8.03.2009

DIJMINAHIYA EŞÎRÊN KURD Û ERMENAN

Yekîneyên Hemîdî Ber bi dawiya sedsala 19’an...
 Evdilhemîd baş tê derxistibû ku Dewleta Osmaniyan êdî nikare bi dugelên Ewropî re serî bigerîne. Hesabê Evdilhemîd ev bû: Li rojhilat ji sed mîlyonî zêdetir misilman hebûn û ger bikaribûya polîtîkayek li ser vê rastiyê saz bikira wê gavê ji bo desthilatdariyê , dê neteweperestên Tûranî yên mûxalîf jî piştgirî bistenda. Bi ser de jî wî nakokî yên ku di navbera Alman û Ewropî û Ûris de hebûn baş fam kiribû û bi bertîl be jî, Almanan ber bi xwe ve kişandî bû .

Her çiqas armanca bi rêxistina yekîneyên Hemîdî ne tenê qira ermeniyan be jî, ji ber şert û mercên civakî yên rojhilata împaratoriyê, wê her du gel, ji bo hesabên navxweyî, dê biketina qirika hev û du… Hê beriya damezirandina van yekîneyên paramîlîter, hêzên emperyalîstên Ewropî ji nîyeta Sultan hayîdarbûn. Li gorî Yves Ternons, Evdilhemîd ji Professorê macarî Vambery re (bi eslê xwe cihû bû û di serayê de zarokên sultan perwerde dikir) wiha dibêje: “Yeqînî ya te bi xwedê be ez ê demekî nêzik de Ermenan bînim rê. Dengê wan çawa tê birîn ez baş dizanim”

Evdilhemîd, sala 1863, Vambery dişîne Asyaya navîn û li ser rewşa gelên misilman pê raporan dide amadekirin. (bnr; Arminus Vambery, Bir sahte Dervişin Orta Asya Gezileri, ses yay.1993) Navenda Alayên Hemîdi Ezirgan bû. Berpirsyar û sazûmankarê wan jî Muşîr Zekî paşayê Çerkes bû. Evdirehman Bedirxan di hejmara 28’a Kurdistanê de derheqê sazkirina van alayan de wiha dinivîse: “Ev alayên Siwarên Hemîdî, wek hemî icraatênXûnkar (Evdilhemid), bi niyeteke fasid hatine danîn. Esil meqsed ji tesîsa van siwaran ev e ku, weqxta ku Ermenî ji zumla hukumetê gelek bêzar bin, edalet xwestin, Zekî Paşa tirsa ku Kurd jî ji zulma hukumetê xwe bidin milê Ermeniyan û her du Milet bi tifaq dest hilînin. … Xunkar jî her divê nîfaqê bike mabeyna Milet û efradên binê destê xwe de. Loma fikra Zeki Paşa munasîb dît û da Kurda celbê xwe û ji Ermeniya dûr bike, zû tesîsa van siwara ferman kir” 

Serokeşîrên Yekîneyên Hemî wek sercerdevanên îro dest datanîn ser zevî û mêrgan. Şêniyen din ên xizan û reben, yan dibûn şivan û gavanên wan, yan jî dibûn pale û xulam û nano ji wan re nanoziko dixebitîn. Yên ku xweziliya xwe bi jiyaneke azad û bi rûmet dianîn dest bi dizîyê û talanê dikirin, bi gelemperî jî ew çav berdidan malên cîranên xwe yên Ermen. Carinan jî diziya kurdên ne hemîdi û elewî dikirin. Ji ber vê rewşa xiraba aborî û ewlehiyê gelek mirov ji gundan direviyan. Di sedsala 19’emîn de li Stenbolê tenê bi deh hezaran hemalê Kurd hebûn. Ger bê lêkolîn wê bê dîtin ku, koça kurdan ya girseyî ya ber bi metropolan ve, di vê sedsalê de destpê dike. Di sedsala 19’emîn de li Stenbolê tenê bi deh hezaran hemalên Kurd hebûn. Ev kurdên xizan û nezan bi hêzên ewlehiyê yên Osmaniyan û bi Çerkesan re bûn yek û êriş birin ser Ermeniyên ku li Kûmkapiya Stenbolê ji bo mafên xwe yên neteweyî xwepêşandane lidarxistibûn. Di van bûyeran de bi sedan ermenî hatin kuştin. Dûv re Kurdên êrişkarên qehreman(!) bi barkêşiya (hemaltî) xanên Stenbolê tên xelatkirin (li pey xwepêşandana Kûmkapiyê, gelek hemalên ermenî tên seqetkirin û ev pîşe dikeve destê kurdan (bnr; Ermenî Tabusu, Yves ternon, Belge yayınları, rûp; 116). Serekê van hemalan Zaro Axayê bi nav û deg e. Evdirehman Bedirxan di hejmara 28’an a Kurdistanê de der heqê Hemîdiya de van gotinan dike: “çend salek e ev alay tesîs bîn,vî zemanî de mezerreta (xirabî) ewan li welat û Milet kirî, ne qabilê tarîf e. Ne Kurd û Ermenî tenê, lakîn îro Kurdistan bûye sê mil: Ermenî, Siwarên Hemîdî û Kurdên ne Hemîdî. Îro Kurdistanê de ev sê mil bûne neyarên hevdû; hevdû talan dikin, dikujin; welat bûye mezbahayek însana.Hetta gelek Kurd û Ermeniyên waqifê hal bûyin, îttifaq dikin, zulm û istibdadê hukumetê re çarekê digerin. Kurdistanê de tu qunc nema ku sed feryadên elîm jê mesmu nebit, tu der nemane ku ji xwîna masûma sor nebit. Kes ji ruhê xwe , malê xwe ne emîn e…”   Mamoste Marûf

DUJMİNAHİYA EŞÎRÊN KURD Û ERMENİYAN


Ber bi dawiya jiyana hevbeş a eşîrên Kurd û Ermeniyan! 
Wek me berêjî anî bû ziman, eşîrên kurd ji nîveka sedsala 19’an heta piştî şerê cihanê yê yekemîn ji hêla tirkan ve di heman şerên bi xirîstiyanan re carnan wek milîs, carnan jî wek leşkerên arteşê hatibûn bikaranîn. Bi sed hezaran kurd di van şeran de çûbûn ser heqiya xwe. Bi hezaran ocax kor bûn. Di ser de jî kurdan, êş û elemên macirên misilman ên ji Kafkasyayê hatibûn bi çavên serê xwe didîtin. Her çiqas Sultan Evdilhemîd van koçberan li dijî Kurdan bi zanistî bi cih dikir, dîsa jî dilê Kurdan bi wan dişewitî… Sultanê genî, gelek caran bi riyên fermî ji ûris daxwaziya şandina macirên misilman dikir. Bi gelemperî Ûris van xewstekan erê dikir lê, bi şertekî; digot; “hûnê wana nêzikî tixûbê min bi cih nekin!” Kurd jî hin caran bi dek û dolabên sultan dihesiyan. Wek mînak; wê demê Ûris 1155 malbatên macirên çerkesên herêma Kubanê bi daxwaziya sultan şandibû Anatoliyê. Komîsyona maciriyê ya Evdilhemîd dixwest wan li nêzî herêmên eşîren kurdan bicih û war bike lê, serokeşîran vê biryarê red kir. Di heman demê de li Amedê 450, li xarpûtê 809, li sêwazê 891, li Erziromê 15088 malbatên Çerkes, tirkman û tatar tên bicihkirin. Lê Kurd, cara ewil li Êleşgirê bi van maciran re dikevin şer û pê de pê de wan ji welatê xwe dûrdixin. Osmaniyan, tim û tim di guhê Kurdan de van gotinan dixwendîn: "Ermen axa xwe ji we bistînin! Wê kurdistan bibe Ermenîstan!" 

Di van gotinan de helbet rastî jî hebû. Xeynî çend ronakbîrên Ermen û Partiya Hinçaksiyûn a ku tekoşîna Ermenîstaneke Sosyalîst dikir, ermen bi gelemperî li peyî Ermenîstaneke Mezin bûn… Ji xwe piştî evqas şer û pevçûnan, piştî evqas xwîna rijiyayî, şertên bi hevre jiyîna Misilman û Ermenan nema bû. Wek îro berjewendîyên emperyalîstan jî di lihevhatina gelan de, di biratiya gelan de tune bû. Belê, neyartiyek mezin ketibû nav gelên misilman û xirîstiyan. Ermen bo mafên xwe xwîna xwe dirijandin, lê Eşîr?

Rastiyek zelal heye ku Bedirxanî, eşîrên Kurdên Elewî û Êzidî û ronakbîrên Kurda ne tê de, tevahiya eşîrên Kurdistanê ji bo berjewendiyên Osmaniyan tevdigeriyan. Wan bi navê kurdayetiyê, ji bo Kurdistanê tu ermeniyek ne kuştin e. Ew wek cerdewanên vê demê, milîs û Başibozuxên Sultan bûn… Digel ku Ermenî doza welatê kurda dikirin, dîsajî ronakbîrên kurdan tu car rê liber kuştina wan venekirine û tim û tim komkujîxwazan şermezar kirine û dilê wan bi Ermeniyan şewitiye. Bikaranîna kurdan a li hemberî Ermeniyan Evdirehman Bedirxan pir û pir xemgîn dike, tevîhevalên xwe heta jê tê li hemberê vê polîtîkaya gemarî têdikoşe. Ew li ser navê kurdan, wek nûnerê Kurdên ji netewbûnê aydar û agahdar   van gotinên dîrokî dike û netewa Kurd ji hevkariya komkujiyê xelas dike.Va ye mînakek dîrokî ji gotinên Evdirehman Bedirxan: “Ev çend saleke çiku Ermenî gelek zulmê ji destê memûrên dewletê dibînin, dixebitin hemî tiştan dikin, da xwe ji zilma memûra derxin. Heqê wan heye. Memûrên ji Îstenbûlê tên wan dera, gelek xerabiyê Ermeniya re dikin. Divê Kurd jî Ermeniya nekujin. Xwedê ji vî halî ne razî ye. Ermenî mazlûm e. Vêca divê mirovpêşîrî(bi şûr) neçe ser mezlûma. (H)ûn jî wek wan mezlûm in!” ( Kurdistan, hejmar 7)  

Lê, sultan bikaranîna eşîran bo berjewendiyên xwe yên kirêt ji xwe re kiri bû edet. Eşîr, xwe wek parêzvanên umeta Mihemed didîtin û bo qedandina mirazê dilê nijadperestên tirk ên wê demê ( xwe wek umetparêz nişan didan) hêjayê topên ûris bûn . Haya wan ji bayê Şoreşê û jî neteperweriyê tune bû. Te ji wana pirsa “tu kiyî” bikira bersîva wan bi gelemperî; Hesenî, Jirkî, Zirikî,Cibirî, belekî , xuytî bû … Kurdayetî gava ji welatê xwe dûr diketin diçûn hec, an dîl diketin diçûn nav Ûris diket bîra wan. Evdirehman Bedirxan ji van kurdên nezan dibeheje û weha bang dike:

“Ermenî ji zumla dewletê aciz bîn; dengê xwe hilanîn, destê xwe hilanîn heqê xwe dixwazin. Lê çiku Kurd cahil in, dest kuştina ermeniyan kirin. Kuştina wan li ser kurda guneh e. Ûn ji wan mezlûmtir in; lê çiku cahil in we hay ji xwe nîne; ûn dengê xwe dernaynin!” (Kurdistan, hejmar:8)

Lê mixabin hesabên Osmaniyan û yên Contirkan hêj wê demê ve aşkere bû: Ew, wek îro, ji nîveka Sedsala 19’an vir de li tunekirin, pişaftin, helandin û qirkirina kurd û Ermeniyan digeriyan. Dîsa hezar heyf e ku, wek kurdên feodalên haya wan ji cihanê tunebûn, serokên Ermêniyan jî, bi taybetî yên neteweperest û alîgirên “Partiya Taşnaksiyûn” rika xwe kutan hevûdu û, ji dawiya sedsala 19’an heta yekemîn çarika sedsala 20’ an ji hevdû bi sed hezaran mirov kuştin. Yên di serî de vê bi vê xetereyê dizanîbûn, ronakbîrên herdû gelan jî bi hezaran heyfe ku di mijara “bi hev re jiyîna her du gelên reben û stûxar” de, ne xwedî hêz û proje bûn. Serok û alîgirên hin partî û saziyên Ermenan bi qasî serokeşîr û gundiyên nezan ên kurdan, berjewendiyên xwe di qirkirina gelên mislimanan de didîtin û gava fesala(firsend) xwe bidîtina gundiyên belengaz dikuştin, bi saxî diavêtin nav agir û xwedê giravî bi vî awayî heyfa xwe ji osmaniyan distendin. Bi taybetî dema Şerê Yekemînê Cihanê de, digel komkujiya Ermenan, bi sedhezaran kurdên xizan û belengaz jî, an bi destê neteweperestên Ermen hatin kuştin, an jî ji tirsa kuştinê, ji bêxwedîtiyê gund û bajarên xwe di cih de hîştin revîyan û li çol û deştan, li serê çiyayên asê, di gelîyên de ji ber nexweşiyên cûrbecûr û ji xelayê mirin. Dewleta Osmaniyan ku ketibû destê neteweperestên tirk, ji ber sedemên cûrbecûr maciriya kurdan-ku ew jî di rastiyê de tehcîr bû- teşwîq kirin, bi dawîbûna komkujî û tehcîra ermeniyan a di salên 1915-1916’an de, îcar dora “îskana Kurdan a mecbûrî” bû. Em ê di mijara Maciriya Kurdan de de bi dorfirehî li ser van bûyeran dê bisekinin.

Di sedsala 19’an de di encamên şerên Ûris û Osmaniyan de pozberiya misilman û xirîstiyanan hey diçû zêde dibû. Îcar şerê 93(1877-1878) derketibû. Di encamê de Osmanî têk çûbûn û nêzikî 600.000 misilman ji ber kafiran (!) reviyabûn û  li Anatoliyê û li Kurdistanê li ber pozê Ermenî yên mayî hatibûn bi cihkirin! Ji mirovên ne misilman re du rê mabûn: an ew bên ser dînê Mihemed, an bên kuştin… Digel hemû kar û xebat û şîret û şiyarkirina ronakbîrên kurdan, eşîr dîsajî li peyî sultanê osmaniyan çûn û bi gotin û provokasyonên wan xapiyan û di komkujiya yekemîn a Ermeniyan a di salên 1894-1896’an de bi giranî cih girtin û wek cerdevanên îro  jî bûn şirîkên tirkan. Di vê komkujiyê de ji hêla tirk û çerkes û eşîrên kurdan ve bi deh hezaran Ermenî hatin kuştin, mal û milkê wan hatin talankirin lê, Ermen tê dernexistin ku ev prova ya komkujiya herî mezin a di salên li pêş e! Ew li pey “hevkariya bi kurdan” neketin û tim û tim pişta xwe bi Ûris û bi gelên din ên xirîstiyan ve girê dan. Ronakbîrê wan ê bin av û deng Raffi di rojnameya “ Mişag”ê de baweriya xwe ya bi hev re tekoşîna Ûris û Ermeniyan, tekoşîna du gelên xirîstiyan ên li dijî diktatoriya Osmaniyan pêwîst dibîne. Antranîk Çelebyan di pirtûka xwe ya bi navê “ Antranîk Ozanyan” de nêrînên xwe bi vî rengî dide der: Di dawiya salên 1830’yan de gava Xaçadûr Abovyan “rewşa Ermenîstanê ya dilşewat” tîne ziman tekoşîna çekdarî ji bo Ermenan tiştek pir dûr bû. Diayên wan tenê jiyana di bin siwana dewleteke xristiyan de bû. Dîsa ew di heman pirtûkê de, derheqê saziyên ji bo azadiya Ermenîstanê dixebitîn weha dibêje: “Armenagî dixwestin bi awayek nepenî amedekariya şoreşê bikin. Ew li dijî mîting û serpêhatiyan bûn. Bi dizîka xwe bi çek dikirin. Lê Xinçaxsî û Taşnaxsiyan ( her dû partiyên herî bi hêz ên tekoşer) sosyalîs bûn û bi xwepêşandanan dikirin bala Ewropiyan bikişînin ku ew mudaxeleyê Osmaniyan bikin.”  

Piştî evqas mirin û kuştin û xireciran, piştî “maciriya bi mîlyonan mirovan” ku her yekî bi xwe re kul û kederkî mezin anî bû, li tu deverê şert û mercên jiyanek bihev re (hevbeş) nema bû… wek li her derê Welatê Osmaniyan, li Kurdistanê jî, mal û milkê Ermeniyan dibû mijara dizî û talanan. Gelek caran axayan bi darê zorê, aşkeretî, keçên bedew jî tê de, dest datanîn ser her tiştên wan. Ew bi piranî ji tirsan gilî nedikirin, yên dikirin jî neheq derdiketin. Ez ê mînakek balkêş ji herêma xwe bidim; Di salên cerdewantiya Hemîdiyê de gundê Kulî (nuha li ser Tekmana Erziromê ye) destê ermenîkî bi navê Koxo de bû ye. Koxo bi gotina hinekan, di nava kevirekî de, ew kevir hê jî bi navê wî tê nasîn , gelek zêr dibîne û pir dewlemend dibe. Rojekî havînê wexta bêderan axayek ( navê wî ez dizanim lê bê destûra neviyên wî naxazim lêkim) sercerdevanê Hemîdî tê gund. Bala xwe didê kurikek li ser bêderê kamê digerîne. Diçe kurik wê de dike û bi xwe radibe ser kamê. Koxo, gava çav bi axa dikeve cih de diçe nav malê û sinyekî qûçkî tije zêr dike û ber bi axa ve tê. Axa ji dûr ve bang lê dike dibêje; "Oro Koxo yê kafir, te di emrê bav û kalê xwe de odaxek(ê ku kamê digerîne) mîna min dîtiye?"
 Koxo neyarê xwe baş nas dike, dibersivîne: "-Axayê min, te jî, kesekî heqdestê odaxê xwe pêşin bidê dîtiye?” Axa, li ser vê bersîva baqil û îkrama giran wiha lê dizvirîne: -Kafiro, welleh minê te bikuşta lê, te zû rê li ber min girt!  Mamoste Marûf

DESTPÊKA PİRSGİRÊKA ERMENÎ Û KURD

Piştî lawazbûna Dewleta Îranî û Împaratoriya Osmaniyan, li rojhilatê Ûris hêdî hêdî xurt dibû û jibo gelên xristiyanên Dewleta Osmanî dibû hêviyek mezin. Şerê Ûris û Îraniyan ku di sala 1826’an de qewimî, bi ya min despêka pirsgrêka Ermen e. Di vî şerî de bi qasî 7.000 leşkerên Ermenî li pişta Ûris radibin û di têkçûna îraniyan de rol dileyîzin. ( Gava Napolyon di sala 1798’an da Misir dagir kiribû gelek ermen jî kiribû nav artêşa xwe. Ev yekîne ji ermeniyên Memlûkî pêkhatibû. Ji ber ku ev Ermeniyên Memlûkî dûrî tixûbên osamaniyan bûn tesîrek neyînî li ser ermeniyên Osmanî nekir. Ev hevkarî despêka hevkariya ermeniyan a bi gelên xirîstiyan re ye û ji vir pê de ev rewş ta roja îro didome) Bi morkirina “Peymana Tirkmeçayê”, derdorên Rewanê û yek ji navendên Olî yên Ermenîyan; Eçîmiyazîn dikeve nav olkê(ax, erd) Ûris. Ji Urumiyê nêzî 35.000 Ermen koçî vê herêmê dike. Ji wê rojê  şûn de digel ku gelek caran Ûris li Ermeniyan bêbexti kiribe jî, tifaqa wan heta roja îro didome û Ermen di heman şerên bi Osmaniyan re, bi Ûris re tevdigerin. Di sala 1828’an de şerê Yewnanî û Osmaniyan dertê. Ûris firsenda xwe tê de dibîne û dajo ser Osmaniyan û ji kelên derûdora Derya Hezarê bigre heta Erziromê dagir dike. Di encama peymannameya Edirneyê de (1829)cara yekem “Çemê Erez” wekî sînor tê destnîşankirin. Ji vê rojê pê ve Ûris doza Qefqazyayeke xirîstiyan, Osmanî jî Serhedeke misilman dajo. Qefqazya dibe erdê Ûris û ew bi mîlyonan misilmanên xizan û belengaz bi darê zorê nefiyê herêma Serhedê dike . Piştî Peymana Edîrneyê, Ûris ji serhedê dikişe û derbasî aliyê (şeq, rex) din ê Çemê Erez dibe. Bi giranî, ji Erziromê û ji Êleşgirê bi dora 100.000 Ermen ji tirsan be, bi teşwîqa Osmaniyan û Ûrisan be,  didin pey leşkerê ûris û li Rewanê, li Qerebaxê û li Sewanê bi cih û war dibin. (H.F. B. Lynch, Armenia: Travels and Studies. Beyrut, Khayats Reprint, 1965, c. I. Asdennadjian , rûpel: 308-310) Tişta herî balkêş ew e ku; ta vê demê, Rewan jî tê de, li ser axa ku lîro lê Ermenîstan hatiye avakirin, bi gelemperî Kurd û gelên din ên misilman dijiyan û ev herêm tu car wek welatê Ermenan nedihat hesibandin. Rojhilata Anatoliyê, bi taybetî Herêma Serhedê serobino bubû… Gelên kafkasî yên misilman û eşîrên kurd gund û bajarên xalî şên dikirin. Ermenên mayî û van şênî yên nû, di heman şerên Ûris û Osmaniyan de rika xwe dikutan hev û du. Bi taybetî gelek eşîrên kurd ên koçer di şûna Ermeniyan hatibûn bicihkirin û Osmaniyan wan ew li hemberî Ûris û Ermeniyan wekî mertal bikardanîn. Li aliyê din, rewşa gelên xristiyan jî ji vê ne cudatir bû. Ew, bi taybetî jî Ermen, li pişta Ûris bûn û azadî û serfiraziya xwe di rêhevaltiya bi Ûris re didîtin. Raffî, di Rojnameya “Mşag”ê de (ev rojname di sala 1872’an de li Tiflîsê dest bi weşanê dike) dibêje; “çareseriya pirsgirêka erermenî, bi hevkariya ûris û ermeniyan a li hemberî tirkan mimkûn e.” Bi kurtasî li vir cihan bibû du bend; Li alîkî. Dewleta Osmanî û alîgirên wê, li aliyê din ; ûris û rêhevalên wê!

Rewş gihîştibû astek wusa xedar ku piştgirên van hêzên mezin; Ermen, Gurcî, Tirk, Kurd û Çerkes, êdî bi fermanên efendiyên xwe, hev û du qir dikirin. Piraniya Qefqazyayê, pîştî têkçûna Şêx Şamîl ji misilmanan hat şuştin (1859). Bi sed hezaran Çeçen,Çerkes , Abhaza, li ser axa xwe ji hêla Xrîstiyanan ve bi awayek pir hovane an hatin kuştin an jî ber bi welatên cur bi cur ve hatin miştexîkirin.. Di vî warî de rewşenbîrê ûris “Tolstoy” jî şahedî dike û wiha dibêje: “yekîneyek ji artêşa Ûris êriş bir ser gundê Tuba ya di ber Ava Subaşî de ye û şêniyên wî Abahzekhî yên milekî ji eşîrên Çerkesan e .Ûris tevahiya gundiyan dîl girtin û kuştin. Di nava kuştiyan de du jinên zikê wan li ber devên wan, ducanî û pênc jî zarok hebûn. Ev yekîne girêdayî artêşa Kont Evdokîmof e û di Geliyê Pshişê re dikişe û kîjan gund li ber dikeve vala dike, Şêniyên wan bi darê zorê an ber bi Tirkiye yê ve an ber bi deyşta Kubanê ve dişîne” Yên xilas bibûn jî her tiştê xwe di cih de dihîştin û bi kırasê canên xwe tenê, xwe davêtin cem brayê xwe yên misilman û diketin ber bextê wan. Ew birayên wan ên rovî, ji bo ewlehiya xwe, ew li ser tixûbê ûris, an ji bo qirkirina ermeniyan di gundê Ermeniyan ên bi nîvî valabûyî, an jî li tenişta gundê “Ermenîyên dilxwazên Ûris” bi cih kirin û ji bo tolhildanê firsenda dawiyê dan wan. Halbûkî wê demê Misilmanan bi tevahî baş dizanibûn ku; Ermen hevalbendên ûris in, ûris û ermen bi hev re neyarên misilmanan in !
(bnr; Foreign Office, Belgehên wezareta karên derve yê îgilîz, 195-562, No. 37, J. I. A. Simmons 16/11/ 1857 “Rapora li ser rewşa siyasî û Aborîya Tixûbên Tirkiya li Asyayê)

Evdirehman Bedirxan di Hejmara 15’an a Kurdistanê de Tirsa ji Ûris wiha dinivîse; “…Lakîn çikû Rûsyayê zeîftiya me dizane. Un dizanin Rûsyayê çi Çerkesa kir, un dizanin çi Efxanistanê kir; de vêca rêz hatiye Kurdistanê.” Bedirxanî jî Rûsyayê û Ûris, ji bo kurd û Kurdistanê talûka herî mezin nîşan didan. Miqdat Mîdhet Bedirxan di hejmara 2 yemîn a “Rojnameya Kurdisran”de weha dinivîsîne; “Xwdê neke, hekî dişminê we Moskof hucûmê wetenê we bike, ûnên çawa şerî wî defî bikin? Moskof xweyî top û tifingên ecêb e,cihên mirov wek teyra dixuyî, gule û berîkên xwe digihîne wan dera; topên wên ecêb hene, dikare pê wan topan çiya hilweşîne”

Kurd xwe wek parêzwanên hemû misilmanên di nava Împaratoriya Osmaniyan de dihesibandin û li wan xwedîtî dikirin. Xwendewanek bi navê “ji eşrafên Diyarbekirê Ş.M di hejmara 13emîna Rojnameya Kurdistanê de vê nêrînê weha lêdike:  “Wê misilman hemî bizanibin ku, weki Kurmanc ne li milê Kurdistanê bîna, heta Moskof hatî Anadol zebt kiribî; wê hingê Misilmaniya Anadolê, halê Tirka wê yekcar xirab bibîya”  Di vê rewşa dijwar û bê ewle de, ermen wek “dilxwaz û alîgirên Ûris” bi awayek dorpêçkirî di nav misilmanan de dijiyan. Bi serde jî “Ermenên li derveyî İmparatoriya Osmaniyan û alîgirên wan” doza Ermenîstanek ewqas mezin dikirin ku ev dewleta bi dilê wan tevahiya Kurdistanê, nîvê Anatoliya Navîn; Edene, Mereş jî tê de, gelek bajarên din ên împaratoriyê dida ber xwe! Evdirehman Bedirxan li ser vê mijarê di hejmara 7’an a Kurdistanê de wiha dinivîse: “Dewletên mezin hemî divên Kurdistanê bidin Ermeniya. Xunkarê me jî (Evdilhemîd re nabêje hûnkar, navê xunkar lêdike)qet fenakire Kurda û hema rehetiya xwe digere” Mamoste Marûf

EZ ÇAWA 4Ê GULANA 1961’AN Jİ DAYÎKA XWE BÛM?

  Salên salixa ji dayîkbûna min didin, salên bi cih kirina serweriya komarê bû.   Ji Enqereya kambax wêdetir demokrasî û azadiyeke nîvçe, li...

Nivîsên zêde hatine xwendin