5.03.2009

Ev çi hal e

Ev çi hal e 10. Gulan. 2007 Zarokên heri bi şeref û bi xîret ên Kurdistana pîroz li serê çiyaya û baniyan namûsa me diparêzin... Ew digel hemû xeletî û şaşitiyên mezin, dîsa jî liber xwe didin, li ber neyarê devbixwûn çok danaynin... Ew; dibe ku pişta dijminê ji qelaxa rêxê daneynin erdê lê, di dîroka vî gelî de tim û tim wê bibin sebeba şiyarbûna bi mîlyonan kurdên ku heta roja îro “ji xewa şêrîn a Eshabê Kêf” serê xwe ranekirine... Şêrên tevgera azadiyê, em qurbana binê lingê wan bin, rukn û şert û mercên mirovatiyê û Kurdayetiyê li ser navê me tînin cih, ew ne guneh in, ne heyfa wana ne, di rastiyê de ger dadgehekî di qada wîcdanan de hebe, mehkûm û tewambar em in... Hêsîr û reben jî em in... Bi hiş û bê feraset jî em in.... Me ji xwe cihanek ava kiriye(di rastiyê de hucreya kurmê hevrişîmê ye) û em tê de xwe dixapînîn, bilî dikin, dema xwe diborînin û ji me tirê( em dibêjin qey) tiştek dikin... Hevalno, şer jî wekî hemû beşên jiyanê bi gorî qanûn û rê û rêbazên xwe dimeşe... Ev rê û rêzik û rêbaz ji zanistê dizên... Ez dil nakim bibêjim lê, bi ya gelek zanistan şer jî beşek ji zanistê ye... Heke ev tesbît nehat hesabê we û we nepejirand, wê wextê divê hûn pê bizanibin ku ji berê berê ve “zanist tim û tim di xizmeta şer de ye” Şerekî ji zanistê dûr bê meşandin tu car bi serkeftin bi dawî nabe.... Em li ser şerê xwe û bikaranîna zanistê hinek serê xwe biêşînin. 1-HAZİRKİRİNA GEL Jİ BO ŞER: (PAŞİYA BEREYÊ ŞER) : Ji bo amadekirina gel ji bo şer, motîvasyonek gelek xurt divê... Gere gel baş bizanibe ku dijmin ji hebûna Dinyayê bigre dîn û îman jî tê de, heta namûsê, her tiştê wî bi nîvî jê sitendiye; îcar dil dike ên mayî jî bi tevahî jê bistîne... Gere gel bizanibe ku zimanê wî ji dest çûye, navê wî maye dê wî jî dikin jê bistînin... Gere gel bizanibe ku Kurdistan welatê herî dewlemendê Cihanê ye û hejarî û belengazî û stûxwarî ya wî ji ber dagirkirina welatê wî ye... Gere gel bizanibe ku ew heta kole be, pale û xulamê Çûkûrovayê ye, karkerê ked-erzan ên atolyeyên textîlan ên Tirko ye... Gere gel bizanibe ku baskên wî hebin û li hewa fir de jî li ber çavên tirko ew tim û tim KİRO ye, Kurd memed e, hasso ye, bê rûmet e, can û malê wî jî ne di ewlehiyê de ye... Lê hezar car heyf e ku, ev çend sal e, hemû cihan pê dizane “ wê dijmin me ji holê rake, derba dawîn li me bixe !” Lê em bi salan e diqîrin dibêjin “Aşitî û aşitî !” Xwedê qehra xwe li vê peyvê bike... Ev çi afat bû ser me de hat! Ev peyv, bû “gûzanê destê sinetçiyan û bi sedhezaran babaegîdên me xesandin! De bes e, ji bo xatirê şehîd û stûxaran, de bes e lo... Ev çi xeberdan û stratejiyek tewşo mewşo ye... Di dîroka mirovahiyê de lê bigerin, tu gel bi vî awayî şer kirî ye... Gel ditirse bi neyarê xwe re hêrs bibe; di cih de an dibe neteweperest, an dibe paşverû... Hûn û Xwedê, mirov ji neyarê xwe hez dike ? Ger ne dijmin e , dostê me ye, me aqilê xwe zayî kiriye, me derpê ji qîna xwe avêtiye em bi dostên xwe re şer dikin!!! Ev çi ecêb e, çi rewşek sosret e... Hevalên hêja, îro Cihana hemdem bi zanistê û bi pragmatîzmê bi rê ve diçe. Ger encama karekî neyê pîvandin, ev encam jî serkeftî nebe berpirsyar ji kar tên avêtin, general ji peywirê tên dûrxistin, qiralji text tên xwarê! Duh di cenazeyê Vedat Aydin de bi sed hezaran kurd di nava du rojan de bê ROJ TV gihiştin hevûdu... Îro dijmin xwe bixwe dibêje;” min ji we bi sedan kuştin” çima em bi mîlyonan nacivin ser hev? Bi ya min; mejiyê gel me bi destê xwe tevlihev kir. Dost kiye; neyar kiye ; me şaş kir. Bi sê telaqan, kesekî ku ez pêbawerbim sê roj li ser hev ji min re bêje “biratiya pez û mirovan” , ezê heta mirinê goşt nexwim... Ev gotinek ji rêzê nîne; pirtûkên li ser psîkolojiya şer bixwînin... An li TV’yên dewletê temaşe bikin; hûnê bi çavên serê xwe bibînin ku ew ji rêzefîlman bigre heta nûçeyan gelê tirk ji bo şer amade dikin, Lê em ? Ez dizanim, li zora hin hevalan diçe, realîte ev e... Zanista pozîtîf jî vê rastiyê dibêje, Dînê mubîn jî wiha dibêje... Ger pêxember negota “ji kafiran dostan nehewînin”, gelo wê misilmanan li uhûd û li Bedîrê şer bikirana? Kî û kê vî zirar û ziyanê da me? Berpirsyar kî ye? Şîrketek tîcarî saleke zirar bike, rêvebirê wî li ser kar dimîne? Her roj li welat jiber hin sedeman mirov kom bi kom li ser hev dicivin. Çi diqîrin; aşitî û aşitî! Bijî biratiya gelan; bijî serok Apo... Ma qey li hemberî Tîmûr û Cengîz, aşitî bi vî hawî bi dest dikeve? Serokekî bi vî hawî tê azad dibe? Ma kesekî ji me, heta niha jiyana tekoşîna Mahatma Gandî nexwendî ye? Dijminê gelê wî; ingîlîzan çend hindiyan kuştibûn? Bi awayek kiryar ne diyar? Qe yek... Li serê çiyayan çend hindî hatibûn kuştin? Çend gundên wan hatibûn wêran û wêrtaskirin? Ger Gandî serokê kurda bûya dê ew di serî de şûna pasîfîzm û bêîteatiya sivîl de rê û rêbazek din neşopanda? Ewê dîsa bigota Aşitî! Ger Îngîlîz bi qasî tirko devbixwîn bûya, Gandî û bi sed hezaran pêxasên Hîndiyan bi tevahî gulebaran nekirina, nekuştina? Ew jî, di şert û mercên 60 sal berê de... Ger Gandî ji gelê xwe re behsa wehşeta Îngîlîzan nekiriba, gelo bi mîlyonan Hîndiyên rût û repal, mirina xwe dikirin çavê xwe û xwe dikirin mertalên zindî li ber serokê xwe??? Ger Gandî federasyon bixwesta wê Îngîlîzan çi bidana Hîndiyan... Rast e, dewletek serbixwe di şert û mercên îro de ji bo kurda zor e lê, tu ji bo çêleka xwe ya li ber firotinê 100 banqnot bixwazî, ma sîmsar nabêje ha ji te re 50 ! Em çima di serî de bi deh quruşan qaîl dibin, ew gûkî jî nadin me, serde jî moral û motîvasyon û bawerî û hêviya gelê xwe jî dikujin! 2- ENÎ: Min li jor jî anî ziman, şervanên azadiyê di vê rewşa dijwar de namûsa me bi can û bedenên xwe, bi fedakarîkî pêxemberane diparêzin. Tu peyv, tu helbest, tu destan têrî pesindayina wan nakin. Lê hinek mirovên bê hiş û ji cihanê bêhay, nezan û kerr û lal dibêjin ew li başûr çi digerin? Gelî pozbilindno, li hemû pirtûkên şer mêze kin, yên di artêşa Tirk de astegmenî kirine jî baş dizanin, di waneyên Şerê Taybet de wiha nabêje?: “ Ger welatek ji aliyê dijmin ve bê dagirkirin, ji bo birêxistina şerê azadiyê cara ewil divê “ piştgirî û ordûgehên li derve” bêne dîtin, ji ber ku dijmin gava yên hundir têk bir, tu bikaribî xwe dîsa birêxistin bikî. Ya duyemîn, piştgiriya li hundir divê... Ev tedvîra yekemîn ewqas girîng e ku, ger li derve bargehên te (ûs) tunebin, divê tu nekevî nav şer... Ji vê jî girîngtir, çi bakûr, çi başûr, çi rojhilat ma her der jî ne welat e? Em jî wekî Ermenan dev ji ji sedî 90 axa xwe berdin û bi başûrê qail bin? Mamoste Marûf

3.03.2009

Lingê êşegan nayê ser doşegan

Hevalno, werên îro em vê gotina herêmî, “gotina bav û kalên serhediyan” bikin navneteweyî…

Niha hûn ê bipirsin; di vê gotinê de, di şûna “kerê” de çima “êşeg” hatiye bikaranîn?
An hinek ji we, vê gotinê wekî “çêjikekê otoasîmîlasyonê” bihesibînin û vegerînin kurmanciyê û bibêjin; "Piyên keran nayê ser mînderan!" Nebî, nebî! Êşeg ne ker e. Êşeg êşeg e .

Gava mirov êşeg û kerê dide ber hev, qasî erd û ezman ji hevdu cuda ne. Êşeg, wekî rewil e, bê merîfet e, bê hurmet e, çav û rû ji bonê tune ye.

 Êşeg nezan e, famkork e, serhişk e, qaf valaye. Ji xweşbûn û geşbûna xwezayê bêhay e. Ne hêjayê qenciyê ye. Çavên xwe digre nanê xwe dixwe; nankor e. Heta tu dibêjî gir e; girê geriyayî ye, terikiye, har e, hêrê deyşta ye…  Êşeg ne ji me ye, pir û pir kûvî ye, hov e…

Îcar dora kerê ye; ker kerê me ye, em bi zirîna wî di cih de wî û xwediyê wî nas dikin: “bi Xwedê ev kerê Heci Mihemed e!” Di ser de jî, ji zirîneke wî hezar mane derdixin;
                     “Welle birçî ye !”
                      "Kuro, ka  here binêre, ka kî kerê aciz dike?"
Em di gelî û newalên asê de kerê xwe dişopînin; ji ber ku ew taybetmendiyên axa me nas dike, xwe jî, me jî ji erdê qels û ji xişbûnê diparêze. Em ji kerê xwe ewqas bi bawer in ku , ji kalên heftê salî bigre heta zarokên xwe yên ber pêsîran didin piştê û bê xem berê wî didin çiya û baniyan.

Kerê me, tu cara ji kal û pîran siviktir nameşe; wana nawestîne. Ew bi hezaran salan e jiyana xwe bi me re derbas dike lewma hinî rêzgirtin û hurmeta ji bo mezinan bûye. Sernerm e, nefspiçûk e lê, ji siwarên cil û bergên sîpehî lê ne, ji keç û bûkên ku xwe bi kesk û sor û zer dixemilînin pir hez dike. Ew jî sewalek ji xwe xweş e; parîkî jî qure ye ha! Gere palan û kurtanê wî ji amedê, heqîfa wî ji Colemêrgê bê stendin.

Êşeg ji orf û ededê me, ji rabûn û rûniştandina me, ji kal û pîrên me, ji zar û zêçên me, ji rewş û girêdana me, ji saz û tembûra me, ji rê û dirbên me fem nake… Ser de jî çiqas serê xwe pê re bêşînî fêrî tiştek jî nabe, na elime. Êşeg bergîr e. Dengbêjê me yê nemir Reso di kilameke wxe de dibêje ;“ bergîran di dewsa kihêlan de girê nede”. Bala xwe bidinê, ew î jî negotiye hesp! Lewma em ji berê berê de êşegan wek bergîran layiqê tiştên qenc nabînin û wan û kera nakin yek.

Em di vir de zêde jî neheqiyê lê nekin, şikur ji xwedayê jorîn re, êşeg bi xwe jî, heta jê tê, dûrî qenciyê disekine.

Em werên ser mijarê;ev çend sal e, şerekî pir bi êş û elem, pir xidar û kirêt li seranserê welatê me berdewam e, dikudîne…

Tevgera azadiyê li hemberî hemû êş û jana gelê xwe, tu car ji riya mirovatiyê, ji heq û huqûqê derneketiye. Bi deh hezaran keç û xortên xwe yên bi çav û birûyên reş û belek, delal û nazik û nazenîn li serê çiya û gazan veşartiye, lê dîsa jî bi gelê tirk re tu caran neyartî nekiriye. Wek îro, di dem û pêvajoyên herî dijwar de, di gel ku tevahiya rê û dirbên di newal û gelî yên bê serî û bê binî re difitilin bi gelemperî di bin qontrola şervanên me de ne û rojê bi hezaran xwendekar, mamoste, bijîşk, karker û ajokerên tirk li ber çavên wan bi şev û roj di van deran re derbas dibin, şervanên azadiyê û dilxwazên wan, tu car zirarê nedane û nadin wan… Lê belê, şervanên serê çiya baş dizanin ku gelekî ji wan- ên mîna çivîkên per û baskên wan şikestî di ber wan re derbas dibin û diçin tên- gava digihêjin warê xwe, lingên wan erd digre, dibin agir û pizot û bi kurdên nav xwe ve dizeliqin. Ev kurdên stûxwar, bi piranî ji zilm û zordariya dewleta wan e, ji xizanî û belengaziya ku dîsa nexşê wan e, welatê xwe terikandine û Xwedê giravî, ketine ber bextê wan!

Êşeg nizane ku; mirovek xaniyê xwe, mal û milkê xwe, zevî û mêrgên xwe, wenda bike bi hêviya “ wê Xwedê dîsa bide” jiyana xwe berdewam dike, lê heger rûmet û, şerf û, heysiyeta wî jê bistînî , an dibe lehî û tofan, te dide ber xwe paxiş dike, an jî dibe hostayê taqiyyeyê û xwe; “di rastiyê de ne tirk lê nijadperest, ne misilman lê ummetparêz, Dolarperest lê, Kemalperwer û laikparêz” nîşan dide û mîna qirnî xwîna te dimije!

Êşeg tu car lê varneqiliya ye ku şervanên azadiyê, ev 25 sal in di hembêza xwezayê de jiyana xwe berdewam dikin û piraniya hewcedariyên xwe ji xwezayê bi dest dixin, lê dîsa jî heta iro, tu rayedarek dewleta tirk an saziyek navneteweyî wan bi şewitandina darek, bi kuştina sewalek, bi tehripkirina şikeftek tewambar û mehkûm nekiriye. lê ji aliyê din ve , êşeg û hevkarên wî bi balafiran, bi top û tankan bi çiya û baniyan ketine, dar û sewalên bê zar û ziman dişewitînin, serobino dikin, tînin xwarê û bi vî havî seferên nîvcomayi yên Cengîz û Tîmûr dibin serî…

Hevalno, dagirkirina welatek, dorpêçkirina eraziyek dorfireh, bi cih û warbûna li ser parçeyek axa rûyê Dinyayê-siûda meriv jî lê werê- gelek caran hêsan e, lê rêveberiya wê, armkirin û şênkirina wê pir û pir bi zehmet e.

Ev cografya ya ku em bi tirk û ereb û farisan re li ser dijîn;
ji vî perrî heta perrê din, bi seranser, ji serî heta binî, bi deyşt û zozanan, bi çem û golan, bi daristan û behran xemilandî ye.

Ku dera wê dikolî jê av û neft dipijiqe. Lê heyfa mirov tê bi wê heyfê ku, bi sedan salan e şûna bereketê, xezeb lê dibare!

Êşeg, ev cinneta heft reng, ev “bihûşta bi xêr û ber, têr û tije” ji me re jî,  ji xwe re jî kiriye dojeh, nahêle em bi rehetî kerîkî nan jê bixwun!

Ev Anatoliya ku ji deh hezar salan vir ve bûye wargeha şaristaniyan û bi milyaran mirov bi amûr û aletên herî kevnare cot kirine lê dîsa jî bi çandiniyê liser têr xwarine, îro li me hatiye xezebê û dev ji nan berdin, dike qultek av jî nede me…

Ev rojhilata Navîn a ku hatin û çûyîna tevahiya, balafir, otomobîl û kamyonên cihanê bi nefta wê dibe, ewrûpî û Amerîkî û piraniya gelên din ên cihanê bi pereyê ku ji vê neftê kar dikin ji xwe re bi kêf û evîn, bi zewq û sefa wek tûrist - ne tenê li ser ruyê erdê- li ezmanan û stêrkan digerin; lê ne yek car, ne du car, hezar car heyf e ku ji ber neyîna ewlehiyê, ji ber ambargo û şer û pevçûnan, li hin deran ji ber kêmasiya rê û dirban, ji ber sînorên bê wate, sînorên qaşo maşo, ji zarokên xwe re bûye girtîgehek sergirtî ku - xwedê qe lihev neyne- hoste û gardiyan û rêveberê wê jî êşeg e!

Hevalno, êşeg bi xwe jî ev çend sedsal e ji tirsa “dîl û hêsîrê” vê girtîgehê ye. Em di germa havînê de be, di van rojên zivistana sar û serma de be , li ser doşegên xwe rûdinên û- hinek caran bi dilek xemgîn be jî-hevdû hembêz dikin û di can û bedenên xwe de, di mejî û giyana xwe de hêviya azdîyê mezin dikin lê êşeg, ji tirsa azadiya me bi çol û baniyan ketiye, wek Don Kişotê rehmetî şev û roj bi perwaneyên aşên bayê re şer dike!

Hevalno, ev çend sal e li jor cih lê teng bûye. Bi sê telaqan sond dixwim, hûn hinek din jî li ber xwe bidin, an ew ê dev ji êşegtiyê berde an ew  ji bihûşta meya regîn bê derxistin. Ma hûn ji mezinan bawer nakin?

Lingê êşegan tu caran nayê ser doşegan !
                                                                 Mamoste Marûf

Hal û meseleya gundiyê me

Ji vir 50 sal berê, gundîkî me yê ji gundekî Tatosê (Tekman) dil dike ji xwe re here karê(*) xwê bîne.
( bila gundiyên min bi min hêrs nebin, ev gund ne Xîtik e, ne jî Kunerûvî ye)

Ew ê ji bo zivistanê tevdîra mala xwe bibîne, mesarifa xwe bike. Payîza derng e. Sibeh şeveqê, beriya dîka  radibe; heqîfa xwe ya rîs dide pişta kerê xwe û berê xwe dide karê...

Di çiyayên asê re, di gelî û newalên bê serî û bê binî re derbas dibe û piştî nîvro xwe digihîne karê; heqîfa xwe tije dike bi xoyê û dide pişta kerê û dide rê...

Ber bi esrê, ji nişkava tarî dikeve erdê, dûv re ewr û ezman diguricin, ba dibe bahoz, gurminî bi çiya û baniyan dikeve. Baranek wisa destpê dike ku tu dibêjî qey lehî ye...

 Gundiyê me bala xwe didê, dibîne; heqîfa li pişta kerê wî vik û vala ye! Xwê bi tevahî heliya ye, libek jibo teberikê jî nemaye...
Xwê çû.

***

Dest davêje dia û selawatan; hewara xwe dide şêx û meşayixan... Bona ku di tariyê de riya xwe şaş neke, bi qemçika kerê xwe ve digire. Ew pol û poşman e; paş stûyê xwe dixurîne; lê dîsajî li ber Xwedayê xwe yê jorîn ranabe.

Li serê wan çiyayên asê, di vê xezebê de, peyakî tik û tenê ye : ew e, kerê wiyê guhsist e...

Li ser serê wî gurîna erd û ezmanan, li ber guhên wî teqîna vedanên birûskan...

Bi vedanên birûskan heta çavên wî dibirrin derûdor, gelî û devî wek nîvroyî ronî dibe, her çiqilekî daran wek dêwan mezin dibe; dûv re dîsa zulamata reş û tarî destpêdike, îcar ji wîtrê dor lê digirin cin û şeytan û kabos û cinawir...

Ez çi serê we biêşînim; çê–xirab dîsa jî di riya xwe de dimeşe. Lê hê bihostek rê neçûye, birûskek bê rihm û bê wijdan vedide; kerê wî yê delalîkê ber dilê wî ji hev belav belavî dike, dikuje. Ker jî çû...

***

Brûsk, rast-çep, li jêr, li jor li her aliyên wî dibarin; tu dibê qey bi sedan balafirên şer ên tirko hatine li ser serî hêwirîne, bombe dibarînin... Şîn û xof û hêrs û tirs û serma tev bi hev re dikevin nav can û dil. Vir de, wê de çavên xwe digerîne, hemd ji Xwedê re şikeftek dibîne, bi lez û bez bazdide xwe davêje hundirê wê...

Şikeft heta tu dibêjî kûr e. Serî heye binî tune ye... Di tariyê de çav nabînin, li vî alî, li wî alî pirî li keviran diqelibe dest û pî, ser û guh lê namînin, ew di nava xwînê de digevize, lê dîsa jî bela tirsê, heta dawiya şikeftê diçe; di kuncikekî de kund dide rûdinê, xwe ditelîne...

Lê, hê bihna xwe nedaye, birûskek wisa bi zeft vedide, hundirê şikeftê mina flaşên heft makîneyan ronî dike...

Gundiyê me êdî hew dikare xwe bigire. Tirs û xofê dide alîkî... Her dû destên xwe berjor dike; bi devekî lava dike, bi devê din hêrs dibe; diqîre û dibêje:

- Xwedêyooo! Te xoy şûşt; te ker kuşt; îcar tu lambeya xwe pêdixî li min digerî! De bes e lo!

                                                                                                                                                                                 Mamoste Marûf

(*) Kar; kana(ocax) xwê ye. Li Tatosê du kar hene: Kara sor, kara sipî.

EZ ÇAWA 4Ê GULANA 1961’AN Jİ DAYÎKA XWE BÛM?

  Salên salixa ji dayîkbûna min didin, salên bi cih kirina serweriya komarê bû.   Ji Enqereya kambax wêdetir demokrasî û azadiyeke nîvçe, li...

Nivîsên zêde hatine xwendin