23.10.2017

Çîroka lawê paşê û beqê


Li Serhedê paşayek hebûye, jina wê ji mirovan qe hez nekiriye. Deriyê mala wê tim girtî bûye.  Wê xwestiye bi mêr û lawê xwe yê hêj li ber pêsîran, di mala xwe de, bê qal û qir, bi kêfxweşî  bijî. Jinik zor dide paşê, li ber devê çemekî ji bajêr gelek dûr, di newalekî kûr de, ji xwe re koşkek dide çêkirin û mala xwe dibe dike wir.
Di ser re çend sal derbas dibe,  lawik berfamkî dibe, bala xwe didê ti hevalekî wî tune. Her ku diçe ev kêmasî lê dibe derdekî mezin û ji dilê wî dernakeve. Her roj ji hindur derdikeve, li ser şemûgê rûdinê, çavê xwe dikute çem, kûr kûr diponije, dikeve na xewn û xeyalan...
Rojekê dîsa li cihê xwe yê ber çem rûniştiye, ketiye nav xewn û xeyalan, çavên wî bi cote çavên zer ên beqek dikeve.
Pir li xweşa wî diçe. Bi van gotinan gazî beqê dike:
“Beqê beqê beqlawÎsê(1),
çav ramîsê(2),
were lîsê(3)”
Beq ji avê derdikeve, tê cem, heta êvarê bi hev şa dibin, dilîzin.
Rojek, du roj, sê roj...
Rojek dayîka wî wan bi hev re dibîne. Bala xwe didê, lawikê wê yê di mal de bi mahde û bi mirûz li cem beqê bi kêf û henek e. Pir li zora wê diçe. Jinik ji beqê çavreşiyan dike.
Çend caran şîret li kurê xwe dike, dibêje beq bêyom e, pîs e, heram e nizam çi û çi  lê, ew guh nade dayika xwe û  hevaltiya didomîne.
 Dayîka lawik dîbîne ku nikare wan ji hev veqetîne, sonda beqê dixwe.
Êvarekî lawik hêj di xew de ye, jinik ji malê derdikeve diçe ber çem,  bi dengê kurê xwe gazî beqê dike:
Beqê beqê beqlawwîsê,
çav ramîsê,
were lîsê
beqa reben a hayê wê ji bayê  felekê tine,  bi bihîstina van gotinan hêdîka ji avê derdikeve tê cem jinikê. Jinik hişk pê digire, dibe nav malê. Şîşika xwe dike agir sor dike, di her du çavê beqê re dike û beqê dîsa dibe davêje nav çem.
Lawik piştî taştê derdikeve derve, diçe ber çem:
“Beqê beqê beqlawÎsê, çav ramîsê, were lîsê”
Beq serê xwe ji avê derdixe dibêje:
Ez netêmo(4) neqeto(5)
Dayîka te ya qapeto(6)
Çavkên min kiriye biveto(7)
Çavkanî; Salihe Korkmaz a keça Ehmedê Nado
(1) Bi ya min bo şêrînkirinê parkîta “wîs” bi beqê ve hatiye kirin. Teyrê tawis.
(2) Ramîsandin. Min çavê te ramûsanê
(3) Lîstin. Were em bilîzin.
(4) nayêm, ne têm
(5) qet, hîç
(6) qap, qehp, qehpe
(7) Biv;dema zarokên biçûk nêzîkî agir dibin ji wan re “biv” tê gotin. Baneşana bo tirsandina ji şewatê. Tr;ciz


 Çavkanî; Saliheya Keça Ehmedê Nado, Xîtik, Tatos 
Berhevkar: Mamoste Marûf

27.09.2017

Gelî Xwîşk û Birayên me yên Rovî


Kurd bi sedan salan e di newalên çiyayên xwe de, di guhên bajarên xwe de, 
bi pez û dewarên xwe, bi zevî cotê xwe, bi danûstandina bi cînarên  xwe  debara xwe dikir.  Biyanî; çi  Tirk,  çi Ereb û  Ecem, çi Misilman, çi Xaçparêz û Cihû  heta pergal û şêweya jiyana  wan a ji bav û kalan mîrat mayî tehdît nekirina, dest daneynana ser mêrg û zevî û zozanên wan "tune" dihatin hesibandin, xwe li nedîtnê datanîn.
Jiyan eşîrkî bû. Zewac, şîn û şahî, şer û pevçûn an bi eşîra xwe , an bi eşîrên derûdorê bû. Ango dema qoçê wan dirêj tûj dibû di laşên vevûdu de ko dikirin...
***
Ev xweş dewrana bi hezarar salan serdest, di sedsala 19’an de bi destpêka neteweperestiya gelên cînar  hêdî hêdî serobino bû. Tirk, Ermen, Ereb, Ecem û Ûris  li ber bayê netewdewletbûnê ketibûn, dixwestin erdên ku destê wan digihjê li ser navê netewa xwe qeyd û tapî bikin.  Kurd, bi destdirêjiya ser  mîrektî û pergala xwe ya eşîrtiyê, bi fermanên ku "koça ber bi Anatoliyê ve"  li wan ferz dikir,  bi fen û fûtên wan hesiyan lê çi bikî, di netewbûnê de pir derneg mabûn. Aqûbeta reşikên Afrîqayê, Çermsorên Amrîkayê,  Aborjînên Awistralyayê li serê wan bû  lê, wan heta nîveka sedsala XX’an ji xwe dernexist in ku êdî bindest û koleyên cînaran e...
Çend ronakbîrên  ji  rewşa kambax hayîdar  hebûn lê, dagirker nedihîşt ku ew gel şiyar û serwext bikin, bo azadî û serxwebûnê birêxistin û seferber bikin.
***
Dîsa jî Gelê Kurd serî li ber dagirkeran netewand. Bi awayek lokal û herêmî bi dehan caran li ber wan serî rakir. Bi sed hezaran can dan, bi mîlyonan hatin nefî kirin, di qula derziyê re hatin derbas kirin.  Netewbûna Kurda bi vî awayî li ser zilm û zordariya cînarên wan, li ser hestiyên şehîdên wan, li ser dêris û xirbeyên gund û bajarên wan, li ser hêsirên çavên sêwî û koçber û xizan û belengazên wan  şîn bû, pel veda.
Wan di serî de ji cînarên xwe yên nemisilman ên Ûris, Ermen û Asûrî  dipelikand.  Digotin qey Kurdistan wê bibe kafiristan. Bi fîtkirina Tirk , Ereb û Eceman li ser navê “şerê kafiran” bûn şêr û piling, bûn qirnî, bi "kafiran" ve ve zeliqîn. Welatê xwe ji wan xalî kirin, ûrt û ocaxa wan kor... Encam; piştî têkbirina  “kafiran” birayên wan ên misilman walatê wan li wan kir kafiristan...
***
Di destpêka sedsala XX’an de bêbextî û xayîntiya birayên xwe yên misilman bi çavên seran dîtin lê, dîsa dereng man, bi qewlê Tirkan, hesp ji wan stendibûn û ji zû de Ûskûdarê derbas kiribûn...
Kurd van salên dawîn netewbûna xwe ya “bi dernegî ketî” temam dikin.  Dagirkerên wan ên sed sal in xwedî dewlet lê, li ber Cihû û Xaçparêzan reben û stûxwar, wek pehlewanên derewîn çi hêz û derfetên wan, çi konektî, fen û fûtên wan  hene li ser wan diceribîn.
Wan wek sed sal berê bi biratiya Misilmantiyê, bi emperyalîzmê, ew jî nebe bi Xaçparêz û Cihûyan ditirsînin: Nebî, nebî  merhebatiya wan nekin, bi wan re hevkarî nekin, dostanî daneynin haaaa...!  Ji kê, bi çi awayî dibe bila bibe, bi navê Kurdayetiyê daxwaziya ti mafekî nekin ..! Em tev misilman in,  hêzên li derveyê  welatê me dizwazin me ji hev cihê bikin, welatê me parçe...!

Bi taybetî argûment û hincetên dagirkerên misilman ji hiş û aqil û zanistê wêdetir, derî exlaq û namûsê ye. Ew çavkaniyên bingehîn ên Îslamê jî, dîroka Îslamê jî , wîjdanê misilmanan jî xera dikin, diqusînin. Bona ku dagirkeriya xwe rewa nîşan bidin,  Pêxemberê di sala 622 yan de li Medîneyê "bi Cihû, Xaçparêz û pûtperestan re hevkarî kirî,
hevpeyman mor kirî,
bi wan re jiyaneke hevpar û wekhev ava kirî"
wek neteweperestekî Tirk, Ereb, Faris be
û
dijminatiya Kurda kiribe nîşan didin. Hemû Misilman dizanin ku Pêxember çi gotibe Hedîs, çi kiribe Sinet e... Ma wê wextê hevkarî û hevpeymanên bo jiyaneke aştiyane û bi rûmet ên bi Xaçparêzû bi Cihû û bi muşrîkan re jî ne sinetê Resûlullah e,
gelî xwîşk û birayên me yên rovî...?
Mamoste Marûf







30.12.2016

Şerê Dronan


Ji dawîya meha cotmehê vir de, di encama êrîşên dron* ên Tirkan de nêzîkî sed kes hatin kuştin.                                                                                                 Emran Feroz**; 27 Berfanbar 2016

Bi daxwiyaniya Wezareta Parastinê, di dawiya cotmehê de, li parêzgeha Colemergê ya li başûrê Tirkiyê dikeve, herî kêm heftê û du mirov hatine kuşti  
10ê sermawezê, li Şirnexê, ew jî li başûrê welêt dikeve, nozdeh kesên din,
herî dawî du roj piştî vê bûyerê, li Bakûrê Iraqê şeş mirov hatine kuştin.
Wek her carê, hikûmeta Tirk û medyayên sereke, êdî tev veguherîne Ajansa Anadoluya dewletê, qurbaniyên balafirên bêmirov bi gişkî wek "terorîst" nîşan dan.

Di havîna 2015 de, aloziya di navbera Dewleta Tirk û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de - ku Tirkiyê, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Yekîtiya Ewrûpayê wê wek rêxistineke terorîst dihesibîne- dîsa gur bû 
û pêv re Başûrê rojhilatê Tirkiyeyê dîsa ket nav pencên şer. Qadên pir mezin ên herêmê yên bi giranî Kurd lê dijîn, ji aliyê artêşa Tirk ve hatin bombe kirin. Bi ya medyaya dewletê, di meha borî de deh hezar "terorîst" an hatine kuştin an jî hatine girtin. Heta niha ti qurbaniyek “sivîl” nehatiye ragihandin. Di axaftinên rayedaran de li wan deveran jixwe hîç sivîl tune ne.

Alîkîve jî , rêxistinên mafên mirovan yên wek Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî kiryarên artêşa Tirk bi tundî rexne dike, liv û tevgerên wê wek çalakiya “nefîkirina girseyî ya gel”, operasyonên wê wek “kampanyaya înfazên kolektîf” rawe dike.

Made in Turkey

Teza hikûmeta Tirkiyê ya li ser şerê xwe yê li başûrê welat, ji ber gelek sedeman bi gengeşiyan têrtijî ye. Ji wan yek jî taktîka bi dorfirehî bikaranîna dronên bi çek e.

Tirkiye, li herêma xwe ji şeş welatên ku balafirên bêmirov ên çekbarkirî bikar tînin yek e. Amerîka, Brîtanya, Îran, Rûsya û Îsraîlê bi bi van makîneyên mirinê, mirovan ji xwe re kirine hedef û dikujin.

Bernameya Tirkiyeyê ya balafirên bêpîlot ên çekbarkirî nisbî ne diyar û şefaf e. Heta çend sal berê jî Tirkiyeyê ev teknolojî ji Îsraîlê dikirî. Ev danûstendin heta ku Tirkiye dronên xwe bi xwe hilberîne kudand.

Îlona dawî, Selçuk Bayraktarê rêveberê şîrketa “Baykar Teknolojî”yê, bi navgîniyaTwetterê da zanîn ku wan dronên TB2 yên % 100 resen Tirk derxistine holê.

Bi vê daxwiyaniyê re çapemenî “bikaranîna yekem drona tirk a li dijî terorê” bi quretiyek mezin ragihand.

Paşê rayedaran behsa serkeftin li ser serkeftinê kirin. Bayraktar TB2, di şerê artêşê ya bi terorê re êdî koza herî girîng a artêşê bû.. Dema goh didî argûmentên fermî, bawer dikî ku ev dron terorîstan hildibijêre û wan tenê dikuje.

Lê mixabin rastî ev e ku, çi model dibe bila bibe, beriya êrişên wan, ti kes nizane ka kê bê kuştin û
dîsabi her awayî em baş pê dizanin ku divê meriv ti car “bawerî bi çavkaniyên rêveberiyê û daxwiyaniyên fermî"  neyne.


Terorîzm; çi hebe bikurisînî nav de, dibe

Êdî ji tu kesî nayê veşartin ku li Tirkiyeyê tekane azadî, azadiya sergirtin û bincilkirina rastiyan e û herêmên Kurdan ên welêt bi sansûreke kesnedîtî ve rûbirû ne. Dewlet dixwaze bandor li vegotina medyayê bike û li gorî xwe rastiyeke din biafirîne.

Di warê retorîkê de, şerê bi dronan ê Tirkiyeyê gelek dişibe yê dewletên din ên wek Îsraîl û YDAyê. Dewleta tirk îdia dike ku dron çekên taybet in ku tenê terorîstan dikuje. Jixwe pirsgirêk jî ji vê peyvê (terorîst) dizê û destpê dike. Têgeha terorîzmê rast û net nayê pênasekirin. Bi vî hawî ew dibe amûreke rewakirina her cûre şîdeta dewletê.

Feraseta Enqereyê; 
“çi li hundir, çi li derve, bi çi awayî dibe bila bibe, kî bi PKKê re xwedî têkilî be ew terorîst e. Her wiha sivîlên niştecih ên herêmên di bin kontrola PKKê de jî terorîst in”.
wekî din artêş tim û tim îdia dike ku şervanên PKKê sivîlan ji xwe re dike mertal. “Mertalê zindî” gotineke pir naskirî ye û dewletên wek YDA û Îsraîl û hwd. pê xwe ji berpirsyariya kuştina sivîlan rizgar dikin.

Rastî ev e ku, di welatên ketine nav pencê balafirên bêmirov ên çekbarkirî de pirî caran hedef sivîl in.

Tevlîbûna nav refên şervanan hêsantir dike

Meriv dikare, herêmên eşîrî yên Pakîstanê yên bi Efxanîsta re hemsînor in û ji 2004an vir de rastî êrişên dronên amerîkan tên, wek mînak bide dest. Bi ya Bûroya Rojnamevanîya Lêkolîner a navend li Londonê ye û bala wê li ser dronan e, tenê %16 yê qurbaniyên teşhîskirî yên dronên Amerîkan ên li Pakîstanê milîtanên tund in. Her weha, endamtiya El Qaydê li ser %4ê wan tenê hatiye îspatkirin.

Li Yemenê, bombebaranên bi ser komciwînên wek dîlan û hwd. de jî- ku dronan di navbera salên 2014 û 2105an de ji xwe re kiribûn hedefên asayî jî- sivîlkujeriyên bi vî rengî ne.

Aliyê din ve, komên milîtan ên li herêmê, bi xêra hemwelatiyên ku dixwestin tola xizmên xwe yên bubûn qurbaniyên dronan hilînin, gelek xurt bûn.

Beytulah Mehsûd, serokê Talîbanên Pakîstanê, ji Daily Times of Lahorê re weha dibêje; " Sê meh digeriyam ku çend merivan tevlî tevgerê bikim, di dawiyê de bi zorî 10-15 kes peyda kir an na. Piştî êrişên Amerîkayê min bi hêsanî 100-150 dilxwaz bidest dixistin.

Gelek çavdêran jî bala xwe dane îdiayên derheqê dronan de. Van demên dawîn, ji Encûmena Têkiliyên bi Derve re Micah Zenko da zanîn ku dron, di êrişê de, ji alî rastkirina hedefê de ji balafiran lawaztir e. Zenko, dema êrişên dronên êrişê yên Amrîkan ên li Pakîstan, li Yemen û li Somaliyê û êrişên balafiran ên li Iraq û dide ber hev digihîje wê encamê ku dronên çekbarkirî yên bêmirov, ji yên bipîlot 20 caran bêtir sivîl dikujin.

Ger rewşa dronên Amerîkayê ev be, ma ne hewce ye meriv bikeve şikê û ji xwe pirs bike, gelo di encama êrişên dronên Tirkan de jî heman tişt dibe yan na...

Sûcê şer?

Tesbît û pênasekirina qurbaniyên sivîl bi çavdêrên bêalî(serbixwe) dibe. Di dema şerên “xwedêgiravî nûdem” de karê wan ji her carê girîngtir û zehmetir e.

Bi navgîniya rojnamegerên serbixwe em dizanin ku dronên amerîkan li Pakîstan, li Yemen û Somaliyê sivîlan kuştine.

Dîsa bi xêra rojnamegerên wêrek û bi navgîniya Rêxistina Alîkariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya li Efxanîstanê (MANUA) em ji “sivîlên li Efxanîstanê di encama êrişên hewayî yên NATOyê de tên kuştin” agahdar dibin.

Çendikî berê, rayedaran carek din eşkere kirin ku ew hewcedarî bi zelaliyê (şefafbûnê) nabînin: Piştî ku Neteweyên Yekbûyî di êrişeke dronan a di dawiya meha Îlonê de li herêma Nangahar a Efxanîstanê pêkhatî de kuştina pazdeh sivîlan piştrast kir, rayedarên Amerîkayê hewl dan ku ketina NYê ya nav bargeheke Amerîkayê ya li Kabûlê qedexe bikin, an bisînor bikin.

Tu şik û şubhe tuneye ku li Turkiyeyê, bi taybetî bo hikûmeta îro, zelaliya (şefafî) lêpirsînan ne tiştek girîng e. Ev helwest, cesareta kesên li ser "sûcên pêkan ên şer " lêkolîn dikin dişikêne.

*Balafirê bêmirov ê çekbarkirî
.

Nêrînên di vir de hatine vegotin aydîLes opinions exprimées dans cet article n’engagent que leur auteur et ne reflètent pas nécessairement la politique éditoriale de Middle East Eye.

- **Emran Feroz, rojnamegerekî bêalî ye. ji dê û bavê efxan li Avûstûryayê çêbûye û gihîştiye, niha jî li Germanyayê dijî û bo gelek kovar û rojnameyên almananan dinivîse. Her weha ew bi zimanê ingilîzî bo El Cezîrê Ingilîzî, The Atlantic, AlterNet et TeleSUR jî dinivîse.
Heman demê ew sazûmankarê “bîranîna Dronan , abîdeya sanal a bo bîranîna qurbaniyên dronan” e.
Wêne: Dronek bi bombebarana balafiran re hemwext li ser bajarê Kobanê difire. Cotmeha 2014 AFP
Wergera ji weşana Fransî ya MIDDLE EAST EYE
Mamoste Marûf

EZ ÇAWA 4Ê GULANA 1961’AN Jİ DAYÎKA XWE BÛM?

  Salên salixa ji dayîkbûna min didin, salên bi cih kirina serweriya komarê bû.   Ji Enqereya kambax wêdetir demokrasî û azadiyeke nîvçe, li...

Nivîsên zêde hatine xwendin