15.09.2009
http://www.vicdanfilmleri.org/?see=qhhmr
http://www.vicdanfilmleri.org/?see=qhhmr
Hevalên hêja, beriya xwendina ev çend hevokên li jêr, divê hûn li lînka jor bitikînin û li kurtefîlma tê de veşartî temaşe bikin û dûv re dev bi xwendina nivîsa li jêr bikin
Bayram Balci û hevalên wî yên kedkar re...
We kurtefîlmekî gelek watedar û balkêş çêkiriye.
We di xulekek de, di kuçekek de “kulek ji kulan” vegotiye.
Ez we ji dil û can pîroz dikim.
Hêvî û baweriya min ew e ku hûn ê, di rojên pêş de, berhemên hêjatir pêşkêşî mirovahiyê bikin.
Di jiyana me Kurdan de ewqas êş û elem , bextreşî û serfirazî, evîn û rik hene ku bi hezaran fîlm û roman û çîrok û drama nikarin dawî lê bînin.
Lê, digel vê dewlemendiyê ( gelo dewlemedî ye an malxirabî ye; em pir nekolin) nizanim çima, gelê me, xwe ji hunerê dûr dide, tenê bi çepikan pê şad dibe!
Di vî warî de dixwazim bangewaziyek li hunermendên me bikim. Divê ew, ên ku parîkî be jî di şaxek hunerê de xwe dabin xûyakirin, di cih de bi rêya atolyeyan tu tiştekî di kîsê xwe de veneşêrin, ragihînin kesên din. Ev yek di nav gel de wê bibe sedema belavbûna hunerê û di encamê de hunermendên me bi giştî jê sûde werbigirin. Jixwe di civaka me de kesek bibe xwedanî huner û pîşe, di cih de ên din jî xwe lê digirin û yek kes, salekî de dibe hezar... Misqalekî Xêra feodalîteya me hebe ew jî ev e... Bala xwe bidinê, ji çolemergê çend Yilmaz Erdogan derketine...
Bi taybetî di gundan de xort û keçên me yên pir û pir bi zên, jîr û jêhatî hene ku ji bela xizanî û bêkesî û şermokiyê di kuncikên xwe de rûdinên, dirizin diçin.
Baweriya we bi Xwedê be , bi hezaran keç û xortên Kurd bona hînbûna pîşe û hunerekî bi xebata nanoziko ya bi deh salan qaîl in.
Ma Yilmaz Guneyê me,Yaşar Kemal û Şivan Perwer û Evadalê Zeynikê, Şakiro û hemî dengbêjên me yên din - her yek ji wan hêjayî Homerosekî ye-zanîngeh qedandibûn?
Ew jî stûyê xwe li ber hostekî tewandine, bi çav û guh, bi ked û xwîdan bûne xwedî huner.
Cihû serê her qurbaneke komkujiyê berhemeke hunerî afirandin, diafirînin... Me hê, ji bo lehengekî xwe be jî, tiştekî bi rêk û pêk çê nekiriye.
Ez çi serê we biêşînimn em gelekî bi derengî ketine; lê hê roj neçûye ava...
Hê bi hezaran xulek, hezaran kuçe, bi hezaran jî kulên me hene...
Xala zêrîn; wek Rojda Xanim jî gotiye; navê fîlma we kurdî bûya çêtir dibû...
Wê gavê ew dibû malê gelekî ; lê naverok kurdî, nav Tirkî...
Bi vî şiklî ew bê xwedî, li ber dîwaran maye...
Hunermend, çiqas xweşikî û alozî û taybetmendiyên herêmî baş bibîne û vebêje yên gerdûnî(evrensel) jî ewqas dibîne û dikare vebêje. Çiqas xwe li herêma xwe bike xwedî, ewqas jî dibe navnetewî. ( Necîb Mehfûz;Wêjenasê Misirî; Xwediyê Xeleta Nobelê ya Wêje)
We bi vî fîlmê, ziman ne tê de, tevahiya şertan aniye cih. Xwedê siûda we lê bîne...
Bimînin di xêr û xweşiyê de...
Mamoste Marûf
13.09.2009
Qûn tazî; tembûr dixwazî...
Kurd divê li ser dîroka nêz a
Dewleta Tirk pir hûr û kûr rawestin. Wê ew, tê de rastî bi hezaran ecêbên
kesnedîtî werên û polîtîkaya “Dewleta ebed mudet” a wan baştir fam bikin.
Nivîsa Xidir gewîş a li
tenişta Kebanê pêşniyariya Las Vegas’ê dikir min jî di Rojnameya Tarafê de
xwendibû û tê de tu tiştek xerîb nedîtîbû; jiber ku ez di wê baweriyê de me ku,
“projeyên qirêj ên dewletê” li seranserî Tirkiyeyê û Kurdistanê ji berê berê de
jixwe berdewm e... Lê bihna hin rewşenbîrên me bi vê pêşniyarê pir teng buye û
hêrsa xwe di serê Xidir de dane der...
Va ye ez çend mîmûneyan ji
kirinên dewletê didime we;
Beriya avakirina Bendava
Kebanê, bi sed hezaran donim erdê gundiyan hatibû îstîmlaqkirin. Gundiyên
Kurdên xizan û belengaz, di ber eraziyên xwe de ji dewletê bi mîlyonan lîra
pere stendibûn. Bi rastî jî pereyekî mezin dabûn... Hin kes wê bêjin ev yek
xêra Xwedêye, ser wan de barî ye.
Gelê me yê nezan jî wisa
digot. Xalê Şêx Elîrizayê Septîoglî, wan rojan gund bi gund digeriya û ji
murîdê xwe re pesnê Siloyê gavan dida û digot; geşbûna dînê Mihemed jî,
dewlemendiya miletê me jî bi AP’yê(Partiya edaletê ya piştî darbeye 1960’an
hatibû sazkirin) pêkan e!
Dibe ku ew rebenê xwedê, ji
nezaniya xwe, bi dilê xwe yê sax van gotinan dikir. Ma rebeno, xefik û dafikên
ku “Dewleta Ebed Mudet” dabû ber wan ji ku bizanibûya!
Werên guh bidin îja çi bû, çi
nebû:
Mirîdên Şêx, ên rojeke de
dewlemendî bûyî, bi tevahî gundî bûn...
Hê gundên xwe valanekiribûn
ku bi mîlyonan pereyê girêdayî gihîştibû ber destê wan...
Ew nizanibûn ka bi vî pereyî
çi bikin? Pîşe tune ye, ji bazirganîyê fam nakin, dewlet di şûna eraziyên wan
de ax jî nedabû wan?
Ew ku de herin, çi karî
bikin, şaş û mat mabûn ku...
Hema di wê demê de, çawa bû
kes hê jî pê nizane, di Elezîzê de bi dehan pavyon û, kulûbên şevînî û malên
randevûyê û qumarxane vebûn û gihîştin hewara wan bê war û bê karan...
Elezîz nava çend mehan de
veguherî Beyrûda rengîn...
Mirîdên şêx jî bubûn wek
prens û şeyxên Ereban... Kêf kêfa wan bû. ji xwe re di guhê Elezîzê de bi çend
quruşan koxên xanîyan stendin; kofî û kulfet, zarok û zênçan avêtin binî; bi
şalwarên xwe yên Qerejdaxî û û şewqeyên xwe yên şeş koşe berê xwe dan van warên
kêf û evîn û teralî û zexeliyê; bona jibîrkirina derd û kulên dinyaya derwîn...
Pereyên xwe li van deran
rijandin, xerckirin, xwarin, xilaskirin çû!
***
Mînakeke din, ji dîroka nêz a
dewleta ebed mudet: Ji zarokatiyê heta xortaniyê jiyana min di navçe û bajarên
Ege’yê de derbas bubû. Piştî darbeya leşkerî bû nesîb, ez çûm Kurdistanê.
Xizanî, bêhêvîtî, ji hevûdu bêbawerî, tirs û xofa li ser gel, di kolanan de
piraniya leşker û polîsan pir bala min kişandibû.
Roja min a ewil, ber bi
êvarê, seba temaşekirina nûçeyan ez çûm qehwexaneyeke .
Piştî nûçeyan min hey dît
xwediyê qehwexaneyê filmeke pornografîk avêt vîdeoyê!
Ji zarokên 9-10 salî bigire
heta mêrên mezin, kursiyên xwe bi pêş de dan û çavên xwe kutan ekran; bê xem û
bê xof lê temaşe dikirin ! Xwedêyo ev çibû! Ez di cih de ji wir derketim û
ketim yeka din. Ew jî wisa... Yeka din, yeka din... tev jî wisa...
Piştî çend mehan ez li vir
çavnasî bûm û min ji astsûbayekî pirsî: “ Hûn çima pornografiya li qehwexaneyan
asteng nakin?
Min di jiyana xwe de li
Manîsa û li Balikesîr û li Aydin’ê tiştek weha nedît...”
- Miletê vir bêexlaq e. Dev
jê berde... Heta dibin terorîst bila bi seksê bilîbin, çêtir e...
Mînakek din; li hemî bajaran
binêrin; navendên fihûşê li ku ne?
Çend nimûne li min; ên din
hûn bibînin; Kerxaneya Stenbolê di taxa qedîm a Cihûyan de, hema bêje li
tenişta Havraya wan e; ya Erzromê berê di nav taxa Kurdan de bû; niha nizanim
li ku ye; ên din tev li taxên Qereçî û xizanan çêkirî ne...
***
Tiştek din; qumarxaneyên
Tirkiyeyê çend sal berê, bi zora Dewletê bar kirin. Çûn kuderê? Qibris!
Çima ne Yozgat?
***
Çend sal berê bi destûra
“emniyeta” dewleta ebed mudet, di Dêrsimê de bi dehan Xwedê giravî, restauran
venekiribûn?
Di wan de bi sedan jin- Xwedê
giravî wek garson- nedixebitîn?
Lê ji bextê wan re Şaredarî
ket destê tevgera azadiyê û hêlîna wan xera bû, planên wan ên din jî ser de...
***
Gotina dawîn; Xidir Gewîş
Dêrsîmî ye, gere baş bizanibe kux ev heştê sal e, dewlet dike di şûna
”karxaneyan” de “kerxaneyan” bide gelê me yê ji xizanî û ji birçîbûnê hal tê de
nemayî, ji qidûman ketî...
Îjar Xidirê me jî rabûye
qumarxaneyan ber me re dike...
Xidiro Keko, 50 sal berê li
Kebana ku tu dibêjî bila bikin Las Vegas, me ji binî ve şêlandin...
Êdî me ne pere ye, ne pol
e...
Qûn tazî, tu rabûyî ji me re
tembûr dixwazî...
11.09.2009
Çavên te birijin ey bêxwedîtî!
Hêkên ku, rast-derew, ji binê kevirê li jor ê
Ev wêne ji hêla xwendekarekî min ê kevin ve ji min re hatin şandin.
Gelek mirovên me ji xwe re kirine kar, li çiya û banî û zozanên Kurdistanê li pey zêran digerin... Kîjan kevir û zinar, ên “xwedî taybetmendiyên xwezayî û dîrokî ” li ber wan dikevin qet qetî, parçe parçeyî dikin.
Destê wan digihîje kîjan diwarên xirbeyan, wek xiltên kor heta binê hîman(temel) dikolin, hilwedişînin, serobino dikin...
Tu dibê qey bûne Cengîz û Tîmûr û bi welatê xwe ketine; kevir li ser kevir nahêlin; dirûxînin, wêran û wêrtas dikin... Ji bo xatirê Xwedê bifikirin, çavên xwe li seranserî Cihanê bigerînin hûn welatek evqas bê xwedî û stûxar dibînin ku dewleta- xwedê giravî - li serî alîkî ve, gelê xwediyê wî- dîsa Xedê giravî- alîkî ve bibin yek û bermahiyên wî yên herî giranbiha yên ji bav û kalan yadîgar bi bendavan; ew jî nebû bi bêr û tevir û geran û loman ji holê rakin?
Erdnîgariyek evqas bêsiûd û bê êxbal heye ku dîroka wê, şopên şaristaniyên wê bi destê ewladên wê bên paxişkirin û şûştin! Ev çi xezeb û bobelat e ser me de hatiye?
Ew her dû çivîkên li jor êdî tunene! Ew zinarê li jor; ew warê ku herdû çivîkên reben ji bextê xwe re bi hezaran salan e li ser koça xwe danîne, bi destê nezaniyê, bi destê çavbirçîbûnê, nan na wele bi destê talankeriyê hatiye hûr hûr kirin, parçekirin, ji holê rakirin... Ji binî jî-rast derew- ew her dû hêk derketine û- di ber wan de bimîne, ji zikê wan dernekeve- bûne para devê wan rawilan...
Di nav şert û mercên şer de xwediyên vî welatî, yên ji dil û can, firsenda xwe nedîtin ku bi têra dilê xwe li axa xwe xwedîtî bikin, bermahiyên dîrokiyên wê, berhemên devkî û nivîskiyên wê, dar û berên wê, teyr û tirûlên wê biparêzin û bêkêmasî ragihînin nifşên pêşerojê. Lê piştî aşitiyek bi rûmet divê em bi tevahî mil û zendên xwe badin û welatê xwe yê bi destê neyar û nezanan wêran û wêrtaskirî şên û aram kin. Têbinî:Ez rondikên çavan didim alîkî û ji hevalên dîroknas û arkeologan dipirsim; gelo ev bermahiyên kîjan gelî, kîjan serdemê ne? Ew çivîk ne teyrên tawus ên Êzidiyên me bin? Bi qasî ku ez dizanim di mîtolojiya Mezopotamyayê de teyr xwedî taybetmendiyeke pir mezin e. Ger we tu tiştek jê dernexistibe, ji kerema xwe re ev wêneyan rabighînin hin kesên pîspor; ka ew çi dibêjin? Bi ya min hêk ji binê wî kevirî derneketine; jiber ku ew dirufîn objeyên nû yên li atolyeyên kevirê seqî yên îro(atolyeyên mermeran) tên çêkirin. Mamoste Marûf mamostemaruf@yahoo.fr
Kaydol:
Kayıtlar (Atom)
EZ ÇAWA 4Ê GULANA 1961’AN Jİ DAYÎKA XWE BÛM?
Salên salixa ji dayîkbûna min didin, salên bi cih kirina serweriya komarê bû. Ji Enqereya kambax wêdetir demokrasî û azadiyeke nîvçe, li...
Nivîsên zêde hatine xwendin
-
Bulltin Périodique de la Presse Turque, (Bûltena Vedor a Çapemeniya Tirkiyeyê) bulteneke vedor a fermî ya dewleta Fransayê ...
-
Biryara Komkujiya Ermenan a mezin bi şerê cihanê yê yekemînde ve destpêdike. (Di nav salên 1894-1896’an de jî li gelek herêman li hemberî E...
-
Evdalê Zeynikê, hunermendê bi nav û deng ê wêjeya devkî ya Kurd û Kurdistanê, dengbêjê dîwana Surmelî Memet Paşa, di serê sedsala 19’an de l...