26.04.2009

Seyfiyê me yê Hekarî û...

Ew ji heftê bavan vir de bi girsehî, bi gelemperî har û hov û barbar in... Ew ji pişta kûçikan in; lewma ji mezinan re boçik dihecinin; lê dev dikin qirik û gewriya lawaz û hejaran û wana dixeniqînin... *** Ev heştê sal e; qûna xwe kutane deriyê dewletê û jê pişt digirin û xwe digijgijînin kurdan... Hal û mesele û rastî ev e ku heta roja bêyom a cumhûriyetê ew newêrîbûn di bin siya me re derbas bibin... *** Ji wan çend kes hene ku hûn wan baş nas dikin û didin ser serê xwe; ew dilşewat in û bihna mirovatiyê ji wan tê; Ew, an bi esilkî û nijadkî ne ji wan in... Ew, an bi qasî ku lanet li wana bînin, bi qasî ku ji wan ikreh bikin “bi pûşên wan hesiyan e”... Ew, an jî ew kes in ku bi xwendin û bi çavên seran dîtina mirovatî û caniktî û camêrtiya gelên din hişê xwe tovî serê xwe kirin e, li xwe werqilî ne... *** Ev nêrînên min ji bela hêrsê ji ber klavyeya min nepekiyan e... Ez baş pê dizanim ku wehşeta wan di bin şert û merc û psîkolojiya şer de jî derneketiye holê... *** Beriya ku ez bîranîneke xwe pêşkêşî we bikim; dixwazim hin problemên sosyolojîk deynim ber we û bersîvên wan jî pê ve: Virek fermî û kîtabî:Ew polêsê ku bi qûntaxa çeka xwe tasa serê “Seyfî yê destekî goşt” dişkênand û dikir mejiyê wî derîne bixwe û pê dilê xwe rehet ke, yek mirovekî delodîn (anormal) ê bi tena serê xwe bû û tu car nûnertiya(temsîliyeta)netewa tirk û polêsên din ên dewleta tirk nake. Îsbata vê yekê jî bi awakî fermî şermezarkirina rayedaran û serdana generalekî tirk e. Problem: Gelo Şermezarkirina fermî ya tirkan û wîjdan û kesayetî û derûniya tirkan wekhev in? Wek mînak;Rayedarekî tirk gava bi fermî, bi devkî dibêje “ermen jî hemwelatiyên me ne û em wana tu car ji tirkan cuda nahesibînin û ew û em xwedî heman mafan in” bi dilkî çi difikire? Bersîv: Ermeniyên k... di q... de( a... godûmûn ermenilerî) Gava yek ji wan dibêje: Em û yewnanan du gelên bira yên Behra Egeyê ne; di rastiyê de çi difikire ? Bersîv: Yewnanê qehpik! ( kahpe yûnanli) Gava yek ji wan dibêje: Em û kurd hezar sal e bi hev re dijîn; wek goşt û neynûk bi hev ve zeliqîne; em birayên hevûdu ne; di rastiyê de derheqê kurdekî di civatê de aşkere dibêje ez kurd im çi difikire? Bersîv: Cudahîxwazê bê şeref ê ji dola ermeniyan! (Ermenî dölû, şerefsîz bolûcû) Sih çil sal berê digotin; kurdên bi boçik, kiroyên Xwdê , kurdên heram...( Kûyrûklû kûrtler, Allahin kiroları, pîs kûrtler) Pirsên girîng: 1- Ev dijûn ên dermîrovahî û derasaletî û derolî û derzagonî di jiyana rojane ya civata tirk de her roj bi hezaran caran bi dengêkî bilind, bi barebar, tên bikaranîn an na? Bersîv: Elhaq, amenna û seddeqna erê û belê... Pirsên girîng: 2- Heta niha li tu derekî( kolan, çayxane, otobês...) tu kes û kesayetiyek tirk, tu car li ber van çêr û dijûnan rabûye û bertek nîşan daye? Bersîv: Naxêr û na! Pirsên girîng: 3- Çi telewîzyon, çi rojname, çi sazî û rêxistin û kes û kesayetiyên fermî û ne fermî yên tirkan heta niha ( bi qasî nîvê rexneyên ku em li şêx û axayên xwe dikin) tu rexneyek li çanda tirk a şoven û nijadperest û dermirovahî û derexlaqî û êrişkar kirne? Dilê wan û paxişkirina qirêjiya li ser dilê gelê tirk heye an na? Bersîv: Na, hezar car na. 80 sal berê Netewa Tirk qehreman bû; îro hê jî qehreman e... Sond: wê rojê, li Hekariyê, gunehê tu “polêseke/kî tirk” bi Seyfî Turanê kurd ê 14 salî nehatiye. Tu polêsk ranebûye wî polêsê êrişkar şermezar nekiriye... Sonda mezin a bê fitwa: Li Tirkiyeyê tu polêsekî, di nav civata polêsan de bi dengê bilind nikare rexne li wî polêsî bike; İdiaya min : Çend metropolên tevlihev û kozmopolît ne tê de li tu gund û bajarên tirkan , kes newêre wî polêsî di nav civatê de şermezar bike; jiber ku ji tirkan, ên li dijî whşetê, ên xwedî wijdan pir û pir kêm in.... ( çawa ku kes bi tena serê xwe nikaribe komkujiya Ermenan, an kuştina Hirant şermezar bike, şermezariya lêdana Sefer jî ne pêkan e ) Yek ji hezar bîranînan -ên ku bûyera Sefer Turanê me yê Hekarî tîne bîra min- ev e : Sal 1968. Gundekî Qereyaziya Erziromê Navê gund: A.R. (Ez bi zanetî aşkere nanivîsim; jiber ku dibe zarokên wan pê aciz bibin) Meteke min li wir li mêr e... Rojekî ji rojan, bi qewlê Serhediyan, mufreze davêje ser gund. Gundiyan bi tevahî bi maneya gera li çekan, bi zar û zênç, bi kofî û kulfet, bi pîr û kalan- nabêjin ev nexweş e, ev dergûş e- li rasta gund kom dikin. Cendirmeyên goçmenên Balkanan û kafkasan, niştecihên kirşehîr û Trebzon û yozgat û Îzmîr û Antalyayê wekî gurên har bi qûtaxên çekan dikevin nav gundiyan û gişkan di nava xwînê de dihêlin û jin û zarokan wek xesîl li erdê radixin... Hin mêr ji şerman bi zorî be jî li ser xwe disekinin. Ji wan yek jî E...ê mêrê meta min e. Ew bi rastî jî pir babaegît û ji xwe xweş bû. ser û guhê wî, kinc û solên wî tim û tim paxiş bûn. Gava te wî di dawetan de, di govendê de didît qêmîş nedikir lê mêzekî! Ew bi baqa simbêlên xwe yên badayî, bi bejna xwe ya du mêtroyî, bi bedena xwe ya wek Çiyaygewrkê tim û tim serê govendê dikişand. Wê rojê jî pirî lêdidin ser û guhê wî di xwîna sor de digevizînin, canê wî mîna sêlê reş dikin; lê ew dîsa li ser xwe disekine... Dibînin ku nakeve; tînin kincên wî- kiras û derpê jî tê de - tev jê derdixin. Li ber çavên zarok û jin û kal û pîran rût û repal tazî dikin... Werîsek dirêj tînin bi canê wî yê heram ve( penîs) girêdidin û serê werîsê xelekoyî dikin stûyê kurapê wî û bi ço û qûntaxan heta ji wan tê bi zeft lêdixin. Ew ji êşa canê xwe qil dibe xwe wir de wê de davêje, bi vî hawî îşkenceyek kesnedîtî li E...yê kurapê xwe dike. Bi sedan şahedên vê bûyerê hê jî sax in, li ser xwe ne... Wê roja reş, ji wan sed cendirmeyan yek be jî ranebûye negotiye “ eyb e, şerm e, wiha nekin!” Bala xwe bidinê; ji ser bûyera Xalê E...yê 41 sal derbas bûn. Ew çiqas guherîn e? Em? Kurdino, baweriya we bi Xwedê be îro em, li tevahiya Cihanê bi mirovatî û bi dilşewatî bi aşitîxwazî û bi demokratbûna xwe gelekî bijarte ne; Divê em bi vî taybetmendiya xwe serbilin bin... Mamoste Marûf

23.03.2009

TÛTÎ (papaxan)




Rojekî ji rojên dewra berê, yekî Ewropî, yekî tirk û yê din Kurd, sê mêrên delodîn digihîjin hev û dest bi diziyê dikin...
Lê, hûn jî aqûbeta merivên xerab dizanin, çendikî şûn de her sê jî tên girtin û dikevin zindana reş û tarî...
Ew ê temenê mayî, di zindanê de tî û birçî pûç bikirana; ne ji sê tûtî (papaxan) yên rengîn ên padîşa bûna...
Padîşa, ji bo perwerdehiya axaftinê û hindekariya zanist û marîfetê
dişîne zindanê
sê tûtîyên giranbiha yên meqbûl û muhteber
her sê jî yadîgarê padişayê Hindîstanê ...
Her mehkumek tûtiyek û mehek...
Divê ew wan di sê mehan de bidin axaftin wekî benî Ademek...
Bi azadîyê û bi kîsikek zêr wê bê xelatkirin;
mehkumê herî serkeftî...

***
Yê ewropî; nanê xwe naxwe, dide tûtî;
cilên xwe yên hevrîşim (îpek) xera dike,
dibire didirû û lê dike.
Mîsk û ember li can bedena wî dide,
pûrt şe dike, çav kil dike
Tûtyê wî di zindanê de kêf dike

***
Ê Tirk jî xwe qurbana binê pepikê tûtiyê xwe dike;
nanê xwe dike du kerî,
pê re parve dike,
doşega xwe didê;
bi xwe radizê li erdê
tûtiyê wî yê bi siûd dest şûştî û ling şûştî ye;
tu dibêjî qey li bihuştê (cinnet) ye...

***
Kurdê me yê şivan,
tim û tim azad,
bi serê xwe jiyiye li çol û çiyan;
nedîtiye di umrê xwe de heps û zindan;
lewma pir bi hêrs û bihnteng û bi mahde û bi mirûz e;
bi serde jî ti tişt fêm nakiriye ji gotinên gardiyan; 
ji ber ku ew pê re axiviye bi zimanê dagirkeran!
Bi xwe xwe difikire dibêje;
"bi serê şêx û meşayixan;
ev tûtî an mît e, an ajan!!!”
Tûtî ji awirên wî yên tûj derdixe
ku ew ne delaliyê malê ye
çi bike rebeno,
xwe kerr dike, diquncilîne;
xwe dide quncikê jêrîn û li benda şîvê dimîne...
Dibe êvar, kurdê me xwarina xwe bi têra dilê xwe û bi tena serê xwe dixwe,
binê firaqa xwe bi nan qela dike...
Berê xwe dide tûtî û pesnê xwarinê dide;
pê re tinazê xwe dike;
dîsa jî dilê wî rehet nabe, hezar çêr û dijûn dide serhev,
tûtî dîn û har dibe;
lê rê û dirb nabîne ku jê xelas bibe...
Tî û birçî bi çêr û kufuriyan derbas dibin;
du roj, sê roj, çar roj...
Roja pêncan; tûtî dibîne wê bimire ji birçîna;
tê ziman û xwarin dixwaze ji kurdê me yê şivan...
Dibê je :
“ – Xalo, ez qurbana binê lingê te, bila goşt ji te re;
bide min cend lib ji wî birincî"
Kurdê me lê digere mahneyan;
dibêje roj ev roj e; ezê ji vî ajanî bistînim
heyfa bav û kalan.
Di serde diqîre dibêje : 
“ – Weleh ez gû jî nadim te;

heta tu ji min re nebêjî kilameke kurmancî!”

***
Sê meh bi ser de diçe, padîşa wezîrê xwe dişîne zindanê;
dibêje tu yê her sê tûtiyan azmûn(îmtihan) bikî;
yê xweş diaxive kifşe bikî;
mamosteyê serkeftî bi azadî û bi kîsikekî zêr xelat bikî...
Wezîr dora pêşî diçe hucreya girtiyê Ewropî.
Çawa mifte dike kilîtê;derî dike teq û req;
tûtiyê yê Ewropî dikeve bin çengê xwediyê xwe û xwe ditelîne, vedişêre,
bona ku kes wî nebîne û nebe û ji xwediyê wî bi dûr nexe...
Wezîr û gardiyan û camêrê Ewropî dibin yek;
gazî dikin;
lava û rica dikin;
tûtî ji cihê xwe nalive,
devê xwe venake û naaxife...
Helbet Ewropî ji zindanê dernakeve...

***
Wezîr icar diçe hucreya mehkumê tirk û dixwaze tûtiyê wî azmûn bike...
Dibîne, tûtî xurt bûye, bez girtiye, qelew bûye tu dibê qey kurbeşk e (porsûk)
qe nikare ji cihê xwe bilive...
Dike nake ji devê wî jî tu kelam û gotin dernakeve;
ji ber ku ew jî ji halê xwe kêfxweş e, naxwaze rewşa tê de ye kes biguherîne...
Mêrikê Tirk jî di girtîgehê de dimîne û dimîne..

***
Îcar dor; dora tûtiyê ku “camêrê kurd lê xwedîtî û mamostetî kiriye” de ye...
Wezîr tê ber deriyê hucreyê,
mifteyên hucreyan ên di dest de dike şinginî,
ev deng bo “tûtiyê ji birçîna li ber mirinê” dibe mizgînî.
Çawa ku derî vedibe, tûtî nişka ve fir dide
wek gulle dipeke, bi herdû lingên wezîr ve dizeliqe;
devê xwe dike saqa gîzmeyan,
bi herdû çavan digirî û dibêje:
-Hewar xalo, ez qurban;
xêra Xwedê bide min kerîkî nan. 
Ez ji birçîna kuştim;
ev Kurdê bê dîn û bê îman!

***
Belê, ji birçîna tûtiyê girtiyê Kurd wek bilbil diaxive û bi nezantî dibe sedema azadî û dewlemendiya wî.
Ji vê meselokê divê em bistînin çend ders û îbretan...
Gelo çi ji tirkan, çi ji ereban çi ji farisan;
kîjan ji wan dagirkeran, bi qasî xwediyê tûtiyekî be jî qedrê me kurda dizane?

Qe yek, tu car!
Îcar çima hinek guhsistên me ewqas ketine bin çengê wan û
xwe bi wan ve şidandine?
Belê rast e;
dagirkeran em birçî hîştin û kirin ku
em bi zimanê wan ji wan bixwazin nan.
Lê belê sûcê me jî heye;
em nikarin bi zikê xwe;
namînin bi nan;
ji bona ku ew bidin me pîvazan;
bi zimanê wan dinivîsin helbest û romanan;
heyra, tu dibêjî qey Xwedê nizane bi Kurdî;
Jê re dia dişîne bi zimanê dagirkeran!
Divê em bazara xwe;
dayîn û stendina xwe
waez û niyaz û diayên xwe bi kurdî bikin.
Karsazên me kar bidin kurdîzanan.
Divê heqdestên pale û karker û nivîskarên Kurdîaxêvan
zêdetir be ji yên tirkîaxêv û erebîaxêv û farisîaxêvan...
Ger em hevûdu birçî bihêlin,
hinek ji me ji bo kerîkî nan wê bipişifin;
bifirin biçin nav refê dagirkeran...

EZ ÇAWA 4Ê GULANA 1961’AN Jİ DAYÎKA XWE BÛM?

  Salên salixa ji dayîkbûna min didin, salên bi cih kirina serweriya komarê bû.   Ji Enqereya kambax wêdetir demokrasî û azadiyeke nîvçe, li...

Nivîsên zêde hatine xwendin