23.03.2009

TÛTÎ (papaxan)




Rojekî ji rojên dewra berê, yekî Ewropî, yekî tirk û yê din Kurd, sê mêrên delodîn digihîjin hev û dest bi diziyê dikin...
Lê, hûn jî aqûbeta merivên xerab dizanin, çendikî şûn de her sê jî tên girtin û dikevin zindana reş û tarî...
Ew ê temenê mayî, di zindanê de tî û birçî pûç bikirana; ne ji sê tûtî (papaxan) yên rengîn ên padîşa bûna...
Padîşa, ji bo perwerdehiya axaftinê û hindekariya zanist û marîfetê
dişîne zindanê
sê tûtîyên giranbiha yên meqbûl û muhteber
her sê jî yadîgarê padişayê Hindîstanê ...
Her mehkumek tûtiyek û mehek...
Divê ew wan di sê mehan de bidin axaftin wekî benî Ademek...
Bi azadîyê û bi kîsikek zêr wê bê xelatkirin;
mehkumê herî serkeftî...

***
Yê ewropî; nanê xwe naxwe, dide tûtî;
cilên xwe yên hevrîşim (îpek) xera dike,
dibire didirû û lê dike.
Mîsk û ember li can bedena wî dide,
pûrt şe dike, çav kil dike
Tûtyê wî di zindanê de kêf dike

***
Ê Tirk jî xwe qurbana binê pepikê tûtiyê xwe dike;
nanê xwe dike du kerî,
pê re parve dike,
doşega xwe didê;
bi xwe radizê li erdê
tûtiyê wî yê bi siûd dest şûştî û ling şûştî ye;
tu dibêjî qey li bihuştê (cinnet) ye...

***
Kurdê me yê şivan,
tim û tim azad,
bi serê xwe jiyiye li çol û çiyan;
nedîtiye di umrê xwe de heps û zindan;
lewma pir bi hêrs û bihnteng û bi mahde û bi mirûz e;
bi serde jî ti tişt fêm nakiriye ji gotinên gardiyan; 
ji ber ku ew pê re axiviye bi zimanê dagirkeran!
Bi xwe xwe difikire dibêje;
"bi serê şêx û meşayixan;
ev tûtî an mît e, an ajan!!!”
Tûtî ji awirên wî yên tûj derdixe
ku ew ne delaliyê malê ye
çi bike rebeno,
xwe kerr dike, diquncilîne;
xwe dide quncikê jêrîn û li benda şîvê dimîne...
Dibe êvar, kurdê me xwarina xwe bi têra dilê xwe û bi tena serê xwe dixwe,
binê firaqa xwe bi nan qela dike...
Berê xwe dide tûtî û pesnê xwarinê dide;
pê re tinazê xwe dike;
dîsa jî dilê wî rehet nabe, hezar çêr û dijûn dide serhev,
tûtî dîn û har dibe;
lê rê û dirb nabîne ku jê xelas bibe...
Tî û birçî bi çêr û kufuriyan derbas dibin;
du roj, sê roj, çar roj...
Roja pêncan; tûtî dibîne wê bimire ji birçîna;
tê ziman û xwarin dixwaze ji kurdê me yê şivan...
Dibê je :
“ – Xalo, ez qurbana binê lingê te, bila goşt ji te re;
bide min cend lib ji wî birincî"
Kurdê me lê digere mahneyan;
dibêje roj ev roj e; ezê ji vî ajanî bistînim
heyfa bav û kalan.
Di serde diqîre dibêje : 
“ – Weleh ez gû jî nadim te;

heta tu ji min re nebêjî kilameke kurmancî!”

***
Sê meh bi ser de diçe, padîşa wezîrê xwe dişîne zindanê;
dibêje tu yê her sê tûtiyan azmûn(îmtihan) bikî;
yê xweş diaxive kifşe bikî;
mamosteyê serkeftî bi azadî û bi kîsikekî zêr xelat bikî...
Wezîr dora pêşî diçe hucreya girtiyê Ewropî.
Çawa mifte dike kilîtê;derî dike teq û req;
tûtiyê yê Ewropî dikeve bin çengê xwediyê xwe û xwe ditelîne, vedişêre,
bona ku kes wî nebîne û nebe û ji xwediyê wî bi dûr nexe...
Wezîr û gardiyan û camêrê Ewropî dibin yek;
gazî dikin;
lava û rica dikin;
tûtî ji cihê xwe nalive,
devê xwe venake û naaxife...
Helbet Ewropî ji zindanê dernakeve...

***
Wezîr icar diçe hucreya mehkumê tirk û dixwaze tûtiyê wî azmûn bike...
Dibîne, tûtî xurt bûye, bez girtiye, qelew bûye tu dibê qey kurbeşk e (porsûk)
qe nikare ji cihê xwe bilive...
Dike nake ji devê wî jî tu kelam û gotin dernakeve;
ji ber ku ew jî ji halê xwe kêfxweş e, naxwaze rewşa tê de ye kes biguherîne...
Mêrikê Tirk jî di girtîgehê de dimîne û dimîne..

***
Îcar dor; dora tûtiyê ku “camêrê kurd lê xwedîtî û mamostetî kiriye” de ye...
Wezîr tê ber deriyê hucreyê,
mifteyên hucreyan ên di dest de dike şinginî,
ev deng bo “tûtiyê ji birçîna li ber mirinê” dibe mizgînî.
Çawa ku derî vedibe, tûtî nişka ve fir dide
wek gulle dipeke, bi herdû lingên wezîr ve dizeliqe;
devê xwe dike saqa gîzmeyan,
bi herdû çavan digirî û dibêje:
-Hewar xalo, ez qurban;
xêra Xwedê bide min kerîkî nan. 
Ez ji birçîna kuştim;
ev Kurdê bê dîn û bê îman!

***
Belê, ji birçîna tûtiyê girtiyê Kurd wek bilbil diaxive û bi nezantî dibe sedema azadî û dewlemendiya wî.
Ji vê meselokê divê em bistînin çend ders û îbretan...
Gelo çi ji tirkan, çi ji ereban çi ji farisan;
kîjan ji wan dagirkeran, bi qasî xwediyê tûtiyekî be jî qedrê me kurda dizane?

Qe yek, tu car!
Îcar çima hinek guhsistên me ewqas ketine bin çengê wan û
xwe bi wan ve şidandine?
Belê rast e;
dagirkeran em birçî hîştin û kirin ku
em bi zimanê wan ji wan bixwazin nan.
Lê belê sûcê me jî heye;
em nikarin bi zikê xwe;
namînin bi nan;
ji bona ku ew bidin me pîvazan;
bi zimanê wan dinivîsin helbest û romanan;
heyra, tu dibêjî qey Xwedê nizane bi Kurdî;
Jê re dia dişîne bi zimanê dagirkeran!
Divê em bazara xwe;
dayîn û stendina xwe
waez û niyaz û diayên xwe bi kurdî bikin.
Karsazên me kar bidin kurdîzanan.
Divê heqdestên pale û karker û nivîskarên Kurdîaxêvan
zêdetir be ji yên tirkîaxêv û erebîaxêv û farisîaxêvan...
Ger em hevûdu birçî bihêlin,
hinek ji me ji bo kerîkî nan wê bipişifin;
bifirin biçin nav refê dagirkeran...

Kekê xayîn,

Xayînekî Kurd ê asîmîlîyebûyî ji min re nameyek şandibû. Ew-Xwedê giravî- bi tirkî nivisîbû, lê di nameya wî de tu hevokek rast tunebû. Ev kerê guhsist, êrişî “Tevgera Azadiya Kurd” dikir û wê bi hevkariya bi Ergenekonê re tewambar dikir. Rebeno hayê wî ji wî û belengaziya wî tunebû. Min vê nameyê jê re birê kiribû. Ez dixwazim hûn ji pê bihesin... Kekê xayîn, bi sonda qesemê min kir nekir ji gotinên te hema bêje tu tişt dernexist; fehm nekir. Lê tiştek heye ku heta tu dibêjî aşkereye; rût û repal li holê ye; ew jî “kurdbûn" a te ye... Kurdayetiya te ya nîvco, stûxwar, reben, lawaz, şermok, tewşomewşo ; xiloxwarî, wek zimanê te... Nebî nebî ji min nexeyîdî, hêrs nebî ; ez li te heqaretan nakim; mabesta min bêrûmetkirina te jî nîne; bi sê telaqan niha çavên min şilekî ne; bi hêsir in; pirî gunehê min; heyfa min bi te tê ! KEKÊ MİN; MİROV Bİ QASÎ ZİMANÊ XWE XWEDÎ MEJÎ Û BÎR Û BAWERÎ Û KÛRAHÎ YE... Tirkiya te; ev zimanê ku te pê nivîsiye; ji serî heta binî tije xeletî ne; lê dîsa jî -bê şik û bê şubhe-zimanê te yê herî fesîh û xurt Tirkî ye ku , te pê pênûs hecandiye ! Aliyê te yê xurt evqas lawaz be, kî dizane lawazîya te; yanî “Kurdiya” te çawa ye keko? Tu bi kurdi xeynî xwestina kerîkî nan û pirsîna riya destavê dikarî du peyvên bi marîfet; du hevokên bi wate saz bikî, keko? Çi Kurd, çi Tirk, çi Îngilîz çi Ûriz û çi Ereb ; - bi çi zimanî dibe bila bibe- kê û kî dikare te serwext bike ? Ew tevger a ku tu bi devê neyar êriş dibî ser; dike ew xurtiya te ya qelp ji holê rake û lawaziya te têkûz bike û bike şûnê. Hêzbûna te ya qelp; ya derewîn, ya pûç bi rastiya te re şer dike keko! Rastiya te; kurdî û kurdayetiya te ye. Rastiya te tevgera azdiyê ye Ev serok û ev tevger a ku tu lê dikevî şikê û buxtanan (îftîra) lê dikî û bi devê neyaran kufuriyan rêz dikî, te jî - min jî , bi vê kesayetiya me ya nîvco û nexweş û lerizok û ji çend qraman pêkhatî ji tunebûnê xelas kir û ji me re doşegek raxist. Ev tevger (Bi qewlê generalên neyar, ew em wek sewalan dihesibînin û layîqê tu qenciyek nabînin) bi simên me yên bi rêx û herî em dane jor... Ev tevger em , Dîsa bi qewl û gotinên neyarên me yên li çaralî, “Kurdên çiyayî yên hêr û hov û nezan; bi piranî şivan û gavan” Tevlî “mirovên ji 1789’an vir de xwedî netew û xwedî dewlet û xwedî medeniyet” kir û li jorî diwana mirovahiyê dan rûniştandin... Piştî 2000 salan em dîsa ketin şûna mirovan! Ez bawer nakim ku ketibe serê te... Lewma ez dixwazim bi zimanê kesayetiya te bersîvek bidime te: O PKK istiyor seni değiştirmek, özgürleştirmek ; Yani, kurtarmak istiyor seni bizzatihi senden ! Lewma; işte onun içindir ki; temiya min li te, pêşî bi xwe re, yani kendinle savaşmişke, şer bike, paşê bi der û dora xwe re kekê min... Li Ergenekonê, O ergenekona ne bi çavê dijminê xwe , bi çavekî kurdewarî mêze bike; baxmîşke, kekê min, tu yê bibînî ku qatilê bi deh hezaran kurdan, di dilqê hakim û sawciyan de ne û , Xwedê giravî ew ên Ergenekonê darizînin û edaletê belav dikin... Te û min jî pê re bixapînin , kekê min. Wer dikin sibeh tu nikaribî doz li qatilan vekî, Çimkî ew ê bêjin ; “em li Silîvriyê hatin damezirandin û hatin beraatkirin. Em bi zemzemê şûştî ne; me ne tu sûc e ne guneh e... Çima wiha dibêjim kekê min, tu dizanî? AKPî bi xwe ,yanî ên vê dozê dane despêkirin bi hezaran endamên Hizbula û ergenekon û dewleta kûr û îtirafkar û qoruciyan di nava xwe de dihewînin kekê min ... Ew hevkarên Fethullah in; ew Fethullah bû; di wan salên reş û tarî de “şeytanê kerr û lal” bû û li ber neheqiyan dengê xwe ne dikir. Îro dîsa ew Ergenekon in; bê sekin û bê navber Li çiya û deyştên me agir dibarînin; dişewitînin; şêr û xezal û dar û berên me tev bi hev re...

Çi hat serê min !

04.01.2009 Ber bi nîvro ez bi peyatî hatim Aksaraya Stembolê. Bihna min pir teng bû. Îsrail ev çar roj bû li Xezayê agir dibarand; nedigot jin nedigot zarok dikir ev gelê xizan û belengaz bi gişkî ji holê rake... Min dil hebû ji xwe re rojnameyek bistînim. Di ber rawestgeha otobûsê re derbas dibûm ku camêrekî zerîn ê bejindirêj, çav hêşîn bala min kişand... Li piştê çanteyek sor, li serî fotêrek reş e û li eniya fotêr xaçekî zêrîn , di destan de kaxizek A4... Ez hinek din ber bi wî ve çûm; min dît ku li ser kaxiza di destan de bi Tirkî wiha dinivîse:
“ Ez dil dikim herim Qudsê û ji wir derd û kullên Flistîniyan ragihînim raya giştî ya Cihanê; jibo xatirê Xwedê alîkariya min bikin; pereyên min qediyan...”
Min bi Fransizkî lê silav kir û jê pirsa welat û nasnameya wî kir. Ew pirsên min bi awayek sergirtî bersîvandin:
“Ji başûrê Fransayê me; lê ji Saint-Jacques a Îspanyayê têm”
-Bi te xêr e monsieur, tu û van deran? Çima tu hatî Stembolê? Ez dibînim tu merivek bi dil şewatî; bi serê Îsa, niha tu, ji 30-40 hezar kurdên bi destê Tirka ev çend salên dawîn hatin kuştin jî hayîdar î? jibo wan jî te li tu derek karekî kiriye, an na? Camêr di cihê xwe de miciqî û ma... Stuyê xwe xar kir, bi dengekî feqîrok bersîvand:
“- Wele, keko ez Xaçparêzekî oldar im, ehlê terîq im, ez û çend hevalên xwe em dikin wek xaçparêzên mezinên xwe bi peyatî herin hec. Heca me ji Îspanyayê destpê dike; li Qudsê bidawî dibe”
Ez şaş bûm mam! Devê wî tiştek , kaxiza di dest de tiştek din digot... Min kir nekir, devê min bi ya min nekir û ev pirsa hanê jî jê kir: - Monsieur, ev kaxiz gotinên te sererast nake? Kaxiz dibêje tu diçî hewara Filistîniyan! Serê xwe hecand û got:
“O la la! min ji Tirkekî Fransînas re mirazên dilên xwe gotin, zalimo gotinên min berovajî kiriye; şeytan wî fasiqî bi xwe re dibe înşaellah!”
Piştî ev çend gotinan, lavayî min kir û got: - Ez birçîme; ka hinek pere... Min ew di cih de hişt û ketim rêya xwe. Di rê de ez ketim nav bi hezaran xem û xeyal û fikaran. Di dawiyê de ez têgihîştim ku “kes û kesayetiyên mirovhez, şoreşger, oldar, ji mafên mirovan hayîdar, di warê binpêkirina nirx û hêcayiyên mirovahiyê de hestiyar” divê barê hemû Cihanê bide pişta xwe. Divê ew ji Kurdistanê heta Sûdanê, ji Nijeryayê heta Îrlandayê di ser mirovan de bigirîn... " Tenê wê demê mirov dikare bi şîn û giriyên wan bawer be... Tenê wê çaxê ew dibe fazil û cihanşumûl û şoreşger... Ev mîzanek heta tu dibêjî rast û durust e... Çend pirsên li ser Kurda pûşên xalê Fransiz derxistin holê... Bi rastî jî ew bi qasî “çûyîna Qudsê ya jibo Filistîniyan” hestiyar û bi dilşewat bûya; ew ê tekoşîna gelê Kurd jî nas bikira, jibo zarokên wî jî şîn bigirta. Wê bombeyên duh li Qendîlê di ser serê wan de hatin barandin jî bibihîstana û êrişkaran bidilkî û bi devkî protesto bikira... Niha hin kes dibêjin; “ ew Fransiz e, çi dike dike; ji me re çi ye?” Belê em bêjin ev gotin rast e; di cih deye û werên dora Kurdên me yên jibo Filistîniyan ketine cezmeyan û dikin bi “Ellah û Ekberan” êriş bibin ser Cihûyan... Gelî xêrxwazno, dilşewatno, -Duh ne pêr, neyaran bi dehan balafiran çiyayê Qendîlê dan ber bombeyan, hûn pê hesiyan? - Bi hezaran mêr û keçên çav reş- belek ên ter û can , li serê wan çiya û baniyan, di bin van berf û baranan de çawa dijîn; çi dixwun- vedixwun? Hûn pê dizanin? - Ew serê xwe didin ser kîjan kevirî tê bombekirin; ew xwe dispêrin kîjan şikeftî tê wêran û wêrtaskirin; di her bobardimanê de çendik û çend kes jiwan can didin; gelo jibo wan jî hûn reş girêdidin? Bi sonda qesemê, heger kê û kî van pirsan bî erênî nebersîvîne, elhaq derewîn e... Ew jî wek Monsieur, li dû firawîn e...

EZ ÇAWA 4Ê GULANA 1961’AN Jİ DAYÎKA XWE BÛM?

  Salên salixa ji dayîkbûna min didin, salên bi cih kirina serweriya komarê bû.   Ji Enqereya kambax wêdetir demokrasî û azadiyeke nîvçe, li...

Nivîsên zêde hatine xwendin