Ji vir 50 sal berê, gundîkî me yê ji gundekî Tatosê (Tekman) dil dike ji xwe re here karê(*) xwê bîne.
( bila gundiyên min bi min hêrs nebin, ev gund ne Xîtik e, ne jî Kunerûvî ye)
Ew ê ji bo zivistanê tevdîra mala xwe bibîne, mesarifa xwe bike. Payîza derng e. Sibeh şeveqê, beriya dîka radibe; heqîfa xwe ya rîs dide pişta kerê xwe û berê xwe dide karê...
Di çiyayên asê re, di gelî û newalên bê serî û bê binî re derbas dibe û piştî nîvro xwe digihîne karê; heqîfa xwe tije dike bi xoyê û dide pişta kerê û dide rê...
Ber bi esrê, ji nişkava tarî dikeve erdê, dûv re ewr û ezman diguricin, ba dibe bahoz, gurminî bi çiya û baniyan dikeve. Baranek wisa destpê dike ku tu dibêjî qey lehî ye...
Gundiyê me bala xwe didê, dibîne; heqîfa li pişta kerê wî vik û vala ye! Xwê bi tevahî heliya ye, libek jibo teberikê jî nemaye...
Xwê çû.
***
Dest davêje dia û selawatan; hewara xwe dide şêx û meşayixan... Bona ku di tariyê de riya xwe şaş neke, bi qemçika kerê xwe ve digire. Ew pol û poşman e; paş stûyê xwe dixurîne; lê dîsajî li ber Xwedayê xwe yê jorîn ranabe.
Li serê wan çiyayên asê, di vê xezebê de, peyakî tik û tenê ye : ew e, kerê wiyê guhsist e...
Li ser serê wî gurîna erd û ezmanan, li ber guhên wî teqîna vedanên birûskan...
Bi vedanên birûskan heta çavên wî dibirrin derûdor, gelî û devî wek nîvroyî ronî dibe, her çiqilekî daran wek dêwan mezin dibe; dûv re dîsa zulamata reş û tarî destpêdike, îcar ji wîtrê dor lê digirin cin û şeytan û kabos û cinawir...
Ez çi serê we biêşînim; çê–xirab dîsa jî di riya xwe de dimeşe. Lê hê bihostek rê neçûye, birûskek bê rihm û bê wijdan vedide; kerê wî yê delalîkê ber dilê wî ji hev belav belavî dike, dikuje. Ker jî çû...
***
Brûsk, rast-çep, li jêr, li jor li her aliyên wî dibarin; tu dibê qey bi sedan balafirên şer ên tirko hatine li ser serî hêwirîne, bombe dibarînin... Şîn û xof û hêrs û tirs û serma tev bi hev re dikevin nav can û dil. Vir de, wê de çavên xwe digerîne, hemd ji Xwedê re şikeftek dibîne, bi lez û bez bazdide xwe davêje hundirê wê...
Şikeft heta tu dibêjî kûr e. Serî heye binî tune ye... Di tariyê de çav nabînin, li vî alî, li wî alî pirî li keviran diqelibe dest û pî, ser û guh lê namînin, ew di nava xwînê de digevize, lê dîsa jî bela tirsê, heta dawiya şikeftê diçe; di kuncikekî de kund dide rûdinê, xwe ditelîne...
Lê, hê bihna xwe nedaye, birûskek wisa bi zeft vedide, hundirê şikeftê mina flaşên heft makîneyan ronî dike...
Gundiyê me êdî hew dikare xwe bigire. Tirs û xofê dide alîkî... Her dû destên xwe berjor dike; bi devekî lava dike, bi devê din hêrs dibe; diqîre û dibêje:
- Xwedêyooo! Te xoy şûşt; te ker kuşt; îcar tu lambeya xwe pêdixî li min digerî! De bes e lo!
Mamoste Marûf
(*) Kar; kana(ocax) xwê ye. Li Tatosê du kar hene: Kara sor, kara sipî.
Kaydol:
Kayıt Yorumları (Atom)
EZ ÇAWA 4Ê GULANA 1961’AN Jİ DAYÎKA XWE BÛM?
Salên salixa ji dayîkbûna min didin, salên bi cih kirina serweriya komarê bû. Ji Enqereya kambax wêdetir demokrasî û azadiyeke nîvçe, li...
Nivîsên zêde hatine xwendin
-
Bulltin Périodique de la Presse Turque, (Bûltena Vedor a Çapemeniya Tirkiyeyê) bulteneke vedor a fermî ya dewleta Fransayê ...
-
Biryara Komkujiya Ermenan a mezin bi şerê cihanê yê yekemînde ve destpêdike. (Di nav salên 1894-1896’an de jî li gelek herêman li hemberî E...
-
Evdalê Zeynikê, hunermendê bi nav û deng ê wêjeya devkî ya Kurd û Kurdistanê, dengbêjê dîwana Surmelî Memet Paşa, di serê sedsala 19’an de l...
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder