Ahmet Süreyya Örgeevren,
serdozegerê (baş savcı) dadgeha (mehkeme) Îstîklalê bû. Ev dadgeh piştî
tepeserkirina serhildana Şêx Seîd Efendî, di sala 1926’an de li Amedê bo
darizandina kurdan hatibû damezirandin û bi dayîna biryarên bi lez û bez ên
îdamê nav û deng dabû.
Bîranînên Ahmet Süreyya
Örgeevren, di salên 1960’an de di rojnameya Tirk ya bi navê “Dunya” de tên
weşandin û di wan de qala bûyerên pir dilsotîner, pir trajîk, pir balkêş tên
kirin.
“ Rojek
ji kurdan xortekî qemerê egîd anîn dadgehê. Ew peyvek be jî Tirkî nizanibû ku
bersîv bide, xwe biparêze. Dadger (hakim) bi hev şêwirîn û cezayê îdamê dan wî
ciwanî...”
Hincet û sedema îdamê ecêbek
kesnedîtî bû:
“ Xêra kesekî tirkînezan nagihîje welat, lewma îdam...”
Ew gotina xwe weha didomîne:
“Di heman şevê de lawik birin û bi dar de kirin !”
“ Xêra kesekî tirkînezan nagihîje welat, lewma îdam...”
Ew gotina xwe weha didomîne:
“Di heman şevê de lawik birin û bi dar de kirin !”
Paşê, dike nake kuştina neheq a wî xortî ji ber çavên
serdozger naçe û weha dibêje:
“Li Dagkapiyê otêlek piçûk a bi navê Yalova hebû. Ez li wir dimam. Çawa ku bi xew re çûm, ew lawik ket xewna min; bi qirika min ve girt; bi Tirkî bi ser min de qêriya û got;
te çima hîşt ez bêm îdamkirin?
Heta sibê du sê caran weha hat û çû. Hindik mabû ez dîn bibûma...

Serê sibê çûm dadgehê û min
ji hevalên xwe yên dadgeran re got:
“Biraderino, heger em bi ya we bikin û Tirkînezanan bi dar de
bikin; gere tevahiya Amediyan, ew jî
têra me neke, gere em
tevahiya Rojhilatiyan bi dar de bikin. Ma em bo cezakirina
sûcdaran nehatine vir!”
Min di xwena xwe de çi dîtibû ji wan re jî got. Mazhar Müfit û dadgerên din gotin; ‘ev karê me ye, çi ji te re.’ Min serdozgeriya xwe kir bîra wan.Em pevçûn. Min û wan bi
nivîsên şîfrekirî giliyê hevûdu kir. Hefteyek şûn de ev telgraf gihîşt ber
derstê min:
Min di xwena xwe de çi dîtibû ji wan re jî got. Mazhar Müfit û dadgerên din gotin; ‘ev karê me ye, çi ji te re.’ Min serdozgeriya xwe kir bîra wan.
“ Serdozgerê Dadgeka
Îstîklalê, Ahmet Süreyya Beg:
Armanca me pelixandina serê tevahiya Kurdan û heta dawiyê anîna koka kurdparêziyê ye. Bi hevalên xwe yên dadger re li hev werê û bi wan re şêwra xwe bike yek. Tême çavên te.”
Armanca me pelixandina serê tevahiya Kurdan û heta dawiyê anîna koka kurdparêziyê ye. Bi hevalên xwe yên dadger re li hev werê û bi wan re şêwra xwe bike yek. Tême çavên te.”
Serokwezîr
İsmet İnönü
Ma îro jî ne weha ye? Ew Kurdan ji ber tirkînezaniyê bi dar de
nakin lê, ji birçîna dikujin.
Ka bînin hişê xwe; hûn "bê Tirkî" dikarin zikê xwe têr bikin?
Ka bînin hişê xwe; hûn "bê Tirkî" dikarin zikê xwe têr bikin?
Mamoste Marûf
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder