Kevirê Bengî û Şîlmaqa Sebahatê ji Serhedê çawa dixwiyê?



Ên dizanin jixwe dizanin, ên nizanin ji wan kerên guhsist in û dê ew ji vir şûn de jî bi kertiya xwe wer bimînin...

Beriya Tevgera Azadiya Kurd, per û baskê gelê kurd ewqas şikestîbû, ewqas xidar birîndarbû, êdî kesî bawer nedikir ku ew ji mirinê bifilite û werê ser hemdê xwe.  

Cendirmekî qûnbigû bi tena serê xwe dihat gundekî dîl digirt; ji gundiyan babaegîteki hildibijart, heta derpê tazî dikir û li rasta gund işkenceyên kesnedîtî lê dikir, kesî newêribû bi dengê bilind hewara xwe bida Xwedayê Jorîn jî...

Leşker li her deverî , Erebên Sêrtê li jêr , Dadaşên Erziromê û gakoşên Elezîzê li jor, qûna xwe kutabûn deriyê dewletê û li kurdên gundî nema pest û pêkûtî, tahde û heqaretên dermirovahî, der exlaqî dikirin.

Heger Kurd di warê nivîsandinê de parîkî jêhatî bûna, evqas destqefilî nebûna ji van bûyeran wêjeyeke pir û pir taybet û xweser biafirandina û yadîgarî nifşên pêşerojê bikirana.

Ez ê çend bîranînên xwe yên balkêş ên derheqê Dadaşên me de pêşkêşî we bikim û rê li ber xwedî-pênûsên me yên Sêrtî vekim, da ku ew jî pûşên “Emê” yên xwe derxin holê... Dilopek ava berfê berî guhên Elezîziyan bidim ku ew jî hunerên “Gakoş” ên navbajarî yên doş û faş bi me bidin nasîn.

Erzirom, hûn jî pê dizanin, bi nîvî tirk e. Beriya Komara Tirk Kurd xwedî hizeke berbiçav bûne û nefermî be jî desthilatdarî di destê eşîrên kurda de bû. Bi giranî piştî Serhildana 1925’an, dewleta dagirker tevahiya tirkan bi propagandeke qirêj dike cerdevanên jidil; û zilm û zordariya li ser kurda li wan helal dike.

Mezinên me ji tirsa newêribûn biçûna navçe û bajarên Tirka


Riya Mûşê ji Xinûsê re derbas dibe, li gundê Hecîemer riya Tekmanê jî xwe dide ser. Nêzîkî Hesenqeleyê Riya Qereyaziyê jî digihîje wê û ji Hesenqeleyê re wer diçe Erziromê.

Şêniyên Hesenqeleyê Tirk in. Ji ber çi sedemê ye ez hêj nizanim, di dilê xwe de dijminatiyeke kesnedîtî bo Kurda dihewînin. Xwîna Kurda vexwin dîsa têr nabin. Nifşa bav û kalên me, gava mecbûr bimana biçûna Erziromê qidûmê wan di ber de dişikest. Mezinên wan li alîkî, zarokên Hesenqeleyiyan ên 5-6 salî bi kevir û kuçikan berî Kurda didan, li ber rûyê wan disekinîn jin û makên wan didan ser hev, ew newêribûn dengê xwe bikirana... Yekî xwe şaş bikira tiştek bigota, an Xwedê neke şîlmaqek bida yekî, xelkê Hesenqeleyê tev dibûn yek, li ser serî dihêwirîn ser û guhê wî dipelixandin, nîvruhî dikirin û li rasta çarşiyê wer dihîştin. Cendirme û polêsan xwe kor û ker û lal dikirin. Sofî û heciyên wan xwe ji Xwedê dikirin. cihûyên lanetkirî yên Fîrewn û Hîtler çi bin, li Erziroma şewitî Kurd jî ew bûn...

Gundiyên Kurd ên ku ji Gimgim û Xinûs û Tatos ( Tekman) û Qereyaziyê yên diçûn Erziromê bi mînîbûs û bi makîneyên servekirî(kamyon) heta mintiqeya Kirêçliyê ya 10 Km. dûrî Hesenqeleyê dihatin. li vir ji tirsa neçar dibûn, ji wesayîtên sedsala 20’an peya dibûn û bo parastina rûmet û jiyana xwe li wesayîtên bav û kalên xwe yên Medî, li erebeyên ga û gamêşan siyar dibûn , di cadeya asfaltkirî re na, di çiya re diçûn Erziromê.


Ev riya nîv saetan a bi kamyon û bi mînûbûsan, bi erebeyên ga û gamêşan 6-7 saet dikudand.


Gelek caran jinên ducanî yên zik li ber devan, nexweşên li ber mirinê, dergûşên li ber pêsîrên dayîkan di vê riyê de dimirin . Kurd mirina xwe û ya zar û zênçên xwe didan ber çavan bo parastina rûmeta xwe berê xwe didan çiyayan... Ez vê rastiyê ji devê gundîkî bi vîdeoyeke kurt pêşkêşî we dikim.


Xalê min ê Abûzerê Kurê “Ehmedê bilûrvan”ê Kurê Nadoyê Kurê Temirê pûtî yê bi eslê xwe Licî, bi hêz û quweta xwe, bi bejn û bala xwe bi wêrektî û camêriya xwe mêrekî pir bed bû. Di şerê û pevçûnan de deh mêrên girên geriyayî, nikaribûn pê. Her kes diçû ço, ew radihîşt nîrê ga. Di jiyana xwe de ji du tiştan tenê ditirsiya: Tirk û leşker... Ji dûr ve reşê cendirmekî bidîta, zar û zênçên xwe di cih de dihîşt, pişta xwe bi wan de dikir serê xwe hildida, an diçû Newala Şewlê ya warê bizinkûviyan, an jî li çiyayê Bilqikê dibû hevalê hirç û guran... Ev yek di zarotiya min de bandoreke pir mezin li min kiribû:

Xalê min ê wek dêwan, çima evqas bitirse ji Tirk û cendirmeyan?


Ew nod sal emir kir û çar sal berê çû ser dîlovaniya xwe. Di jiyana wî de serfiraziya herî mezin ev çend salên dawîn bê tirs û bê xof, bi serbilindî di ser Hesenqeleyê re hatin û çûyîna Erziromê bû. Tevgera Azadiya Kurd, zarokên Kurda yên xwedî şeref û heysiyet bi can û xwîn cadeya asfaltkirî ya Erziromê jê re vekiribûn. Serê gotina wî; “em mirîbûn zarên çolê me ji gorê rakirin” bû.


Şîlmaqa Sebahatê û kevirê Bengî jî wê kesên hêj bi Tevgera Azadiyê û bi serpêhatiya Xalê min ê Abûzer nehesiyane, ji xewa mirinê rake. Heger ew îro li jiyanê bûya bi peyatî bûya jî biçûya Enqereya şewitî û çavên wan ên reş belek maçî bikira...


Bi vê vîdeoya di sala 2007’an de qeydkirî, riya Hesenqeleyê û riya Kirêçliyê nîşanî we didim. Kekê Xakî yê şêst salî; ji gundê Xîtikê, kurê Kerem ê Hecî Yadînê Nadoyê Temir, rastiya Kurda ya beriya Tevgera Azadiya Kurd dike qula çavê neyar û çavnebar û bêxîretan.


                                                                                             Mamoste Marûf


                                                                                            23 Adar 2011










Yorumlar