8.03.2009

Di Sedsala 19’an û 20’an de Kurd û Ermen

Beriya şerên bi Ûris re , bi taybetî jî beriya Şoreşa Fransî têkilîyên Kurd û Ermenan ji yên gelên din ên cihanê ne cudatir bû. Her çiqas dewleta Osmaniyan, bi ayetên Quranê û bi gotinên Hz. Mihemmed û bi mecele ya ku “ji van her duyan pêkhatî” ve dihate birêvebirin jî, li Kurdistanê û li herêmên ku kurd û ermen bi hev re dijiyan, bi “şer’a Xwedê” bêhtir bi zagonên xwezayê serdest bû. Ji berê berê de çiyayên Mezopotamyayê di destê kurdan de bû. Wê demê çiya di destê kê de bûna deşt jî ya wê bû; ji ber ku bê zozan sewal xwedî nedibûn. Birrên pez û keriyên hespan ji bo bazirgniyê malên herî stratejîk bûn û bê destûra eşîrên kurdan, ji mezopotamyayê heta nîvê Kafkasyayê û derdorên behra Hezarê kesî newêrîbû sewalan biçêrîne. Riyên bazirganiyên ku di vir re derbas dibûn jî bi tevahî di destê Kurdan de bûn. Kurd bi hezaran salan debara xwe bi stratejiya welatê xwe kirin . Bac, ne be xerac, ew jî nebe dizî û talan dîsa nebe şer û kuştin… Tişta bala mirov dikişîne Kurd, van çalakiyan, di dirêjiya bi hezaran salan de, tenê di welatên xwe de pêk anîne! Tu dibêjî qey bi hezaran salan e, di kûrahiya dilên xwe de dagirkirina welatên xwe bi vî şiklî protesto kirine!…Di cih de ye ku mirov bibêje ; “kurd tu car nehiştine kes bê bedel pêlî axa wan bike” Kurd, gelên deyştên xwe yên bi çandinî û pîşesaziyê debara xwe dikirin, wekî  pez û dewarên xwe dihesibandin û ew wek “filên me”, “qereçiyên me”, “tirkmanên me” binav dikirin û li wana xweditî dikirin, ew ji neyaran diparastin. Gava riya eşîrên Kurdan bi deştên dûrî Kurdistanê diket, wê demê ji bo çêra sewalên xwe bertîl didan hêzên serdest ( Sefîrê Îtalyayê R.G.DE CALVİJO,di sala 1403’an de li Nişabûrê rastî kurdên ji eşîra Elavarî tê. Ev eşir ji 400 çadiran pêkhatiye û xeynî pez û dewaran xwedî 20.000 deve ne û ji bo heqê çêrê salê 3.000 deve û 15.000 pez wekî bac dane Tîmûr. Lê li Kurdistanê, bi hezaran salan bû ku hukmê eşîrên kurdan berdewam bû. ( Bnr; R.G. DE CALVİJO, Anadolu Orta asya ve Timur, Ses yayınları 1993 rûpel:115)

Kurd, gêlên din ji bo berjewendiyên xwe di deşt û qûntarên çiyayên xwe de dihewandin û diparastin. Wek mînak, Ermen gem û zîn û nalên hespên wan, tevahiya amûrên di jiyana rojane de dihatin bikaranîn çêdikirin û difrotin. Genimê wan bi heqdest dihêrandin. Eşîrên Kurdên nîv-koçer, zivistanê bi kulfetê xwe û bi hezaran sewalên xwe diketin gundên Ermenan û heta derê biharê li wir diman. Di vî mijarê de yek ji serokên şoreşger ên Ermenan ên sedsala 19’an, Nivîskar Raffî wiha dibêje: “Kurd, “ewladên xwezayê ne” û bi serê xwe ne (bi gotina kesî nakin). Di bin asûmanê Xwedê de bi sewalên xwe jiyana xwe derbas dikin. Ew şivanên bê xani û bê war in. Hebûna wan konên reş in. Tenê berf, sur û seqema zivistanê dikare wan ji çiyayên Kurdistanê - delalîka ber dilê wan - bi dûr bixe û bîne xwarê. Ji xwe, wê gavê jî ne xema wan e! Çer hebe malên Ermenan mecbûrin van mêvanên bêteklîf bihewîne. Kurd, tevî sewalên xwe, heta dîsa çiya gazî wan bike,wê li ser malên Ermeniyan bimînin” (Raffî,Tevahiya Nivîsên Wî,Weşanên Çirûsk,Rewan,1963,rpl:360)

Ev rewş heta serê sedsala 19’an bi vî hawî dikudîne. Ji vir şûn de dewran, bi şoreşa Fransî û bi soreşa Pîşesazîyê vediguhere. Êdî li tevahiya cihanê bi gotina hêzên mezin ên navneteweyî dibe. Li alîkî netew ji bo mafên xwe yên neteweyî radibin, li alîkî din jî, hêzên emperyalîst  aloziyan ji bo berjevendiyên xwe yên gemarî carinan gur dikin, carinan difetisînin. Êdî ne Ermenî “filên Kurdan” bûn, ne Kurd “zarokên azad ên serê çiyayan û banîyan” bûn. Ew bubûn pezkûviyên Kurdîstanê; li çîya qoçên hevdu dişkênandin, lê li hemberî nêçîrvanan çok datanîn!

 Fitkirina(provokasyona)emperyalîstan li alikî, axayên nezan ên Kurdistanê li alîkî, neteweperestên ermeniyan jî li alkî bûn. Ermenîstan a Azad a gorî dilê wan tevahiya bajarên Serhedê û piraniya bajarên kurdistanê - car caran Amed jî tê de – dihundirand! Di mejûyê neteweperestên ermeniyan û di yên serokeşîrên kurdan de li ser heman axê jiyanek hevbeş êdî ne mimkun bû. Lê, Malbata Bedirxaniyan ( sazûmankarên rojnameya KURDİSTAN ), hin rewşenbîrên kurdên bi neteweperweriyê hesiyabûn û sosyalistên ermeniyan ( Partiya Hinçak) ne xwedi projeyên berbiçav bin jî, bi gotin û nivîsan biratî û hevkariya her du gelan û pêwîstiya jiyaneke hevbeş bi lêv dikirin. Mamoste Marûf

DEWLETA OSMANÎ Û GELÊN NE MISILMAN

Di Dewleta Osmaniyan de, yên ne misilman, ji 14 saliyan bigrin heta 75 saliyan, di jiyana xwe de carekî gere bacekî giran a bi navê “cîzye” bidana dewletê.

Xeynî vê, bacek din jî hebû; baca ku ji Misilmanan bi navê “oşûr” dihate standin li wan jî ferz bû lê,  bi navek cuda; xerac!..

Wê demê leşkerî ji bo hemwelatiyan îmtiyazek gring bû lê ew, ji wê jî bêpar bûn.

Ji qirna 15’an heta nîveka 19’an, gêlên ne misilman ji hêla cil û bergan ve jî hatibûn astengkirin. Wek mînak; dema desthilatdariya Sultan Selîmê III. de (1761-1808) gere sol û kumikên Ermeniyan sor, yên Cihuyan hêşîn, yên Rûman reş bûna.

Hemwelatiyên nemisilman, gava siwarî biketina nava şêniyên misilman divêt  ji hespên xwe peya bubûna, gava peya nebûna ev yek wek îlana şer dihate hesibandin.

Heger merivên nemisilman, rûniştî bûna mecbûr bûn ji ber misilmanan rabin ser piyan.

Disa ew nikarîbûn xaniyên xwe ji yên misilmanan bilindtir çêkirana. (ERYILMAZ, Bilal Osmanli Devleti’nde Millet Sistemi,Agaç Yayinlari, 1992, rup.33. )

Gava Ermeniyek bimira ji bo veşartinê gere ji şaredariyê destûr bihata stendin. Ev destûr bi zimanê dijmunahiyek wisa tûj dihate nivîsandin ku tu mirovek xwedî wîcdan ne dipejirand

Wek mînak; “we ji me re ragihandiye ku kafirê bi navê Hagop mirar bûye. Her çiqas beratê wî yê gemarî ne layîqê axa me ya piroz be jî, bona ku bihna wî ya genî ummeta Mihemed aciz neke em destûr didin ku hûn wî bikin çal(bnr.Antranik Ozanyan, weşanên Pêrî.2003)

Dîsa di sedsala 17’an de li gori zagona sultan, kesên ne misilman, dema ji malên xwe derdiketin kolanan, bona ku bên nasîn gere zengilek bi piyên xwe ve girêbidana.

Misilman gava rastî yên ne misilman dihatin, di şûna “esselamû eleykum”(silavê Xwdê li we be), gere bigota “essamû eleykum” ku wateya vê peyvê; “ezabê xwedê li ser we be” bû. (di zarokatiya min de ev cûre silav ji bo eleviyan jî dihate bikaranîn)

Bi qewlê birêz Baskin Oran, di Dewleta Osmaniyan de gelên misilman “milletê hakîme”bûn. Lê,yên ne misilman bi her awayî “milletê mehkume” bû. Di bin van şert û mercên ev qas giran de, serhildanên gelên xirîstiyan bi her hawî rewa bû.

Di sedsala 19’an de li tevahiya Dewleta Osmaniyan de bazirganî ji % 80 destê kêmnetewên nemisilman de bû. Li wanê ev rêje digihîşt ji % 98’an û hema bigre bi tevahî di destê Ermeniyan de bû  (C.J.Walker, Armenia The Survival of A Nation,New York,1980 Rûpel:138). Ev Rewş li tevahiya Kurdistanê çi kêm çi zêde wek Wanê bû, ji ber ku kurd, bazirganiyê, çandiniyê, hunerên bi destan-yên wekî koşgerî, solbendî, hesinkerî, aşvanî hvd.- Karên derî esaletê didîtin û yên ku bi van pîşeyan emel dikirin wek “reayayên bê rûmet” dihesibandin. Desthilatdariya siyasî û leşkerî (kurd bi giranî jê mehrûm bin jî) di destê misilmanan de bû, lê mixabin kapîtal ketibû bin lepên xrîstiyan û cihûyan. Ev çîna “hemdema burjuva” wek li hemû cihanê, bubû motora afirandêriya neteweperweriyê. Ji ber vê yekê gelên misilman di hêla netewîbûyînê de gelek dereng man .(bnr; La Cıtoyenneté Turque Et La Questıon Kurde Unver Unal, Unıversıté Lumıère Lyon 2 Instıtut D’études Polıtıques) .

Di sedsala 19’an de, neteweperestiya tirk a ku dijberiya kevneşopiya monarşiyê dikir, cara pêşîn di nava çîna bûrjûvaziya piçûk de (di rastiya xwe de jî pir piçûk bû û hevsarê wê di destê dewletê de bû) xwe da der. Gelê tirk bi girsehî di nava xizaniyek bê hempa de, bi çandiniyê debara xwe dikir. Lê, axa ku li ser dijiyan jî di destê arîstokrasiya ku “bi navokê bi dewletê ve girêdayî” de bû. Ji bo sazkirina çîna bûrjûvaziyek serbixwe û dorfireh, pêşengên neteweperestiya tirk çav berdabûn hebûna gelên ne misilman. Bi ya wan, “afirandina bûrjûvaziya neteweyî” bi qirkirina wan û talankirina mal û milkên wan pêkan bû û ev çîna hemdema bi nîjadkî tirk, wê pêşengiya avakirina dewletek neteweyî ya “tirk” bikira.

Xebata tunekirina “yên ne ji wan” bi padîşah Evdilhemîd destpê kir, ta talana 6-7 îlona 1955’an bi hovitiyek kes nedîtî kudand, berdewam kir. Di vê pêvajoyê de, bi taybetî, ji despêka Şerê yekemînê Cihanê heta roja îro, ewilî polîtîkaya komkujî û miştexîkirinê, bi awakî din ; “şuştina Kurdistanê ji kurdan”, lê di heman demê de asimîlasyon bûye para kurdan.

ÇIMA EM KURD, DIVÊ HÊVÎDAR BIN?

Mirovahiya nûjen û hemdem; mirovahiya bi qewlê Kurda; ji camêr û ji canikan pêkhatî, mirovên ku bihna mirovatiyê ji wan tê , ji berê berê de rû nedaye faşîzmê û şovenîzmê... Bi taybetî piştî Şerê duyemîn ê Cihanê, faşîzm jixwe gor bi gorî bû; mirovên xwedî wîcdan û mejî dev ji neteweperestiyê jî berdan û - her çiqas nebûn sosyalîst jî- hatin ser bîr û baweriya demokrasiyê û bûn canfedayên azadiyê... Nifşên ji pişta faşîst û neteweperestên wê demê, ji kirin û lîvbazî û nêrîn û ramanên dê û bav û kalên xwe pirî şerm kirin, riya xwe ji binî ve ji ya wan veqetandin: Ew an veguherîn bûn şoreşgerên nifşa 68’an, an bûn hippiy û xwe dan ber ba û babilîsokan û ji “Parka Hayd” ê û ya “Sultan Ehmed”ê bigirin heta çiyayên Tîbetê li seranserê Cihanê belav belavî bûn û bivî şiklî kirin xwe ji dîsîplîn û rabûn û rûniştandina faşîzmê azad bikin û şîretek li bav û kalên xwe bikin û bêjên: “- waye we girte xwe! Heta em jî wek we dibin faşîst û şovenîst û milîtarîst; emê bibin lûmpen û bohem û nihîlîst!” Rojavayê Cihanê, di rastiya xwe de ji Serdema nû(1453) bigire heta roja îro di nav liv û tevger û şoreşên bajarvanîyan de ye û tim û tim xwe diguherîne- vediguherîne û xeyni “çend sekin ên şer û faşîzmê û krîzên dem bi dem ên kapîtalîzmê” roj bi roj xwe dikişîne pêş. Ronakbîrên Ewropî û ên welatên din ên kapîtalîst ên pêşketî ev 150 sal in bona sosyalîzmê di nava liv û tevgerê de ne lê -êxbala kor- kirin nekirin biser neketin. Lê dîsa jî îro dikin civakek “bêhtir demokrat, bêhtir aşitîxwaz û hawirdorparêz û dînamîk û rêxistî” biafirînin û pêrsgirêk û derd û kulên kapîtalîzmê re bi vî hawî çareseriyan bibînin. Lê heyfa heyfan e ku, Tirkiye jî tê de, gelên Rojhilata navîn ev hezar sal in di bîr û bawerî û nirx û hêcayiyên xwe de guherînên berbiçav çênekirin û xweliya heft gundan bi ser serê xwe de kirin û mirazên bi sedan nifşan di çavên wan de hîştin û li ser erdnîgariya herî dewlemend a Cihanê jiyana herî xizan û belengaz kirin para xwe û me! Emperyalîstên bê wîcdan û bê şeref axa erdnîgariya me parçe parçe kirin û li ser her parçeyek desthilatdariyên qaşo-maşo, lawaz û bê bingeh, derewîn û neheq; lê heta tu dibêjî hov û xwînxwar, heta tu dibêjî bê wîcdan û bê merhemet anîn ser kar û kirin belayê serê gelan... Gelo çima wiha bû? Çima ev malkambaxî wekî “xeleka şeytanê kor” ketiye stuyê me û em dikin nakin xwe jê xelas nakin? Em pêşî lixwe binêrin; ka em çiqas gunehkar in? em Kurd; me çiqas xwe guherandine û veguherandine? Duh em çibûn; îro çi ne? Em Kurd ji alîkî ve gelek bi siûd in... Di civaka me de -ev sih salên dawîn ne tê de- pir guherîn çênebûne...Me, bi hezaran salan li ser heman axê bi pez û dewarên xwe bi eşîrkî, bi gelemperî koçerkî, bi çanda xwe ya qedîm jiyana xwe berdewam kiriye... Jiber vê yekê di dîroka me de tevlihevî hindik in. Bi hatina dînê Mihemed (s.e.w) çînek ji şêx û seyîdan peyda bûye. Civaka Kurd ji wan re di kuncikê odeyên xwe de cihên taybet veqetandine û ew rihspiyan li ser heft doşegan dane rûniştandin; lê dîsa jî ew ji kevneşopiya xwe ya feodal şaş nebûye û di dil û giyanê de li ser mîr û axayên xwe tu kesî nehewandiye. Ev rewş û dîmen alîkî ve wekî malxirabî dixwûyê, lê aliyê din ve mizginiya azadiyê jî bi xwe re aniye... Feodalîta me, jiber bi sedan sedaman -li hemî welatên Rojhilata Navîn ev qewimî-tu car veneguherî bûrjûvaziyek komprodor û rê neda desthilatdariyek herêmî ya hevgirtî ya kevneperest a xwedî hêz... Jiber vê yekê Kurd neketin dafêk û xefikên Baasiyan, Kemalîstan û Xumeyniyan... Îro li ser erdnîgariya Rojhilata Navîn netewek berxwedêr û nûjen û hemdem û bi hêz û bi rûmet; lê bê bûrjûvazî û bê feodalîte wek çiyayên welatê xwe liser xwe ye! Ev gelê Kurd bixwe ye! Kî çi dibêje bila bibêje; ev sih salên dawîn, tevgera azadiyê ya Kurd, civaka Kurd a feodal ji binîve hecand û nifşek nû û nûjen û hemdem afirand. Werên lahzekî çavên xwe bigirin; bala xwe bidin gelên Rojhilata Navîn... Xwe bikin dewsa mirovên “bêalî” û navê gelên cînar û derûdor yeko yoko bînin hişê xwe û îmaj û sembolên têne ber çavên we bifikirin... Wek mînak;Ereb di giyan û mejiyê we de xwedî çi imaj in? Tirk? Faris? Efgan? Cihû? Kurd? Em pirsa xwe bi awayek din çêkin: Gelo gava kesek behsa “demokrasî, aşitî, şoreşgerî, mirovperverî, hawirdorparêzî, jibo nirx û hêcayîyên mirovatiyê fedakarî, qehremantî, di bîr û baweriya xwe de dilsozî, tekoşîna li dijî faşîzm û şovenîzm û nijadperestiyê” bike; navê kîjan gelî tê bîrê? Bersîva vê pirsê bê şik û şubhe; “Gelê Kurd e” Piştî bihara 68’an, li ser rûyê cihanê yekane şoreş “tevgera azadiya kurda” ye ku îro wek lehiyek bêhempa “pergalên kevnare û herifî û xilo- xwarî” yên Rojhilata navîn daye ber xwe hêdî hêdî dirûxîne... Jiber vê yekê; Dewletên yekbûyî yên Amerîkayê bixwe (DYA), Ehmedînejadê kevneparêzê farisan ê neyarê DYA’yê , Malîkiyê dolarparêz ê Ereban û dost û yarê DYA’yê, Cihûyên nijadperest ê kujerê Ereban, Tayîp ê Xwedêgiravî parêzwanê Misilmanan, Germanya û Îngîlistana xaçparêz, Kurdên tirşikxwur, êdî nizanim kê û kî; tev digihîjin hevûdu, şêwra xwe dikin yek, lingên xwe dikin delingek û dikin Tevgera Azadiyê ji holê rakin... Ew baş pê dizanin ku ev tevger li nifşa 68’an neçûye jiber ku pêşeng û serok û neferên wê ne ji çîna “bûrjûwaziya niqirsisit” in ne jî ji feodalîteya doxîsist! Loma ez son dixwum dibêjim: “Xwedê agah û besîr e; jibo wan xetere mezin û nêzîk e” Mamoste Marûf

EZ ÇAWA 4Ê GULANA 1961’AN Jİ DAYÎKA XWE BÛM?

  Salên salixa ji dayîkbûna min didin, salên bi cih kirina serweriya komarê bû.   Ji Enqereya kambax wêdetir demokrasî û azadiyeke nîvçe, li...

Nivîsên zêde hatine xwendin