23.03.2009
Kekê xayîn,
Xayînekî Kurd ê asîmîlîyebûyî ji min re nameyek şandibû. Ew-Xwedê giravî- bi tirkî nivisîbû, lê di nameya wî de tu hevokek rast tunebû. Ev kerê guhsist, êrişî “Tevgera Azadiya Kurd” dikir û wê bi hevkariya bi Ergenekonê re tewambar dikir. Rebeno hayê wî ji wî û belengaziya wî tunebû. Min vê nameyê jê re birê kiribû. Ez dixwazim hûn ji pê bihesin...
Kekê xayîn,
bi sonda qesemê min kir nekir ji gotinên te hema bêje tu tişt dernexist; fehm nekir.
Lê tiştek heye ku heta tu dibêjî aşkereye; rût û repal li holê ye; ew jî “kurdbûn" a te ye...
Kurdayetiya te ya nîvco, stûxwar, reben, lawaz, şermok, tewşomewşo ; xiloxwarî, wek zimanê te...
Nebî nebî ji min nexeyîdî, hêrs nebî ; ez li te heqaretan nakim; mabesta min bêrûmetkirina te jî nîne; bi sê telaqan niha çavên min şilekî ne; bi hêsir in; pirî gunehê min; heyfa min bi te tê !
KEKÊ MİN; MİROV Bİ QASÎ ZİMANÊ XWE XWEDÎ MEJÎ Û BÎR Û BAWERÎ Û KÛRAHÎ YE...
Tirkiya te; ev zimanê ku te pê nivîsiye; ji serî heta binî tije xeletî ne;
lê dîsa jî -bê şik û bê şubhe-zimanê te yê herî fesîh û xurt Tirkî ye ku , te pê pênûs hecandiye !
Aliyê te yê xurt evqas lawaz be, kî dizane lawazîya te; yanî “Kurdiya” te çawa ye keko?
Tu bi kurdi xeynî xwestina kerîkî nan û pirsîna riya destavê dikarî du peyvên bi marîfet; du hevokên bi wate saz bikî, keko?
Çi Kurd, çi Tirk, çi Îngilîz çi Ûriz û çi Ereb ; - bi çi zimanî dibe bila bibe- kê û kî dikare te serwext bike ?
Ew tevger a ku tu bi devê neyar êriş dibî ser; dike ew xurtiya te ya qelp ji holê rake û lawaziya te têkûz bike û bike şûnê.
Hêzbûna te ya qelp; ya derewîn, ya pûç bi rastiya te re şer dike keko!
Rastiya te; kurdî û kurdayetiya te ye.
Rastiya te tevgera azdiyê ye
Ev serok
û
ev tevger
a ku tu lê dikevî şikê û buxtanan (îftîra) lê dikî û bi devê neyaran kufuriyan rêz dikî,
te jî - min jî ,
bi vê kesayetiya me ya
nîvco û nexweş û lerizok û ji çend qraman pêkhatî
ji tunebûnê xelas kir
û
ji me re doşegek raxist.
Ev tevger
(Bi qewlê generalên neyar, ew em wek sewalan dihesibînin û layîqê tu qenciyek nabînin)
bi simên me yên bi rêx û herî
em dane jor...
Ev tevger em ,
Dîsa bi qewl û gotinên neyarên me yên li çaralî,
“Kurdên çiyayî yên hêr û hov û nezan; bi piranî şivan û gavan”
Tevlî “mirovên ji 1789’an vir de xwedî netew û xwedî dewlet û xwedî medeniyet” kir û li jorî diwana mirovahiyê dan rûniştandin...
Piştî 2000 salan em dîsa ketin şûna mirovan!
Ez bawer nakim ku ketibe serê te... Lewma ez dixwazim bi zimanê kesayetiya te bersîvek bidime te: O PKK istiyor seni değiştirmek, özgürleştirmek ;
Yani, kurtarmak istiyor seni bizzatihi senden !
Lewma; işte onun içindir ki; temiya min li te, pêşî bi xwe re, yani kendinle savaşmişke, şer bike, paşê bi der û dora xwe re kekê min... Li Ergenekonê, O ergenekona ne bi çavê dijminê xwe , bi çavekî kurdewarî mêze bike; baxmîşke, kekê min, tu yê bibînî ku qatilê bi deh hezaran kurdan, di dilqê hakim û sawciyan de ne û , Xwedê giravî ew ên Ergenekonê darizînin û edaletê belav dikin... Te û min jî pê re bixapînin , kekê min.
Wer dikin sibeh tu nikaribî doz li qatilan vekî, Çimkî ew ê bêjin ; “em li Silîvriyê hatin damezirandin û hatin beraatkirin. Em bi zemzemê şûştî ne; me ne tu sûc e ne guneh e... Çima wiha dibêjim kekê min, tu dizanî? AKPî bi xwe ,yanî ên vê dozê dane despêkirin bi hezaran endamên Hizbula û ergenekon û dewleta kûr û îtirafkar û qoruciyan di nava xwe de dihewînin kekê min ...
Ew hevkarên Fethullah in; ew Fethullah bû; di wan salên reş û tarî de “şeytanê kerr û lal” bû û li ber neheqiyan dengê xwe ne dikir.
Îro dîsa ew Ergenekon in; bê sekin û bê navber Li çiya û deyştên me agir dibarînin; dişewitînin; şêr û xezal û dar û berên me tev bi hev re...
Çi hat serê min !
04.01.2009
Ber bi nîvro ez bi peyatî hatim Aksaraya Stembolê. Bihna min pir teng bû. Îsrail ev çar roj bû li Xezayê agir dibarand; nedigot jin nedigot zarok dikir ev gelê xizan û belengaz bi gişkî ji holê rake...
Min dil hebû ji xwe re rojnameyek bistînim. Di ber rawestgeha otobûsê re derbas dibûm ku camêrekî zerîn ê bejindirêj, çav hêşîn bala min kişand... Li piştê çanteyek sor, li serî fotêrek reş e û li eniya fotêr xaçekî zêrîn , di destan de kaxizek A4...
Ez hinek din ber bi wî ve çûm; min dît ku li ser kaxiza di destan de bi Tirkî wiha dinivîse:
“ Ez dil dikim herim Qudsê û ji wir derd û kullên Flistîniyan ragihînim raya giştî ya Cihanê; jibo xatirê Xwedê alîkariya min bikin; pereyên min qediyan...”Min bi Fransizkî lê silav kir û jê pirsa welat û nasnameya wî kir. Ew pirsên min bi awayek sergirtî bersîvandin:
“Ji başûrê Fransayê me; lê ji Saint-Jacques a Îspanyayê têm”-Bi te xêr e monsieur, tu û van deran? Çima tu hatî Stembolê? Ez dibînim tu merivek bi dil şewatî; bi serê Îsa, niha tu, ji 30-40 hezar kurdên bi destê Tirka ev çend salên dawîn hatin kuştin jî hayîdar î? jibo wan jî te li tu derek karekî kiriye, an na? Camêr di cihê xwe de miciqî û ma... Stuyê xwe xar kir, bi dengekî feqîrok bersîvand:
“- Wele, keko ez Xaçparêzekî oldar im, ehlê terîq im, ez û çend hevalên xwe em dikin wek xaçparêzên mezinên xwe bi peyatî herin hec. Heca me ji Îspanyayê destpê dike; li Qudsê bidawî dibe”Ez şaş bûm mam! Devê wî tiştek , kaxiza di dest de tiştek din digot... Min kir nekir, devê min bi ya min nekir û ev pirsa hanê jî jê kir: - Monsieur, ev kaxiz gotinên te sererast nake? Kaxiz dibêje tu diçî hewara Filistîniyan! Serê xwe hecand û got:
“O la la! min ji Tirkekî Fransînas re mirazên dilên xwe gotin, zalimo gotinên min berovajî kiriye; şeytan wî fasiqî bi xwe re dibe înşaellah!”Piştî ev çend gotinan, lavayî min kir û got: - Ez birçîme; ka hinek pere... Min ew di cih de hişt û ketim rêya xwe. Di rê de ez ketim nav bi hezaran xem û xeyal û fikaran. Di dawiyê de ez têgihîştim ku “kes û kesayetiyên mirovhez, şoreşger, oldar, ji mafên mirovan hayîdar, di warê binpêkirina nirx û hêcayiyên mirovahiyê de hestiyar” divê barê hemû Cihanê bide pişta xwe. Divê ew ji Kurdistanê heta Sûdanê, ji Nijeryayê heta Îrlandayê di ser mirovan de bigirîn... " Tenê wê demê mirov dikare bi şîn û giriyên wan bawer be... Tenê wê çaxê ew dibe fazil û cihanşumûl û şoreşger... Ev mîzanek heta tu dibêjî rast û durust e... Çend pirsên li ser Kurda pûşên xalê Fransiz derxistin holê... Bi rastî jî ew bi qasî “çûyîna Qudsê ya jibo Filistîniyan” hestiyar û bi dilşewat bûya; ew ê tekoşîna gelê Kurd jî nas bikira, jibo zarokên wî jî şîn bigirta. Wê bombeyên duh li Qendîlê di ser serê wan de hatin barandin jî bibihîstana û êrişkaran bidilkî û bi devkî protesto bikira... Niha hin kes dibêjin; “ ew Fransiz e, çi dike dike; ji me re çi ye?” Belê em bêjin ev gotin rast e; di cih deye û werên dora Kurdên me yên jibo Filistîniyan ketine cezmeyan û dikin bi “Ellah û Ekberan” êriş bibin ser Cihûyan... Gelî xêrxwazno, dilşewatno, -Duh ne pêr, neyaran bi dehan balafiran çiyayê Qendîlê dan ber bombeyan, hûn pê hesiyan? - Bi hezaran mêr û keçên çav reş- belek ên ter û can , li serê wan çiya û baniyan, di bin van berf û baranan de çawa dijîn; çi dixwun- vedixwun? Hûn pê dizanin? - Ew serê xwe didin ser kîjan kevirî tê bombekirin; ew xwe dispêrin kîjan şikeftî tê wêran û wêrtaskirin; di her bobardimanê de çendik û çend kes jiwan can didin; gelo jibo wan jî hûn reş girêdidin? Bi sonda qesemê, heger kê û kî van pirsan bî erênî nebersîvîne, elhaq derewîn e... Ew jî wek Monsieur, li dû firawîn e...
Misilmantiya Tayîp
Ev çend rojên dawîn, raya
giştî ya demokrasixwaz û aşitîxwaz li
ser rewşa R. T. Erdogan nîqaşan dike û guherîn û veguherînên di kesayetî û
nêrînên wî yên siyasî de derdikevin pêş
rexne dike û wî, bi
“xayintî ya bi kurda ve” tewambar dike...
Lê, bi ya min ev camêr
neguheriye û dîsa mîna xwe ya berê ye...
Ew parçeyek ji ber Evdihemîdê
Xûnkar e ku li ser navê dînê Mihemed dikir Împaratoriya xwe ya rizî û jihevketî
ji nû ve damezirîne...
Ew bû çi ji tirsan çi ji bo
berjewendiyan li ber Alman û Îngîlîzan û
hemû emperyalîstan çok datanî lê, bibû
bela serê wan, qira Kurd û Ermenên lawaz û belengaz dani!
Dezgeh û rêxistin û sazî û kes û kesayetiyên oli yên tirkan, hema bigre bi tevahî ji nijadperestî û ji şovenîzmê para xwe girtine. Ji şêxê Menzîlê heta Şêx Fethulayê Gulen; Ji Mehmet Akîf heta M. Şevket Eygi, ji Kadîr Misiroğlu heta Ercûment Ozkan, ji Necîp Fazil bigre heta Huseyîn Ûzmez hemî “şêx û rêber û nav gel de xûyayîyên wan” xwe wek umetparêz dizanin û nîşan didin lê ew ji xwe dernaxin ku heta çokê di nav rêxa rasizm û şovenîzmê de ne!
Di sala 1983’an de ez li
Enqereyê bûm û bi navgîniya hevalekî çûm cem Ercûment Ozkan ê Îslamparêzê Tirk
ê bi nav û deng ê ku kovarek îslamîya bi navê “ İktibas” derdixist ( ev camêr çend
sal berê mirî ye).
Di wê kovarê de cûrbecûr
gotarên ji çapemeniya cihanê bijartî dihatin weşandin û wê rojê tê de çend jî yên ronakbîrên tirk ên “Yugoslavya”ya
berê cih digirtin... Ew nivîskar herçiqas tirk bûn jî xwedî bîr û baweriya sosyalîst bûn û di wê hejmarê de jî nêrînên
xwe yên siyasî bi zimanê Tirkî pêşkêşî
raya giştî kirîbûn...
Di weşanxaneya Îktîbasê de
Ercument Ozkan jî tê de em çend kes bûn
û vir de wê de mijûl bûn, axifîn û dor hat ser ziman... Wî behsa Necîp Fazil û
hostatiya wî ya di warê ziman de kir. Paşê dor hat ser Tirkî ya nivîskarên
Balkanan. Min di vir de firsenda xwe dît û
got;
“ez benî tu dibînî ev welat (Yugoslavya) sosyalist e
bi qewlê we çi dîn e , çi îman e, lê
waye Tirk dikarin bi zimanê xwe pirtûk û kovaran biweşînin. Xwezila li vir
jî Kurd
bi zimanê xwe bixwendina û binivîsandina; wê çiqas xweş buya, ne wisan?”
Heyran hê min gotina xwe bi
dawî nekiribû , ew camêrê helîm û selîm
veguherî gurekî boz û beziya û
pekiya nav çavê min û qîriya got:
“ - hûn kurd tev nijadperestê kurê
nijadperestan in! Min heta îro negotiye ez Tirk im, lê devê kîjan kurdî vedibe
pêşî qala kurd û Kurdî û Kurdistanê dike! Ez we dawetî riya Mihemedî dikim, hûn
bi ya Ebû cehil dikin!”
Ez di cihê xwe de miciqim,
şaş bûm û mam... Min got :
“heyran belê rast e, tu nabêjî ez tirkim lê, bi tirkî
diaxifî, dixwînî, dinivîsî: Kar û barê xwe bi Tirki dimeşînî... Tu nabêjî bê
dîn e, mecûsî ye, komînîst e, pûtperest e, kîjan qelemşorê tirk ber destê te
dikeve tu nivîsên wî di kovara xwe de
diweşînî... Ev çi durûtî ye? Werê
em tev bi zimanê Xwedayê Jorîn, bi Erebî baxifin û bixwînin û binivîsin... Wê
çaxê bi gotina te ye, em tev ji nijadperestiyê xilas dibin ”
Yek ji min yek ji wî, ez û wî
me dest kir qirika hevûdu û ne ji hevalê ku em pê re çûbûm bûya
wê tiştên pir xirab bihatina serê me...
Di pirtûka Olîvîer Roy a bi
navê “ÎFLASA ÎSLAMA SİYASΔ de dibêje:
Li Tirkiyê tu car talûkeya îslamekî Sîyasî tune ye;
jiber ku îslamiyeta tirk “netewî”ye. Tirk tim û tim xwe li ser netewên din ên
misilman dikujin (xwe ji wan mezintir dihesibînin) Lewma tirk, nayên ser
tevgerên sîyasî yên îslamî yên
ji Misir û Îranê za ne...
Bi rastî jî bala xwe bidinê;
rêber û şêx û serok û seydayê tirkên
umetparêz(!) ên hemdem; bi tevahî nijadperest nebin jî neteweparêz in...
Umetparêz qet nîn in... loma li qisûra Tayîp nenêrin... Şêxê wî û yên hemû umetparêzên Tirkan ên
hemdem Necîp Fazil e. Ew lingekî li ba Erbakan lingekî li ba Turkeş bû... Wî
nas bikin bes e...
Mamoste Marûf
Kaydol:
Kayıtlar (Atom)
EZ ÇAWA 4Ê GULANA 1961’AN Jİ DAYÎKA XWE BÛM?
Salên salixa ji dayîkbûna min didin, salên bi cih kirina serweriya komarê bû. Ji Enqereya kambax wêdetir demokrasî û azadiyeke nîvçe, li...
Nivîsên zêde hatine xwendin
-
Bulltin Périodique de la Presse Turque, (Bûltena Vedor a Çapemeniya Tirkiyeyê) bulteneke vedor a fermî ya dewleta Fransayê ...
-
Biryara Komkujiya Ermenan a mezin bi şerê cihanê yê yekemînde ve destpêdike. (Di nav salên 1894-1896’an de jî li gelek herêman li hemberî E...
-
Evdalê Zeynikê, hunermendê bi nav û deng ê wêjeya devkî ya Kurd û Kurdistanê, dengbêjê dîwana Surmelî Memet Paşa, di serê sedsala 19’an de l...