2.03.2009
Ger em hebin ew ê tunebin
Heta damezirandina Komara Tirkiyeyê, hejmara Tirkan, em bi awayek din bibêjin; hejmara yên xwe wek Tirk bi nav dikirin, endamên netewa ku Kemal Ataturk û rêhevalên wî yên jontirk û Îttîhatparêzan; dixwestin Anatolî û Kurdistanê li ser navê wan qeyd û tapî bikin, bê xilaf, ji şêniyên “gundekî gur” (qelebalix) kêmtir bûn, ne zêde... Ez dibêjim çend sed peya bûn, hûn bêjin çend hezar...
Belê rast e; bi taybetî li Anatoliyê, gava mirov rastî hev dihatin, an jî kar û barên wan diketin aliyê hevûdu , ji neçariyê bi hev re bi zimanekî Tûranî yê ne têkûz, bê rêzik, tevlihev, berhevkirî, gund bi gund tax bi tax ji hev cuda diaxivîn.Lê gava te ji wan pirsa “ tu kî û kê yî?” bikira; ew xwe tucar ne wekî Tirk; xwe wek ; “Kurd, Ereb, Ecem, Çerkes, Çeçen, Gurcî, Abhaz, Mihelmî, Roman(Qereçî), Laz, Alban (Arnewid), Boşnak, Dagistanî, Qerepapax, terekeme, Pomak, Rum, Ermen, Cihû, Asûrî, Kildanî, manav, yorik(koçer)” didan nasîn.
Werên li vî ecêbî û li vî gosirmetî; Tirk di Kurdistan û Anatoliyê de na, bi tenê di çend bajarên Ewropayê de hebûn! Ew jî “jon-tirk” bûn û di dawiya sedsala 19’an û di destpêka 20’an de ji Stembolê wek Osmanî çûbûn Parîsê û li wir hişê wan hatibû serê wan (!) û bi xwe hesiya bûn û bubûn “Tirkên Qehremanên bi nav û deng!” Ew bûn çend murîdê wan ên Stembolî bûn... Li Mezopotamyayê û li Anatolyê tu kesî ne bihîstibû, nas nedikir netewek bi navê Tirk! Lewma ew, dîroka xwe ya kevin û qedîm a tije bi xêr û ber û bi mêranî û mêrxasî û bi qehremanî(!) ; girêdan bi Atîla û Cengîz û Tîmûrê ji Asyaya Navîn... Ev her sê kes jî, ji aliyê gelên Kurdistanê û Anatoliyê ve wek; “ mirovkuj, Xwînrij, har û hov dirîndeyan dihatin nasîn... Ev “navên bi tirs û xof jî “têra Jontirkan nekirin “gurê boz”ê devbixwîn jî kirin dewsa bav û kal û rêberê xwe û pê gelên kevnare û xwecih û xwedî olk û erd û pîşe û şaristanî yên Anatoliyê tirsandin û ax û welat ji wan stendin û an ew kirin der, an kuştin, an bişaftin, helandin û dawiya dawîn dest danîn ser hemû dewlemendî û çand û nirx û hêcayiyên wan...Yên mayî; Z.Gokalp û Kamiran Înan û Gênc Qemer û nizanim kî û kê yê Kurd; Qiliç Elî û Muşîr Zekî û Deniz Baykal û bi mîlyonan Çerkez; Mesût û tayîp û bi sedhezaran Gurcî; Hîkmet û Elo û Misto û Temel û kul û kuruder û êdî nizanim kî û kê yê Laz û Qereçî û Ermenî û Rum û boşnak... Ev tev ketin dilqê gurê boz û kê û kî ne jiwan bin, kê û kî “paradîgmaya ji derewan pêkhatî” nepejirandibin ji holê rakirin... Ên li ser xwe man jî gefan li wan xwarin, tirsandin çewisandin kevirê aşê bê av li ser serê wan gerandin, ji mirovatiyê kirin; gelekên wan bi kemçûran kirîn, ên din veguherandin gur û cinawiran!
Belê gava mirov li dîroka li ser navê “Tirkiye û Tirktiyê” hatiye nivîsandin dinêre, dibîne ku; hemî tiştên ku ew pê pesnên xwe didin û wek şoreş û reform û pêşveçûn nîşan didin, di rastiyê de kar û kirinên tunekirin û bişaftin û jiholêrakirina netew û civak û kes û kesayetiyên din in; çilmisandin û hişkkirina kulîlkên din ên Anatolî û Kurdistanê ne ...
Li şer û komplo û komkujiyên van heyştê salên dawiyê binêrin; bona çi ne? Tev jibo tunekirina Rum û Ermenî û Kurd û gelên din ên nîştecihên kevnare yên bi hezaran salan in bi nav û deng ên vê axê ne...
ji şoreşa elfabeyê bigirin heta ya cil û bergan; ji zagona yekitiya perwerdehiyê ( Kanûna tevhîdî Tedrîsat) heta ya paşnavan; ji rakirina ocax û dergahên şêxan; ji guhertina navên bajar û gund û mirov û çiya û deyştan bigirin heta qedexekirina navên lawir û kulîlkan, kar û xebat û şoreş û reform û renesansên wan ên ewqas mezin , derd û kulên wan ên bê derman, hebûna gel û çanda yên din in... ( roviyê me yê vulpes vulpes Kurdistanica, laleya me ya tulipes Kurdistanica, pezê Ermeniyan ê bi navê ovis Armeniana, dîsa mamiza Ermemeniyan a bi navê capreolus capreolus Armenius- ew jî wek xwediyê xwe – nikarin li ser erdnîgariya xwe bi nasnameya xwe bijîn!)
Welhasilê kelam yên “bi namûs û bi şeref û bi hejmarkî û bi moralkî bi hêz” ew man, Kurdên li serê çiyayên asê man...
Ew çend caran serî li ber yecûc û mecûcan, zalim û dagirkeran rakir, bi mîlyonan hatin kuştin, tî û birçî man li serê çiyayan; lê dîsa jî serî ne tewand, çok dananî li ber neyaran
Çi Tirkên rasteqîn, çi Ermenî çi Gurcî, çi Çerkez çend û çendik kesên heta niha ji tirsan di kuncikên xwe de teliyabûn, melisîbûn; çav dan Kurda û serê xwe rakirin û gotin; “-vaye em jî hê livir in, li ser xwe ne!” û piştî heyştê salan xwedî li nasname û kesayetiya xwe derketin.
Hin caran yên wek Tayîpê “Gurciyê veşartî” lê, di nav civatê de bê esil û bê kok û bê asas (bala xwe bidinê Xwedê giravî ew doza yek al, yek netewew û yek welat dike lê, bixwe tu car nabêje ez tirkim ) Denizê ji doxîna çerkezan, Demirelê Balkanan tev jibo berjewendiyên rojane, hin caran devê xwe vedikin û bi awayek nîvco navê Kurda li ser zimanan digerînin.
Lê wê demê “neviyên Jontirkan ên general û profesor û fabrîkator û rantxur” di cih de di kuncikên tarî de bi qirika wan digirin û dibêjin:
“- lawo huşbin! We çi zû jibîr kir em jî, hûn jî wek xewnên şevan derw in; me navê Tirktiyê lixwe kiriye û hemû mêrg û zevî û xan û xaniyan dane ber xwe, ji wan stendine. Ma Hûn nizanin; xwediyê vî welatî ew in; heger ew hebin divê em tunebin! Huş bin; kera bi guh nekin! Îro ew tune ne; loma em hene!
Lê ew nizanin ku mirov demokrasîxwaz, aşitîxwaz û welatparêz bin; erd û ezman liber wan fireh dibin, tê de mirov tev bihev re wek bira bi cih û war dibin...
Mamoste Marûf
Misilmantiya Tayîp
Ev çend rojên dawîn, raya giştî ya demokrasixwaz û aşitîxwaz li ser rewşa R. T. Erdogan nîqaşan dikin û guherîn û veguherînên di kesayetî û nêrînên wî yên siyasî de derdikevin pêş rexne dikin û wî, bi “xayintî ya bi kurda re” tewambar dikin ...
Lê bi ya min ev camêr neguheriye û dîsa mîna xwe ya berê ye... Ew parçeyek ji ber Evdihemîdê Xûnkar e ku li ser navê dînê Mihemed dikir Împaratoriya xwe ya rizî û jihevketî ji nû ve damezirîne...Ew bû çi ji tirsan çi ji bo berjewendiyan li ber Alman û Îngîlîzan û hemû emperyalîstan çok datanî lê, bibû bela serê wan , qira Kurd û Ermenên lawaz û belengaz diani!
Dezgeh û rêxistin û sazî û kes û kesayetiyên oli yên tirkan, hema bigre bi tevahî ji nijadperestî û ji şovenîzmê para xwe girtine. Ji şêxê Menzîlê heta Şêx Fethulayê Gulen; Ji Mehmet Akîf heta M. Şevket Eygi, ji Kadîr Misiroğlu heta Ercûment Ozkan , ji Necîp Fazil bigre heta Huseyîn Ûzmez hemî “şêx û rêber û nav gel de xûyayîyên wan” xwe wek umetparêz dizanin û nîşan didin lê ew ji xwe dernaxin ku heta çokê di nav rêxa rasizm û şovenîzmê de ne!
Di sala 1983’an de ez li Enqereyê bûm û bi navgîniya hevalekî çûm cem Ercûment Ozkan ê Îslamparrzê Tirk ê bi nav û deng ê ku kovarek îslamîya bi navê “ İktibas” derdixist ( ev camêr çend sal berê mirî ye).
Di wê kovarê de cûrbecûr gotarên ji çapemeniya cihanê bijartî dihatin weşandin û wê rojê tê de çend jî yên ronakbîrên tirk ên “Yugoslavya”ya berê cih digirtin... Ew nivîskar herçiqas tirk bûn jî xwedî bîr û baweriya sosyalîst bûn û di wê hejmarê de jî nêrînên xwe yên siyasî bi zimanê Tirkî pêşkêşî raya giştî kirîbûn... Di weşanxaneya Îktîbasê de Ercument Ozkan jî tê de em çend kes bûn û em vir de wê de mijûl bûn, axifîn û dor hat ser ziman... Wî behsa Necîp Fazil û hostatiya wî ya di warê ziman de kir. Paşê dor hat ser Tirkî ya nivîskarên Balkanan. Min di vir de firsenda xwe dît û got; “ ez benî tu dibînî ev welat (Yugoslavya) sosyalist e bi qewlê we çi dîn e , çi îman e, lê waye Tirk dikarin bi zimanê xwe pirtûk û kovaran biweşînin... Xwezila li vir jî Kurd bi zimanê xwe bixwendina û binivîsandina wê çiqas xweş buya, ne wisan?”
Heyran hê min gotina xwe bi dawî nekiribû , ew camêrê helîm û selîm veguherî gurekî boz û beziya û pekiya nav çavê min û qîriya got: “- hûn kurd tev nijadperestê kurê nijadperestan in! Min heta îro negotiye ez Tirk im, lê devê kîjan kurdî vedibe pêşî qala kurd û Kurdî û Kurdistanê dike! Ez we dawetî riya Mihemedî dikim, hûn bi ya Ebû cehil dikin!”
Ez di cihê xwe de miciqim, şaş bûm û mam... Min got : “-heyran belê rast e, tu nabêjî ez tirkim lê, bi tirkî diaxifî, dixwînî, dinivîsî: Kar û barê xwe bi Tirki dimeşînî... Tu nabêjî bê dîn e, mecûsî ye, komînîst e, pûtperest e, kîjan qelemşorê tirk ber destê te dikeve tu nivîsên wî di kovara xwe de diweşînî... Ev çi durûtî ye? Werê em tev bi zimanê Xwedayê Jorîn, bi Erebî biaxifin û bixwînin û binivîsin... Wê çaxê bi gotina te ye, em tev ji nijadperestiyê xilas dibin ”
Yek ji min yek ji wî, ez û wî me dest kir qirika hevûdu û ne ji hevalê ku em pê re çûbûm bûya wê tiştên pir xirab bihatina serê me...
Di pirtûka Olîvîer Roy a bi navê “ÎFLASA ÎSLAMA SİYASΔ de dibêje: Li Tirkiyê tu car talûkeya îslamekî Sîyasî tune ye; jiber ku îslamiyeta tirk “netewî”ye. Tirk tim û tim xwe li ser netewên din ên misilman dikujin(xwe ji wan mezintir dihesibînin)Lewma tirk nayên ser tevgerên sîyasî yên îslamî yên ji Misir û Îranê za ne... Bi rastî jî bala xwe bidinê; rêber û şêx û serok û seydayê tirkên umetparêz(!) ên hemdem; bi tevahî nijadperest nebin jî neteweparêz in... Umetparêz qet nîn in... loma li qisûra Tayîp nenêrin... Şêxê wî û yên hemû umetparêzên Tirkan ên hemdem Necîp Fazil e. Ew lingekî li ba Erbakan lingekî li ba Turkeş bû... Wî nas bikin bes e...
Mamoste Marûf
Ev çi hal e
Zarokên heri bi şeref û bi xîret ên Kurdistana pîroz li serê çiyaya û baniyan namûsa me diparêzin... Ew ligel hemû xeletî û şaşitiyên mezinên xwe, dîsa jî liber xwe didin, li ber neyarê devbixwûn çok danaynin... Ew; dibe ku pişta dijminê ji qelaxa rêxê daneynin erdê lê, di dîroka vî gelî de tim û tim bibin sebeba şiyarbûna bi mîlyonan kurdên ku heta roja îro ji xewa Eshabê Keyf serê xwe ranekirine... Şêrên tevgera azadiyê, em qurbana binê lingê wan bin, rukn û şert û mercên mirovatiyê û Kurdayetiyê li ser navê me tînin cih, ew ne guneh in, ne heyfa wana ne, di rastiyê de ger dadgehekî di qada wîcdanan de hebe, mehkûm û tewambar em in... Hêsîr û reben jî em in... Bi hiş û bê feraset jî em in.... Me ji xwe cihanek ava kiriye(di rastiyê de hucreya kurmê hevrişîmê ye) û em tê de xwe dixapînîn, bilî dikin, dema xwe diborînin û ji me trê tiştekî dikin...
Hevalno, şer jî wekî hemû beşên jiyanê bi gorî qanûn û rê û rêbazên xwe dimeşe...Ev rê û rêzik û rêbaz ji zanistê dizên....Ez dil nakim bibêjim lê, bi ya gelek zanistan şer jî beşek ji zanistê ye... Lê ger ev nehat hesabê we û we nepejirand, ya ji sedî sed rast ev e ku “zanist tim û tim di xizmeta şer de ye” Şerekî ji zanistê dûr bê meşandin tu car bi serkeftin bi dawî nabe.... Em li ser şerê xwe û bikaranîna zanistê hinek serê xwe biêşînin.
1-HAZİRKİRİNA GEL Jİ BO ŞER: (PAŞİYA BEREYÊ ŞER) : Ji bo amadekirina gel ji bo şer, motîvasyonek gelek xurt divê.... Gere gel baş bizanibe ku dijmin ji hebûna Dinyayê bigre dîn û îman jî tê de, heta namûsê, her tiştê wî bi nîvî jê sitendiye wê îcar bi tevahî jê bistîne...
Gere gel bizanibe ku zimanê wî ji dest çûye, navê wî maye dê wî jî dikin jê bistînin...
Gere gel bizanibe ku Kurdistan welatê herî dewlemendê Cihanê ye û belengazî û stûxwarî ya wî ji ber dagirkiriya welatê wî ye...
Gere gel bizanibe ku ew heta kole be, pale û xulamê Çûkûrovayê ye, karkerê erzanbihayê atolyeyên textîla Tirko ye....
Gere gel bizanibe ku baskên wî hebin û li hewa fir de jî li ber çavên tirko ew tim û tim KİRO ye, Kurd memed e, hasso ye, bê rûmet e, can û malê wî jî ne di ewlehiyê de ye...
Lê hezar car heyf e ku, ev çend sal e, hemû cihan pê dizane “ wê dijmin me ji holê rake, derba dawîn li me bixe !” lê em bi salan e diqîrin dibêjin “Aşitî û aşitî !”
Xwedê qehra xwe li vê peyvê bike... Ev çi afat bû ser me de hat!
Ev peyv bû “gûzanê destê sinetçiyan û bi sedhezaran babaegîdên me xesandin! De bes e, ji bo xatirê şehîd û stûxaran, de bes e lo...
Ev çi xeberdan û stratejiyek tewşo mewşo ye... Di dîroka mirovahiyê de lê bigerin, tu gel bi vî awayî şer kirî ye...
Gel ditirse bi neyarê xwe re hêrs bibe, di cih de an dibe neteweperest, an dibe paşverû... Hûn û Xwedê, mirov ji neyarê xwe hez dike ?
Ger ne dijmin e , dostê me ye, me aqilê xwe zayî kiriye, me derpê ji qîna xwe avêtiye em bi dostên xwe re şer dikin!!!
Ev çi ecêb e, çi rewşek sosret e...
Hevalên hêca, îro Cihana hemdem bi zanistê û bi pragmatîzmê bi rê ve diçe. Ger encama karekî neyê pîvandin, ev encam jî serkeftî nebe berpirsyar ji kar tên avêtin, general ji peywirê tên dûrxistin, serok ji text tên xwarê!
Duh di cenazeyê Vedat Aydin de bi sed hezaran kurd di nava du rojan de “bê ROJ TV” gihiştin hevûdu... Îro dijmin dibêje;” min ji we bi sedan kuştin”, çima em bi mîlyonan nacivin ser hev? Mejiyê gel me bi destê xwe tevlihev kir. Dost kiye neyar kiye , me ji binî ve xwe şaş kir. Bi sê telaqan, yek sê roj bêje biratiya pez û mirovan, ez heta mirinê goşt naxwim... Ev gotinek ji rêzê nîne; pirtûkên li ser psîkolojiya şer bixwînin... An li TV’yên dewletê temaşe bikin... Ji rêzefîlman bigre heta nûçeyan gelê tirk ji bo şer amade dikin, em...
Ez dizanim, li zora hin hevala diçe, realîte ev e... Zanista pozîtîf jî vê rastiyê dibêje, Dînê mubîn jî wiha dibêje... Ger pêxember negota ji kafiran dostan nehewînin, wê misilmanan şer bikirana???
Kî û kê vî zirar û ziyanê da me? Berpirsyar kî ye? Şîrketek tîcarî saleke zirar bike, rêvebirê wî li ser kar dimîne?
Duh li Amedê deh hezar, em bêjin bîst hezar mirov civiyan... Çi diqiriyan; aşitî ! Bijî Serok Apo!
Ma qey li hemberî Tîmûr û Cengîz, aşitî bi vî hawî bi dest dikeve? Serokekî bi vî hawî tê azadkirin?
Jiyana Gandî kes ji me nexwendî ye? Ger Gandî serokê kurda bûya dê ew di serî de şûna pasîfîzmê de rê û rêbazek din neşopanda? Ewê dîsa bigota Aşitî!
Ger Îngîlîz qasî tirko devbixwîn bûna, Gandî û bi sed hezaran Hîndiyan bi tevahî gulebarannekirina, nekuştina? Serde jî di şert û mercên 60 sal berê de...
Ger Gandî ji gelê xwe re behsa wehşeta Îngîlîzan nekira, gelo bi mîlyonan Hîndiyên rût û repal mirina xwe dikirin çavê xwe û xwe dikirin mertalên zindî li ber serokê xwe...
Ger Gandî federasyon bixwesta wê Îngîlîzan çi bidana Hîndiyan... Rast e, dewletek serbixwe di şert û mercên îro de ji bo kurda zor e lê, tu ji bo çêleka xwe ya li ber firotinê 100 banqnot bixwazî, ma qesab nabêje ha ji te re 50 !
Em çima di serî de bi deh quruşan qaîl dibin, ew gûkî jî nadin me, serde jî moral û motîvasyon û bawerî û hêviya gelê xwe jî dikujin!
2- ENÎ: Min li jor jî anî ziman, şervanên azadiyê di vê rewşa dijwar de namûsa me bi can û bedenên xwe, bi fedakarîkî pêxemberane diparêzin. Tu peyv, tu helbest, tu destan têrî pesindayina wan nakin. Lê hinek mirovên bê hiş û ji cihanê bêhay, nezan û kerr û lal dibêjin ew li başûr çi digerin? Gelî pozbilindno, li hemû pirtûkên şer mêze kin, yên di artêşa Tirk de astegmenî kirine jî baş dizanin, di waneyên Şerê Taybet de wiha nabêje; “ ger welatek ji aliyê dijmin ve bê dagirkirin, ji bo birêxistina şerê azadiyê cara ewil divê “ piştgirî û ordûgehên li derve” bêne dîtin, ji ber ku dijmin gava yên hundir têk bir, tu bikaribî xwe dîsa birêxistin bikî. Ya duyemîn piştgiriya li hundir divê... Ev tedvîra yekemîn ewqas girîng e ku, ger li derve bargehên te (üs) tunebin, divê tu nekevî nav şer... Ji vê jî girîngtir, ma ew der jî ne welat e? Em jî wekî Ermenan dev ji sedî 90 axa xwe berdin û bi başûrê biçûcik qail bibin!
Welahîn bîllahîn tiştek neket serê min...
Em van rojên dijwar de gere li qadan piştgiriya şervanên xwe bikin... Kî /kê dikare çi bike... Namûs ev e, ne doxîn e...
Mamoste Marûf
Kaydol:
Kayıtlar (Atom)
EZ ÇAWA 4Ê GULANA 1961’AN Jİ DAYÎKA XWE BÛM?
Salên salixa ji dayîkbûna min didin, salên bi cih kirina serweriya komarê bû. Ji Enqereya kambax wêdetir demokrasî û azadiyeke nîvçe, li...
Nivîsên zêde hatine xwendin
-
Bulltin Périodique de la Presse Turque, (Bûltena Vedor a Çapemeniya Tirkiyeyê) bulteneke vedor a fermî ya dewleta Fransayê ...
-
Biryara Komkujiya Ermenan a mezin bi şerê cihanê yê yekemînde ve destpêdike. (Di nav salên 1894-1896’an de jî li gelek herêman li hemberî E...
-
Evdalê Zeynikê, hunermendê bi nav û deng ê wêjeya devkî ya Kurd û Kurdistanê, dengbêjê dîwana Surmelî Memet Paşa, di serê sedsala 19’an de l...