5.09.2009

Kilama Receb Ûslî û Ayfera Delal


(Min ev kilam, di 10’ê Cotmeha sala 1999’an de avêtibû ser erdheja mezin a ku wê salê li Adapazari qewimîbû)

Hewar lêlê hewar lolo hewar lolo

Li derûdora Marmarayê erd hejiyaye bi ser de lehî û tofan e.
Bi deh hezaran meriv di bin xirbeyên mîrat de asê mane.
Sê şev û çar rojên reş-tarî di ser de çûne gazî û hewar û eman e.
Felek mala te xera be, te Siloyê Gavan kir mîrê mîran qumandarê heft ordiyan e.
Ocaxa te kor be te Eco yê Kurikê Reş da ser serê pênc sed parlemanan e.
Qêrîn û gazî û hewarên zarokan gihîşte Îngilîstan û Aleman e.
Hela bala xwe bidê ti deng dernayê ji van marisên marisan e.
Hewar lêlê,  hewar lolo hewar lolo,
Hewar lêlê. hewar lolo, ez rebeno.
Ha hûûû...

Wetencahş Receb Ûslî ji nav enqazan serî rakiriye.
Hayê wî ji bayê felekê qe tinîne.
Ji wî trê ser wan de girtine neyarên Tirkiyê ye.
Berê xwe dide Ayferê, xanima malê ye.
Bala xwe didê ew di nav xwînê de digevize, nîvruhî ye.
Dibêje hêsîrê, rebenê, porkurê rabe mala me xera bûye. Pkk’ya bolucî nîvê şevê me bomberan kiriye.
Ez şahid im, min bi çavên serê xwe dîtiye.
Va ye guh bidê kerba wan bi bombeyan daneanîye.
Îja ji sibê de bi lom û çakûç û teviran pê ketine.
Dikin ew çend kêranên mayî jî ser me de bînin xwarê ye.
Ha hûûûû...

Ayferê serê xwe bi zorî rakir got lolo Recebo bextreşo wetencahşo
Çima naçî Koşka Çanqayayê gazî Silo û Ecewît nakî.
Çima general û amîralên me yên qehreman Ji bo operasyoneke taybet dawet nakî.
Çima ez dilegurê, lê îro çi bikim stûxwarê, bi dengê Hesenîkê min ê Mutlîcan dilşad û bextewar nakî.
Na na welle va ye ez dimirim Çima Şêx Fetulayê Gulen û Seydayê Zekeriya Beyaz û Yaşar Nûrî ji bo min li hespên boz û rehwan siwar nakî.
Naynî ser cinazê Ayfer Xanima xwe ya delalî Wê bi telqîn û diayê wan bimbarekan ber bi bihûştê ve birê nakî.
Hewar lolo hewar lêlê, hewar lêlê,
Hewar lolo hewar lêlê ez rebenê...

Watancaş Ûslî serê xwe ji bin enqazan rakiriye.
Bala xwe didê bajar serobino tev xerabe ye.
Guhê xwe dide radyoya xwe ya  tim TRT ye
Sipîkerê bêyom dibêje şer nîne, erd e.
Ji bextê wan re nîvê şevê tu dibê hêlekan e, wer hejiya ye.
Heyfa wî nayê bi Ayfera wî ya delalî.
Heyfa wî tê dewleta qehreman di xewa şêrîn û şerîf de mayi ye.
Ha hûûûû...

Receb dibêje Ayfer delal werê destê xwe bide destê min qedera me mirin be jî bi hev re ye
Em ê lêxin herin tirba Mistefa Kemal li Enqereyê ye.
Anitkabîra rengîn pir zexm û qewî ye ji serî heta binî ji hesin û çîmento ye.
Heştê salên cumhûriyetê ye ti kesî bînayek bi vî rengî nedîtiye.
Bi sê telaqan hêviya xelasbûnê dîsa di siya miriyan de ye.
Hewar lêlê hewar lolo hewar lolo
Hewar lêlê hewar lolo ez rebeno Recebo.

Telewîzyonan anons kir bi bîst û sê qanalan.
Dibêjin rê girtî ne, pir hilweşiyane li her aliyan
Dozer û makîne çûne hewara general û amîralan.
Ji Receb Ûsli û Ayfera Delalî re mane rêyên goristanan.
Ha hûûû...

Receb dibê Ayferê, xanima minê were em herin goristanê di biniya bajêr de ye
Em gorên  xwe bi xwe bikolin hê di me de parîkî can maye
Ez sond bixwim bi serê Gazî mistefayê Kemal, tu dizanî pir qehreman û zana ye.
Pêşî li me zivistan e berf û baran û sur û serma ye.
Birçîbûn û tazîbûn xelata ser de ye.
Em ê biqerisin bibin bêton bi navekî din çîmento ye
Tu dizanî ew di xaniyan de teberik e, di peykerên Ata de xizne ye
Xema min nîne bila bêjin Receb Ûslî kerekî ji derhanê bû
Bes bila nebêjin ew xwedî dewleteke xwedan heştsed hezar leşker bû
Dîsa jî bi hesreta kerîkî nan û nivînek li koşekî nexweşxanê çû...
Ha hûûû...
Ez vî kilamî yadîgarî dengbêj Zulkîfê Qado yê Tatosê dikim.

5.08.2009

ji cinek şertên aşitiyê

Kurd... Gelekî ji gelan... Wek hemî gelan ji xwe xweş. Li ser axa xwe bicih û war, bi zar û ziman, bi gund û bajar... Ji 1071 ‘an bigire heta destpêka sedsala bîstemîn ji te re negotiye “kul”; ji te nexwestiye tu car nan û av. Di ser de kîngê tu ketibî tengasiyê gihîştiye hewara te; ji te re bûye sîdar û sitar. Lo biro, birayê Tirk, rojeák tê, tu radibî dibêjî tu tuneyî! Navê wî dikî kiro, paşnavê wî wehşî û paşverû... Kerba te bi vê yekê jî danayne; tu ji girêdanê heta xwarin û vexwarinê, ji rabûn û rûniştinê heta zar û zimanê di dev de nefret û îkreh dikî. Bi kurtasî ji zayînê heta mirinê, ji qalû belayê heta roja îro çi bidest xistibe bi tevahî, ji binîve reş dikî, bêrûmet dikî, piçûk dixî, tinazan pê dikî ewqas ku êdî hemî zarokên wî çawa ku berfamkî dibin, ziman dikeve devan ji dê û bav û kal û pîran, ji kevneşopiyên wan şerm û fedî dikin. Xweziya tenê ev bûya! Tu wer dikî ji nefsa canê wî jî ew didî şerm kirin! Ew, ji travmaya bênasnametiyê, ji xwebiçûkdîtinê, dîn û har dibe, hiş zayî dike diheyîbe bi çol û çiyayan dikeve; di mal de de bi zincîran tê girêdan çi ji şerman be, çi ji tirsan be dîsa jî naçe ser bijîşk û pisîkologên te yên bi ya wî “ew bi tevahî tirkên kurê tirkan in, ji derd û kul û birînên kurdan çi famdikin? Loma birayê Tirk divê tu, dora pêşî demildest, çi dikî bikî vê kesayetiya wî ya “bi derba te” nexweş ketiye derman bikî. Nasnameya wî ya - ne kêm ne zêde – “bi qasî ya te bi rûmet” bi fermî û bi zagonî nas bikî; tu wî bi mamoste û bi bijîşk û rêveberên kurd - ên bi navkî û bi dengkî û bi devkî û li ser tabelayan aşkere “Kurd” nivîskî - bê şik û bi şubhe bi yên wek wî, bi yên ji wî bin bikî. Dîsa tu wî hema bêje ev sed sal e ji zar û ziman dikî. Zimanê wî yê dayîkê dora pêşî li bajaran, dûvre li gund û gom û mezrayan, ji mejiyê biçûk û mezinan paxiş dikî; tirkiyeke lawaz û bê esil û bê asas û qirix dikî dev pê wî rezîl û risuwa dikî. Ên li berxwe didin û li ser zimanê xwe dimînin jî wek papaxanan mehkûmê zimanekî tevlihev ê ji dused sêsed peyvan pêkhatî dikî. Bi vê yekê jî namînî li ber rûyê wî disekinî bizarê devê wî dikî, bi zimanê wî tinaz û henekên xwe dikî! Loma divê tu deynê zimanê wî bi faîz bidî. Ne hindekariya ziman, ji kreşê heta zanîngehê divê tu perwerdehiya bi Kurdî bidî... Hingî ku ew tu naskiriye nas nekiriye tu welatê wî li ber çavên wî û li seranserê Cihanê reş dikî. Dev ji karxane û fabrîkayan berde tu kevirekî danayî ser kevir, ew çêdike tu diruxînî xera dikî; dilê te bi vê jî rehet nabe tu Kurdistana wî wek warekî wêran û wêrtas, hêlîna eşkiya û xwînxwar û cerdkar û talankeran binav dikî. Dikî ji bilî dûpişk û maran kes lê nemîne. Ew bi vê yekê dîsa qayîl e, li ber xwe dide; lê tu , ew xwe li kîjan çiyayî digire bombardiman dikî, bi çiqilê kîjan darê ve dizeliqe agir berdidî dişewitînî, ; lo biro, va ye tu dikî bi bendavan welatê wî bi tevahî noqî avê bikî! Divê tu zûtirîn hişê xwe bidî serê xwe û welatêwî şên û aram bikî. Ger qencî ji te nayê divê tu xeratir jî nekî... Ev axa kambax kêrî te nayê, destê xwe ji bajarên wî yên şewitî, ji gundên wî yên kawil bikişîne. De tu yê bibîni ew, di vê sedsala bîst û yekemîn de, di bin şert û mercên qirna navîn de be jî di welatê xwe yê azád de bê şer û pevçûn, bê qal û qir bi têra dilê xwe şad û bextewar be.

13.06.2009

Mêrikê Xwedênenas

Rojek ji rojan zulamekî Xwedênenas (ateist) ji xwe re di nav daristanê de digere û bi kêfxweşiyek mezin li xweşikiyên derûdorê temaşe dike. Alîkî ve jî di ber xwe de dibêje ; hela lê, ev xweza çiqas tiştên xweşik daye me...” Lahzekî şûn de çi dibe li paş xwe mêze dike. Çi bibîne! hirçek gir ê geriyayî ber bi wî ve nayê! Çawa ku ji tirsa vediciniqe, hirç serî dide ser û berî wî dide. Camêr dibêje çirp û bazdide direve; çiqas dizivire li paş xwe dinêre, hirç nêzîktir dibe... Çendikî şûnve lingê wî li çiqilê dareke diqelibe û dibêje girm û li erdê dirêj dibe. Hirç dikeve ser. Çawa ku pencêkî xwe radike û dike lêxe; mêrik diqîre dibêje “ Ellahhh !” û hawara xwe dide Xwdayê Jorîn. Bi qêrînê re dem û dîrok di cihê xwe de disekine; hirç bi qîl û bi pencik li hewa diqerise dibe wek kevir; çemê ku di daristanê re diherike diçe, dimiciqe. Ji ezmanan “tîrojek pir û pir ronî” dide rûyê mêrik ; dengekî gur çiya û daran tev bi hev re dilerizîne û dibêje: “- Lawo tu bûyî nebûyî te eşheda xwe neanî. Te digot hema qezakî ye bûye û Dinya çêbûye. Îjar tu niha ji min alîkarî dixwazî? Tu dikî ez te bikim şûna qûlekî xwe yê bawermend ê mu’mîn û muteber!” Mêrikê reben pir şerm dike. Ruh çiqas şirîn be parsû jî ewqas qalind e; loma serî li ber danayne; ji Xwedê re dibêje: - Welle heyran, ji vir şûn de nabe ez bi te baweriyê Bînim. Ev yek li qûlen te yên mu'mîn dibe neheqî... Lê ji kerema xwe re tu dikarî rehm û hîdayet bikî dilê hirçê û wî bînî ser rêya xwe ya heq. Ew “dengê ezmanî” dibêje; “erê ev yek dibe” Tîroj winda dibe. Bayek hênik dertê. Çem dîsa dike xuşînî diherike. Daristan dibe mîna xwe. Hirç pencikê xwe yê li hewa ber xwe de berdide,tîne jêr; lê ji nişkave îjar herdû pencan bi hev re berjor dike, tê ziman û dibêje : “Bismîlahêrehmanêrehîm. Xwedayê min ê Rebê Alemîn; ez bi rizqê ku te daye min fitara xwe vedikim; hezar hemd û sena, jibo nîmetên te...” Mamoste Marûf

EZ ÇAWA 4Ê GULANA 1961’AN Jİ DAYÎKA XWE BÛM?

  Salên salixa ji dayîkbûna min didin, salên bi cih kirina serweriya komarê bû.   Ji Enqereya kambax wêdetir demokrasî û azadiyeke nîvçe, li...

Nivîsên zêde hatine xwendin