21.01.2012

Kerşeytanî

Dewleta Tirk a ev neh sal e di bin nîrê AKP’yê de ye, dike gelê Kurd jî daxîne ser çokan û wî  jî wek gelen din ên vê erdnîgariyê  bavêje “muzeya gelên kuştî” ya wek  “Asya’ya Biçûk” binavkirî...  Ez di vê nivîsê de dixwazim  îhtimala serkeftina vê projeyê heye- tune deynim ber we xwendevanan.
Dora pêşîn di cih de ye ku mirov pêvajoya ku ev sih sal e gele Kurd tê re derbas dibe  bibîr bîne. Tevahiya pisporên ji serpêhatiyên gelen cihanê hayîdar,  bi yek dengî destnîşan dikin ku Kurdên li çar parçeyên Kurdistanê, di asta herî bilind a netewbûnê de ne. Di dîroka mirovahiyê de, heta niha  ji gelan - ên beriya Şoreşa Fransî  Ji  kom û komikan, ji êl û eşîran pêkhatî û piştî şoreşê xwe wek netew binavkirî-  qe yek ji netewbûnê paşve gav navêtiye nehatiye ser statûya xwe ya berê. Ev yek di serî de mexsed û mirazê dewleta Tirk yê bingehîn – ku ev yek bişavtin û tirkkirina kurda ye- di çavan de dihêle.
 Dewleta Tirk ev sed sal e  bo “xwarina serê Kurda” rê û rêbazên xêvokî (evdalokî) yên bi “konektiya kerşeytanî honandî” dimeşîne. ( Kerşeytan; di zargotina Kurda de  ew ker e ku xwe wek şeytan baqil û zana dihesibîne lê, her cara ku kar û fêleke dike  bi xwe dixape).  Rejîma Kemalîst a xwedêgiravî laîk, li Kurdistanê, rasterast di dema desthilatdarî û serweriya qethî ya mele û şêx û meşayîxan de  kir Kurdên bi gelemperî ji Kurdayetiyê bêhay lê, şagirtên jidil ên  Qurana pîroz û canfedayên Umeta Mihemed,  bi polîtîkayên xwe yên sekûler ên bê ol û bê bawerî, bê Xweda û bê pêxembe veguherîne bike ji wan tirkên eşheda xwe bi “şeş tîrên Kemalîzmê” anî…  

îcar dor dora rejîma Tayibo-fetulaîst e... Ev her du guhsist jî dikin, “kurdên êdî bûne Kurd, Kurdên pêvajoya netewbûnê qedandî û ji zûde li dû  xwe hîşti, Kurdên bi bîrdoziya şoreşgeriyê gihîştî, Kurdên  ji qeyd û lale û zencîra koletiyê filitî “  bi Îslamiyeteke qelp, bi umetparêziyeke  hundir bi jehra  tirkperestiyê tijîkirî, ji derve ve bi “keska Îslamî xweş neqişandî”  bixapîne û wan vegerîne  dewr û dewrana bêyom a sed-sed û pênce sal berê  û kevirê aşê bêav ê  “xûnkar Evdilhemît”ê xwe carek din  li ser serê wan bigerîne.

Bê şik, ev proje jî wek ya Mustafa Kemal Paşayê wan pûç e, der rastiya dem û dîrokê ye.
Rejîma Tayîbo-Fetulaist ev neh sal e bi rê û rêbazên cûrbecûr xwest  bîrdoziya kevnare ya Evdilhemîdê Xûnkar di nav gelê Kurd de serdest bike û bi vî awayî dawî li serhildana herî mezin a netewa Kurd bîne, statûya klasîk a bêyom – ew, di rastiya xwe de bêsitatûtî ye - carek din lê ferz bike  lê,   hesbê wan jî wek yê Kemalîstan neçû-naçe serî. Ev desthilatdariya nû vê carê jî dixwaze li serok û siyasetmedarên Gelê Kurd zilm û zordarî, pest û pêkûtiyên kesnedîtî  bike, wan bavêje zîndanan,  azadiya wan ji deste wan bistîne, çend kurdên dewşirme yên canbazên siyasetê bike şuna wan,  di nav vê mij û dûmanê de bi lez û bez  zagoneke bingehîn a bi dilê  xwe çêbike, pê çend tiştên hûrik bavêje ber kurda, dengê wan bibire û bi xwe jî bigihîje ber mirazan, wan jî bihêle li ber diwaran...
Rejîma Tayîbo-Fetulaist di vî hesabî de; di projeya tunekirina siyasetmedar û kadroyên Gelê Kurd de piştî İttîhadî û Kemalîstan şaşitiya duyemîn a dîrokî dike. Şaşitiya wan a sereke  ev e ku; rejîma îro jî wek ya beriya xwe  bi  Kêmasiya konjonkturel  a Kurda dixape, ji wê cesaretê distîne. Ev kêmasî çiye em hinek li ser rawestin:  
 Gelê Kurd, wek hemî gelên bextreş ên Rojhilata Navîn,  ne xwedî çîneke bujûvaziyê ye; ne xwedî çîneke neteweyî ya sermayedaran e. Di ser de jî bi sedan salan e bê dewlet e. Çend karsazên Kurd ên xwedî kapîtal jî, an ji ber astengiyên dewletê, an ji “ber nijadperestî û cudakeri ya  dîsa bi destê desthilatdaran di nav Gelê Tirk de bi salan e tê gurkirin”  nikarin, newêrin helwesteke neteweyî nîşan bidin û tevlî têkoşîna gelê xwe bibin; rasterast zarokên gelê xwe yên xwedî hişmendî, xwedî dîplom ên jîr û jêhatî îstîhdam bikin. Bi sed hezaran  Ciwanên Kurda,  yên welatparêz, ên di dibistan û zanîngehan de bi têra xwe gihîştî jî di nav de, bo debara xwe an di karên fermî de  an jî di sektora taybet de dixebitin.  Ew jî wek karsazan, ji ber polîtîkayên cudaker ên dewletê dibe, ji ber nenaskirina wê ya nasname  û kesayetiya azad a Kurda dibe, ji ber nijadperestiya tund a di nav gelê Tirk de dibe,  gelek caran fikr û ramanên xwe yên siyasî vedişêrin, nadin der û dikevin dilqê wan mirovên nepolîtîk.  Desthilatdar hêj tênegihîştine ku ev girse heta dibêjî  dînamîk e; ji nijadperestî û ji şovenîzma serdest çiqas hayîdar be ewqas jî bêzar e; ji bav û kalan jî, ji siyasetmedarên Kurda yên ji nifşa beriya xwe yên dor bi dor tên zîndankirin jî radîkaltir e. Çawa ku me gava din got,  niha, bo debara xwe û ya malbata xwe li ser kar e. Ev nifş hêdî hêdî teqawit dibe û bi awakî çalak tevlî kadroyên siyaseta Kurd dibe.
Bi zêdebûna hêviya aşitî û çareseriyê, di van salên dawîn de, bi sed hezaran civanên Kurda, yên pir û pir hestiyar û  polîtîk,  di şûna beşdariya nav refên şervanan û çûyîna Ewropayê de, çi li welêt çi li metropolên Tirkiyeyê dibe serê xwe kirine ber xwe,  ji xwe re dixebitin.  Lê, ew dest li ser kezeban, bi hêrs û tatêleke bêhempa  li vê pêvajoyê temaşe dikin. Heger rejîma Tayîbo-Fetulaîst dawî li vê polîtîkaya xwe ya kerşeytanî neyne, ditirsim   ew  li benda teqawîtbûnê jî nemînin...
                                                                                    Mamoste Marûf              
   

2.01.2012

Sersaxiya Fetula


Xwedê yekcaran hin mirovan şaş dike, zimanê di devan de li hev dipiçikîne; bi zorî  rastiyan pê dide gotin.

Di rojnameyên îro de ( 1.1.2012) peyama sersaxiyê ya Fethulla ya bo rehmetiyên  Roboskiyê hatiye weşandin. Fetula tê de gotiye: “ ... ez sersaxiya gundêyên Roboskiyê yên welatparêz dixwazim; ew qehremanên wext bubû wek qoricî bi leşkerên me re li dijî terorê  şer kiribûn...”

Bi van gotinan ew dibêje ew ji me bûn, lewma ez sersaxiyê dixwazim. Fetula li ser navê çend kesên cerdewanî kirine, bo xatirê wan,  gundiyên ku bi bombeyên leşkerên wî hatine kuştin dike şûna mirovan û Xwedê giravî li ber wan dikeve, xemgîniya xwe tîne zimên. Ew di peyama xwe de eşkere dibêje : “Heke hûn xulamtî û cerdewanî û leşkeriya me bikin em ê bihêlin hûn bijîn. Kurdên ku em nas dikin û  layiqî jiyanê dibînin, bi tenê  ew kesên hevkariya me dikin û bi leşkerên me re dibin yek û zarokên xwe  dikujin in”

Hemî ol û baweriyên  li ser rûyê Cihanê  xûya dikin riya aşitiyê, hevkariyê didin ber mirovan. Şêx dibe, mele dibe, pîr dibe, keşîş û kêşe dibe, xaxam dibe qe yek wek siyasetmedaran hesabê desthilatdariyê nake; wek leşkeran stratejiya kuştina mirovan, rûxandin û wêran û wêrtaskirina çol û çiyayan, deşt û baniyan destnîşan nake. Nifiran li kesî nake. Kesên kim û şaşik û serpoş li serî bin mirovên rûhanî ne. Xeynî debara xwe û ya zarok û zêçên xwe ti car tevlî karên aborî nabin. Ew têkilî leşker û leşkeriyê nabin. Bi çi mabestî dibe bila bibe, wek rêgez û prensîp li dijî kuştina mirovan bend û çeper girêdidin.  Ew merivên giran ên helîm û selîm in;  bi dilşewatî, bi hestiyarî, bi rûkenî nêzîkî mirovan dibin; ferman û peyamên Xwedayê jorîn radighînin mirovan. Ew dikin barê giran ê ku jiyan bi xwe daye ser milên mirovan siviktir bikin, li dijî “jiyana dawî bi mirin” hêz û berxwedanê bikin dilên bawermendan.

Lê gava mirov li vî merivê bi navê Fetula dinêre tirs û xof û saw dikeve dilê mirov. Di rû û rûçik û çavan de ti şopeke kêfxweşiyê, serfiraziyê, mirovheziyê xûya nake. Ecêba mezin ev e ku pê guhê meriv dirêj dibe:Ew di şiklê mirovan de ye lê, nakene! Nikare, nizane bikene! Ken taybetmendiya herî mezin e ku mirovan ji lawiran vediqetîne.  

Bala xwe bidin rewşa derûniya wî; ew bi tenê ji ber tiştên ku bi xwe nake, bi xwe nikare bike, tê de tune ye ku bike digirî:
Ew bi fedakarî û dilsaxî û dilpaxişî û xêrxwaziya sehabe û ewliyayên berê digirî.
Ew bi îbadetên dilsoz û dilşewat yên sehabî û weliyên berê digirî.
Ew bi lehengên berê yên di şer de bi dijminên xwe re jî  bêbextî nedikirin digirî... 

Ji aliyê kar û şixulan ve jî  kes nikare wî bike nav çîn û civak û kom û komikeke ji mirovan pêkhatî:
Heke ew alimekî dînî bûya, gere riya Xwedê tenê bida ber mirovan.
Ew siyasetmedar bûya, gere xwedî partî û saziyek, xwedî bîrdoziyeke aşkere bûya.
Ew karsaz bûya gere xwedî şîrket û tabelayek li ber çavan bûya.

Ew leşker bûya gere xwedî ûnîforma û stêrkên zêrîn bûya.

Ew sivîl bûya gere tevlî karên leşkerî nebûya.

 Tu dibêjî qey ew ne mirov e “mexlûqek fezayî” ye û dixwaze şêweya jiyana gerestêrkeke din bide ber mirovan. 

Çi dibe bila bibe, kî û kê  Fetula dide ser seran û ser çavan  bila bide. Ew bo me Kurda êdî ne merivekî destşûştî, lingşûştî, li ser postê nimêjê rûniştî ye. Ew Mûglali ye, ew Yeşîl e, ew Velî Küçük e, Mehmet Agar e,  ew General Raşît Dostum e.
                                     Mamoste Marûf

25.12.2011

Piyaleya Hasîp Kaplan û Mesela Xalê min ê Evdirihîm


Wê rojê Hasîp Kaplanê me di meclîsê de prî qeherî, pirî erinî, hêrsa xwe di serê piyaleyê de da der. Ew roj ez li ber televîzyonê bûm. Bi dîtina rewşa wî, bê hemdê xwe ez çûm 45 sal beriya niha.

Xalê min ê  evdirihîm hebû. Heft  sal e çûye ber rehma Xwedê. Merivek pir oldar, ji dilê xwe sax, heta dibêjî dilşewat ewqas jî ji xwe xweş bû. Çend bîranînên min ên zarokatiyê yên giranbiha hene ew ji xalê min yadîgar mane.

Tê bîra min, her cara ku Xalo bo danûstendinê(alwêrê) diçû Erziromê, dikandarên Tadaş ên rûrrehmanî lê, dil şeytanî ew dixapandin û di dikanên wan de çi malên neqenc, xerabe û xiloxar hebûna bi bihakî giran didan destan û ew dişandin gund. Gava digihîşt malê, bi heweseke mezin eşyayê xwe ji heqîf û çuwalan derdixist û dikir wan nîşanî zarok û kofî û kulfetê xwe bide, biceribîne  ka çi tiştinên qenc kirîne lê...  Gelek caran kêfa Xalo di nîvî de diqurmiçî, mîratino an bi zede û bi qisûr derdiketin, an  dikir nedikir nedişuxulîn. Bi taybetî tiştên wek makîneyên şîr, dafikên mişkan, qirikên lambeyên bigaz, qeşawî, pompeyên jahrîkirinê yên bo spî û kêçan; ew  makîneyên ku mirov bi bikaranînê ve ji zede û qisûrên wan fêm dikir, bi gelemperî xerabe derdiketin.

Wan salan, bavê min ê qaçaxê leşkeriyê, girtibûn û bi zorî biribûn leşkeriyê. Bi çûyîna wî re, leşkerên Tirka (mufreze) xêniyê me yê tek ê li diharê gund bi tena serê xwe disekinî, li me herimand. Li aliyê me, çend mehkumên ji destê dewletê reviyabûn û xwe dabûn çiyê hebûn. Ew, carek birçî mabûn û  li me qesidîbûn.Fesala xwe dîtibûn, hatibûn ber deriyê me nan xwestibûn. Dayika min axwedanxêr, bo xatirê Xwedê dilê  wan nehîştibû, çend nan dabû wan. Hin gundiyên me yên fesad û neyar, vê yekê dikirin mane; kêngî qereqol ji wan pirsa fîraran bikira muxbîriya me dikirin, digotin: “Em tev nêzîkî hev in, bi hev dizanin. Mala Kazo  tenê dûrî me ye; ew mal e mehkum û fîraran dihewîne...”  

Her cara ku xebera leşkeran a bêyom a digot “werin vir” digihîşt dayika min, ji bela mêraniyê ê ku diçû qereqolê xalê min bû. Ew, gelek caran bi lêdaneke bed, siûda wî  lê bihata, bi dayîna kemçûreke nekêm xwe ji nav dest û lepên cendirmeyan bi zor xilas dikir, pir û pir bihnteng, bi hêrs lêdixist dihat malê. Bi hatinê re çêr û dijûn û nifir, çi bihata ber devan ji dewleta tirko re, ji leşkerên wê re û ji dayîka min re dida ser hev. Rebeno dît ku em fîrar û mehkuman xwedî bikin jî nekin jî qereqol li ku bibîne bi heman hincetê qîra xwe tê dide, mala me anî ser mala xwe. Em di xênîkî de êdî du mal bûn lê qedera wî ya reş dîsa neguherî.  

Rojek ji rojên payîza dereng, xalê min ê Evdirihîm bo dîtina tevdîra zivistanê  dîsa çûbû Erziromê. Çend roj derbas bubûn nayê bîra min,  bi esirkî vegeriya malê lê, bi çi halî!  Kincên wî qelişî û bi xwîna sor deq deqî, çermê poz û guhê wî yê cih bi cih  herişî, dora her du çavên wî yên bi xelekên soromoro neqişî. Bi bedena wî çi kiribûn min nedît lê, di rûyê wî de çend birînên reş dabûn der. Alîkî simbêlên wî yên fîşt badayî hatibû rûçikandin; çermê lêvê jî pêre gurandî... Pir bi hêrs û xemgîn bû. Dayika min dizîka  di guhê min de got; “ew ji otobosê çawa peya bûye du cendirme  bi milên wî ve girtine û birine...” Bi zanebûna şeş -heft saliya xwe min dawiya hevoka dayê dikaribû baniya : “ wî birine qereqolê û dîsa jê pirsa mala me û fîraran  kirine. Sond û qesem û telaq û Quran pere nekiriye, wî ji rewşa mirovtiyê derxistine û bi halekî din berê wî dane gund...”

Xalojina min bi pirs û nifiran serûguhê wî şûşt, kincên  paxiş lêkir, aliyê simbêlê mayî bi gûzan xweş kur kir, xwarina ku dilê wî her dem dibijîyayî; tûyên hişk û çend hêkan tevlihev di nav rûnê malê de qeland da ber...

Piştî xwarinê parîkî kêfa wî hat cih. Heqîfa xwe anî, gazî me kir. Diya min, xalojina min, brayên min  Tajdîn û Mihemed, kurên wî Mehmereşîd û Xêredîn, keçikên wî Berhîv, Ruqiya û Gulê em tev li dorê rûniştin. Xalo eşyayê ji Erziromê anîbû yeko yeko ji heqîfa xwe derxist. Ji me re tiştinên biçûk lê pir şêrîn anîbû: Benîşt, şekirê sor, şeqşeqok... Tiştên mezin û giranbiha yên ji malê re anîbû di çuwalan de bûn. Êdî tarî ketibû odê. Çend roj bû, qirika lambeyê xirab bubû, mezinê malê dikirin nedikirin fitîl dernediket jor. Me bi ronahiya lawaz û ricifok a çiraya don  îdare dikir. Dora pêşî divêt lambe bihata sazkirin ku eşyayên din çêtir bihatina dîtin.

Xalo lambeya bi dîwar ve  daliqandî anî, da ber xwe; qirika wê bada jê derxist danî alîkî; ji heqîfê pakêtek bi kaxizê rojnameyê pêçayî derxist da dest û hêdîka vekir û jê qirikeke nû ya lambeyê derxist. Bi kêrika xwe parçekî ji fitîla taze ya ji nav kaxiz derketibû birî di qirikê re  kir, dest avêt bişkoka glover a hesinî ya dor bi kêrtik ku bade û fitîlê bide jor...  Niç... na... Nabe... Nebû... Bişkok nagere... Negeriya... Carek din. Du carên din. Te digot qey heft pêlewanan pê girtine nahêlin ew bigere. Çend carên din jî zor dayê. Bişkok  got qirp şikiya û di nav du pêçiyan de ma.

Ew kêfa nîvco ya xalo ya ji ber tû û hêkên qelandî hatibû jî çû. Bi hêrs deng li xalojna min kir:
- Keça Rizo (Rizo navê xezûrê wî bû), ka ji min re çakûç bîne!
Xalojna min dizanibû dê ew ê çi bike... Hêdîka rabû çakûç û parçekî kevir anî, da ber. Xalo qirika lambeyê da ser. Heta Xwedê dabûyê bi zeft bi çakûçê xwe lêxist, lêxist, lêxist... Qirikê pelçiqand,  wek teneke pehn kir, da dest û ji nişkave rabû ser xwe, ji malê derket. Me zarokan jî da dû. Çû, çû, çû, derket serê Girê Hemzo. Ew gir li  serdestê gundê Tirka yê bi navê “Kerem Çawûş” bû. Tenekeya di destan de bi zeft qil kir ber bi gund ve avêt û dûre heta jê hat qîriya û got: “Xayînino, bêwîjdanino, ez  çikê hespê xwe bikim (nizanim) kudera weyo, we girte xwe!”  
Em hatin malê. Dayika min ji min pirsî; xalê te çi kir? Min got, derket serê girê Hemzo qirikê avêt, ji Tirka re jî çêran kir.
Çend roj şûn de hêrsa xalo danîbû ku dayika min wêrî û ji Xalo  vê bipirsê kir:
-Keko, te wê rojê  qirika lambê çima biriye heta Girê Hemzo, aliyê gundê Keroçoşê (gundiyên Kurd vî navî li wî gundî kiribûn)ve avêtiye, çêr û dijûnan li tirkan  kiriye?

Xalo qasekî sekinî, bi peyvên nermik, hêdî hêdî weha lê vegerand:
- Xwîşkê, ma ew leşkerên li me zilmê dikin, ew dikandarên li me neheheqiyê dikin tev ji doxîn û ji pişta wan neketine? Ew qenc bûna, ji me hez bikirana ev yek nedihat serê me.

Belê xalê min wê rojê bi şikandina qirika lambeyê û bi avêtina wê ya ber bi gundekî Tirka ve, sembolîk be jî zilm û zordarî û şovenîzmê protesto kiribû. 50 sal şûnde, wekîlekî kurdan di meclîsê de bi şikênandina piyalekê heman zilm û zordestî û  şovenîzmê li ber çavên wekîlên Tirka protesto kir. Ez bawerim ku hêrs û kerba Hasîp ji ya  Xalê min ê Evdirihîm zêdetir e.
                                                              Mamoste Marûf   

    

EZ ÇAWA 4Ê GULANA 1961’AN Jİ DAYÎKA XWE BÛM?

  Salên salixa ji dayîkbûna min didin, salên bi cih kirina serweriya komarê bû.   Ji Enqereya kambax wêdetir demokrasî û azadiyeke nîvçe, li...

Nivîsên zêde hatine xwendin