextiya ku Ingilîzan bi Şêx Mehmûdê Berzencî kiribûn,  li dijî Ingîlîstanê tevlî şer bubûn. Rojnamevanê Frensî  A GUISSAN helwesta Kurdan weha şîrove kiriye. 

 ŞERÊ LI MEZOPOTAMPYAYÊ

Kurd, yekîneyên birûsk ên artêşa biçûcik a Iraqê

PARIS, 10 ê Gulana 1941an (Ji daraştina me ya Parîsê)
Gelo leşkerên welatekî bi gelheya xwe sê mîlyon û nîv,  wê bikaribe bi leşkerên ku Îngilîstanê heta niha bi keştiyan şandine û aniha jî ji Hîndîstanê dikişîne Iraqê?

Heger her tişt bi hejmara leşkeran bibe, hêzên rêveberiya Iraqê li dijî Îngilîstanê  seferber kirye pir xofdar e.
Artêşa Iraqê heta doh ji 24 tabur û 12 bateryayan, yekîneyeke siwariyên hêştiran, yeka lewazimê û du yekîneyên motorîze pêk dihat.
Lê, heger meriv alîkariya bi rêhewayê ve ji Iraqê re bê şandin qe hesab neke jî, divê hêjayiyeke istîsna li hêza wê zêde bike: Kurd.
Li Rojhilata Navîn gelheyeke di şer de ji wan hostetir tine. Pîşeya şervaniyê, Kurd ne tê de, di nav hemû Ereban de qedr û qîmeta xwe ji dest daye. Di dîrokê de hemû merivên wan ên hêja şervan bûn, yê herî navdar bêşik Selahedîn...
Tirkên ji çol û çiyayên Asyaya Navîn veqetiyayî û bi lez û bez ber bi Rojava ve herikî û çendik û çend welatan serî li ber wan  tewandî, dema  ber bi  "sînorê dewleta Osmanî û Îranê yê Kurd lê  bûn" ve hatin, mecbûr man kevirê xwe di ber xwe de berdin û azadiya wan nas bikin. Yek ji Sultanê wan dawîn, Abdulhamît tenê di dawiya sedsala XIXan de, ew jî bi zora zêr û bi rêya bikaranîna hesasiyeta wan a olî bi ser ket û bo tepeserkirina Ermenan  yekîneyeke cerdevaniyê ya bi xwe ve girêdayî bi wan da birêxistin kirin.
Kurdên wîlayeta Mûsilê, yên "mirazê wan ê damezirandina dewleteke serbixwe ya tevî erdên xwe yên di nav dewletên cînar de mayî di çavê wan de hîştî" bi şerê Cihanê (yê yekemîn) re xwe di nav dewleta nû ya Iraqê de hişk dorpêçkirî dîtin. Pir neçû serî rakirin lê, ji aliyê balafirên Îngilîstana ji ber berjewendiyên xwe yên di Bexdayê de bubû parêzvanê wî welatî, hatin ceza kirin.
Piştî serhildana dawîn a sala 1932yan peymaneke hatibû mor kirin. Bi wê peymanê re Bexda di dibistan û di dadgehan de bikaranîna Kurdî jî di nav de,  hin mafên Kurdên Mûsilê nas kiribû. Dîsa ew ê di karê dewletê de û di fermandariya artêşê de jî bihatina erkdarkirin.
Îro Iraq xêra vê polîtîkayê dibîne: Kurd li dijî Ingilîzan şerekî dijwar dikin. Tolhildan bo wan qanûneke pîroz e, wer dixwiyê ku  wan bombeyên Ingilîzan ên konên wan ên bi xeml û rewş wêran kiribûn, xaniyên wan ên wek kewarên mêşan noqî axa çolên Mezopotamyayê  kiribûn hêj ji bîr nekirine.
                                                       A.    GUISSAN


EZ ÇAWA 4Ê GULANA 1961’AN Jİ DAYÎKA XWE BÛM?

  Salên salixa ji dayîkbûna min didin, salên bi cih kirina serweriya komarê bû.   Ji Enqereya kambax wêdetir demokrasî û azadiyeke nîvçe, li...

Nivîsên zêde hatine xwendin