Di salên 70
yan de nifşa me di kemla xortaniyê de bû.
Dinya li ser gohekî me, feleka
xayîn heşayî canik û camêran,
kûçikê ber deriyê me bû.
Digel
bindestiya me, nizanim çima gelek hêviyên me yên mezin jî hebûn: Em şoreşger
bûn; me yê cihanê ji hemî neqencan, ji xwînmijan, ji kedxwuran bişûşta, hêlîn
li wan biherimanda dawî li xweş dewrana wan bianiya.
Hûn ê
bipirsin ka Kurdayetî, ka Kurd û Kurdistan?
Ew, wek hemayîleke
pir efsûnker, xenîmker lê, te digot qey malê
diziyê bû…
Me, di şuna ku bi stûyê xwe ve bikira, hemaîla xwe xistibû nav heft laçikan, di nav dilê xwe de vedişart; bi kilamekî ji welat ê salê carek li ber gohê me diket, bi lo lo’yek gundî yê bi şaşitî ji deve yekî derdiket, bi serûgohê merivek perişan ê li bazara emeleyan , bi girêdana kurdewarî ya jineke reben a li ber deriyê nexweşxaneyek, bi dîtina zarokek qemerê çavbelek diket bîra me.
Bi bîr anîna
Kurd û Kurdistanê, heger cih li me xalî
bûya, me bizanibûya ku kes me nabîne-bi me nahese, dibû kûrîna me, em bi
halê xwe yê perûperîşan digiriyan.
Di şevên reş tarî de me xwe dispêrt tenêtiyê, serî
dikir bin lihêfan, diçûn welat, dibûn Kurd, dibûn torinê malmezinên eşîra xwe,
dibûn “mektepliyê delalî”yê ber dilê dê û bavê xwe, dibûn lawikê jîr û jêhatiyê
gundê xwe, dibûn berdilkê Zozan û Eyşoka bejnzirav, lêvtenik û xebrxweşa xwe
lê, gava dibû sibe… Me çavê xwe vedikir
perr û bask û qidûm li me dişikestin… li
ber eynika serûçavşoyê li xwe dinêrî; wêy bavooo! Em, li vî welatê xerîbiyê, li
gohê yurdekê gemar ê bi tirkên nezan û xizan û belengaz û xiloxwar serqûçkî
tijî … Hela li vê ecêbê li vê gosirmetê, li ber çavê wan rewilan em in Kurd
Memet, em in çiyayiyên har û hov, em in “kiro”yên bêrûmet…
Ji vê rewşê
jî ecêbtir, neteweke bi serjimarkî bi mîlyonan, her roj bi navkî, eşkera, li
ber rûyê wê disekinîn, ewî dixistin qûna
kûçikan, dihat bêrûmet kirin, qedr û qîmeta nedidanê qasî şekaleke ser sergoyan,
dîsa jî ewladek wî ranedibû, nedigot ;“ êdî bes e!” tif nedikir nav çav û rûyê
dagirkeran…
***
Wan salan Televîzyon,
ew jî reşbelek, bi yek qanal, bi yek
netew û bi yek bîrdozî, hê nû ketibû nav gel. Ew wekî hêkeke reş û spî bû. Tirk
û tirkayetî û Kemalîzm spîka wê; nirx û hêjayiyên Kurdan di serî de, hemî gel û
netew û bîrdozî û rabûn-rûniştinên din reşika wê bû.
Derketina
ser ekranê televizyona TRTê bi serê xwe serkeftineke
pir mezin bû. Bo hunermendekî dev bi
kurdî, ev yek ji xewn û xeyalan jî wêdetir
bû . Me hewiya xwe bi stranbêjên bi
dirufkî Kurd, yên bi devkî diketin dilqê Tirkan û "di ser çiyayê Agiriyê
re fir didan" (Agrı dağından uçtum),
bi tirkî mûmikan dijmartin ( bîr mûmdir, îkî mûm dir, ûç mûm dir) dianî.
Ew roj
yekşemî bû. Zarên xelkê an çûbûn gundên xwe yên li derûdora Balikesirê, an bo
gerê çûbûn çarşiyê. Em, xwendekarên
xerîb, bi taybetî ên xizan û belengaz di yurda dibistanê de mabûn. Ma bê pere û
bê pol, bê mal û bê hol, bê nas û dost em ê biçûna çarşiyê me yê çi bikira! Li welatê
xelkê tu yê bi ku de biçî? Şikur ji Xwedê
re, televizyon hebû. Di rojên betlaneyê
de me xwe dida ber. Bihna me pê derdiket…
Di salên
70yan de bernameyeke şahiniyê hebû.
Starnbêj, li derveyî stûtdyoyê, li gund
û bajarên cûrbecûr derdiketin pêşberî
temaşevanan û distrand. Rojek dîsa em hêsîr û dîlên destê TRTê bûn ku ew bername
destpê kir. Hunermend îcar çûbûn zozanekî Kurdistanê, li wir dor bi dor stranên
gelêrî digotin. Kekê Nizamettin Ariç jî di nav wan de bû. Ewî jî bi xweş awzê
xwe yê Kurdewarî kilamek got; meqam Kurdî, ziman Tirkî bû. Kekê Nîzamedîn, bi
dengê xwe yê şêrîn û zelal û Kurdewarî pir li xweşa min çûbû. Lê tiştek din
bala
min kişand: Kamera dengê wî nedida, vedişart (qedexe bû) lê ew, beriya ku strana xwe bibêje, piştî strana xwe jî tim li cem jinên Koçeran dixwiya, bi wan re diaxivî! Di wan dîmenên kurt de Kêfxweşiya wî , coş û kelacana wî, şabûna wî ewçend zêde dixwiya ku, te digot qey wê rojê ewî li ber dagirker serî rakiriye; avêtina ji karê xwe yê ku Xwedê zû biz û nedikir para Kurdekî , talûkeya lê qedexekirina Televîzyonê jixwe daye ber çavan, di dawiyê de mirin jî hebe kes nikare wî ji wan koçeran veqetîne.
min kişand: Kamera dengê wî nedida, vedişart (qedexe bû) lê ew, beriya ku strana xwe bibêje, piştî strana xwe jî tim li cem jinên Koçeran dixwiya, bi wan re diaxivî! Di wan dîmenên kurt de Kêfxweşiya wî , coş û kelacana wî, şabûna wî ewçend zêde dixwiya ku, te digot qey wê rojê ewî li ber dagirker serî rakiriye; avêtina ji karê xwe yê ku Xwedê zû biz û nedikir para Kurdekî , talûkeya lê qedexekirina Televîzyonê jixwe daye ber çavan, di dawiyê de mirin jî hebe kes nikare wî ji wan koçeran veqetîne.
Wan çaxan,
min baş dizanibû ku jinên koçeran hema
bi tevahî nezanên ziman û çanda Tirkî ne. Belê hunermendekî Kurd, bi ser de jî
di nav hunermendan de yê herî serkeftî, ji zimanê xwe, ji Kurdbûna xwe
şerm nedikir, li ber çavê bi mîlyonan Tirkan, bi jinên Kurd re bi Kurdî
diaxivî!
Navên wan
nayê bîra min lê, di wê bernameyê de çend hunermendên kurd û Kurdistaniyên din
jî hebûn, ew ji wan koçeran dûr disekinîn, xwe li wan nedikirin xwedî…
Çend sal şûn
de, piştî darbeya leşkeri, ez pê hesiyam ku Nizamettin Ariç derketiye derveyî
Turkiyeyê. Di cih de ew bernameya Televîzyonê hat ber çavên min:
Belê, li
Serheda me gotineke mezinan heye, dibêje: ”Berxê çê li ber kozê kifşe ye”.
Nîzametîn
Ariç, ewladekî gelê xwe yê şîrhelal bû, di ciwantiya xwe de bo gel û welatê xwe
hestiyar û dilşewat bû, camêr bû; lewma wek hin Kurdên din bi kemçûran xwe
nefirot, nebû hêsîr û dîlê dagirker.
Belê ew pihîna xwe li nav û nişan û pereyê dagirker
xistibû.
Dê ew ê ked û xwîdana xwe di riya gelê xwe de xerc bikira,
Xedê wekîl û qûl şahed, bi ya xwe jî kir,
dike jî, heta can tê de hebe ew ê bike jî…
Mamoste Marûf
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder