21.03.2011

Evdilhemît bû Mehmet Akîf dûre Erbakan




Evdilhemît bû Mehmet Akîf dûre Erbakan -1-


Necmettîn Erbakan, di sala 1926’an de ji pişta Mehmet Sabrî; bavekî oldar, cigirê qadîtiyê, bi esilkî tirkek ji Qozana Edene’yê’; ji navrana Kamer Xatûnê; dayîkeke dîsa Tirk a ji Sînopê dikeve tê dinê. Malbata oldar û umetparêz û bi zanetî navê “Necmeddîn” lê dikin ku ew wek navê xwe bibe “ stêrka ol” û di wan rojên reş û tarî yên Komara Mustafa Kemal bi ser wan de anîbû de riya netewê ronî bike...

Mezinê Malbata Erbakan ê herî bi nav û deng, ê ku malbatê cara pêşîn derdixe rasta meydana dîrokê û bi dewleta Osmanî dide naskirin bapîr ê helal ê Necmettîn Erbakan Huseyîn Efendî ye. Ev camêr yek ji giregirên Qozanê ye. Di sedsala XIX’an de mala xwe bar dike tê Stenbolê;    paytextê Dewleta Osmanî…

Huseyîn Efendî li vir wek kesayetiyek oldar û umetparêz, alîgirekî dilsoz ê Padîşa Evdilhemîd ê ku bi hezaran sixur û ajanan bikardianî , kesekî nêzî serayê, bi gotinek din camêrekî bi dewletê re xwedî xweş têkilî” tê nasîn. Di serayê de karê wezîrtiyê dike, lewma malbat ji wê rojê pêde dibe xwedî paşnavê “nazirzade”( kur wezîr). Gava Komara Tirk qanûna paşnavê bi awakî fermî dike meriyetê malbat vê peyvê werdigerîne tirkî û dike “Erbakan”; wate hema hema dîsa “kur wezîr...”

Malbata Erbakan, ji Huseyîn Efendî bigire heta roja îro ji riya Evdilhemîd şaş nebûye. Ew ji sedsala XIX’an ta îro bi bîrdoziya umetparêziya wî ya dewletperest û neteweperest hew girêdayî maye, lê ji alîkî din ve jî “çi Kemalîst û laîk, çi nijadperest, çi kapîtalîst û faşîst” kî desthilatdar bûye ne xem e, têkiliya xwe ya bi dewletê ve qut nekiriye, nebiriye...

Bo baş têgihîştina îdeolojiya Evdilhemîd ê Osmanîperest û umetparêz ê wê demê; bo pîvandina bandora wê ya li ser umetparêzên duh û îro, divê mirov dora ewil bîrdoziya Cemaledîn Efganî û Mihemed Abduh binase. Ev herdu ulema, di sedsala XIX’an de gelek xebatên siyasî û olî meşandine û hîmê umetparêziya îro, ya ku hêj nîvcokî be jî di Tirkiye de berdewam e, danîne…

Heke mabest û miraz- kolandina bîrdozî û baweriya Necmetîn Erbakan û ya bi sedan siyasetmedarên wek Tayîp Erdogan, Abdulllah Gul ên ji hêkên ku ew çil sal e li ser rûniştîbû derketine û îro li vî welatî desthilatdar in – be, divê mirov bingeha bîrdoziya “Umetparêzî û Îslamparêzîya rasteqîn binase.

Cemaledîn Efganî û Mihemed Abduh bi rastî jî du Seydayên Umetparêz û zanistên olî yên herî jidil û ronakbîrên sedsala XIX’an bûn ku, yekîtî, aramî û serfiraziya hemî misilmanan, mafê azadiya wan a li hemberî emperyalîstan diparastin.

Bi ya wan, welatên misilmanan di bin nîrê emperyalîzma Îngîlîstanê de, birayên wan ên misilman di nav xizanî û nezaniyê de bû. Di serî de her du jî hewara xwe dabûn Dewleta Osmanî ya ku hêj azad û serbixwe dixwiya... Ev her du ulema, bi nivîs û gotinan, bi waez û şîretan bandoreke mezin li misilmananên wê çaxê –yên bi giranî di nav tixûbê Dewleta Osmanî de bûn- dikirin.


Dibe ku Huseyîn Efendiyê bapîrê Necmettîn Erbakan jî para xwe ji van seydayan stendibe û umetparêziyê, bi misilmantiya xwe ya berê- ya ku bawermend şeş şertên Îmanê û pêncên Îslamê tenê li ser xwe ferz dizanibûn - ve zeliqandibe.
Lê Hûnkar Evdilhemîdê konek ( Celadet Bedirxan di şûna hûnkar de dibêje xwînkar) û fêlbaz ê xwedî “dewleteke ji binî ve riziyayî û jihevketî û bi darê zorê, bi bertîl û bi xebatên sixuriyê li ser xwe sekinî”, dixwest umetparêziyê bo berjewendiyên dewleta xwe, bo temendirêjkirina desthilatdariya xwe bikarbîne.

Ez, rastiya dîrokî ya “zimanê fermî yê Împaratoriyê di dema desthilatdariya Evdilhemîd de bûye Tirkî” dikim bîra we û didim alîkî; pirsa, “gelo Evdilhemîd neteweperestek tirk ê jibinve (veşartî, nepenî) bû?” dihêlim ji dîrokzanan re û bi kurtasî vê yekê tenê dibêjim: Cemaledîn Efxanî bi hatina xwe ya cara duyemîn a Stenbolê umetparêziya Evdilhemîd “ya berjewendîperest û oportunîst, neteweyîkirî û kedîkirî” bi çavên serê xwe dibîne, rexneyên tûj li Padîşa dike û vedigere welatê xwe…

Mihemed Abduh’ê umetparêz û reformîst jî bi genîtî û konektiya Padîşa Evdilhemîd dihese; dest bi rexne û bi xebatên pûçkirina “polîtîkayên wî yên qirêj ên berjewndîperest ên li ser dijminahiya ol û baweriyan avabûyî” dike. Çawa ku, li Bêyrûdê, bi mabesta rakirina “neyartî û dijbertiya hezar salan a di nav olan de dikudîne” kldike komaleyek saz bike û bîr û baweriyên Misilman, File û Cihûyan nêzîkî hev bike , Evdilhemîd bi hevkariya îngilîzan wî ji Bêyrûdê - Wîlayeteke Sûrî ya ku wê demê hêj erdê dewleta Osmanî bû - bi zorî derdixe û nefî dike.

A ku divê bê zanîn; Evdilhemîd nahêle umetparêziyeke rasteqîn û dirust di nav ulemayên Osmanî de şîn bibe. Ew, vê bîrdoziyê dixesîne û li gorî berjewendiyên netewa tirk diguherîne, bi dewletparêziyê dixemilîne û dide ber ronakbîrên Osmanî yên bi gelemperî navok bi dewletê ve girêdayî.

Ji Evdilhemîd vir de misilmantiya di nav tirkan de vediguhere dibe tiştek din. Bi gotina Olivier Roy, ev misilmantî êdî “misilmantiyeke neteweyî ye û xwe li ser misilmanên din digire.” Dîsa bi ya rojhilatnasan Îslamparêzî, an Umetparêziya Tirk tu car nikare tevahiya gelên misilman bîne cem hev û li ber berjewendiyên rojavayî yên emperyalîst enî û çeperek zexm ava bike.

Di dewleta Osmanî de pêşengên Umetparêziyê Cemaledîn Efganî û Mihemed Abduh;

ê ku bo serdestiya netewa tirk vê îdeolojiyê dirizîne dike dilqekî din Evdilhemîd;

ê di ber de xwîn û xwîdan dirijîne û tovê “vê bîrdoziya nîvco û qelp û di rastiyê de Tirkperest” di nav gel de direşîne, nav û dengê xwe û “bîrdoziya xwe ya dijberê rejîma Kemalîst” bi jêhatîtiya xwe ya di helbestvaniyê de - bi zorî be jî - bi dewleta laîk dide pejirandin helbstvanê neteweyî yê Tirka Mehmet Akif Ersoy û hevalên wî;

ê ku di qada siyasetê de vê bîrdoziyê birêxistin dike û piştî Evdilhemîd cara duyem diguherîne, diqusîne, ji wî bêhtir neteweperesttir û dewletparêztir dike dide ber gel Necmettîn Erbakan e...

Umetparêziya ( xwedêgiravî) wî “ ya ku ew heta roja mirinê mizgeft bi mizgeft, qad bi qad, mal bi mal geriya bi devkî vegot; bi pirtûk, bi kovar û bi belavokan kir serê gel; bîrdoziya ku îro bi dehan qanalên Televîzyonê, bi hezaran malperên înternetê dike çavên gel” pirî hişk paşverû, pirî bihnteng, pirî durû û dûrî aqil û zanist û nirxên hemdem ên mirovahiyê ye ku ev sed sal in dikin nakin di nav ronakbîr û zanyar û hunermendan de nabe-nebûye xwedî rûmet û hêzeke berbiçav...

Gava mirov li ser li ser bawerî û bîrdoziya Erbakan hûr û kûr radiweste, baş dibîne ku ew, çi di kîsê wî de hebe bi tevahî ji ber Mehmet Akîfê şagirtê bêxêr ê Cemaledîn Efganî û Mihemed Abduh girtiye û heta roja mirinê gotinên wî wek benîştê devan vir de wê de gerandiye.

Evdilhemît bû Mehmet Akîf dûre Erbakan -2-
                Kesyetî û hîmê bîrdoziya Erbakan

Wek hemî hemwelatiyên ku wê demê navok bi dewletê ve girêdayî, dibistan û medrese xwendî, malbata Erbakan jî xwedî derfet û feraseta perwerdekirina zarokên xwe bû.

Necmettin Erbakan hêj di pîçûkatiya xwe de rûyê mezinên xwe reş nekir û kîjan dibistan li ber ket “wek yekemîn serkeftî” bidawî kir.

A rast, malbata Erbakan jî, çi kêm çi zêde, ji derfetên aborî û civakî û nijadî yên dewletê sûde - îmtiyazên Dewleta Osmanî ji Fermana Tanzîmatê bigire heta hilweşînê; dewleta Tirk jî ji destpêka sazkirina Komarê heta îro pêşkêşî hemî kesên “bi nijadkî Tirk” (bi derewan xwe wek tirk nîşan bidî jî dibe) ên xwedî dîplome û bi dewletê ve girêdayî kiriye - wergirtibe û ji zarokên xwe re mîrate hîştibe jî , divê mirov qala baqiltî, jîrtî û jêhatîtiya Necmedîn Erbakan û taybetmendiyên ecêb ên kesayetiya wî jî bike.

Erbakan pirsek li ser zarokatiya xwe weha dibersîvîne: “ baxçeyê qonaxa me gelek fireh bû. Zarokên din ên karbidestan jî dihatin û me ji xwe re bi plansazî dileyîst. Her yek ji me dikanek hebû…

Hevalê wî yê piçûkatiyê yê bi navê Vala , derheqê wî de dibêje; “ wan çaxan, me çi televîzyon, çi jî radyo bû. Em bûn lîstikên wek hêlekan û li hev gerîn û hin lîstikên din ên ku Erbakan rêzikên wan ji ber xwe dedixist ( îcad dikir) û dida ber me bûn…

Hevalê wî yê jidil ê dibistanê, siyasetê û bazirganiyê Recaî Kutan dibêje:

“Erbakan di zanîngehê de pir jêhatî, bi nimêj û bi taet bû. Bi pêşengiya wî, me xênîkî xirabe ji xwe re kiribû mizgeft; li wir digel karên olî yên dinyaya din, civînên siyasî çandî, zanistî û aborî jî lidardixistin. Erbakan ji me xebatên lêkolînê yên li ser mijarên cûrbecûr daxwaz dikir û me di heftekê de ew amade dikirin û pêşkêşî hevalên xwe yên zanîngehê dikir. Paşê Erbakan zanîngeh qedand û bo lîsansa bilind çû Germanyayê. Çendikî şûnde bi projeke teknîkî û bazirganiyê vegeriya Tirkiyeyê. Ez jî tê de, hemî hevalên me yên wê demê li zanîngehê me bi hev re xwendibû bûn şirîkên vê şîrketê”

Ji kurtejiyana Erbakan a heta vê qonaxê em têderdixin ku ew di zarokatî û xortaniya xwe de xwedî taybetmendiya serkêşiyê ye; oldarî û umetparêzî û dewletparêzî wek mîrate ji malbatê jê re maye; tişta ku ew î daniye ser, bi tenê bazirganî ye. Ev şîrket, di sala 1970ê de vediguhere partiyeke siyasî ya bi navê “Partiya Pergala Neteweyî” (MNP)

Me berê jî gotibû nifşa Necmettin Erbakan, bi nivîs û helbest û gotinên Mehmet Akîf û hevalên wî yên wek Hasan Basrî Çantay, Eşref Edîp, Cemal Kuntay gihiştiye.

Ev helbestvan û niviskar her çiqas di wextê de di bin bandora Cemaledîn Efganî û Mihemed Abduh de mabin û dijberiya Evdilhemît kiribin jî, gava dor hatiye parvekirina hêz û desthilatdariya dewletê, ew ronakbîrên Umetparêzên Xwedê giravî dijberên Evdilhemît jî serdestiya “tirkomisilmanên Ehlê Sunet” li ser gelên din ên misilman ferz kirine û van gelan tu caran hêjayê azdiyê nedîtine; mafên wan ên neteweyî nas nekirine. Gava mirov du kovarên Îslamparêz, Sebîlûreşad û Siratulmusteqîm dikole rastî tu gotinên wan ên li ser pirsgirêkên van gelan nayê. Di nivîsên wan de navê wan, gava qala nezanî û xeletî û paşvemayîna gelên misilman tê kirin, an jî di şer de pêwistî bi yekitiya gelan hebe, tê jimartin ew qas... Ew wek siyonîstan nasnameya Tirkomisilmantiyê li ser hemî gelên din ên misilman girtine. Piştî damezirandina Komara Tirk, ev ronakbîrên ku di pêvajoya şerê yekemîn ê Cihanê de û di dema şerê bi Yewnanan re xwe wek umetparêz nîşan didan hêdî hêdî vediguherin dibin Tirko-Îslamparêz.

Ez çend mînakan ji Mehmet Akîf Didim. Ez bawerim ku ev gotin bi we biyanî neyên û hûn ê Erbakan û şagirtên wî bibîr bînin.

Piştî Şerê Balkanan, yê ku Dewleta Osmanî ji Balkanan paxiş dike û di bin pencan de çend welatên Ereban û Kurdisanê dihêle, Mehmet Akîf van gotinan dike:

Nijadên ewqas ji hev cuda
Îslam e ku bi yek netewek ve girê dide
Bi Erebî, bi Albanî ev netew nameşe,
Heke siyaseta dawî tirkperestî be ev jî nameşe.


(Safahat;çapa orjînal a weşanên çaxrî; Dengê Heq; rûp:230-231)


Ji her aliyan ve afat tên bi ser welatê misilmanan de
Ev axa hanê tenê ma, wek welatê misilmanan ê dawîn,
Ev jî bê binpêkirin şera Xwedê jî tê binpêkirin.
( Ji kursiyê Suleymaniyeyê;safahat, rûp:247)

Gelo bi ya Mehmet Akîf “yek netwa ku Îslam misilmanan pê ve girêdide” çi netew e? Bersîva vê pirsê Mehmet Akîf piştî bidawî bûna şerê dawîn ê bi Yewnanan re dide.

Wan deman bi ya Akîf, Tirk û Kurd jî tê de hemî misilman nezan in:

Keraseta ku bi ser me de hatiye bêşik ji nezaniya me ye,
Bo vê nexweşiyê derman dibistan e; ew jî tune ye
Çi Kurd bi alfabe ye, çi Tirk û Ereb bi xwendin e
Tune ye di destê Çerkes û Lazan de pirtûk
(Safahat; Ji kursiyê Fatihê;rûp:360)

Mehmet Akîf ê Xwedî van gotinan, piştî gera xwe ya li welatên Misilman ên Asyaya Navîn û Japonyayê, dîsa vedigere Stenbolê û li vir pesnê Japonan dide, rexneyên tûj li gelên misilman dike. Di helbesta xwe ya bi navê “ Ji kursiyê Suleynaniyeyê” de tê dîtin ku ew bêriya dewr û dewrana padişahên berê “yên di dema desthilatdariya wan de Dewleta Osmanî bihêz bû” dike û hêviya xwe dîsa dide nesla sazûmankarê wê Împaratoriyê.

Di mejî û hişê Mehmet Akîf de, pirî caran aşkere nekiribe jî, bavkalên ( ecdat) ku di dagirkeriyê de bi nav û deng, xwedî exlaq û zanist û dadmendî ya sehabiyên pêxember, ew kesên xwedî cesaret û mêraniya şêrên Bedirê, bêşik netewa Tirk bixwe ye .

Çawa ku Necmettîn Erbakan kir, îro umetparêzên li ser şopa wî jî, wek Mehmet Akîf ê duh, hêj neteweperstiyeke Tirk a nepenî dajon, pesnê wan bav û kalên pîroz didin, jiyana wan wek mînak didin ber hemî gelên misilmanên di nav dest û lepên wan de mane.

Biratiya bi devkî heta ji holê rakirina xetereyên ku dewlet rûbirû ye, an jî heta desthilatdariya qethî ya netewa Tirk didome. Gava ew wek hemî Atayên xwe( heke dixwazin bavkal jî fêm bikin) çoyê xwe rast dikin( karê xwe dikin rê) êdî hew bibîr tînin bindestan; ger ew xwe şaş bikin û bibêjin em jî hene, wê demê wan dipelixînin bi postalan.

Dîsa di dema “şerê yekemîn ê lihevparvekirina Cihanê ya emperyalîstan” de, Dewleta Osmanî jî xwarina ser sifrê ye. Bala xwe bidinê Mehmet Akîf di wan demên xeternak de parsûyê gelên di bin desthilatdariya dewleta wî de mabûn çawa mizdide û wekheviya wan diparêze.

Ne ew e ku di dilê bereya me de bawerî yek e
Dilşad nebe, êş yek, mabest yek, wîjdan yek e

Çerkes û Laz û Tirk dibezin bo şer tev bi hev re
Bi Ereb û bi Kurda yekîtiya wan mayînde ye.
(Safahat; Bîranînên Berlînê;rûp:458)

Mehmet Akîf, digel ku hemdemê contirkan bû, tu car bi wan re hevaltî dananiye û tirkperweriya xwe wek wan aşkere na, di serî de sergirtî vegotiye. Di vî warî de jî Erbakan li ser şopa wî ye. Mînaka herî balkêş têkiliyên wî yên bi Necîp Fazil re ye.

Di xortaniya Erbakan de Necîp Fazil Kısakûrek bi kovara xwe ya “ Bûyûk Dogû” ( Rojhilata Mezin) dixwûyê lê, ji ber kesayetiya wî ya delodîn û bêbiryar û bêqerar û kêm oldar; ji ber neteweperestiya wî ya rût û repal , Erbakan pir berbayê wî nakeve.

Erbakan tirkperestiya Necîp Fazil ya aşkere û mîlîtan ji bo tevn û armancên xwe yên siyasî xeternak didît. Ew jî wek Mehmet Akîf baş diznibû ku li ser vê erdnigariya ku netewa Tirk tenê najî; bi tirkperestiyeke aşkere kes nikare hemî gelên misilman ên “ehlê sunet” hembêz bike, bibişivîne û bi hev re bike qalikê Tirko-Misilmantiyê...

Mehmet Akîf di şûna “netewa Tirk” de gotina “ecdat” ( bavkal) bikardianî. Bi emrê Xwedê(!) ev peyv ketibû devê Erbakan jî. Gava ew behsa wan dikir gelek caran diket cezbeyan. Bi ya wî, li ser rûyê cihanê hemî icad û keşif bi destê bav û kalên wî yên gorbihûşt hatine kirin. Ew laşpîrozan ewqas xwedanxêr bûn ku di welatê xwe de mirov li alîkî tu pisîkek jî tî û birçî nehîştine. Te digot qey Bîzans û Roma nebûye desthilatdar û Stenbola şewitî di sala 1453’an de, çawa ku St. Petesburg ji alî Petroyê Dîn ve hatiye avakirin, bi bêr û kolanên Fatîh Sultan Mehmet hatiye çêkirin. Ev gurr û pirkirin û lihevzêdekirin û pirole gelo ji kî gihîştibûn Erbakan?

Mehmet Akîf di helbesta xwe ya bi navê “ ji kursiyê Fatihê” de qala bi hevalekî xwe re peyatî hatina mizgefta Fatîhê û weaza melayê vê mizgeftê dike. Lê, di rastiyê de çavdêrî û nêrîn û şîretên xwe aniye ziman. Di rê de çi berhemeke dîrokî li ber dikeve dike malê bav û kalên xwe; car heye bi pesn teswîr dike, carinan ji ber xirabekirina wan a bi destê bêxêran bi her du cavan digirî. Çendikî şûn de çav bi kemera avê ya bi qasî çiyakî mezin ya ku li seranserê Cihanê bi navê “Kemera Valens” tê zanîn dikeve. Vê kemerê, Împaratorê Romayê yê bi navê “Valens” hezar sal beriya Fatih Sultan Mehmet ( sedsala IV. piştî Zayinê) daye çêkirin. Mehmet Akîf bo vê kemerê weha dibêje:

Gava Osmanî hatin vî welatî dîtin ku
Bê av e, bê av! ev yek pir girîng bû ku
Fikirîn em wê ji ku derê bînin bi çi awayî ?

Dawiyê de karekî wer kirin ku pir û pir zanistî.
mirovahî ta îro hêj rêyek din nedîtiye
Bi rastî ya ku avê belav dike pesto( tazyîk) ye..

( hevalêwî dibêje) -bê şik.

Lê wan deman makîne tunebûn
Mirovan hêj ew îcad nekiribûn
Lewma ji bilindiya kaniyan sûde wergirtin
Bi vî hawî pestoyek pir bi zeft bidestxistin
Di dawiyê de riya herî hêsan bo pestoyê dîtin
Bo ku ji dest neçe ev xêra(av) mezin
Di cih de dest avêtin avakirina van abîdeyan
Lê bi vê huner û hostatiyê jî neneman
Divê çaviyên(maksem) cihê cihê jî tu bibînî
Hela bala xwe bide vê hunera hûrik hûrik neqişkirî
(Safahat;ji kursiyê Fatîhê;rûp:315)


Evdilhemît bû Mehmet Akîf dûre Erbakan -3-
                              Dudilî, durûtî...
              Rastiya rast: neteweperstî û dewletperestî

Gelo Erbakan û hemî siyasetmedarên li ser şopa wî-ew ên di tengasiyê de umetparêz, Xwedê giravî parêzwanênên yekîtî û wekheviya hemî gelên misilman- piştî bidestxistina desthilatdariyeke qethî wê çi bikin?

Bersîva vê pirsê jî Mehmet Akîfê mezinê Erbakan û yê hemî umetparêzên îro dide.Ew di helbesta xwe ya bi navê “ ji Kursiyê Suleymaniyeyê ya di dema şerê Cihanê yê yekemîn de dinivîse van gotinan dike:

Ka netewa te Îslamiyet bû... Nijad çiye îcar?!
Te netewa xwe hembêz bikira ne çêtir bû?
“Albanîtî” çi ye? Di şerîetê de cihê wê heye?
Nijada dexwe derxî pêş ev kufurîye
Dibêjin Ereb ji Tirka; Laz ji Çerkeza an jî Kurda
Ecem ji Çînîya bilindtir in,ka di ku de ?
Di misilmantiyê de anasir çi digere
Ê ku nijad qedexe kiriyeprxember e”
(Rûpel:356)
Di helbesta xwe ya bi sernavê “ Diaya Artêşê” de- ku ev helbest ji alî Alî Rifat ve hatiye bestekirin û ji artêşê re hatiye şandin- ew piştî serkeftina dawîn a li Kocatepeyê, Kurd û Ereb, çerkes û lazên par van çaxan misiimanên wekhev, qehreman û delaliyên ber dilan, ji binîve jibîr dike, vediguhere dibe Tirko- Îslamparêzekî klasîk:

...
Leşkerên tirk in em, sîlsîla me qehreman
Misilman in em, misilmanên xudaperest
Ewên pûtan dikin şûna Xwedê, nebî nebî
Bila cangoçkên xwe bi stûyê mizgeftên min ve nekin!
Babaegîtno bi hev re bibêjin amîn
Melaikeyên li jor hûn jî Elahu ekber
Amîn! Amîn! Elah u ekber.

...

Di vê helbestê de peyvên wek “ ecdat, bavkal, netew, umeta Îslam” radibin û cihê xwe didin netewa tirk. Dîsa bi vê helbestê wateya peyva “nijad” a di “sirûda neteweyî” de derbas dibe jî zelaltir dibe.( di wê helbestê de M. Akîf dibêje, heta dawiya dawîn bo te, bo nijada min têkçûn tune)
Erbakan jî wek Mehmet Akîfê di pêvajoya Şerê Yekemîn ê Cihanê, di jiyana xwe ya siyasî de mafên tirkên misilman û misilmanên welatên din ên bi bîrdozî nêzîkî xwe didît, ên li ber desthilatdariya dewleta Tirk serî datanîn, tenê diparast.

Kes rastî gotinek wî nayê ku kiribe :

Bo misilmanên di bin nîrê dîktator û tîranan de digel trîlyon dolarên ji neftê, digel fermana Xwedê ya wekhevî divê, bindest û hejar,

Bo Kurdên bê nasname û bê zar û ziman; li ber çavên wî bi salan e xizan û stûxwar;

Bo Elewiyên ji ber pest û pêkûtyên dewletê û ji ber çêr û dijûnên suniyên nezan êdî ji canên xwe bêzar;

Bo Kedkar û xebatkarên di welatê wî de muhtacê kerîkî nan û ji destê Kapîtalîzma hov û har neçar;

Bo ronakbîrên dijber ên ku dikirin li ber van neheqî û bêdadiyan bibin bend û çeper; lewma zindan ji wan re bûye cih û war...

Gava bûyerek xetenak biqewimiya û wek lîderek siyasî ji bêgaviyê peymanek bida gotina wî tim ev bû :“ em birayên hevûdu ne; ên ku di nav me de fesadî û şeytaniyê dikin, ew kesên xwedî baweriyên betal( zihniyeta Batil, kesên ne misilman), xaçparêz, bi taybetî jî cihû ne...”

Di dewr û dewrana Mehmet Akîf de cihû ne xwedî dewlet bûn û hayê Umeta Mihemed ji wan tunebû, lewma ew çi xirabî, paşvemayîna Misilmanan hebûya dikir stûyê Xiristiyanê rojavayî.

Tûyî nav çavên xaçparêzan bikin!
Tûyî gotinên wan ên xapînok bikin
Li rehwilê sosret ê bi navkî şaristanî binêrin
Tû bikin wîjdanê wan ê bi maske, tû bikin!
(Safahat; rûp:259)

Dema bûyera ku li Susurlikê di sala 1996’na de rûdabû û bi xwe re karên kirêt ên dewleta wî reşandibû holê, ew xwepêşandanên demokrasîxwazan wek reqsa “gilû gilû” binav kir û bi wan re tinazên xwe kiribû.

Mehmet Akîfê delaliyê ber dilê Erbakan jî, sed sal beriya gilû gilûya wî, di sala 1908’an de bi kesên ku bo bêhtir azadiyî û wekheviyê derketibûn kolanan van gotinan dikir:
...
Ez hatim Stenbolê min dît çarşî û bazar
Bi qîjeqîjan(hûn glû gilû fêm bikin) diheje, çer heye êdî azdî heye!
Dibêjî qey dînên zicîrkirî filitîne
Timarxaneyê hilweşandine û jê derketine...
(Safahat; Ji Kursiyê Suleymaniyeyê ;rûp:227)

Me berê jî gotibû Mehmet Akîf Netewa Tirk li ser hemî gelên din ên misilman digirt. Bi ya wî gere yekîtiya Ûmeta Mihemed teqez di bin nîrê Tikan de bê sazkirin. Lê ew î jî baş dizanibû ku Dewleta Osmanî di warê teknolojiyê de pir li paş maye û bi serê xwe nikare bi emperyalîstan re serî bigerîne. Mehmet Akîf jî wek Evdilhemît û rayedarên destpêka Komara Tirk, pişta xwe xwe bi Germanyayê ve girêdide. Di sala 1915’an de bo çavdêriyê diçe vî welatî û li wir bi mehan dimîne. Di helbesta xwe ya bi sernavê “ Bîranînên Berlînê” de pirî pesnê vî welatî û pesnê germanan dide ku xwendevanek biyanî yê jirêzê dibe ku bibêje qey German jî ji umeta Mihemed e. Tişta balkêş ev e ku Mehmet Akîf jî -bi qasî wan tûj nebe jî- wek jakobenên sazûmankarên Komara Tirk, Ewropiyan di dilê xwe de mezin; gelên netirk ên Rojhilata navîn aşkere biçûk didît. Ya din, ew qet behsa nijadperestiya Germanan “ya ku di pêvajoya Şerê yekemîn ê Cihanê de şîn dibe” nake, berovajiyê vê yekê ji neteweperweriya wan a rê li ber faşîzma hov vedike çavreşiyan dike; heyfa xwe bi kêmasiya neteweperveriya netewa xwe tîne.


Ez, “xwendina Erbakan a di Lîseya Mêran a Stenbolê de , liseya ku zimanê perwerdehiyê Germanî ye;
bo lîsansa bilind çûyîna wî ya Germanyayê;
xebata wî ya bo artêşa vî welatî” dikim bîra we û beşek ji helbesteke Mehmet Akîf pêşkêşî we dikim. Ew li Germanyayê çav bi jineke german a xaçparêz dikeve, helbesta xwe ya berê ya tê de gotibû “tûyî nav çavên xaçparêzan bikin!” jibîr dike; di kesayetiya wê de pesnê netewa wê dide û mirazê dilê xwe yê hevkarî û hevaltiyê dide der:

Tu ne Dayîk î û german î
Tu mirovek xwedî raman û wîjdan î
Divê tu nebêjî nijada Asyayî bi me biyani ye
Û dilê keçên jinên hemzayendên xwe biêşînî,
Ev yek ne li gorî fazîleta te ye.
(Safahat; Bîranînên Berlînê;rûp:441)

Gava dor tê ser berjewendiyên dewletê û yên netewa Tirk, Evdilhemît jî, Mehmet Akîf jî, Erbakan û murîdên wî yên ên îro jî misilmatiya xwe dane alî.

Bîrdoziya ku li vî welatî wek Umetparêzî xwe dide der ji neteweperstiya Tirk pir jî ne cudatir e. Her du alî jî, bo berjewendiyên dewletê bi emperyalîstan re hevkarî dike. Her du serî jî bişaftina gelan ji xwe re dike mijara sereke.

                                                                                                     Mamoste Marûf

Hiç yorum yok:

Padîşa û Kîrkor Hoste

Pdîşayê Osmanî Siltan Mehmet piştî dagirkirina Konstantînapolîsê (Stenbol) dixwaze mora xwe li bajêr bixe û wî veguherîne ji xwe re bike “Î...