10.06.2011

Ehmeq kî ye, çito ye?

                                                                                                                     10
Gotineke mezinên me yên Serhedî yên berê hebû; digotin ; “ mejiyê bêmejiyan, çavên wan e”


Ev gotina ku yek ji nîşaneyên deha û kûrahiya hişmendiya xwezayî ya gelê Kurd e, bi serê xwe dikare bibe pîvan û mîhenka asta serwextî û şiyariya hemî mirovan.


Bala xwe bidin derûdora xwe, dê hûn ê;


“rastî mirovên heyrana televîzyonên plazma werin, çima ku TV ji perê din ê cihanê deng û dîmenan tîne ber çavan,


rastî mirovên 40- 50 salî yên, çawa zarok bi şekirên sor, bi telefonên xwe yên bêrikê şad dibin werin; çima ku bi dest dayîna bişkokek çiqas dûr be ne xem e; telefon, mirovan tîne ber guh û çavan


rastî mirovên li ber kompûtûr û tirêmpêl û avahî û alav û amûrên teknolojîk û xweşik û bedew û baqil û bi merîfet dev vekirî wek rebenan mayî werin, çima ku ew bi tevahî bi çavên seran tên dîtin, lewma jî taybetmendiyên wan tên nasîn û zanîn ”


Lê çi heyf e ku, li vî welatî hûn ê rastî kêm kesên heyran û qurban û dilketiyên ked û demokrasî û azdiyê werin; jiber ku ev her sê mefhûm û têgihên mîrat jî , bi çav na, bi mejî tên dîtin...


Hilbijartina demokratîk, ya ku çêjika DEMOKRASIYÊ ye, bo destnîşankirina rêvebir û berpirsyarên gel û netew û kom û komikên ji mirovan pêkhatî, riya herî zanistî, rêbaza herî xweş a “li nirx û hêjayî û rûmeta mirovahiyê hatî” ye.


Demokrasî, ew destkeftî ye ku


di dirêjahiya têkoşîna bi hezaran salan de;


di encama mirina bi mîlyaran mirovan de;


di dawiya zîndan kirin û bi qeyd û lale kirin û dîn û har kirin û ji ax û welat kirina bi mîlyonan mirovan de,


dîsa di dawiya wêran û wêrtas kirin û şewitandin, bi gaz û çekên kîmyewî jahrîkirina bi sedan welatan, bi kedeke bêhempa , bo rızgarî û azadıyê hatiye bidest xistin.


Zilm û zordestî û neheqiya dagirkeran; ked û hişmendî û xwîn û xwîdana serok û şervanên Kurdan kir, exlebê Kurda, tevî hevalbendên xwe, hiş û aqil “ji çavan derînin” bidin serî. Lewma ew girîngî û qedr û qîmeta KED û DEMOKRASÎ û AZADÎyê dizanin. Xweliya heft bajaran li serê bi mîlyonan Tirkên bi mekteb û bi medrese lê, “hiş û mejî di çavan de miciqî û mayî” be.


Xweliya çar hezar gundên bi destê dagirkeran şewitandî, wêran û wêrtas kri jî li serê kurdên bêtextik û totikvala be...


We ehmeqan nas kir?
                                                                                              Mamoste Marûf














pûşper 2011

6.06.2011

Derbarê hilbijartinan de şiyarî û pêşniyarî

 Li vî welatî Piştî darbeya leşkerî ya sala 80, çiqas referandûm û hilbijartin pêkhatin, çi li Kurdistanê çi li Stenbolê  hema bigire di tevahiyan de ez û memosteyên hevalên xwe, em  li ser sandoqan wek rêvebir hatin peyvirdarkirin. Ev jî kir em bibin xwedî gelek tecrubeyan. Lê,  hingî ku desthilatdarî ketiye destê AKP’yê, bi taybetî li Stenbolê, di şûna mamosteyan de, bi gelemperî  karbidestên şarederiyên AKP’yî  wek rêvebir didin ser sandoqan. Di vê hilbijartinê de, ez jî tê de, ji  % 90’î mamosteyên endamên Egitim-Sen’ê betal mane.  

Piştî hilbijartina borî, çar  hevalên min ên mamoste,  yên “li Stenbolê li ser sandoqan peywirdarkirî” ragihandin ku  hin nûner û çavdêrên li ser sandoqan,  yên alîgir û dilxwazên partiyên din, pêşniyariya  li hev parvekirina dengên DTP’yê û yên endamên serbixwe yên demokrat û azadixwaz kirine, lê ew bi tundî vê yekê red kirine.

Ji van hewldanan mirov têdigihîje ku ev cûre teklîf li gelek deveran tên kirin. Heke, serokê sandoqeke, tevahiya endamên lijneya sandoqê û çavdêrên partiyan li ser teklîfek bi vî rengî bihev bikin, bi hêsanî dikarin dengên dijberan di nav xwe de parve bikin.

Gava mirov gund û navçe û bajarên ku welatiyên wan bi neyartiya gelê Kurd sor û dîn û har kirî tîne ber çavan dest û dil ji demokrasiya vî welatî sar dibe; mirov dikeve nav xem û fikaran...

Bo pêşîlêgirtna vê xetereyê divê rêvebirên BDP’yê û yên partî û kes û kesayetiyên  din ên hevkar, çavdêran bişînin ser  tevahiya sandoqan. Dibe ku evqas çavdêr neyên peyda kirin, wê gavê qe nebe divê “serê her avahiya ku lê hilbijartin heye”  kesek wek berpirsyar bê peywirdarkirin; da ku xêrnexwaz bizanibin ku dengên Kurdan û azadîxwazan bê xwedî nîn e...

Lê, ji vê yekê girîngtir, piştî vê hilbijartinê, divê wekîlên me bo pêşîlêgirtina van nelêrêtiyan li riya çareseriyê bigerin. Wek mînak dikarin pêşniyariya numre dayîna hemî pusula û zerfan  bikin. Bi vî karî,  gava sandoq tên ber destê  lijneya hilbijartinê ya navçeyê, bi awakî aşkera tê dîtin û tesbîtkirin “ka kîjan  pusula û zerf bo çi hatiye betal kirin,  kîjan pusula bo kîjan partiyê hatiye bikaranîn.”

A dudo pêşniyara “li navendên navçeyan, li ber çavê nûnerên hemî partiyan jimartin û ji hev veqetandina dengên “sandoqên  ku lê hilbijartin bê çavdêrên partî, bê çavdêrên endamên serbixwe pêkhatiye ”  jî di cih de  ye.   

Bi taybetî ev tedbîr bo hilbijartinên li pêş , yên ku baraja % 10 berjêr dadikeve pir û pir girîng e. Hek ev tedbîr neyên stendin, kes nikare dengên du-sê mirovên xwedî wijdan ên li gundê Kurtkapani ya Bogazliyan a Yozgatê, yên li gundê Çîçeklî ya Trebzonê biparêze û ragihîne Lijneya Bilind a Hilbijartinê ya li Enqereyê ...
Hin kes wê bibêjin “ ma li Kurdistanê jî,  li gundên bi tevahî welatparêz jî, ev nelirêtî nabin?”
Naxêr, li Kurdistanê, mamoste dibe, karbidestek din ê fermî dibe, endamê partiyek nekurdistanî dibe yek be jî  kesek “dijberê Tevgera Azadiya Kurd” di lijneya her sandoqê de  cih digire. Lê, li Anatoliyê, ji ber polîtîkayên nijadperest ên dewleta Tirk, piraniya welatiyên tirk,  tevahiya  partî – pûrtiyên tirkan, li hemberî Kurda dibin yek û li ser sandoqan çi dengên hevkar, alîgir û dilxwazên Tevgera Azadiya Kurd hene  an di nav xwe de parve dikin, an jî bi awakî betal dikin.   

Bi vê demokrasiya xapînok û qelp, wate û girîngî li alîkî, hêviya hevkariya demokrat û aşitîxwazên Kurd û Tirk û gelên din ên Anatoliyê,  di dil û mejî û wijdana gelê Kurd de kêm dibe.
Hilbijartinek din, gere “Abdullah Levent Tuzel ê Gîresûnî, Akin Bîrdal ê Nîgdeyî, Nursel Aydogan a Bursewî ” her yek  li welatê xwe bikaribe bo wekîltiyê bibe endam û nûnertiya hemwelatiyên xwe yên xwedî şeref û rûmet bide ser milan ku baweriya gelê Kurd a bo “têkoşîneke hevpar a bi bi gelên din re ” xurt bibe. Ev blog wek îro “Xwedêgiravî, nîvco û yekalî” nebe. Em û gelên din ên vê erdnîgariya kambax, bikaribin bi hev re li ser hîmek rast û zexm û rasteqîn, bi ked û xwîdaneke hevpar, bo azadî û serfiraziya hemî mirovan xêniyek xweş û bedew ava bikin. Ev yek jî dora pêşîn bi ewlehiya sandoqan pêkan e.
                                                                                          Mamoste Marûf  
   

25.05.2011

Hawar you Mister Şimşek; li Batmanê kalmadi êdî eşek


Di 11’ê Gulana 2011’an de nivîskarê bi navê Abdulkadir Selvi di quncikê rojnameya xwe ya bi navê Yeni Şafak’ê de xwedê giravî pesnê Mehmet Şimşek'ê wezîrê maliyeyê û endamê wekîltiyê yê Batmanê dide. Sernavê nivîsa wî jî heta dibêjî gundî ye: Mehmet Şimşekê Kefrewî; serokwezîr ê hembêzker.


Selvî, ji Şîmşek rewşa kampanyaya wî ya hilbijartinan,

bi zimanê mamosteyekî dibistana seretayî dipirse.
Ew jî vê pirsê wek xwendekarekî baqil ê pola yekemîn bi gotina “pir baş e” dibersivîne.(emrê Xwedê ye. Ma ew ê çi bibêje?) 



Dûre jê pirsa zimanê Kurdî dike:


-Gelo cenabê we, hûn bi Kurdî diaxivin?


-Ez bi Tirkî jî bi Kurdî jî diaxivim. Gava destê xwe didim hemwelatiyan li wan bi kurdî dipirsim. Jin bi Tirkî nizanin...


Piştre hişê wî tê serî; asta Kurdiya xwe tîne ziman:


-Lê, bi Kurdî tenê dikarim tiştên wek “hûn çawan in, baş in” bibêjim. Li hemberî girseyan nikarim biaxivim. Kurdiya min têra vê yekê nake.


Selvî dixwaze têbigihîje ka di kampanyayê de ew ji Batmaniyan çawa dengan dixwaze:


-Bi keyayan re ( muxtar) me civînek lidarxist. Min ji wan re got ez Kefrewî me. Bavê min xwendin û nivîsandinê nizanîbû. Kekê min bi destê me ve girt, em dan xwendin. Di siya xwendinê de ez bûm wezîrê maliyeyê.( We nexwendiye loma hûn nebûne tiştek; heke hûn jî bixwînin tu pirsgirêk namîne)


Selvî di vir de firsenda xwe dibîne û kul û merez û mirazê dilê xwe dide der: “Divê em mînakên wek Mehmetê Kefrewî yê bûye wezîrê maliyeyê zêdetir bikin. Demokrasî Mehmetê Kefrewî dike wezîr; Teror xortên Gewerî dişîne çiya û dike terorîst.”


Mînakê ku ew dide ber Batmaniyan bi kurtî û kurmancî ev e: Zarokên xwe wek Mehmet Şîmşek bê çand û bê zimanê Kurdî, bê hestiyarî û dilşewatiya bo kurd û Kurdistanê li bajarek Tirkiyeyê bidin xwendin. Dûre heke we lê anî, heta ji we tê, wan bişînin welatên dûr ku bila ew bi zilm û zordarî, bi înkar û tunekirina gelê xwe nehisin. Piştî bidawîbûna zanîngehê, wan bînin Tirkiyeyê. Çer heye , bê ziman, bê nasname, bê hestiyarî, bê esil û bê asas û bê reh û bê binyat êdî "hew dikarin bi gelê xwe re tevbigerin". Bi vî awayî serê wan jî nakeve belayê. Ew dibin Wezîr jî, serok wezîr jî...

Kesê ku vê rêyê dide ber Kurda Abdulkadîr Selvî yê Îslamparêz û Umetparêz e...


Ka em Selvî bidin ber serbazên Kemalîst ên dizên keçikên Kurda; dê gelo hûn ê bikaribin wî ji ji wan zordest û xwînxwaran veqetînin?


Ew dagirkerên faşîs û şovenîst bûn ku di dem û dewrana komkujiya Dêsimê de; “keçikên reben ên Kurda yên sêwî, bêxwedî li ber diwaran mayî ” dibirin ji xwe re dikirin berdestî.


Ew bûn wan stûxwaran di dibistanên herî bijarteyên dûrî Kurdistanê de didan xwendin. Ew bûn wan keçikên bi rû û bi sifetkî kurd, bi çav û birûyên reş-belek dîsa kurd, bi husn û dirufkî hezar caran Kurd” di nav çend salan de bi mejîkî, bi giyankî ji bavtirkan bêhtir dikirin tirk û wek siyasetmedar û bijîşk û hemşîre û mamoste bi ser kurda de dişandin...


Ma polîtîkayên nijadperestên 70- 80 sal berê û yên AKP’yê û yên Îslamparêz û umetparêzên ku niha xwe wek demokratên rehmanî nîşan didin ne yek in?


Kî û kê dikare Mehmet Agar ê Elezîzî yê ku radibû rûdinişt digot dewlet ez dame xwendin; min deynê xwe daye wê ” û Mehmet Şîmşek ê Batmanî yê niha dike deynê xwe bide dagirkeran ji hevûdu veqetîne?


Yê yekem bi hezaran operasyonên bi xwîn; yê duyemîn, vê gavê, bi operasyona “ji mirovatî, ji nasname, ji têkoşînê, ji Tevgera Azadiyê kirinê” deynê xwe dide dagirkeran.


Ez di şûna Batmaniyan de bûma, gava Mehmet Şimşek hat qada stasyona Batmanê, bi Kurdiya qirix a ku ew jê fêm dike min ê pêşkêşî wî bikira ev çend pankartên hanê:


Te çi da dagirkeran; ew te kirin bakan?
Hawar you Mister Şimşek; li Batmanê qalmadî êdî eşek.
                                                            Mamoste Marûf

EZ ÇAWA 4Ê GULANA 1961’AN Jİ DAYÎKA XWE BÛM?

  Salên salixa ji dayîkbûna min didin, salên bi cih kirina serweriya komarê bû.   Ji Enqereya kambax wêdetir demokrasî û azadiyeke nîvçe, li...

Nivîsên zêde hatine xwendin