1.04.2011

Ronakbîrên me



Ev mehek e serê xwe li ser Birêz Mîroglû diêşînim.


Derheqê kesayetî û jiyan û berhemên wî de çi li ber min ket min ew bi tevahî xwendin.


Bi vê yekê jî nemam bo têgihiştina sedema guherîn û veguherîna bawerî û bîrdoziya wî;


bo derxistina kronolojiya rêwitiya wî-ya ku ew î gav bi gav ji Tevgera Azadiya Kurd bidûrxist û tevlî refa kewên lîberal demokratan kir- ez di jiyana xwe de cara yekem bi pereyê bêrika xwe li ser înternetê bûm aboneya rojnamekê; ew rojnameya ku ew jî tê de dinivîse û bi navgîniya wê em bi dewşirmebûna wî ya gav bi gavî dihesin. ...

Lê bi xwendina gotara wî ya ku di 17’yê Adara 2011’an de nivîsî, min dev ji kronolojiya Orhan Mîroglû berda.


Bi rastî jî çawa ku bi xwe jî gotiye, gava mirov bala xwe dide gotarên wî yên ji 20. 02. 1998’an heta îro di vê rojnameyê de dixwiyên ji destpêka doza Ergenekonê virde, Mîroglûyê me hêdî hêdî niqir sist dike, dikeve dilqeke din.


Di şûna nivîseke xwerû ya li ser Mîroglû, min xwest di warê jêderk û kesayetiya ronakbîrên me de çend gotinan bikim û bi we bidim zanîn ka ew, li ser hev, çend kîlo û çend gram in?


Malkambaxî ew e ku, ronakbîriya Kurda li ser şeş hîmên ji hev cudatir sazbûye. Ronakbîrên me, her nifş û kom bi ya xwe, ji xwe re li ser her hîmekî maleke avakiriye, kesayetî, birdozî, rabûn û rûniştin, axir û aqûbbeta xwe li gorî kevneşopî û terbiyeya mala xwe destnîşankiriye. Bi ya min ev ji hevveqetîn û cihêbûn, gava tehrîbata erdnîgarî û derûnî û çandî ya dagirkeran jî didî ser, ji eşîrtiya me ya kevnare girantir derb li pêvajoya netewbûna Kurda dixe.


Ronakbîrên Kurd xwe vir de wê de davêjin, dikin nakin nirx û hêjayiyên hevpar ên kurdayetiyê nabînin. Ev yek jî li alîkî, ew ji kesayetiya xwe ya bi destê dagirkeran şikestî, derûniyeta xwe ya serobinokirî jî dernaxin; bo temîrkirina wê jî nayên cem hev, bi hev naşêwirin... Heke ew li vê rastiyê tenê varqiliyana, wê demê dikaribûn vîn û îradeyeke xurt a neteweyî biafirandina.


Gava em qala ronakbîrên Kurd dikin divê bête zanîn ku bindestiya bi hezaran salan nehîştiye ku ew bibin xwedî raman û bîrdozîyeke gorî şert û mercên vî gelî. Jixwe çavkanî û ekol û bîrdoziyên ku ew pê gîhiştine ji hev pir û pir cuda ne.Ew di nav hev de qet qetî; şax şaxî ne. Di hinekan de Nirxên ku girseyên ji mirovan bi hev ve dizeliqîne û dike netew qe nemaye. Va ye ez li gorî ekol û çavkanî û bîrdoziya wan panaromaya ronakbîrên Kurda yeko yeko rêzdikim ka hûn di nav wan de, bîrdozî dibe, çandî dibe, hunerî dibe, tişteke hevpar dibînin ku ew pê xwe bigîhinin hevûdu û bibin netew?


Ên ji kevneşopiya hezar salî ya medreseyên Kurdistanê hatine ta roja îro: Ew bi tevahî êdî kalemêr in. Bi hestê neteweperweriyê têr û tijî, di zimanê Kurdî ya kevin de jêhatî, di mijara baweriya bi dînê Mihemed de jidil; lê êxbala kor ji zanistên hemdem bêhay, ji zimanê dagirkeran bêpar in. Lewma li hemberî dagirkeran bi xwe ne bawer in.


Ên ev nod sal in bi pergala perwerdehiya laîk û neteweperest ya Komara Tirk gihîştine: Kamûran İnanê Kurê Şêx sulhedîn, Bedrettîn Dalanê Şêxbizinî, Hîkmet Çetinê Licî, Cemal Kûtayê Bedirxanî yek jî nebû dermanê ti gûyi... Bi xwe jî Kurdayetiyê jî, bi ziman jî, bi xwedê jî ne bawe in. ji tirka bêhtir tirk, ji ewropiyan pirtir ewropî ne. Tirs û sawa dagirkeran kesayetî û derûniyeta wan ewqas qusandiye û herimandiye ku ew artêş dibe Kemalîzm dibe, nasnameya Tirk dibe, dewlet dibe ji çi bipelikînin xistine şûna Xwedê.


Ên ev 40 50 sal in ji hêkên tevgerên çepgir ên Tirk derketine: Ew bi sed hezaran in, ji Kurdayetiyê ne bawer in. Bo çi têdikoşin bi xwe jî nizanin...


Ên di bin baskên umetparêzan de mezin bûne: Bûne hîzbula, bûne millî gorişçî, dibin Akp’yi, dibin filîstînî, diçin Efxanîstanê dibin mucahîd, diçin El ezherê ji Ereban çêtir dibin Ereb, lê nabin Kurd...


Alîgir û giregirên tevgerên Kurda yên beriya PKK : Bihna aşfînîkê( naftalîn) ji wan tê. Hêj di dewr û dewrana çil sal berê de dijîn. Sedema hebûn û serfiraziya wan, bîr û bawerî û bîrdoziya wan neyartiya bi PKK’yê re ye. Baweriya wan bi gelê Kurd tune ye.


Lîberal-demokratên Kurd ên “bê bingeh, bê pergal û bê rêxistin û bê serî yên” van çend salên dawîn: Bi giranî bayê Ergenekonê li wan xist û ew pê nexweş ketin. Ev cûre nexweşî kula me ya dîrokî ye. Ji bela nenasiya hêza gel û bêbaweriya ji netewa xwe û ji serokatiya xwe ye ku her cara ku dîrok li ayê me mêze dike, firsendeke dide ber me, hin ronakbirên me ji refên xwe vediqetin û derb li kêranê malê didin. Bo fêmkirina vê malxirabiyê, bo têgihîştina xwe dubarekirina dîroka me ya bêyom, temiya min ew e ku her Kurd dîroka Osmanî ya sedsala 19’an baş bixwîne û têkoşîna neteweyî ya Bedirxanyan û şêl û pêla ronakbîrên Kurda yên wek Evdila Cevdet û Îshaq Sukutî û Seîdê Kurdî û Şerîf paşa binase. Hinek ji wan kozika neteweyî parastibe jî, gelekên wan bûn sazûmankarên Îttihat Terakkiya bavkalê Ergenekonê,


hinek ji wan, ji ber tirsa ku ku Sultan Evdilhemît( Tayîp û Fethulayê îro) kiribû dilê wan (ew bû ku di guhê wan de dixwend digot: Îttihadî û Bedirxanî yek in bi kafiran re hevkarî dikin, ew dixwazin Kurdistan bibe Ermenîstan ) bi umetparêzan re hevkarî kir...


Bala xwe bidinê çi hevparî maye di nav ronakbîrên Kurda de, ew ên ku li gorî jêderk û çavkaniyên ku jê gihîştine kom bi kom ji hev veqetiyane ?


Ziman?

Tirkî, Kurdiya nîvco, Kirmanckî, Kurmancî, Soranî, Goranî, Dimilî, Erebî, farisî, Îngilîzî, Fransî...
–Yekîtî çênebû.


Bîrdozî?


Sosyalîst, kapîtalist, umetparêzî, nijadperestî, neteweperwerî, sosyal demokrasî...
– Ew jî nebû.



Silav?
Selamueleykum. silav, rojbaş, merheba, selam, îyî gûnler, esselamueleykeum we rehmetullah...
–Dîsa nebû.




Tevgereke hevpar?


Ne pêkan e ku ez tevan bijmêrim. Ez dibêjim pênc, hûn ê bibêjin pênce...


– Nabe.






Bawerî? Ehlê sunet û wel cemaet, elewî, bêdîn û bê îman, nîvco misilman, êzidî, ceferî...


– ev yek qe nebû.


***

Kî çi dibêje bila bibêje, em mane çeper û kozika Tevgera Azadiya Kurd û serokatî maye. Ew tenê mîlyonan tîne cem hev û dike qalikekî yek reng. Ew tenê kelecan û hêviya azadî û yekîtiyê dike dil û can. Ew tenê ye kelemê çavê xêrnexwazan. Di qadên Newrozê de cot-pêçiyên mîlyonanan vê rastiyê dixe qula çavên ronakbîrên me...


Ez rastiyeke gelê Kurd a gelek caran tê paşguh kirin dikim bîra Orhan Mîroglû û hemî kes û kesayetiyên kurd yên pişta xwe bi Tevgera Azadiya Kurd de kirine û di van rojên xerab de xwe li xerîbtiyê datînin:


Gava mirov gelê Kurd û gelên din ên cihanê dide ber hev taybetmendiyeke pir cuda ya Kurda bala mirov dikişîne: Kurd tu tiştî, tu car, jibîr nakin! Ev resentî ji zû de bala min dikişand, lê ji ber ku gelên rojhilatî wek bîrok tên nasîn min jî cesaret nedikir ku bibêjim;” na Kurd wilo nînin...”


150 sal berê vê rastiyê, mela Mehmûdê Bayezîdî, ew Rehmetiyê ku çi xirabî û qenciyên me Kurda hebin yeko yeko, çawa ketibe ber pênûsa wî bêxeml û bêalî nivisiye, bi van hevokan vedibêje: “ Eger Kurd qencî û comerdî û camêriyê ji yekî bibînin ji bîr nakîn. Hergav ewê qenciyê di nava xelkê de di meclîsan de dibêjin, û xirabî jî her wiha. Û li şûna qenciyê herdem armanca wan ew e ku xizmetekê bikin.Ji ber xirabiyê jî, bi xirabiyê re diguherin heyfê hiltînin. Ew dibêjin ku qencî jî xirabî jî winda nabin.” ( Bnr: Adat û Rusûmatnameê Ekradiye, Mela Mehmûdê Bayezîdî, Jan Dost, Nûbihar, rûpel;153)


Di zarotiya min de tê bîra min, hêj em 5-6 salî, destekî goşt bûn, mezinan di guhê me de tim û tim dixwendin:


“Kor Husên Paşa weha kiriye.


Filankes bi bêvankesî re bi vî tewrî bêbextî kiriye…


Enverê contirk bi vî şiklî eskeran zivistanê li serê çiya qerisandiye.


Tirkan zar û zênç û kofî kulfetên ermenên stûxwar kom bi kom di vî newalî de bi ser hev de kuştine.


Hemîdiyan bi hawî li ser gel zilm û zordarî kirine…


Ev camêr ji bera vê malbata nemaqûl e; divê mirov pişta xwe bi wan ve girê nede…


Ev ber (sûlale) maqûl e , mezinên wan 150 sal berê vê qenciyê kirine, lewma divê mirov qedrê wan bizanibe…


Kalê vî mirovî bo çend mecîdiyan filankesî daye destê dewletê…


Bînbaşî Qasim mirovek girê geriyayî lê, ji tirsa dewletê zirav lê qetiyayî, ew bû Şêx Seîd da destê Misto Kemalî…


Heke em dêhna xwe bidin ser nifşên Kurda yên nû, bi awakî rût û repal vê dîrokzanî û derûnînasî û civaknasiya gelêrî dîsa dibînin.”


Gava Kurd, di demên aşitî û serfirazî û aramiyê de di malê xwe de bi malbatkî rûdinin, di şûna tîmên fûtbolê yên ku hiş û aqil ji serê gelên din birine de , qala hal û ehwalê mirovatî û cihanê dikin.


Mijarên sereke dîsa nirxandina bûyerên ku ew ji bav û kalan bihîstine, bi çavên seran şahedî kirine, bi herdû guhan bihîstine nîn in?


Ew tim li ber zarokên xwe, qala xweşmêrên bibext, qeşmerên “xwefroş û gelfiroş”, wan jinên canik û dilşewat, nakin?


Bajarî û gundiyên me yên ev sih sal e di nav şer de dijîn , em û hûn, her roj,


kesayetiya Beko ewananan, ya Bînbaşî Qasiman, Şêx Seîd û Seyîd rizoyan, Elî Şêr û Zarîfe Xaniman, ya Berîtan û Viyanan, ya wan nemêrên ji refê gerîla reviyan, ya wan qelemşûrên li ber kûtê( nanê kût: nanê ku hêj nepijiyaye ketiye nav xweliya tenûrê, nanê para seyan) tenûra dagirkeran, nakolin, analîz nakin?

Ev yek di rastiyê de karê ronakbîran e. Lê ji bextê me re ronakbîrên me bi xwe muhtacê analîzan e.














Hiç yorum yok:

Gula Axa*

                                                                    Mamoste Marûf Axa, şitlê gulekî pir meqbûl tîne, dide baxçewanê xwe...