23.03.2009

Kekê xayîn,

Xayînekî Kurd ê asîmîlîyebûyî ji min re nameyek şandibû. Ew-Xwedê giravî- bi tirkî nivisîbû, lê di nameya wî de tu hevokek rast tunebû. Ev kerê guhsist, êrişî “Tevgera Azadiya Kurd” dikir û wê bi hevkariya bi Ergenekonê re tewambar dikir. Rebeno hayê wî ji wî û belengaziya wî tunebû. Min vê nameyê jê re birê kiribû. Ez dixwazim hûn ji pê bihesin... Kekê xayîn, bi sonda qesemê min kir nekir ji gotinên te hema bêje tu tişt dernexist; fehm nekir. Lê tiştek heye ku heta tu dibêjî aşkereye; rût û repal li holê ye; ew jî “kurdbûn" a te ye... Kurdayetiya te ya nîvco, stûxwar, reben, lawaz, şermok, tewşomewşo ; xiloxwarî, wek zimanê te... Nebî nebî ji min nexeyîdî, hêrs nebî ; ez li te heqaretan nakim; mabesta min bêrûmetkirina te jî nîne; bi sê telaqan niha çavên min şilekî ne; bi hêsir in; pirî gunehê min; heyfa min bi te tê ! KEKÊ MİN; MİROV Bİ QASÎ ZİMANÊ XWE XWEDÎ MEJÎ Û BÎR Û BAWERÎ Û KÛRAHÎ YE... Tirkiya te; ev zimanê ku te pê nivîsiye; ji serî heta binî tije xeletî ne; lê dîsa jî -bê şik û bê şubhe-zimanê te yê herî fesîh û xurt Tirkî ye ku , te pê pênûs hecandiye ! Aliyê te yê xurt evqas lawaz be, kî dizane lawazîya te; yanî “Kurdiya” te çawa ye keko? Tu bi kurdi xeynî xwestina kerîkî nan û pirsîna riya destavê dikarî du peyvên bi marîfet; du hevokên bi wate saz bikî, keko? Çi Kurd, çi Tirk, çi Îngilîz çi Ûriz û çi Ereb ; - bi çi zimanî dibe bila bibe- kê û kî dikare te serwext bike ? Ew tevger a ku tu bi devê neyar êriş dibî ser; dike ew xurtiya te ya qelp ji holê rake û lawaziya te têkûz bike û bike şûnê. Hêzbûna te ya qelp; ya derewîn, ya pûç bi rastiya te re şer dike keko! Rastiya te; kurdî û kurdayetiya te ye. Rastiya te tevgera azdiyê ye Ev serok û ev tevger a ku tu lê dikevî şikê û buxtanan (îftîra) lê dikî û bi devê neyaran kufuriyan rêz dikî, te jî - min jî , bi vê kesayetiya me ya nîvco û nexweş û lerizok û ji çend qraman pêkhatî ji tunebûnê xelas kir û ji me re doşegek raxist. Ev tevger (Bi qewlê generalên neyar, ew em wek sewalan dihesibînin û layîqê tu qenciyek nabînin) bi simên me yên bi rêx û herî em dane jor... Ev tevger em , Dîsa bi qewl û gotinên neyarên me yên li çaralî, “Kurdên çiyayî yên hêr û hov û nezan; bi piranî şivan û gavan” Tevlî “mirovên ji 1789’an vir de xwedî netew û xwedî dewlet û xwedî medeniyet” kir û li jorî diwana mirovahiyê dan rûniştandin... Piştî 2000 salan em dîsa ketin şûna mirovan! Ez bawer nakim ku ketibe serê te... Lewma ez dixwazim bi zimanê kesayetiya te bersîvek bidime te: O PKK istiyor seni değiştirmek, özgürleştirmek ; Yani, kurtarmak istiyor seni bizzatihi senden ! Lewma; işte onun içindir ki; temiya min li te, pêşî bi xwe re, yani kendinle savaşmişke, şer bike, paşê bi der û dora xwe re kekê min... Li Ergenekonê, O ergenekona ne bi çavê dijminê xwe , bi çavekî kurdewarî mêze bike; baxmîşke, kekê min, tu yê bibînî ku qatilê bi deh hezaran kurdan, di dilqê hakim û sawciyan de ne û , Xwedê giravî ew ên Ergenekonê darizînin û edaletê belav dikin... Te û min jî pê re bixapînin , kekê min. Wer dikin sibeh tu nikaribî doz li qatilan vekî, Çimkî ew ê bêjin ; “em li Silîvriyê hatin damezirandin û hatin beraatkirin. Em bi zemzemê şûştî ne; me ne tu sûc e ne guneh e... Çima wiha dibêjim kekê min, tu dizanî? AKPî bi xwe ,yanî ên vê dozê dane despêkirin bi hezaran endamên Hizbula û ergenekon û dewleta kûr û îtirafkar û qoruciyan di nava xwe de dihewînin kekê min ... Ew hevkarên Fethullah in; ew Fethullah bû; di wan salên reş û tarî de “şeytanê kerr û lal” bû û li ber neheqiyan dengê xwe ne dikir. Îro dîsa ew Ergenekon in; bê sekin û bê navber Li çiya û deyştên me agir dibarînin; dişewitînin; şêr û xezal û dar û berên me tev bi hev re...

Çi hat serê min !

04.01.2009 Ber bi nîvro ez bi peyatî hatim Aksaraya Stembolê. Bihna min pir teng bû. Îsrail ev çar roj bû li Xezayê agir dibarand; nedigot jin nedigot zarok dikir ev gelê xizan û belengaz bi gişkî ji holê rake... Min dil hebû ji xwe re rojnameyek bistînim. Di ber rawestgeha otobûsê re derbas dibûm ku camêrekî zerîn ê bejindirêj, çav hêşîn bala min kişand... Li piştê çanteyek sor, li serî fotêrek reş e û li eniya fotêr xaçekî zêrîn , di destan de kaxizek A4... Ez hinek din ber bi wî ve çûm; min dît ku li ser kaxiza di destan de bi Tirkî wiha dinivîse:
“ Ez dil dikim herim Qudsê û ji wir derd û kullên Flistîniyan ragihînim raya giştî ya Cihanê; jibo xatirê Xwedê alîkariya min bikin; pereyên min qediyan...”
Min bi Fransizkî lê silav kir û jê pirsa welat û nasnameya wî kir. Ew pirsên min bi awayek sergirtî bersîvandin:
“Ji başûrê Fransayê me; lê ji Saint-Jacques a Îspanyayê têm”
-Bi te xêr e monsieur, tu û van deran? Çima tu hatî Stembolê? Ez dibînim tu merivek bi dil şewatî; bi serê Îsa, niha tu, ji 30-40 hezar kurdên bi destê Tirka ev çend salên dawîn hatin kuştin jî hayîdar î? jibo wan jî te li tu derek karekî kiriye, an na? Camêr di cihê xwe de miciqî û ma... Stuyê xwe xar kir, bi dengekî feqîrok bersîvand:
“- Wele, keko ez Xaçparêzekî oldar im, ehlê terîq im, ez û çend hevalên xwe em dikin wek xaçparêzên mezinên xwe bi peyatî herin hec. Heca me ji Îspanyayê destpê dike; li Qudsê bidawî dibe”
Ez şaş bûm mam! Devê wî tiştek , kaxiza di dest de tiştek din digot... Min kir nekir, devê min bi ya min nekir û ev pirsa hanê jî jê kir: - Monsieur, ev kaxiz gotinên te sererast nake? Kaxiz dibêje tu diçî hewara Filistîniyan! Serê xwe hecand û got:
“O la la! min ji Tirkekî Fransînas re mirazên dilên xwe gotin, zalimo gotinên min berovajî kiriye; şeytan wî fasiqî bi xwe re dibe înşaellah!”
Piştî ev çend gotinan, lavayî min kir û got: - Ez birçîme; ka hinek pere... Min ew di cih de hişt û ketim rêya xwe. Di rê de ez ketim nav bi hezaran xem û xeyal û fikaran. Di dawiyê de ez têgihîştim ku “kes û kesayetiyên mirovhez, şoreşger, oldar, ji mafên mirovan hayîdar, di warê binpêkirina nirx û hêcayiyên mirovahiyê de hestiyar” divê barê hemû Cihanê bide pişta xwe. Divê ew ji Kurdistanê heta Sûdanê, ji Nijeryayê heta Îrlandayê di ser mirovan de bigirîn... " Tenê wê demê mirov dikare bi şîn û giriyên wan bawer be... Tenê wê çaxê ew dibe fazil û cihanşumûl û şoreşger... Ev mîzanek heta tu dibêjî rast û durust e... Çend pirsên li ser Kurda pûşên xalê Fransiz derxistin holê... Bi rastî jî ew bi qasî “çûyîna Qudsê ya jibo Filistîniyan” hestiyar û bi dilşewat bûya; ew ê tekoşîna gelê Kurd jî nas bikira, jibo zarokên wî jî şîn bigirta. Wê bombeyên duh li Qendîlê di ser serê wan de hatin barandin jî bibihîstana û êrişkaran bidilkî û bi devkî protesto bikira... Niha hin kes dibêjin; “ ew Fransiz e, çi dike dike; ji me re çi ye?” Belê em bêjin ev gotin rast e; di cih deye û werên dora Kurdên me yên jibo Filistîniyan ketine cezmeyan û dikin bi “Ellah û Ekberan” êriş bibin ser Cihûyan... Gelî xêrxwazno, dilşewatno, -Duh ne pêr, neyaran bi dehan balafiran çiyayê Qendîlê dan ber bombeyan, hûn pê hesiyan? - Bi hezaran mêr û keçên çav reş- belek ên ter û can , li serê wan çiya û baniyan, di bin van berf û baranan de çawa dijîn; çi dixwun- vedixwun? Hûn pê dizanin? - Ew serê xwe didin ser kîjan kevirî tê bombekirin; ew xwe dispêrin kîjan şikeftî tê wêran û wêrtaskirin; di her bobardimanê de çendik û çend kes jiwan can didin; gelo jibo wan jî hûn reş girêdidin? Bi sonda qesemê, heger kê û kî van pirsan bî erênî nebersîvîne, elhaq derewîn e... Ew jî wek Monsieur, li dû firawîn e...

Misilmantiya Tayîp


Ev çend rojên dawîn, raya giştî ya demokrasixwaz û aşitîxwaz  li ser rewşa R. T. Erdogan nîqaşan dike û guherîn û veguherînên di kesayetî û nêrînên wî yên siyasî de derdikevin pêş  rexne dike  û  wî,  bi “xayintî ya  bi kurda ve” tewambar dike...

Lê, bi ya min ev camêr neguheriye û dîsa mîna xwe ya berê ye...

Ew parçeyek ji ber Evdihemîdê Xûnkar e ku li ser navê dînê Mihemed dikir Împaratoriya xwe ya rizî û jihevketî ji nû ve damezirîne...

Ew bû çi ji tirsan çi ji bo berjewendiyan  li ber Alman û Îngîlîzan û hemû  emperyalîstan çok datanî lê, bibû bela serê wan, qira Kurd û Ermenên lawaz û belengaz dani!  

Dezgeh û rêxistin û sazî û kes û kesayetiyên oli yên tirkan, hema bigre bi tevahî  ji nijadperestî û ji  şovenîzmê para xwe girtine. Ji şêxê Menzîlê heta Şêx Fethulayê Gulen;  Ji Mehmet Akîf heta M. Şevket Eygi, ji Kadîr Misiroğlu heta Ercûment Ozkan, ji Necîp Fazil bigre heta  Huseyîn Ûzmez  hemî “şêx û  rêber û nav gel de xûyayîyên wan”  xwe wek umetparêz dizanin û nîşan didin    ew ji xwe dernaxin ku heta çokê di nav rêxa rasizm û şovenîzmê de ne!


Di sala 1983’an de ez li Enqereyê bûm û bi navgîniya hevalekî çûm cem Ercûment Ozkan ê Îslamparêzê Tirk ê bi nav û deng ê ku kovarek îslamîya bi navê “ İktibas” derdixist ( ev camêr çend sal berê mirî ye).

Di wê kovarê de cûrbecûr gotarên ji çapemeniya cihanê bijartî dihatin weşandin û wê rojê tê de  çend jî yên ronakbîrên tirk ên “Yugoslavya”ya berê cih digirtin... Ew nivîskar herçiqas tirk bûn jî  xwedî bîr û baweriya  sosyalîst bûn û di wê hejmarê de jî nêrînên xwe yên siyasî bi zimanê Tirkî  pêşkêşî raya giştî kirîbûn...

 
Di weşanxaneya Îktîbasê de Ercument Ozkan jî tê de em  çend kes bûn û  vir de wê de mijûl bûn, axifîn  û dor hat ser ziman... Wî behsa Necîp Fazil û hostatiya wî ya di warê ziman de kir. Paşê dor hat ser Tirkî ya nivîskarên Balkanan. Min di vir de firsenda xwe dît û  got;

 
“ez benî tu dibînî ev welat (Yugoslavya) sosyalist e bi qewlê we çi dîn e , çi îman e,  lê waye Tirk dikarin bi zimanê xwe pirtûk û kovaran biweşînin. Xwezila li vir jî  Kurd  bi zimanê xwe bixwendina û binivîsandina;  wê çiqas xweş buya, ne wisan?”

 

Heyran hê min gotina xwe bi dawî nekiribû , ew camêrê helîm û selîm  veguherî gurekî boz û beziya û  pekiya nav çavê min û qîriya got:

 “ - hûn kurd tev nijadperestê kurê nijadperestan in! Min heta îro negotiye ez Tirk im, lê devê kîjan kurdî vedibe pêşî qala kurd û Kurdî û Kurdistanê dike! Ez we dawetî riya Mihemedî dikim, hûn bi ya Ebû cehil dikin!”

Ez di cihê xwe de miciqim, şaş bûm û mam... Min got :

“heyran belê rast e, tu nabêjî ez tirkim lê, bi tirkî diaxifî, dixwînî, dinivîsî: Kar û barê xwe bi Tirki dimeşînî... Tu nabêjî bê dîn e, mecûsî ye, komînîst e, pûtperest e, kîjan qelemşorê tirk ber destê te dikeve tu nivîsên wî di kovara xwe de  diweşînî...  Ev çi durûtî ye? Werê em tev bi zimanê Xwedayê Jorîn, bi Erebî baxifin û bixwînin û binivîsin... Wê çaxê bi gotina te ye, em tev ji nijadperestiyê xilas dibin

Yek ji min yek ji wî, ez û wî me dest kir qirika hevûdu û ne ji hevalê ku em pê re çûbûm  bûya  wê tiştên pir xirab bihatina serê me...

Di pirtûka Olîvîer Roy a bi navê “ÎFLASA ÎSLAMA SİYASΔ de dibêje:

Li Tirkiyê  tu car talûkeya îslamekî Sîyasî tune ye; jiber ku îslamiyeta tirk “netewî”ye. Tirk tim û tim xwe li ser netewên din ên misilman dikujin (xwe ji wan mezintir dihesibînin) Lewma tirk, nayên ser tevgerên sîyasî yên îslamî yên

ji Misir û Îranê za ne...  

 
Bi rastî jî bala xwe bidinê; rêber û şêx û serok û seydayê tirkên  umetparêz(!) ên hemdem; bi tevahî nijadperest nebin jî neteweparêz in... Umetparêz qet nîn in... loma li qisûra Tayîp nenêrin...  Şêxê wî û yên hemû umetparêzên Tirkan ên hemdem Necîp Fazil e. Ew lingekî li ba Erbakan lingekî li ba Turkeş bû... Wî nas bikin bes e...


                                                                                               Mamoste Marûf

22.03.2009

NEWROZ Û KURDÎ

Ez gelek ditirsiyam.
Hê jî ditirsim. Kurd rengên xwe yên kurdewarî wenda nekin? Newroz jî wek navên zarokên me nebe “nav bi kurdî; ziman bi tirkî!
Ev tirsa min her ku diçim saziyên kurdan zêdetir dibe! Êdî ez hew dikarim xwe bigrim. Li her derê dilê canik û camêran ji xwe dihêlim. “Xwîşka min, kekê min, ez di bextê we de me, tewşo mewşo be jî bi zimanê xwe biaxivin. Ma hûn ne zanyarên zimanin, helbet hûn ê şaşitiyan bikin; ma ez ji we çêtir Kurdî dizanim! Di serî de zor bidin xwe, paşê, roj bi roj wê hûn ê di axavtinê de rewac bin, jêhatî bin! Na, na, nabe...

Ev çend hefte ye diçim DTP’ê, paritiya Kurda. Weleh û bîleh û tîleh, êdî di wir de jî kurdî desthilatdarî wenda kiriye. Kurdî bûye zimanekî biyanî. Di serî de hevalên birêxistinî, ên jîr û jêhatî dev ji Kurdî berdane. Bihnek giran a asîmîlasyonê wek bihna genî ji wan tê û êdî mirov nikare ber biwan ve biçe! Biryara min ew e ; ez ê, piştî hilbijartinan çi sendîka, çi NÇM, çi DTP dev ji hemû saziyên tirkî-axêv berdim. Min ji xwe re cihek dîtiye: Enstîtûya Kurdî û Tzp’a Kurdî. Ev herdû rêxistin tenê mane ku kurd lê desthilatdar in, bihna kurdayetiyê ji wan tê. Mehek berê me çend hevalan biryana xwe kiribû; em ê seba nivîsandina çend pankartên bi kurdî, li avahiya Enstîtûyê bihatina serhev. Hevalê Heyder Amedî, ez, Mamoste Ehmed, em 20’ê adarê li Enstîtûyê gihiştin hev û me dest bi xebata xwe kir. Xebatkarên saziyê û çend hevalên xwendekar jî alîkariya me kir; Weysî, Mamoste Evdila, hevalekî ji Tekmanê... Armanca me ew bû ku; em li ser navê TZPa Kurdî rengek kurdewarî bidin qada newrozê. Hevalê Heyder Amed , bi rastî bi coş û heyecana xwe, bi xebatkarî û enerjiya xwe, bi hêz û morala xwe jibo paşeroja tekoşîna zimanê kurmancî û Zazakî hêviyek pir mezin e. Mamoste Evdilayê ku di warê Kurdî de pir hestiyar e jî wisa... Ew bû ku got; “ ez ê li ber avahiya DTP’ê dest bi greva birçîbûnê bikim heta ku ew dev ji tirkî berdin... Mamoste Ehmedê ku xwedî kurdiyek lawaz e; lê dîsa jî zor dide xwe û di nav hevalan de tim û tim bi Kurdî dipeyîve jî hêviyek mezin e...

Çend sloganên ku me ji ber xwe derxistibûn ev bûn: ji Tirkî re dibistan; ji Kurdî re goristan 

Nav Botan û Sîpan û Zozan; Çima Erebî û Farisî û Tirkî ye ziman?
Çi TRT 6, çi Kurd Memet Nobete, Çi kurd boregî Heta Kurdî nebe zimanê fermî Kurdino bi Kurdî biaxivin lo!

Bi vî hawî me bi dora 20 pankartan nivîsîn. Hevalê Heyder ew pankartan bi awakî xist qada newrozê; lê jiber ku me bi daran bi destî nekiribûn, bilind nebûn; loma kêm kes ew dîtin. Armanca min û nivîsandina vê nivîsê ev e; hevalno, bi mîlyonan kurd berê xwe daye Tevgera Kurd; tevgera azadiyê. Ew xwedî hêviyek ewqas mezinin ku dibêjin qey tevger – heşa-qadirê mutleq e! Hayê wan ji rewşa serkêş û ronakbîr û aktîvîst û kadroyan tuneye. Ez ji gotin û nivîsên hin hevalên kurdîperwer wisa derdixim ku ew jî dibêjin; “ çima wiha nabe; çima wiha nakin?”

Xwîşk û birano; bi serê we kim; divê hûn bikin! Divê ên kêmasiyan dibînin bikin! Em bikin ! Bi taybetî hevalên Kurdewar, kurdîhez, kurdî axêv gere werên saziyan û bikevin qirika tirkîaxêvan. Divê ew malkambaxan xwe, di saziyan de wekî sêviyan bibînin. Gava zimanê wan diqelibê ser Tirkî divê li çavên me binêrin û fedî bikin! Ew kes û kesayetiyên ku bi serbestî “hespê tirkî” di mêrg û zeviyên me de dibezînin, gelê me jî asîmîlîye dikin- kirine jî..

 Di qada Newroza pîroz de bala min li ser gel bû. Kurdî bûye para dapîr û bapîran. Zarok û neviyên wan- ew in sloganên herî mîlîtanîk diqîrin- bi wan re bi tirkî diaxvin; ew rebenan jî ji neçariyê, bi Kurdî dibersîvînin.Xwedê qebûl neke! Ên diçin saziyan bi Tirkî; ên di mal de rûdinên bi Kurdî... Ma ev ne polîtîkaya dewletê bû!

Ev wiha nameşe; divê hemî nîqaş û hewldan û çêr û qîrînên me li ser vê pirsgirêkê be. Kurd ewilî divê di nava xwe de pirsgirêka Kurdî çareser bikin. Jixwe jibo kurdan pirsgirêka kurd tune. Ev pirsgirêka dagirkeran e. Em doza mafên xwe dikin. Pirsgirêka me parastina ziman û çanda me ye. Em, heta li ser li ser kurdayetiyê bin, jibo wan pisgirêk in; roj bê ew ên teqez werên ser riya çareseriyê; jixwe tên jî... Lê em tunebin, xwe wenda kin; pirsgirêk jî namîne; ne wisa? 

Newroza we pîroz be...

NEWROZ Û KURDÎ

Ez gelek ditirsiyam.
Hê jî ditirsim. Kurd rengên xwe yên kurdewarî wenda nekin? Newroz jî wek navên zarokên me nebe “nav bi kurdî; ziman bi tirkî!
Ev tirsa min her ku diçim saziyên kurdan zêdetir dibe! Êdî ez hew dikarim xwe bigrim. Li her derê dilê canik û camêran ji xwe dihêlim. “Xwîşka min, kekê min, ez di bextê we de me, tewşo mewşo be jî bi zimanê xwe biaxivin. Ma hûn ne zanyarên zimanin, helbet hûn ê şaşitiyan bikin; ma ez ji we çêtir Kurdî dizanim! Di serî de zor bidin xwe, paşê, roj bi roj wê hûn ê di axavtinê de rewac bin, jêhatî bin! Na, na, nabe...

Ev çend hefte ye diçim DTP’ê, paritiya Kurda. Weleh û bîleh û tîleh, êdî di wir de jî kurdî desthilatdarî wenda kiriye. Kurdî bûye zimanekî biyanî. Di serî de hevalên birêxistinî, ên jîr û jêhatî dev ji Kurdî berdane. Bihnek giran a asîmîlasyonê wek bihna genî ji wan tê û êdî mirov nikare ber biwan ve biçe! Biryara min ew e ; ez ê, piştî hilbijartinan çi sendîka, çi NÇM, çi DTP dev ji hemû saziyên tirkî-axêv berdim. Min ji xwe re cihek dîtiye: Enstîtûya Kurdî û Tzp’a Kurdî. Ev herdû rêxistin tenê mane ku kurd lê desthilatdar in, bihna kurdayetiyê ji wan tê. Mehek berê me çend hevalan biryana xwe kiribû; em ê seba nivîsandina çend pankartên bi kurdî, li avahiya Enstîtûyê bihatina serhev. Hevalê Heyder Amedî, ez, Mamoste Ehmed, em 20’ê adarê li Enstîtûyê gihiştin hev û me dest bi xebata xwe kir. Xebatkarên saziyê û çend hevalên xwendekar jî alîkariya me kir; Weysî, Mamoste Evdila, hevalekî ji Tekmanê... Armanca me ew bû ku; em li ser navê TZPa Kurdî rengek kurdewarî bidin qada newrozê. Hevalê Heyder Amed , bi rastî bi coş û heyecana xwe, bi xebatkarî û enerjiya xwe, bi hêz û morala xwe jibo paşeroja tekoşîna zimanê kurmancî û Zazakî hêviyek pir mezin e. Mamoste Evdilayê ku di warê Kurdî de pir hestiyar e jî wisa... Ew bû ku got; “ ez ê li ber avahiya DTP’ê dest bi greva birçîbûnê bikim heta ku ew dev ji tirkî berdin... Mamoste Ehmedê ku xwedî kurdiyek lawaz e; lê dîsa jî zor dide xwe û di nav hevalan de tim û tim bi Kurdî dipeyîve jî hêviyek mezin e...

Çend sloganên ku me ji ber xwe derxistibûn ev bûn: ji Tirkî re dibistan; ji Kurdî re goristan 

Nav Botan û Sîpan û Zozan; Çima Erebî û Farisî û Tirkî ye ziman?
Çi TRT 6, çi Kurd Memet Nobete, Çi kurd boregî Heta Kurdî nebe zimanê fermî Kurdino bi Kurdî biaxivin lo!

Bi vî hawî me bi dora 20 pankartan nivîsîn. Hevalê Heyder ew pankartan bi awakî xist qada newrozê; lê jiber ku me bi daran bi destî nekiribûn, bilind nebûn; loma kêm kes ew dîtin. Armanca min û nivîsandina vê nivîsê ev e; hevalno, bi mîlyonan kurd berê xwe daye Tevgera Kurd; tevgera azadiyê. Ew xwedî hêviyek ewqas mezinin ku dibêjin qey tevger – heşa-qadirê mutleq e! Hayê wan ji rewşa serkêş û ronakbîr û aktîvîst û kadroyan tuneye. Ez ji gotin û nivîsên hin hevalên kurdîperwer wisa derdixim ku ew jî dibêjin; “ çima wiha nabe; çima wiha nakin?”

Xwîşk û birano; bi serê we kim; divê hûn bikin! Divê ên kêmasiyan dibînin bikin! Em bikin ! Bi taybetî hevalên Kurdewar, kurdîhez, kurdî axêv gere werên saziyan û bikevin qirika tirkîaxêvan. Divê ew malkambaxan xwe, di saziyan de wekî sêviyan bibînin. Gava zimanê wan diqelibê ser Tirkî divê li çavên me binêrin û fedî bikin! Ew kes û kesayetiyên ku bi serbestî “hespê tirkî” di mêrg û zeviyên me de dibezînin, gelê me jî asîmîlîye dikin- kirine jî..

 Di qada Newroza pîroz de bala min li ser gel bû. Kurdî bûye para dapîr û bapîran. Zarok û neviyên wan- ew in sloganên herî mîlîtanîk diqîrin- bi wan re bi tirkî diaxvin; ew rebenan jî ji neçariyê, bi Kurdî dibersîvînin.Xwedê qebûl neke! Ên diçin saziyan bi Tirkî; ên di mal de rûdinên bi Kurdî... Ma ev ne polîtîkaya dewletê bû!

Ev wiha nameşe; divê hemî nîqaş û hewldan û çêr û qîrînên me li ser vê pirsgirêkê be. Kurd ewilî divê di nava xwe de pirsgirêka Kurdî çareser bikin. Jixwe jibo kurdan pirsgirêka kurd tune. Ev pirsgirêka dagirkeran e. Em doza mafên xwe dikin. Pirsgirêka me parastina ziman û çanda me ye. Em, heta li ser li ser kurdayetiyê bin, jibo wan pisgirêk in; roj bê ew ên teqez werên ser riya çareseriyê; jixwe tên jî... Lê em tunebin, xwe wenda kin; pirsgirêk jî namîne; ne wisa? 

Newroza we pîroz be...

8.03.2009

KOMKUJİYA ERMENİYAN A 1915 Û KURD

Biryara Komkujiya Ermenan a mezin bi şerê cihanê yê yekemînde ve destpêdike. (Di nav salên 1894-1896’an de jî li gelek herêman li hemberî Ermenan hin komkujî pêk tên. Hejmara miriyan bi ya Ermeniyan, li dora 300.000 an e.) Piştî şoreşa Fransî padîşahên Osmanî û Partiya Îttihat Terakkî û jontirkan biryara ji holêrakirina -kurdjî tê de- tevahiya gelên “ne tirk” sitandîbûn. Ji ber ku xetereya mezin gelên xirîstayan ên di nava tixûbê dewleta Osmaniyan de bûn û li rojhilat ew bi Ûris re bi tifaq bûn, cara ewil ermenî ji xwe re kirin hedef. Nijadperestên tirk, di serî de di dilqê umetparêziyê de, paşîn rasterast bi nijadperestiyek hovane dest bi qirkirin gelan kir. Di serê sala 1915’an de bi dora 60.000 ermeniyan bi hinceta leşkeriyê birin wan  wek komên ji 50-60 kesan pêkhatî ji hev veqetandin û kuştin. Bi vî avayî  ermenan bê parastin hiştin. Dûv re bi alîkariya hêzên paramîlîterên ji eşîrên kurd û çerkes û ji yên din pêkhatî, artêşa tirk û endamên Teşkîlat- i Maxsûsa pêkehatî Ermenan bi gelemperî an di cih de kuştin an ber bi deştên bê serî û bê binî ve peyatî nefî kirin û bi mirinê ve rûbirû hiştin. Hejmara miriyan li dora 1,5 mîlyonî ye û her sal ew di 24 ê adarê de ji aliyê cihanê ve tên bîranîn.

Ev encamek Şerê Yekemînê Cihanê ye. Ev di rastiya xwe de xirecireke bo li hev parvekirina dewlemendiyên cihanên bû û di 1’ê Tebaxa 1914’an de rû da, lê binesaziya wê di dawiya sedsala 19’an de hatibû amadekirin. Li alîkî Îngîlîstan, Frensa û Ûris; li aliyê din Alemanya , Awistirya-Macaristan û Împaratoriya Osmaniyan bûn navendên şer. 1,5 mîlyar mirov bi fîtkirina van dewletan bi avayek ji şer zirar dît; 74 mîlyon ciwan wek leşker di nava şer de cih girt. 10 mîlyonî zêdetir mirov mir , bi 20 mîlyonan jî birîndar bû.

Gelo di nav van 10 mîlyon mirî û 20 mîlyon birîndaran de çiqas kurd hene?
Derheqê birîdaran de tu agahî tuneye, lê ji kurdan hejmara miriyan ji 1 mîlyonî zêdetir e! Bi gotineke din” ji 10 miriyan yek kurd e” Lê ev miriyên vê gelê bê xwedî û belengaz, sêwiyê mirovahiyê heta niha nebûn mijarê tu lêkolînek… Heta niha li ser van rebenan tu pirtûkek nehat weşandin… Xeynî dengbêjên sêwî, zarok û neviyên wan ên bê sihûd kesî stranek jî navêt ser wan… Belê çi bû, çi qewimî ku ev gelê xizanê doza avakirina dewleteke neteweyî jî  nedikir, tu hesabê wî yê bidestxistina bazaran jî tune bû, lê dîsa jî bi vî şiklî bi girsehî hatin kuştin?

Hîmên pozberî, dujminahî û hevdû qirkirina gelan bi Şoreşa bûrjûvaziya Fransî ve hat avêtin. Mirovahî, qaşo ji bo berjewendiyên neteweyî, lê di rastiyê de şerê kapîtalîst û emperyalîstan a ji bo bidestxistina bazaran bû, bi neteweperestiyeke tûj hat sorkirin û ket qirika hevdû. Yên plansaziya xwe ji berê de kiribûn gihîştin ber mirazê xwe û cihan parçe parçe kirin û di nav xwe de parve kirin. Lê Kurd bi mirina xwe man û ji hemû destkeftinan bêpar man. Di Dewleta Osmanî de rêveberên Partiya Îttihad Terakkî û Jontirkan jî çav dan emperyalîstan û kirin li ser xaka Îimparatoriya Osmaniyan dewleteke Tirk a neteweyî ava bikin, lê ew hêj di serî de li Balkanan têkçûn û rev a rev xwe avêtin Anatoliyê. Dîtin ku nikarin bi xiristiyanên rojava, tevlî hevkarên xwe yên Alemanan, berê xwe dan rojhilat. Cara pêşî koka Rûm û Ermeniyan ên li ser rêya xwe anîn. Armanca wan avakirina dewletek Tûranî bû. Dîtin ku wê kurd bibin belayê serê wan, şerê bi Ûris re kirin mane û di nav mij û dûmana vê aloziyê de ew ji cih û warên wan kirin û bi vî avayî kirin bi tevahî bikujin, an ji welatê wan derxin û bipişifînin, bikin tirk.

Di 2 Kanûna 1914’an de Hêzên Ûris êrişî havirdora Qersê kirin û pêre şerên li ser eniyan despêkir. Enver Paşayê cîgirê sefefemandariyê, di 22.12.1914’an de li sarîqamişê  xwest êriş bibe ser Ûris lê, leşkerên artêşa 2 yemîn a tirkan bi piranî qerisîn û mirin. Di bihara 1915’an de Ûris bi hevkariya Ermeniyan êriş kirin û Wan û Milazgirê bidest xistin. Bi sed hezaran kurd neçar man welatê xwe bihêlin û ber bi başûr ve bi rê kevin. Rê û dirb çiya û deyşt wek xwelî bi mirovan tije dibe. Bi piranî zaro û zêrç, kal û pîr in, bê xwedî û bê sitar in; ji ber ku yên civan an bi dilê xwe an bi darê zorê ji tirka re çûne leşkeriyê… Di heman rojan de Ermen jî ber bi tunebûyînê ve diçin. Yên li berxwe didin wek Kurdan bi zar û zêç, bi deh hezaran li serê çiyan kom bûne li hêviya dostên xwe yên Ûris in(!) Komek ji 60-70 hezar kesan pêkhatî li serê çiyayê Meretoyê li benda Ezraîl e. Hêviya wan ew e ku Ûris û Ermenî wê bên alîkariya wan û ew ji artêşa Tirk û ji milîsên Kurd bên xelaskirin. Ji wan Ermeniyan yek “Yegyazar Karapetyan” e. Ew di sala 1886’an de li Sasonê hatiye dinê. Di bîranînên xwe de weha dibêje:
“Di 25ê Tîrmehê de deyşta Mûşê ya bi kuştin û nefîkirina me xalî bibû, ji nişkave di bin piyên bi sed hezaran mirov û sewalan de heciya. Ew ji aliyê Exlat, Bûlanix û Xinûsê birêketibûn û wekî lehî ber bi çiyayê Xozmê ve diherikîn. Me bala xwe da, ew gundî ne û ji ber artêşa Ûris direvin. General Abatsiyev, bi artêşek ji 30.000 hezar leşkeran û  ji Ermenên dilxwaz pêkhatî ve ji aliyê Exlat û Xadavînê ve êriş dikir û diket deyşta Mûşê. Lê, Artêşa Ûris ji nişka ve paşve vekişiya. Li ser vê bûyerê, hêviyên Vahan Papazyanê (serokek Ermeniyan ê navdar e) ku digot sibeh an dusibeh gihîştina me ya artêşê pêkan e pûç bû. Wî gavek êdî dereng û bê hêvî avêt. 27 ê Tîrmeha 1915’an de gazî çend hevalên xwe kir û ji bo ku xwe bigihînin artêşa Ûris ew peywirdar kirin. Avedîsê bi zimanê Ûris dizanîbû û Mamoste Martîros ê ji Kopê bi hev re bi rê ketin. Martîroz lehzekî şûn ve vegeriya hat. Avedîs heta êvarê bi Kurdên ku me dorpêçkiribûn re şer dike lê, dibîne ku nikare xwe bigihîne artêşê bi guleya xwe ya dawîn xwe dikuje...”

 Çerxa felekê her dû gelan ber bi çiyayan ve kişandibû. Kurd li çiyayê Xozme, Ermen li tûjika Mereto li ber mirinê bûn. Her dû çiya hevûdu didîtin û hewar û qêrin û feryata herdû gelan diçû hev… Belê em îcar werên ser ew mirovên ji ber Ûris û dilxaz û alîgirên wan ên Ermen direviyan û deşt û çiya dihecandin… Ew kî bûn ?
Ew zarok û kal û pîrên Kurdên Hesenî bûn, Cibirî bûn, Heyderî bûn. Mêr û ciwanên wan di heman demê de, di artêşa Tirk de, ji bo berjewendiyên Tirkan û Almanan şer dikirin û bûbûn sedema têkçûyîn û vekişîna Artêşa Ûris û Erman, lê yên li paş mabûn? Hê di deştêde bûn, negihîştibûn çiya,  ji Eşîra Hesenan 20.000 kes hatin kuştin. Cibirî komek ji 200 zarok û kal û pîran pêkhatî avêtibûn ber Ûris û Ermenan û reviyabûn. Ji Heyderiyan 160 kes winda bûn û heta roja îro kes nizane çi hat serê wan. Ji yên xwe dispêrin çiya ji % 5 tenê li jiyanê dimînin û piştî vekişîna Ûris vedigerin malên xwe. Yên din bi mehan li serê çiyan, tî û birçî û tazî dimînin. Bi tevahî bi nexweşiya halê dikevin, bi piranî can didin, dimirin. yên mayî an ji hêla Artêşa Tirk ve ber bi Anatoliyê ve tên koçberkirin an bi nepenî xwe davêjin gund û bajarên wek Amed, Riha, Semsûr Edeneyê. Malmezinên kurdan ji birçîna bêrûmet dibin, dest bi firotina keç û lawên xwe dikin, bi parsê dikevin.

Tirkperestên bêbext hemû hêzên zindî yên Kurdan an di şer de, an jî bi avêtina ber Artêşa Ûrisê dagirker  ji holê rakir û rê li ber desthilatdariya xwe ya pêşerojî vekirin. Ev felaket li herêma Serhedê birînên kûr vekir. Kurdên Serhedê ji %70-80 an hatin kuştin, an hatin nefîkirin lê, dîsa jî wan li berxwe da. Sala 1925’an  bi şêx Seîd li seranserê welêt; di sala 1937ê de li Agirî; di sala 1938’an de li Dêrsim serî rakirin. Bi ya min heger ne ji windahiyên di maciriyê de bûna ev serhildan zû bi zû nedişkiyan.

Li ser hejmara miriyan herçiqas heta niha di arşîvan de xebatên zanisti yên dorfireh çênebûne jî, felaket pirî mezin e digel hemû hewldanên veşartinê û ji hiş paxişkirinê her tişt rût û tazî li holê ye... Wezîrê şer ê wê demê Talat Paşa, di deftera xwe ya reş de behsa 800.000 kurdên ku di navbera salên 1915-1916an de hatine miştexîkirin dike û dibêje “yên li jiyanê man e ji Îzmîtê heta Helebê li ser xetekî hatin bicihkirin.”
Li gorî îstatîskên ku wî kirine (!) hejmara yên saxî filitîne bi dora 250-300 hezar kes in. Nîkolay Hovhannîsyan di pirtûka xwe ya bi navê “Komkujiya Ermeniyan Qira Ermeniyan” de weha dinivîse; “Jontirkên ku komkujiya Ermenî û Aşûriyan bi destê Kurdan pêk anîn, piştî gihiştina armanca xwe, îcar dest bi qirkirina Kurdan kirin. Bi dora 800.000 kurd jî, di pêvajoya van komkujiyan de hatin kuştin” (Bnr; Nikolay Hovannisyan, Ermeni Soykırımı Ermenikırım, Pencere Yayınları, rûpel;105) Mamoste Marûf

EZ ÇAWA 4Ê GULANA 1961’AN Jİ DAYÎKA XWE BÛM?

  Salên salixa ji dayîkbûna min didin, salên bi cih kirina serweriya komarê bû.   Ji Enqereya kambax wêdetir demokrasî û azadiyeke nîvçe, li...

Nivîsên zêde hatine xwendin