1.04.2011

Ê ku çû Başûr Evdilhemîtd bû an Tayîp bû?


Bo têgihîştina polîtikayên Umetparêziya Tirk, bi gotineke din fêmkirina polîtîkayên AKP’yê, divê dora pêşîn em bîrdoziya Sultan Evdilhemîd binasin.


Ew î Îslamiyetê netewî kir û cara ewil wek amûrê desthilatdariya xwe ya emperyal bikaranî.


Êwê ku zimanê tirkî kir zimanê fermî yê     Dewleta Osmanî Evdilhemîd bû.


Ewê cerdewaniya bi navê “ hemîdiye” anî Kurdistanê Evdilhemîd bû.


Ewê di dîroka misilmanan de cara yekem li dijî Ermenên xaçparêz, di salên 1894-1896’an de komkujî pêkanî Evdilhemît bû.


Rejîma Kemalîst, bo zexmkirina pergala komarê û qewîkirina desthilatdariya xwe û parastina berjewendiyên hêzên rojavayî ( Evdilhemîd jî çav dabû emperyalîstên Rojavayî. Ew jî dil hebû li Rojhilata Navîn pergaleke kolonyalîst ava bike.  Lê, bi qewlê tirka du canbaz li ser werîsekî nabe. Lewma Rojavayiyan fît dan contirk û îttîhadiyan û Evdilhemîd ji text dûrxistin)  pêşnavê Evdilhemîd kiribû “ sultanê sor ê destbixwîn”


Kurdên şiyar û serwext di şûna rutbeya “Hûnkar” de jê re digotin Evdilhemîdê Xûnkar…" (xwînkar)


Misilmanên jidil , lê ewqas jî ji dilên xwe sax, çima ku Seîdê Kurdî avêtibû timarxaneyê, çima ku bi ya her du alimên Umetê, Muhemed Abduh û Cemaleddîn Efganî nekiribû,  navê “Xelîfeyê qelp” lêkiribûn…


Çawa bû, çima bû em baş dizanin; van çend salên dawîn siyasetmedarên umetparêz  (?) ênTirk dest bi sondxwarina bi serê vî padîşahê konek û bifêl kirin. Ew dikin polîtîkayên wî yên bêyom li ser Kurda û li ser gelên Rojhilata Navîn ferz bikin.


Gelî Kurdino, çûyîna Tayîp a Başûr, mizdana parsûyê Kurda û yê Birêz Barzanî ceribandina ji nûve avakirina Dewleta Osmanî ya li ser bîrdoziya Evdilhemîd e. Di vî karî de bêşik pêçiya YDA û ya emperyalîstên rojavayî jî heye.


Dixwezin li Bakûr bi çend kemçûrên hûrik Tevgera Azadiya Kurd kerr bikin.


Dikin bi Îhaleyan, ew jî nebû bi tehdîtan birayên me yên li Başûr bêdeng bikin.


Dikin bi çavtirsandina bi YDA û bi Ewropiyan  "Ereb û Fris û Efxanan" li ser xwe qeyd û tapû bikin...


Û dikin di nava çend salan de, dibe ku zora wan neçe Ereb û Farisan û zimanê wan, Kurda di nava xwe de bibişifînin, bihelînin û kok û aca wan biqelînin…


Bo rêliber girtina vê dafikê divê Kurd, çi li Başûr, çi li Bakûr, çi li rojhilat nasnameya Xwe bi dagirkeran bi awakî fermî bidin pejirandin.


Divê Kurd, di Pergala Konfederal a Demokratîk a bi rewbûn û realîzma xwe li rewş û paradîgmaya nû ya Cihanê tê, pir û pir israr bikin.


Divê Kurd şêwra xwe bikin yek û Ameda xwe ya rengîn bo tevahiya Kurda bikin paytexteke çandî û aborî û kêfxweşiyê, da ku di cihana Global de zarokên me di kolanên Stenbol û Tehran û Şamê de nehelin ji destê me neçin.


Xwziya Birêz Barzanî mîzaneke çerçiyan danîbûya ber Erdogan, kefekê ( çavî) bi îhaleyên şîrketên Tirka, kefa din bi berjewendiyên gelê kurd tijî bikira… Wê çaxê ew dibû Celadet Bedirxanê li ber Evdilhemîd…                                Mamoste Marûf




                                                                                                                    



Ronakbîrên me



Ev mehek e serê xwe li ser Birêz Mîroglû diêşînim.


Derheqê kesayetî û jiyan û berhemên wî de çi li ber min ket min ew bi tevahî xwendin.


Bi vê yekê jî nemam bo têgihiştina sedema guherîn û veguherîna bawerî û bîrdoziya wî;


bo derxistina kronolojiya rêwitiya wî-ya ku ew î gav bi gav ji Tevgera Azadiya Kurd bidûrxist û tevlî refa kewên lîberal demokratan kir- ez di jiyana xwe de cara yekem bi pereyê bêrika xwe li ser înternetê bûm aboneya rojnamekê; ew rojnameya ku ew jî tê de dinivîse û bi navgîniya wê em bi dewşirmebûna wî ya gav bi gavî dihesin. ...

Lê bi xwendina gotara wî ya ku di 17’yê Adara 2011’an de nivîsî, min dev ji kronolojiya Orhan Mîroglû berda.


Bi rastî jî çawa ku bi xwe jî gotiye, gava mirov bala xwe dide gotarên wî yên ji 20. 02. 1998’an heta îro di vê rojnameyê de dixwiyên ji destpêka doza Ergenekonê virde, Mîroglûyê me hêdî hêdî niqir sist dike, dikeve dilqeke din.


Di şûna nivîseke xwerû ya li ser Mîroglû, min xwest di warê jêderk û kesayetiya ronakbîrên me de çend gotinan bikim û bi we bidim zanîn ka ew, li ser hev, çend kîlo û çend gram in?


Malkambaxî ew e ku, ronakbîriya Kurda li ser şeş hîmên ji hev cudatir sazbûye. Ronakbîrên me, her nifş û kom bi ya xwe, ji xwe re li ser her hîmekî maleke avakiriye, kesayetî, birdozî, rabûn û rûniştin, axir û aqûbbeta xwe li gorî kevneşopî û terbiyeya mala xwe destnîşankiriye. Bi ya min ev ji hevveqetîn û cihêbûn, gava tehrîbata erdnîgarî û derûnî û çandî ya dagirkeran jî didî ser, ji eşîrtiya me ya kevnare girantir derb li pêvajoya netewbûna Kurda dixe.


Ronakbîrên Kurd xwe vir de wê de davêjin, dikin nakin nirx û hêjayiyên hevpar ên kurdayetiyê nabînin. Ev yek jî li alîkî, ew ji kesayetiya xwe ya bi destê dagirkeran şikestî, derûniyeta xwe ya serobinokirî jî dernaxin; bo temîrkirina wê jî nayên cem hev, bi hev naşêwirin... Heke ew li vê rastiyê tenê varqiliyana, wê demê dikaribûn vîn û îradeyeke xurt a neteweyî biafirandina.


Gava em qala ronakbîrên Kurd dikin divê bête zanîn ku bindestiya bi hezaran salan nehîştiye ku ew bibin xwedî raman û bîrdozîyeke gorî şert û mercên vî gelî. Jixwe çavkanî û ekol û bîrdoziyên ku ew pê gîhiştine ji hev pir û pir cuda ne.Ew di nav hev de qet qetî; şax şaxî ne. Di hinekan de Nirxên ku girseyên ji mirovan bi hev ve dizeliqîne û dike netew qe nemaye. Va ye ez li gorî ekol û çavkanî û bîrdoziya wan panaromaya ronakbîrên Kurda yeko yeko rêzdikim ka hûn di nav wan de, bîrdozî dibe, çandî dibe, hunerî dibe, tişteke hevpar dibînin ku ew pê xwe bigîhinin hevûdu û bibin netew?


Ên ji kevneşopiya hezar salî ya medreseyên Kurdistanê hatine ta roja îro: Ew bi tevahî êdî kalemêr in. Bi hestê neteweperweriyê têr û tijî, di zimanê Kurdî ya kevin de jêhatî, di mijara baweriya bi dînê Mihemed de jidil; lê êxbala kor ji zanistên hemdem bêhay, ji zimanê dagirkeran bêpar in. Lewma li hemberî dagirkeran bi xwe ne bawer in.


Ên ev nod sal in bi pergala perwerdehiya laîk û neteweperest ya Komara Tirk gihîştine: Kamûran İnanê Kurê Şêx sulhedîn, Bedrettîn Dalanê Şêxbizinî, Hîkmet Çetinê Licî, Cemal Kûtayê Bedirxanî yek jî nebû dermanê ti gûyi... Bi xwe jî Kurdayetiyê jî, bi ziman jî, bi xwedê jî ne bawe in. ji tirka bêhtir tirk, ji ewropiyan pirtir ewropî ne. Tirs û sawa dagirkeran kesayetî û derûniyeta wan ewqas qusandiye û herimandiye ku ew artêş dibe Kemalîzm dibe, nasnameya Tirk dibe, dewlet dibe ji çi bipelikînin xistine şûna Xwedê.


Ên ev 40 50 sal in ji hêkên tevgerên çepgir ên Tirk derketine: Ew bi sed hezaran in, ji Kurdayetiyê ne bawer in. Bo çi têdikoşin bi xwe jî nizanin...


Ên di bin baskên umetparêzan de mezin bûne: Bûne hîzbula, bûne millî gorişçî, dibin Akp’yi, dibin filîstînî, diçin Efxanîstanê dibin mucahîd, diçin El ezherê ji Ereban çêtir dibin Ereb, lê nabin Kurd...


Alîgir û giregirên tevgerên Kurda yên beriya PKK : Bihna aşfînîkê( naftalîn) ji wan tê. Hêj di dewr û dewrana çil sal berê de dijîn. Sedema hebûn û serfiraziya wan, bîr û bawerî û bîrdoziya wan neyartiya bi PKK’yê re ye. Baweriya wan bi gelê Kurd tune ye.


Lîberal-demokratên Kurd ên “bê bingeh, bê pergal û bê rêxistin û bê serî yên” van çend salên dawîn: Bi giranî bayê Ergenekonê li wan xist û ew pê nexweş ketin. Ev cûre nexweşî kula me ya dîrokî ye. Ji bela nenasiya hêza gel û bêbaweriya ji netewa xwe û ji serokatiya xwe ye ku her cara ku dîrok li ayê me mêze dike, firsendeke dide ber me, hin ronakbirên me ji refên xwe vediqetin û derb li kêranê malê didin. Bo fêmkirina vê malxirabiyê, bo têgihîştina xwe dubarekirina dîroka me ya bêyom, temiya min ew e ku her Kurd dîroka Osmanî ya sedsala 19’an baş bixwîne û têkoşîna neteweyî ya Bedirxanyan û şêl û pêla ronakbîrên Kurda yên wek Evdila Cevdet û Îshaq Sukutî û Seîdê Kurdî û Şerîf paşa binase. Hinek ji wan kozika neteweyî parastibe jî, gelekên wan bûn sazûmankarên Îttihat Terakkiya bavkalê Ergenekonê,


hinek ji wan, ji ber tirsa ku ku Sultan Evdilhemît( Tayîp û Fethulayê îro) kiribû dilê wan (ew bû ku di guhê wan de dixwend digot: Îttihadî û Bedirxanî yek in bi kafiran re hevkarî dikin, ew dixwazin Kurdistan bibe Ermenîstan ) bi umetparêzan re hevkarî kir...


Bala xwe bidinê çi hevparî maye di nav ronakbîrên Kurda de, ew ên ku li gorî jêderk û çavkaniyên ku jê gihîştine kom bi kom ji hev veqetiyane ?


Ziman?

Tirkî, Kurdiya nîvco, Kirmanckî, Kurmancî, Soranî, Goranî, Dimilî, Erebî, farisî, Îngilîzî, Fransî...
–Yekîtî çênebû.


Bîrdozî?


Sosyalîst, kapîtalist, umetparêzî, nijadperestî, neteweperwerî, sosyal demokrasî...
– Ew jî nebû.



Silav?
Selamueleykum. silav, rojbaş, merheba, selam, îyî gûnler, esselamueleykeum we rehmetullah...
–Dîsa nebû.




Tevgereke hevpar?


Ne pêkan e ku ez tevan bijmêrim. Ez dibêjim pênc, hûn ê bibêjin pênce...


– Nabe.






Bawerî? Ehlê sunet û wel cemaet, elewî, bêdîn û bê îman, nîvco misilman, êzidî, ceferî...


– ev yek qe nebû.


***

Kî çi dibêje bila bibêje, em mane çeper û kozika Tevgera Azadiya Kurd û serokatî maye. Ew tenê mîlyonan tîne cem hev û dike qalikekî yek reng. Ew tenê kelecan û hêviya azadî û yekîtiyê dike dil û can. Ew tenê ye kelemê çavê xêrnexwazan. Di qadên Newrozê de cot-pêçiyên mîlyonanan vê rastiyê dixe qula çavên ronakbîrên me...


Ez rastiyeke gelê Kurd a gelek caran tê paşguh kirin dikim bîra Orhan Mîroglû û hemî kes û kesayetiyên kurd yên pişta xwe bi Tevgera Azadiya Kurd de kirine û di van rojên xerab de xwe li xerîbtiyê datînin:


Gava mirov gelê Kurd û gelên din ên cihanê dide ber hev taybetmendiyeke pir cuda ya Kurda bala mirov dikişîne: Kurd tu tiştî, tu car, jibîr nakin! Ev resentî ji zû de bala min dikişand, lê ji ber ku gelên rojhilatî wek bîrok tên nasîn min jî cesaret nedikir ku bibêjim;” na Kurd wilo nînin...”


150 sal berê vê rastiyê, mela Mehmûdê Bayezîdî, ew Rehmetiyê ku çi xirabî û qenciyên me Kurda hebin yeko yeko, çawa ketibe ber pênûsa wî bêxeml û bêalî nivisiye, bi van hevokan vedibêje: “ Eger Kurd qencî û comerdî û camêriyê ji yekî bibînin ji bîr nakîn. Hergav ewê qenciyê di nava xelkê de di meclîsan de dibêjin, û xirabî jî her wiha. Û li şûna qenciyê herdem armanca wan ew e ku xizmetekê bikin.Ji ber xirabiyê jî, bi xirabiyê re diguherin heyfê hiltînin. Ew dibêjin ku qencî jî xirabî jî winda nabin.” ( Bnr: Adat û Rusûmatnameê Ekradiye, Mela Mehmûdê Bayezîdî, Jan Dost, Nûbihar, rûpel;153)


Di zarotiya min de tê bîra min, hêj em 5-6 salî, destekî goşt bûn, mezinan di guhê me de tim û tim dixwendin:


“Kor Husên Paşa weha kiriye.


Filankes bi bêvankesî re bi vî tewrî bêbextî kiriye…


Enverê contirk bi vî şiklî eskeran zivistanê li serê çiya qerisandiye.


Tirkan zar û zênç û kofî kulfetên ermenên stûxwar kom bi kom di vî newalî de bi ser hev de kuştine.


Hemîdiyan bi hawî li ser gel zilm û zordarî kirine…


Ev camêr ji bera vê malbata nemaqûl e; divê mirov pişta xwe bi wan ve girê nede…


Ev ber (sûlale) maqûl e , mezinên wan 150 sal berê vê qenciyê kirine, lewma divê mirov qedrê wan bizanibe…


Kalê vî mirovî bo çend mecîdiyan filankesî daye destê dewletê…


Bînbaşî Qasim mirovek girê geriyayî lê, ji tirsa dewletê zirav lê qetiyayî, ew bû Şêx Seîd da destê Misto Kemalî…


Heke em dêhna xwe bidin ser nifşên Kurda yên nû, bi awakî rût û repal vê dîrokzanî û derûnînasî û civaknasiya gelêrî dîsa dibînin.”


Gava Kurd, di demên aşitî û serfirazî û aramiyê de di malê xwe de bi malbatkî rûdinin, di şûna tîmên fûtbolê yên ku hiş û aqil ji serê gelên din birine de , qala hal û ehwalê mirovatî û cihanê dikin.


Mijarên sereke dîsa nirxandina bûyerên ku ew ji bav û kalan bihîstine, bi çavên seran şahedî kirine, bi herdû guhan bihîstine nîn in?


Ew tim li ber zarokên xwe, qala xweşmêrên bibext, qeşmerên “xwefroş û gelfiroş”, wan jinên canik û dilşewat, nakin?


Bajarî û gundiyên me yên ev sih sal e di nav şer de dijîn , em û hûn, her roj,


kesayetiya Beko ewananan, ya Bînbaşî Qasiman, Şêx Seîd û Seyîd rizoyan, Elî Şêr û Zarîfe Xaniman, ya Berîtan û Viyanan, ya wan nemêrên ji refê gerîla reviyan, ya wan qelemşûrên li ber kûtê( nanê kût: nanê ku hêj nepijiyaye ketiye nav xweliya tenûrê, nanê para seyan) tenûra dagirkeran, nakolin, analîz nakin?

Ev yek di rastiyê de karê ronakbîran e. Lê ji bextê me re ronakbîrên me bi xwe muhtacê analîzan e.














25.03.2011

Kevirê Bengî û Şîlmaqa Sebahatê ji Serhedê çawa dixwiyê?



Ên dizanin jixwe dizanin, ên nizanin ji wan kerên guhsist in û dê ew ji vir şûn de jî bi kertiya xwe wer bimînin...

Beriya Tevgera Azadiya Kurd, per û baskê gelê kurd ewqas şikestîbû, ewqas xidar birîndarbû, êdî kesî bawer nedikir ku ew ji mirinê bifilite û werê ser hemdê xwe.  

Cendirmekî qûnbigû bi tena serê xwe dihat gundekî dîl digirt; ji gundiyan babaegîteki hildibijart, heta derpê tazî dikir û li rasta gund işkenceyên kesnedîtî lê dikir, kesî newêribû bi dengê bilind hewara xwe bida Xwedayê Jorîn jî...

Leşker li her deverî , Erebên Sêrtê li jêr , Dadaşên Erziromê û gakoşên Elezîzê li jor, qûna xwe kutabûn deriyê dewletê û li kurdên gundî nema pest û pêkûtî, tahde û heqaretên dermirovahî, der exlaqî dikirin.

Heger Kurd di warê nivîsandinê de parîkî jêhatî bûna, evqas destqefilî nebûna ji van bûyeran wêjeyeke pir û pir taybet û xweser biafirandina û yadîgarî nifşên pêşerojê bikirana.

Ez ê çend bîranînên xwe yên balkêş ên derheqê Dadaşên me de pêşkêşî we bikim û rê li ber xwedî-pênûsên me yên Sêrtî vekim, da ku ew jî pûşên “Emê” yên xwe derxin holê... Dilopek ava berfê berî guhên Elezîziyan bidim ku ew jî hunerên “Gakoş” ên navbajarî yên doş û faş bi me bidin nasîn.

Erzirom, hûn jî pê dizanin, bi nîvî tirk e. Beriya Komara Tirk Kurd xwedî hizeke berbiçav bûne û nefermî be jî desthilatdarî di destê eşîrên kurda de bû. Bi giranî piştî Serhildana 1925’an, dewleta dagirker tevahiya tirkan bi propagandeke qirêj dike cerdevanên jidil; û zilm û zordariya li ser kurda li wan helal dike.

Mezinên me ji tirsa newêribûn biçûna navçe û bajarên Tirka


Riya Mûşê ji Xinûsê re derbas dibe, li gundê Hecîemer riya Tekmanê jî xwe dide ser. Nêzîkî Hesenqeleyê Riya Qereyaziyê jî digihîje wê û ji Hesenqeleyê re wer diçe Erziromê.

Şêniyên Hesenqeleyê Tirk in. Ji ber çi sedemê ye ez hêj nizanim, di dilê xwe de dijminatiyeke kesnedîtî bo Kurda dihewînin. Xwîna Kurda vexwin dîsa têr nabin. Nifşa bav û kalên me, gava mecbûr bimana biçûna Erziromê qidûmê wan di ber de dişikest. Mezinên wan li alîkî, zarokên Hesenqeleyiyan ên 5-6 salî bi kevir û kuçikan berî Kurda didan, li ber rûyê wan disekinîn jin û makên wan didan ser hev, ew newêribûn dengê xwe bikirana... Yekî xwe şaş bikira tiştek bigota, an Xwedê neke şîlmaqek bida yekî, xelkê Hesenqeleyê tev dibûn yek, li ser serî dihêwirîn ser û guhê wî dipelixandin, nîvruhî dikirin û li rasta çarşiyê wer dihîştin. Cendirme û polêsan xwe kor û ker û lal dikirin. Sofî û heciyên wan xwe ji Xwedê dikirin. cihûyên lanetkirî yên Fîrewn û Hîtler çi bin, li Erziroma şewitî Kurd jî ew bûn...

Gundiyên Kurd ên ku ji Gimgim û Xinûs û Tatos ( Tekman) û Qereyaziyê yên diçûn Erziromê bi mînîbûs û bi makîneyên servekirî(kamyon) heta mintiqeya Kirêçliyê ya 10 Km. dûrî Hesenqeleyê dihatin. li vir ji tirsa neçar dibûn, ji wesayîtên sedsala 20’an peya dibûn û bo parastina rûmet û jiyana xwe li wesayîtên bav û kalên xwe yên Medî, li erebeyên ga û gamêşan siyar dibûn , di cadeya asfaltkirî re na, di çiya re diçûn Erziromê.


Ev riya nîv saetan a bi kamyon û bi mînûbûsan, bi erebeyên ga û gamêşan 6-7 saet dikudand.


Gelek caran jinên ducanî yên zik li ber devan, nexweşên li ber mirinê, dergûşên li ber pêsîrên dayîkan di vê riyê de dimirin . Kurd mirina xwe û ya zar û zênçên xwe didan ber çavan bo parastina rûmeta xwe berê xwe didan çiyayan... Ez vê rastiyê ji devê gundîkî bi vîdeoyeke kurt pêşkêşî we dikim.


Xalê min ê Abûzerê Kurê “Ehmedê bilûrvan”ê Kurê Nadoyê Kurê Temirê pûtî yê bi eslê xwe Licî, bi hêz û quweta xwe, bi bejn û bala xwe bi wêrektî û camêriya xwe mêrekî pir bed bû. Di şerê û pevçûnan de deh mêrên girên geriyayî, nikaribûn pê. Her kes diçû ço, ew radihîşt nîrê ga. Di jiyana xwe de ji du tiştan tenê ditirsiya: Tirk û leşker... Ji dûr ve reşê cendirmekî bidîta, zar û zênçên xwe di cih de dihîşt, pişta xwe bi wan de dikir serê xwe hildida, an diçû Newala Şewlê ya warê bizinkûviyan, an jî li çiyayê Bilqikê dibû hevalê hirç û guran... Ev yek di zarotiya min de bandoreke pir mezin li min kiribû:

Xalê min ê wek dêwan, çima evqas bitirse ji Tirk û cendirmeyan?


Ew nod sal emir kir û çar sal berê çû ser dîlovaniya xwe. Di jiyana wî de serfiraziya herî mezin ev çend salên dawîn bê tirs û bê xof, bi serbilindî di ser Hesenqeleyê re hatin û çûyîna Erziromê bû. Tevgera Azadiya Kurd, zarokên Kurda yên xwedî şeref û heysiyet bi can û xwîn cadeya asfaltkirî ya Erziromê jê re vekiribûn. Serê gotina wî; “em mirîbûn zarên çolê me ji gorê rakirin” bû.


Şîlmaqa Sebahatê û kevirê Bengî jî wê kesên hêj bi Tevgera Azadiyê û bi serpêhatiya Xalê min ê Abûzer nehesiyane, ji xewa mirinê rake. Heger ew îro li jiyanê bûya bi peyatî bûya jî biçûya Enqereya şewitî û çavên wan ên reş belek maçî bikira...


Bi vê vîdeoya di sala 2007’an de qeydkirî, riya Hesenqeleyê û riya Kirêçliyê nîşanî we didim. Kekê Xakî yê şêst salî; ji gundê Xîtikê, kurê Kerem ê Hecî Yadînê Nadoyê Temir, rastiya Kurda ya beriya Tevgera Azadiya Kurd dike qula çavê neyar û çavnebar û bêxîretan.


                                                                                             Mamoste Marûf


                                                                                            23 Adar 2011










EZ ÇAWA 4Ê GULANA 1961’AN Jİ DAYÎKA XWE BÛM?

  Salên salixa ji dayîkbûna min didin, salên bi cih kirina serweriya komarê bû.   Ji Enqereya kambax wêdetir demokrasî û azadiyeke nîvçe, li...

Nivîsên zêde hatine xwendin