Li gundeki mêrekî kîrtûjê bi navê Hamoza hebûye.
Ew bi jina xwe ya ewil namîne, di ser de dizewice, hêwiyeke çavşîna konek û bi fêl tîne ser
rebenê.
Hamoza çend salan bi her du jinan re çê-xirab derbas dike lê, paşê dibine ku ew bi hev nakin, rojê sê dan tên cem Hamoza û xeyba hevûdu bi wî de dikin.
Hamoza çend salan bi her du jinan re çê-xirab derbas dike lê, paşê dibine ku ew bi hev nakin, rojê sê dan tên cem Hamoza û xeyba hevûdu bi wî de dikin.
-Hamoza, ew ê jahriyê bixe nav nanê te!
-Hamoza, ew çi qelî û penîrê malê heye ji mala bavê xwe re
dişine!
-Hamoza, ew ê tiştek bîne serê te, hayê te ji te hebe haaaa!
- Hamoza ew li cem te palûpûsiyan dike lê, çav li der e.
Ew ê bênamûsiyek bike, xûnê bine ber deriye me…
Rojek jı rojan bihna Hamoza ji jinan pir teng dibe, dinya li
ser serî reş û tarî ye , ewqas ku êdî nizane çi bike…
Hûr û kûr difikire, di serê xwe de dibe tîne, dibe tîne… Di dawiyê de biryar dide, ew ê jinên xwe biceribîne ka ji wan kêjan dilsoz e,
kêjan xwedî namus e, kêjan ji wî hez dike yan nake…
Hamoza, dikeve nav nivînan, çavên xwe dikute arîkan, xwe davêje nexweşiya mirinê, dinale û dibêje:
“Gelî bermalîno, Wa ye
ez dimirim, bilezînin herin çiyê ji min re hinek pincara şîn bînin, ez bixwum,
dibe ku ew bibe dermanê min”
Ya mezin di cih de, bil ez û bez, ji malê derdikve berê xwe dide çiyê…
Ya biçûk, dibine ku
mêrê wê nexweş e, hiş ne li serî ye, hêwî jî ne li malê ye, firsenda xwe dibine
, diçe kîlerê, dûyê pez ê ku ku beriya
çend rojan ji xwe re veşartîbû ji cih
derdixe, wî hûr hûr hûrdike, hevîrê xwe
vedistrê, wî bezî dike nav hevîr, ji xwe re kilorek xweş a kurmancî
çêdike; bona ku heta êvarê bipije davêje tennûrê, paşê ji malê derdikeve, ber bi çiya ve hêdî hedî, hûrik hûrik dimeşe.
Hamoza gava dibine ku jina wê ya biçûk jî ji
malê derket, hêdika ji nav nivînan derdikeve,
diçe xweş kilora jina xwe ya bêbext ji
tenûrê derdixe datîne ber xwe, zikê xwe
têr dike, dîsa vedigere dikve nav
nivînên xwe. Ew dîsa zimanê xwe bihostek ji
dev derdixe, her du çavên xwe hişk digire
û xwe li mirinê datîne.
Bi êvarê re dora pêşî jina wî ya mezin vedigere
malê; tê li ber serî disekine, hew dibine ku Hamoza miriye! Rebenê dibêje qey
pincar bi derengî ketiye, Hamoza loma miriye.
Bi her du çavan bi ser de digirî ,
dike hewar û gazî û weha dibêje û dilorîne:
Hamoza,
Gelî kûr bû Hamoza
Pincar hûr bû, Hamoza
Rêkam (rêya min) dûrbû Hamoza
Çavkêm ( çavên min) kûrbû Hamoza
Çendikî; şûn de jina biçûk vedigere tê malê, dibine ku hewiya wê li ber serê
Hamoza digirî, dibêje qey ew miriye. Rasterast diçe aşxaneyê, bi ser tenûrê de
kûz dibe ku kilora xwe derxe bixwe lê; digere nagere kilorê nabîne! Hêviya xwe
ji kilorê dibire, pol û poşman, kula kilorê di dil de, tê ber serê Hamoza û xwe li şîn û girînê datîne; weha dibêje dilorîne:
kilor bez bû Hamoza
Min lênexist gez bû Hamoza
Karê min lez bû Hamoza
Reben ez bûm Hamoza…
Li ser gotinên jina biçûk Hamoza çavên xwe vedike, radibe
ser xwe, bi hêrs ser de diqîre:
Min gora bavê te gaho, ez mirî bûm, tu rabubû ji xwe re
kilora bez çêdikir ha!
Hamoza jina xwe ya çavşîn berdide, dişine mala bavê, bi ya ewil re jiyana xwe derbas dike...