Di dîrok û çanda xwezayî ya mirovahiyê de tu car biratiya gel û netew û êl û eşîran tuneye, çawa ku ya şêr û pilingan, fîl û deveyan jî nîne...
Lê, êl û eşîr carinan wek ker û hespan leqî hev bûne, têkiliyên wan bi hev re çêbûne ji ber ku ji zimanê hevûdu fehm kirine. Jixwe di civaknasiyê de(sosyolojî) ev taybetmendî bi kurtasî wiha hatiye gotin;
“mirov ji nasan hezdike, biyaniyan neyar dibîne ”
Gotinek mezinên Alemanan heye; “şeytên di tiştên hûrik de, di kitkitan de veşartî ye”
Gava hûn dîroka mirovahiyê bi zimanê serdest û desthilatdaran bixwînin, bona ku hûn nekin teq û req, bona ku hûn sernerm û mulayîm bin, ew tim û tim behsa (qala) biratiyê dikin. Lê, ger hûn bikaribin pufî ser rûpelên dîrokê bikin û xweliya ku ew serdestên xêrnexwaz lê reşandine bikaribin bidin alîkî, hûn ê bibînin ka kîngê, ka çawa biratiya gelan pêkan e, mimkûn e...
Roman, an mitrıp, di warê pîşesazî û mûzîkşînasî û reqsê de pîspor nebûna, de ka hesab bikin, çi dihat serê wan çi nedihat...
Cihû an yahûdî bazirgan û bankerên herî jêhatiyê cihanê nebûna ka hûr û kûr lê bifikirin, kok û aca wan 3 hezar sal berê diqelandin, an na...
Ermeniyên me kurdan, hesinker û nalbend û aşvanên me nebûna, gem û zînê hespên me çênekirina, gelo me yê wan di qûntarên çiyayên xwe de bihewandina?
Di desthilatdariya împaratoriyan de ger axa çandiniyê bê serî û bê binî , hejmara mirovên cotkar û rençber hindik nebûya, yên xwedî bîr û baweriyên cuda, yên rengê çermên wan ne ji yê serdestan, dikaribûn hebûna xwe bigihandina heta roja îro!
Kurd ne xwedî çiyayên asê bûna, di mêranî û mêrxasiyê de deng venedabûna kî xwe heyran û qurbana çavên wan ên reşbelek dikir û sing û berê Mezopotamyayê dikir nesîbê nefsa canê wan...
Min çend seyhatname xwendin, bi çavên serê xwe dîtin ku; tu biyanî- dixwazî bila qasêdê Xwedayê jorîn be- bê bertîl û bê xelat nikaribûye ji bajar û gundê xwe derkeve û biçe dereke din! Arminus Vambery ku qasêdê Evdihemîdê Xûnxar e, bi eslê xwe cihû ye û bi mabesta lêkolîna alayên qazakan diçe li Asyaya navîn digere, Îbnî Batûta ereb e û di sedsala 9’an de li gelek deveran digere , Decalvijo sefirê Îtalyayêye û bo serdana Tîmûr ê yekalî di sedsala 15’an de diçe Asyaya navîn. Berhemêvan gerokan bixwînin; hûnê bibînin ka çi tê serê wan çi nayê !
Di zarokatiya min de, wek îro tê bîra min; gava mezinên me bi şevkî li derekî dûrî gundê xwe diman, an di nava çiyayên eşîrên biyanî re derbas dibûn, zirav li wan diqetiyan, ji tirsa heft selewatan danîn, hewara xwe didan Şêx Elî yê me yê Paloyê...
Li amerîkayê, di sedsala 19’an de serdestên “kapîtalîzma hovane” ku ew bûn yên reşikên Afrîkayê bi sedan salan wek xulam û şivan û gavan û cotvan û pale kiribûn ber qayişê, bi darê zorê dixebitandin, berjewendiyên xwe di wekhevî û biratiya(!) gelan de dîtin û hinek kemçûran avêtin ber reşikan... ji ber ku ew jî bubûn xwedî pere û pol (dirav, sermiyan), lê nikarîbûn biçûna dikanên “çermsipîyan”, perêyê xwe xerckirina... Hilberî(îstîhsal) heta tu dibêjî zêde bubû, lê mezaxî(serf, xerckirin) di cih de sekinî bû...
Piştî her dû şerên cihanê li Ewropayê jî mirovhezî (hûmanîzm) gihîştibû asta herî bilind. Ew bi qurban û bi heyrana gelên Afrîkayî û Asyayî bûn jiber ku di van şeran de bi mîlyonan mirovên terr û can hatibûn kuştin û ew mehkum û muhtacê keda biyaniyan bûn...
Kenê guran bi wan dihat; “bi şev zarokên xwe bi tirkan ditirsandin aş dikirin, dikirin xewê; lê bi roj, ji bo berjewendiyên xwe, wana bi bando û mizikayan pêşwazî dikirin, datanîn ser ser û ser çavên xwe...”
Ger doh, kurd nebûna leşker û parezwanên tirkan, li ber neyarên wan nebûna şûr û mertal, gelo aqûbeta ermenî û rum û asûriyan nedihat serê wan?
Ger îro em kurd, nebin berhevkarê pembûyên rasta Edenê, em nebin koleyên nanoziko yên atolyeyên tekstîlên Stenbolê, em nebin karkerên avahiyên metropolan, xebatkarên kanalîzasyonan, tirk me di bajarên xwe de dihewînin?
Ez dixwazim çend gotinan jî derheqê Sulhedînê me yê Eyûbî de li we kerem kim.
Hevalno, di dem û dewrana mirovahiyê de çend û çendik şerwanên jîr û jêhatî, mêr û mêrxas û egîd derbas bûne hûn ji min çêtir dizanin... Lê ji wan gelek kêm û hindik canik û camêr bûne şoreşger, înqilapger...
Şoreşger ew e ku beriya her kesî bi bi hinek tiştan bihese, hinek tiştan
biafirîne û ji bonê têbikoşe, mucadele bike...
Şoreşger ew e ku civatê ji binî ve bihecîne, biguherîne...
Şoreşger ew e ku hesabên wî, nêrînên wî fikr û ramanên wî mejiyên mirovan serwext bike, bi sedan salan riya wan ronî bike...
Belê Sulhedînê me yê Eyûbî camêr bû, mêr û mêrxas bû şerwanek kesnedîtî bû... A xwedê heta tu dibêjî oldar bû, misilman bû... lê hezar mixabin, ew şoreşger nebû...
Hin rewşenbîrên me dibêjin : “wê demê neteweperwerî nîn bû , lewma ewî ji bo kurdan tiştek nekiriye...” Ji xwe derd û kula me jî ev e... Wê demê ji bo zimanê kurdî hinek tiştan bikiriba dibû şoreşger!
Kêlikên gorên mezinan bi kurdî bi xemilanda dibû şoreşger.
Navê Hesenkeyfê (Hisn-i Keyfa) bikira Hisnê Kurdan dibû şoreşger...
Ez mînakek jî ji dîroka Împaratoriya Romaniyan bidim ;
Jul Sezar 51 sal beriya zayînê Welatên frankan û golî(gal) û seltî û vîzîgotan dagir dike... Dibîne ku di her gelî û newalî de zimanek xerîb e, di her deştekî de çandek biyanî ye ! Ew tîne, çiqas servedarî (îmtîyaz) hene dide kesên hînî zimanê Latînî dibin, bi Latînî diaxifin: Mafê bazirganiyê, mafê leşkerîyê, mafê xebatê, mafê rêveberiya kar û barê dewlwtê...
Bi vî havî netewên cûr be cûr ên Ewropayê bi dilê xwe hînî zimanên latînî dibin, lê jiber ku amûrên ragihandinê wek îro ne zêde ne ji wan netewan her yek zimanê fermî bi şiklek û bi şêweyek cuda fêr dibe, dielime.
Piraniya zimanên ewropaiyan bi vî şiklî ji Latînî zane.
Sezar, bi vî karî, rê li ber çanda hevbeş a ewropiyan vedike û çend sal şûn ve Ewropa bi tevahî tê ser ola Xirîstiyaniyê...
Bi ya min hîmê yekîtiya Ewropayê wê rojê Sezar lêkiriye, ne kesek din... Hevalno, şoreşgerî tiştek wusa ye...
Bimînin di xêr û xweşiyê de.
Mamoste Marûf
2.03.2009
Ger em hebin ew ê tunebin
Heta damezirandina Komara Tirkiyeyê, hejmara Tirkan, em bi awayek din bibêjin; hejmara yên xwe wek Tirk bi nav dikirin, endamên netewa ku Kemal Ataturk û rêhevalên wî yên jontirk û Îttîhatparêzan; dixwestin Anatolî û Kurdistanê li ser navê wan qeyd û tapî bikin, bê xilaf, ji şêniyên “gundekî gur” (qelebalix) kêmtir bûn, ne zêde... Ez dibêjim çend sed peya bûn, hûn bêjin çend hezar...
Belê rast e; bi taybetî li Anatoliyê, gava mirov rastî hev dihatin, an jî kar û barên wan diketin aliyê hevûdu , ji neçariyê bi hev re bi zimanekî Tûranî yê ne têkûz, bê rêzik, tevlihev, berhevkirî, gund bi gund tax bi tax ji hev cuda diaxivîn.Lê gava te ji wan pirsa “ tu kî û kê yî?” bikira; ew xwe tucar ne wekî Tirk; xwe wek ; “Kurd, Ereb, Ecem, Çerkes, Çeçen, Gurcî, Abhaz, Mihelmî, Roman(Qereçî), Laz, Alban (Arnewid), Boşnak, Dagistanî, Qerepapax, terekeme, Pomak, Rum, Ermen, Cihû, Asûrî, Kildanî, manav, yorik(koçer)” didan nasîn.
Werên li vî ecêbî û li vî gosirmetî; Tirk di Kurdistan û Anatoliyê de na, bi tenê di çend bajarên Ewropayê de hebûn! Ew jî “jon-tirk” bûn û di dawiya sedsala 19’an û di destpêka 20’an de ji Stembolê wek Osmanî çûbûn Parîsê û li wir hişê wan hatibû serê wan (!) û bi xwe hesiya bûn û bubûn “Tirkên Qehremanên bi nav û deng!” Ew bûn çend murîdê wan ên Stembolî bûn... Li Mezopotamyayê û li Anatolyê tu kesî ne bihîstibû, nas nedikir netewek bi navê Tirk! Lewma ew, dîroka xwe ya kevin û qedîm a tije bi xêr û ber û bi mêranî û mêrxasî û bi qehremanî(!) ; girêdan bi Atîla û Cengîz û Tîmûrê ji Asyaya Navîn... Ev her sê kes jî, ji aliyê gelên Kurdistanê û Anatoliyê ve wek; “ mirovkuj, Xwînrij, har û hov dirîndeyan dihatin nasîn... Ev “navên bi tirs û xof jî “têra Jontirkan nekirin “gurê boz”ê devbixwîn jî kirin dewsa bav û kal û rêberê xwe û pê gelên kevnare û xwecih û xwedî olk û erd û pîşe û şaristanî yên Anatoliyê tirsandin û ax û welat ji wan stendin û an ew kirin der, an kuştin, an bişaftin, helandin û dawiya dawîn dest danîn ser hemû dewlemendî û çand û nirx û hêcayiyên wan...Yên mayî; Z.Gokalp û Kamiran Înan û Gênc Qemer û nizanim kî û kê yê Kurd; Qiliç Elî û Muşîr Zekî û Deniz Baykal û bi mîlyonan Çerkez; Mesût û tayîp û bi sedhezaran Gurcî; Hîkmet û Elo û Misto û Temel û kul û kuruder û êdî nizanim kî û kê yê Laz û Qereçî û Ermenî û Rum û boşnak... Ev tev ketin dilqê gurê boz û kê û kî ne jiwan bin, kê û kî “paradîgmaya ji derewan pêkhatî” nepejirandibin ji holê rakirin... Ên li ser xwe man jî gefan li wan xwarin, tirsandin çewisandin kevirê aşê bê av li ser serê wan gerandin, ji mirovatiyê kirin; gelekên wan bi kemçûran kirîn, ên din veguherandin gur û cinawiran!
Belê gava mirov li dîroka li ser navê “Tirkiye û Tirktiyê” hatiye nivîsandin dinêre, dibîne ku; hemî tiştên ku ew pê pesnên xwe didin û wek şoreş û reform û pêşveçûn nîşan didin, di rastiyê de kar û kirinên tunekirin û bişaftin û jiholêrakirina netew û civak û kes û kesayetiyên din in; çilmisandin û hişkkirina kulîlkên din ên Anatolî û Kurdistanê ne ...
Li şer û komplo û komkujiyên van heyştê salên dawiyê binêrin; bona çi ne? Tev jibo tunekirina Rum û Ermenî û Kurd û gelên din ên nîştecihên kevnare yên bi hezaran salan in bi nav û deng ên vê axê ne...
ji şoreşa elfabeyê bigirin heta ya cil û bergan; ji zagona yekitiya perwerdehiyê ( Kanûna tevhîdî Tedrîsat) heta ya paşnavan; ji rakirina ocax û dergahên şêxan; ji guhertina navên bajar û gund û mirov û çiya û deyştan bigirin heta qedexekirina navên lawir û kulîlkan, kar û xebat û şoreş û reform û renesansên wan ên ewqas mezin , derd û kulên wan ên bê derman, hebûna gel û çanda yên din in... ( roviyê me yê vulpes vulpes Kurdistanica, laleya me ya tulipes Kurdistanica, pezê Ermeniyan ê bi navê ovis Armeniana, dîsa mamiza Ermemeniyan a bi navê capreolus capreolus Armenius- ew jî wek xwediyê xwe – nikarin li ser erdnîgariya xwe bi nasnameya xwe bijîn!)
Welhasilê kelam yên “bi namûs û bi şeref û bi hejmarkî û bi moralkî bi hêz” ew man, Kurdên li serê çiyayên asê man...
Ew çend caran serî li ber yecûc û mecûcan, zalim û dagirkeran rakir, bi mîlyonan hatin kuştin, tî û birçî man li serê çiyayan; lê dîsa jî serî ne tewand, çok dananî li ber neyaran
Çi Tirkên rasteqîn, çi Ermenî çi Gurcî, çi Çerkez çend û çendik kesên heta niha ji tirsan di kuncikên xwe de teliyabûn, melisîbûn; çav dan Kurda û serê xwe rakirin û gotin; “-vaye em jî hê livir in, li ser xwe ne!” û piştî heyştê salan xwedî li nasname û kesayetiya xwe derketin.
Hin caran yên wek Tayîpê “Gurciyê veşartî” lê, di nav civatê de bê esil û bê kok û bê asas (bala xwe bidinê Xwedê giravî ew doza yek al, yek netewew û yek welat dike lê, bixwe tu car nabêje ez tirkim ) Denizê ji doxîna çerkezan, Demirelê Balkanan tev jibo berjewendiyên rojane, hin caran devê xwe vedikin û bi awayek nîvco navê Kurda li ser zimanan digerînin.
Lê wê demê “neviyên Jontirkan ên general û profesor û fabrîkator û rantxur” di cih de di kuncikên tarî de bi qirika wan digirin û dibêjin:
“- lawo huşbin! We çi zû jibîr kir em jî, hûn jî wek xewnên şevan derw in; me navê Tirktiyê lixwe kiriye û hemû mêrg û zevî û xan û xaniyan dane ber xwe, ji wan stendine. Ma Hûn nizanin; xwediyê vî welatî ew in; heger ew hebin divê em tunebin! Huş bin; kera bi guh nekin! Îro ew tune ne; loma em hene!
Lê ew nizanin ku mirov demokrasîxwaz, aşitîxwaz û welatparêz bin; erd û ezman liber wan fireh dibin, tê de mirov tev bihev re wek bira bi cih û war dibin...
Mamoste Marûf
Misilmantiya Tayîp
Ev çend rojên dawîn, raya giştî ya demokrasixwaz û aşitîxwaz li ser rewşa R. T. Erdogan nîqaşan dikin û guherîn û veguherînên di kesayetî û nêrînên wî yên siyasî de derdikevin pêş rexne dikin û wî, bi “xayintî ya bi kurda re” tewambar dikin ...
Lê bi ya min ev camêr neguheriye û dîsa mîna xwe ya berê ye... Ew parçeyek ji ber Evdihemîdê Xûnkar e ku li ser navê dînê Mihemed dikir Împaratoriya xwe ya rizî û jihevketî ji nû ve damezirîne...Ew bû çi ji tirsan çi ji bo berjewendiyan li ber Alman û Îngîlîzan û hemû emperyalîstan çok datanî lê, bibû bela serê wan , qira Kurd û Ermenên lawaz û belengaz diani!
Dezgeh û rêxistin û sazî û kes û kesayetiyên oli yên tirkan, hema bigre bi tevahî ji nijadperestî û ji şovenîzmê para xwe girtine. Ji şêxê Menzîlê heta Şêx Fethulayê Gulen; Ji Mehmet Akîf heta M. Şevket Eygi, ji Kadîr Misiroğlu heta Ercûment Ozkan , ji Necîp Fazil bigre heta Huseyîn Ûzmez hemî “şêx û rêber û nav gel de xûyayîyên wan” xwe wek umetparêz dizanin û nîşan didin lê ew ji xwe dernaxin ku heta çokê di nav rêxa rasizm û şovenîzmê de ne!
Di sala 1983’an de ez li Enqereyê bûm û bi navgîniya hevalekî çûm cem Ercûment Ozkan ê Îslamparrzê Tirk ê bi nav û deng ê ku kovarek îslamîya bi navê “ İktibas” derdixist ( ev camêr çend sal berê mirî ye).
Di wê kovarê de cûrbecûr gotarên ji çapemeniya cihanê bijartî dihatin weşandin û wê rojê tê de çend jî yên ronakbîrên tirk ên “Yugoslavya”ya berê cih digirtin... Ew nivîskar herçiqas tirk bûn jî xwedî bîr û baweriya sosyalîst bûn û di wê hejmarê de jî nêrînên xwe yên siyasî bi zimanê Tirkî pêşkêşî raya giştî kirîbûn... Di weşanxaneya Îktîbasê de Ercument Ozkan jî tê de em çend kes bûn û em vir de wê de mijûl bûn, axifîn û dor hat ser ziman... Wî behsa Necîp Fazil û hostatiya wî ya di warê ziman de kir. Paşê dor hat ser Tirkî ya nivîskarên Balkanan. Min di vir de firsenda xwe dît û got; “ ez benî tu dibînî ev welat (Yugoslavya) sosyalist e bi qewlê we çi dîn e , çi îman e, lê waye Tirk dikarin bi zimanê xwe pirtûk û kovaran biweşînin... Xwezila li vir jî Kurd bi zimanê xwe bixwendina û binivîsandina wê çiqas xweş buya, ne wisan?”
Heyran hê min gotina xwe bi dawî nekiribû , ew camêrê helîm û selîm veguherî gurekî boz û beziya û pekiya nav çavê min û qîriya got: “- hûn kurd tev nijadperestê kurê nijadperestan in! Min heta îro negotiye ez Tirk im, lê devê kîjan kurdî vedibe pêşî qala kurd û Kurdî û Kurdistanê dike! Ez we dawetî riya Mihemedî dikim, hûn bi ya Ebû cehil dikin!”
Ez di cihê xwe de miciqim, şaş bûm û mam... Min got : “-heyran belê rast e, tu nabêjî ez tirkim lê, bi tirkî diaxifî, dixwînî, dinivîsî: Kar û barê xwe bi Tirki dimeşînî... Tu nabêjî bê dîn e, mecûsî ye, komînîst e, pûtperest e, kîjan qelemşorê tirk ber destê te dikeve tu nivîsên wî di kovara xwe de diweşînî... Ev çi durûtî ye? Werê em tev bi zimanê Xwedayê Jorîn, bi Erebî biaxifin û bixwînin û binivîsin... Wê çaxê bi gotina te ye, em tev ji nijadperestiyê xilas dibin ”
Yek ji min yek ji wî, ez û wî me dest kir qirika hevûdu û ne ji hevalê ku em pê re çûbûm bûya wê tiştên pir xirab bihatina serê me...
Di pirtûka Olîvîer Roy a bi navê “ÎFLASA ÎSLAMA SİYASΔ de dibêje: Li Tirkiyê tu car talûkeya îslamekî Sîyasî tune ye; jiber ku îslamiyeta tirk “netewî”ye. Tirk tim û tim xwe li ser netewên din ên misilman dikujin(xwe ji wan mezintir dihesibînin)Lewma tirk nayên ser tevgerên sîyasî yên îslamî yên ji Misir û Îranê za ne... Bi rastî jî bala xwe bidinê; rêber û şêx û serok û seydayê tirkên umetparêz(!) ên hemdem; bi tevahî nijadperest nebin jî neteweparêz in... Umetparêz qet nîn in... loma li qisûra Tayîp nenêrin... Şêxê wî û yên hemû umetparêzên Tirkan ên hemdem Necîp Fazil e. Ew lingekî li ba Erbakan lingekî li ba Turkeş bû... Wî nas bikin bes e...
Mamoste Marûf
Kaydol:
Kayıtlar (Atom)
EZ ÇAWA 4Ê GULANA 1961’AN Jİ DAYÎKA XWE BÛM?
Salên salixa ji dayîkbûna min didin, salên bi cih kirina serweriya komarê bû. Ji Enqereya kambax wêdetir demokrasî û azadiyeke nîvçe, li...
Nivîsên zêde hatine xwendin
-
Bulltin Périodique de la Presse Turque, (Bûltena Vedor a Çapemeniya Tirkiyeyê) bulteneke vedor a fermî ya dewleta Fransayê ...
-
Biryara Komkujiya Ermenan a mezin bi şerê cihanê yê yekemînde ve destpêdike. (Di nav salên 1894-1896’an de jî li gelek herêman li hemberî E...
-
Evdalê Zeynikê, hunermendê bi nav û deng ê wêjeya devkî ya Kurd û Kurdistanê, dengbêjê dîwana Surmelî Memet Paşa, di serê sedsala 19’an de l...