Kilso,
merivek pir bi fen bû. Debara xwe bi danûstandinê dikir lê, çi danûstendin! Kî lê biqesidiya heta derbek jê nexwara, nehata xapandin sikura xwe jê xelas nedikir…
Berê pirtî û tayê hevrişîm pir û pir
giranbiha bû; ewqas ku wekî zêrê zer,
pereyê girêdayî pê bazirganî dibû. Çi kêm
çi zêde, hevrişîmê barê teşiyekî hêjayê berxek bû.
Rojek Kilsoyê me yê rovî ji
yekî lepek hevrişîm bidest dixe, tîne
malê. Bala xwe didê ew qeşek e, qasî pûrta çivîkekê
ye lê, dîsa jî di nav gund de kî li ber bikeve pesnê xwe û hevrişîmê xwe dide;
dibêje; “min dest bi hevrişîmfroşiyê
kiriye; ez êdî ne ji wan bazirganên navgundiyê para devê we ; ez Kilsoyê bazirganê
bazar û çarşiyên Wan û Amedê me”
Nav û dengê Kilso û hevrişîfroşiya wî
li ber gohê brayê wî yê mezin jî dikeve; diçe cem; lava û rica, jê daxwaziya
hevrişîmê barê çend teşiyan dike.
Kilso dikeve nav tatêl û dudiliyeke mezin: Hevrişîmê xwe bi drustî
bidê, sermiyana jixwe tüne ye wê ji binî ve bi erzanî ji dest biçe; sextekarî
bike; sibê ew ê werên rûyên hev, nabe.
Nedê; li darê dunê ew e; kekê xwe ye; gere
meriv bêxatiriya wî neke…
Her cara ku birayê wî jê daxwaziya
hevrişîm dike Kilso xwe kerr û lal
dike…
Rojek, du roj, sê roj… Dibîne ku kekê wî belaya xwe jê nake; bi êvarkî lêdixe diçe mala
wî, jê re dibêje; "wele keko ez ê serê
sibê bi karwankî biçim Amedê; min
dil heye hevrişîmê xwe bi xweş buhayek li wir bifroşim, bikim
sermiyan; ji wir biçim Helebê; barek hevrişîmê qenctir û erzantir bistînim;
para birayê min bila deynê stûyê min be; ez ê bi xwe re bînim, bêpere bidim.
Lê bira dîsa dide zora xwe,
hevrişîm ha hevrişîm… Kilso îcar dixwaze
bi helbesteke lê vegerîne. Dibêje:
“Birayo, ez terim tu dimînî
Ew dilive tu dibînî
Paşê dile te ji min nemine”
Bira di mejiyê xwe de dibe tîne, ji
gotinên wî ti tişt nakeve serî; ji ya
xwe nayê xwarê. Jê re dibêje; “heyra,
dilive nalive, bi te ketiye! Tu wî hevrişîmî bide min… Ma ne bi pereyê xwe ye! “
Kilso paşstûyê xwe dixurîne; ne bi
dil be jî dibêje erê Lê, şertê xwe jî Ji kekê xwe re dibêje:
“Keko, serê sibê ez ê bi azana dîkan re rabim
birêkevim; tu yê ber bi nîvro werê malê
hevrişîmê xwe ji bûka xwe bistînî bibî lê; sermiyana min ew hevrişîm e
tu pê dizanî; divê tu heqê wî aniha pêşîn bidî”
Kilso bi kîlo û bi gram û dirheman bazara xwe dike;
perekî xweş ji birayê xwe distîne; lêdixe diçe mala xwe…
Sibetirê birayê wî bi kêf tê mala Kilso; ji jina wî hevrişîmê xwe
dixwaze; jinik glokeke mezin, gelek jî
giran hevrişîm dide destan…
Ew
hevrişîm dixe bin çenga xwe; bi lez û bez tê malê…
Rebeno ji bayê felekê bêhay e. Glokê datîne ser sewkiya odeya mêvanan; xwe
dide hemberî wê, pala xwe dide diwar rûdinê; bi kêfxweşiyeke mezin ji dûr
ve li gloka hevrişîmê çîlspî temaşe dike.
Lê qasek şûn de, bala xwe didê çi bibine! Gloka wî hêdî liviya, liviya; paşê bi gavên hûrik hat, hat li ber çoka wî nesekini…! Goh lê
dirêj dibe, şaş û mat dimîne. Lahzekî
şûn de hişê wİ tê serî; destê xwe dirêjî gilokê dike; bi serê tayê hevrişîmê ve digire
hêdî hêdî dikişîne vedike, vedike… Xwedêyo
ev çi ecêb e!
Kilso tu çibikî? Biçî ji nav zeviyan kûsiyek girê geriyayî bibînî;
wî bikî zembîlekî li pişta xwe bikî, bînî;
parîkî hevrişîmê xwe lê bigerînî; ji wî hevrişîmê bi qasî tûncika
zarokekî, glokeke mezin hevrişîm derînî;
di gundê biçûk de navê bazirganê
mezin bi xwe ve daynî…Mamoste Marûf