Dema Şerê Cihanê yê 2yem diteqe, Kurdên Başûr bo tolhildana bêbextiya ku Ingilîzan bi Şêx Mehmûdê Berzencî kiribûn, li dijî Ingîlîstanê tevlî şer bubûn. Rojnamevanê Frensî A GUISSAN helwesta Kurdan weha şîrove kiriye.
ŞERÊ
LI MEZOPOTAMPYAYÊ
Kurd, yekîneyên birûsk ên artêşa biçûcik a Iraqê
PARIS, 10 ê Gulana 1941an (Ji daraştina me ya Parîsê)
Gelo
leşkerên welatekî bi gelheya xwe sê mîlyon û nîv, wê bikaribe bi leşkerên ku Îngilîstanê heta
niha bi keştiyan şandine û aniha jî ji Hîndîstanê dikişîne Iraqê?
Heger her tişt bi hejmara leşkeran bibe,
hêzên rêveberiya Iraqê li dijî Îngilîstanê seferber kirye pir xofdar e.
Artêşa Iraqê heta doh ji 24 tabur û 12
bateryayan, yekîneyeke siwariyên hêştiran, yeka lewazimê û du yekîneyên
motorîze pêk dihat.
Lê, heger
meriv alîkariya bi rêhewayê ve ji Iraqê re bê şandin qe hesab neke jî, divê hêjayiyeke
istîsna li hêza wê zêde bike: Kurd.
Li
Rojhilata Navîn gelheyeke di şer de ji wan hostetir tine. Pîşeya şervaniyê,
Kurd ne tê de, di nav hemû Ereban de qedr û qîmeta xwe ji dest daye. Di dîrokê
de hemû merivên wan ên hêja şervan bûn, yê herî navdar bêşik Selahedîn...
Tirkên
ji çol û çiyayên Asyaya Navîn veqetiyayî û bi lez û bez ber bi Rojava ve herikî
û çendik û çend welatan serî li ber wan tewandî,
dema ber bi "sînorê dewleta Osmanî û Îranê yê Kurd lê bûn" ve hatin, mecbûr man kevirê xwe
di ber xwe de berdin û azadiya wan nas bikin. Yek
ji Sultanê wan dawîn, Abdulhamît tenê di dawiya sedsala XIXan de, ew jî bi zora
zêr û bi rêya bikaranîna hesasiyeta wan a olî bi ser ket û bo tepeserkirina Ermenan yekîneyeke cerdevaniyê ya bi xwe ve girêdayî bi wan da birêxistin kirin.
Kurdên
wîlayeta Mûsilê, yên "mirazê wan ê damezirandina dewleteke serbixwe ya tevî
erdên xwe yên di nav dewletên cînar de mayî di çavê wan de hîştî" bi şerê
Cihanê (yê yekemîn) re xwe di nav dewleta nû ya Iraqê de hişk dorpêçkirî dîtin. Pir neçû serî rakirin lê, ji aliyê balafirên Îngilîstana ji ber berjewendiyên
xwe yên di Bexdayê de bubû parêzvanê wî welatî, hatin ceza kirin.
Piştî
serhildana dawîn a sala 1932yan peymaneke hatibû mor kirin. Bi wê peymanê re Bexda
di dibistan û di dadgehan de bikaranîna Kurdî jî di nav de, hin mafên Kurdên Mûsilê nas kiribû. Dîsa ew ê di
karê dewletê de û di fermandariya artêşê de jî bihatina erkdarkirin.
Îro Iraq xêra vê
polîtîkayê dibîne: Kurd li dijî Ingilîzan şerekî dijwar dikin. Tolhildan bo wan
qanûneke pîroz e, wer dixwiyê ku wan
bombeyên Ingilîzan ên konên wan ên bi xeml û rewş wêran kiribûn, xaniyên wan ên
wek kewarên mêşan noqî axa çolên Mezopotamyayê kiribûn hêj ji bîr nekirine.
A. GUISSAN
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder