1.10.2012

Neşet Ertaş û Şivan Perwer

 Neşet Ertaş, ji hunermendkî mûzîka gelêrî ya Tirka ye. Ew wek dengbêjên Kurdistanê xwedî kevneşopiyek taybet a awaz û stranbêjiyê ye. Neşet di jiyana xwe ya heftê salan de gelek bozlaqan danîne ser yên ku  ji bav û kalên wî yên “evdal” gihîştine wî. 

Her çiqas ku dîroknas û etnologên Tirk Evdalan wek  êl û eşîrek Tirkman  bihesibînin jî ji berê de baweriya wan a elewî, orf û edetên wan ên derî Tirko- Îslamî, rabûn û rûniştandin, şêl û pêl û girêdana wan a Xoresanî ji aliyê dewletê ve nehatiye pejirandin. Dewleta Tirk bi vê  cudayetiya resen wan bi raya giştî ya Tirkiyeyê ve  nedaye nasandin; lewre jî di  nav  gelê Tirk de wek “mitrib” hatine hesibandin û qedr û qîmeta wan nehatiye zanîn. Çawa ku li gelên din ên Anatoliyê hatiye kirin, Gelê Evdal jî di welatê xwe de ji ber sifetên xwe yên sor genimî, ji ber baweriyên xwe yên “ne fermî” tim û tim  li derveyî  civaka Tirk hatiye hesibandin, di civatê de li jêrê dîwanê hatiye rûniştandin. Çawa ku Kurd bi sedan salan  bi xweş nobetdariya xwe  -ev rol  wek “Kurd Memed nobet e” hatiye formûlizekirin-  hatibin naskirin û bi qasî xweş nobetdariya xwe bûne xwedî eferim; çawa ku Ermen bi zor pîşesaziya xwe heta dewrekî li her deverî ( 1915) piştî komkujiya reş  li deverekî tenê (Stenbol) hatine ecibandin û hewandin,  Evdalên belengaz jî bi qasî sazbendî û stranbêjî û sergovendiya xwe, bi qasî “xizmetkariya xwe ya bo çand û zimanê Tirkî, bi qasî leşkeriya xwe ya di artêşê de “ bûne xwedî rûmet û nan û av...

Bi bahaneya  mirina Neşet Ertaş - Jiyana rehmetî bi xwe jî mînaka herî balkêş a vê  durutiyê ye- bi sed hezaran evdalên hêj bênav û deng, hêj bênasname, hêj tî û birçî, hêj di bajar û gund û mêrg û zeviyên xelkê de nanoziko “xizmetçî, sepetçî û xurdaçî”; hêj ji Îzmîr û Edeneyê bigire heta li Germanyaya şewitî bo kerîkî nan digerin derî bi derî, hatin jibîrkirin; di kesayetiya Neşetê  ji aliyê gel ve (bi ked û xwîdana xwe ya helal) xûyayî de pesnê çanda wan, pesnê xizmeta wan a ku gihîştiye  wêje û mûzîka Tirkî, pesnê çav û brûyên wan ên qerqaş hat dayîn; pişta wan têr hat mizdan...   

A Xwedê Neşet Ertaş digel evqas xizantî û belengaziyê; nenasîn bimîne li alîkî, digel bêrûmetkirina nasname û bawerî û çanda  Evdaltiyê  bi hêza hunera xwe, bi mezinbûna Evîn û evîndariya xwe ya bo mirovan, bi nefsbiçûktiya xwe çi Kurd çi Tirk, çi Ermen çi Asûrî, çi Xaçparêz çi Cihû;  çi Sunî , çi Elewî ji alî hemî Tirkînasan ve hatibû hezkirin û hembêzkirin. 
Ev yek bi rastî jî tiştek kesnedîtî ye ku di dewletek xwedî sînorên bi dek û dolab û planên emperyalîstan xêzkirî de,  di dewletek xwedî  bi dehan netew û gel û baweriyên red û  înkarkirî de; di dewletek hema bigire sed sal e hemwelatiyên xwe bi xewn û xeyala  “yek netew, yek al, yek ziman, yek ol û yek mezheb di qula derziyê re derbaskirî, car heye li hev sorkirî û  bi hevûdu re dijminkirî de, car heye gelê xwe bi qetliam û komkujiyan, xwedêgiravî, te’dîbkirî de (terbiyekirî) Evdalek bi navê Neşet derkeve û tevahiya  nasname û  baweriyên birîndar, birîndarên  destê dewleta Tirk,  bigihîne hev, qor bi qor  bi hêstirên çavan bide  dû tabûta xwe ...

Neşet Ertaş çikir ku bû delaliyê ber dilan?

Di serî de divê bête zanîn ku Neşet Ertaş xwe û gel baş naskiribû. Ew diznibû ku ew e, dengê wî yê xwezayî ye û tenbûra  wî ye...
Ew,  piştî ji “alkolîzma ku bubû nexweşî û ketibû can û bedenê” filitî, baş têderxistibû ku ew dikare bi tendirustiya xwe ya takekesî, bi jiyaneke malbatî ya bi ser û ber, bi têkiliyeke domdar û bênavber a bi gel re Neşet e û her heye...
 Ew dizanibû ku ew ji şeş mîlyar evdan ( evd: qûl) evdek e, bi ser de jî “evdalek” ji derhanê ye; ne ji hunera wî be kes li rûyê wî mêze nake.
Ew têgihîştibû ku ew hozenek evîn û evîndariyê ye; nikare ji bin barê giran rabe;  lewma xizanî û belengaziya gelan, înkar û îmhakirina ziman û çandan,  şer û pevçûnên gelan ên bi pergal û dewletên zordest re neanî  ser ziman.  Li tenbûrê dida bi Tirkî digot. Digel ku bi dehan salan li Ewropayê mabû dîsa jî bo xatirê enternasyonalîzm û kariyerîzm û navûdeng belavkirinê xeynî vî zimanî bi tu zimanî neqîriya; tenbûra xwe neda alîkî, xwe neda pêş orkestrayên “pir enstrumanî” yên Ewropiyan û guh li hemwelatiyên xwe yên Kirşehirî dirêj nekir.  
Ew pêhisiya bû ku heger qurre be, doş be, fahş be, hunermendiya xwe ji bîr bike û xwe wek “xelaskar û serokê gel” bibîne û bi vî mirazî xwe li polîtîkayên rojane bigre û bi teqala siyasetmedaran bikeve biçûk dibe. Kurt û Kurmancî,  Neşet Ertaşê Evdalê Xwedê  tu car ji hed û hidûdê  xwe derneket, derpê ji qûna xwe navêt...
De îcar dor dora we ye. Hûn Neşet Ertaşê Evdal û Şivan Perwerê Kurd ê – bi ya min di stranbêjiyê de deh car li wî ye- bidin ber hev:  Ka kîjan, çima di dilê gelê xwe de pirtir cih çêkiriye?  
                                                                            Mamoste Marûf 

23.02.2012

MİT 'A DEWLETA TIRK Û KURD


Ez di vê nivîsa xwe de naxwazim bi lêkolîn û analîzên kûr serê we biêşînim. Lewre dê ez ê bîranînên xwe yên derbarê muxbîrî û MİT a Tirka de (Saziya Îstîxbarata Neteweyî ya Tirkiyeyê) ragihînim we.

Di zarokatiya xwe de, ew zarokatî bû ku di salên şêstî de, li gundekî xir û xalî yê li serê çiyakî Kurdistanê, bê tirk û bê tirkî, bi gundiyên me yên xizan û belengaz re, bi sewalên me yê zik bi pişta ve zeliqî re û bi cendirmeyan re- ew cendirme bûn ku ketibûn şûna şêx û meşayîxên me û çend rojan carek bo weaz û şîretan, bo fitre û zikat û kemçûran, bo xwarina goştê berxan, pêwîstî pê hebûya, (me heq kiriba) bo pelixandina ser û guhê me dihatin serdana me- hêdî hêdî derbas dibû diçû. Min wan çaxan navê MİT’ê nebihîstibû lê, wek tevahiya gundiyên xwe ez jî pisporê “karê Îstîxbaratê” bûm. Me kesên ku wî karî dikirin wek “muxbîr”  binav dikirin û ji wan pir depelikand. Şuxulê wan, bi çavê me yê zarokatiyê; “gilîkirina mezinan a bi qereqolê ve” bû. Çend cûre muxbîr hebûn.

- Muxbîrên navgundî

- Muxbîrên li Nehiyeyê û li navçeyê

- Muxbîrên gerok

Muxbîrên navgundî dibûn du beş; yên daîmî, ên demdemî.
Ên dayîmî bi sernavê “fesadên gund” jî dihatin zanîn. Gundiyan ew nas dikirin. Temiyan li zarok û li bûkên xwe yên ji derve nû hatî dikirin, digotin; nebî nebî çi li ber wan, çi li ber zarok û zêçên wan gotinên kêm-zêde nekin! Çavkaniya îstîxbarata wan bi taybetî zarok bûn. Em û zarokên wan, me tim û tim bi hev re dileyîst. Yek ji wan davêt ber me digot: li mala me, di nav arîkan de keleşek, di çala li paş xêniyê me de şeşagirek û sê keleşên me hene; heke dilê me bixwaze em dikarin we gişkan bi ser hev de bikujin! Em rebenino çi bikin! Nedibû ku me jî bigota ên me ji yên we zêdetir in! Me serê xwe berjêr dikir, tûjbûna devê tirpana bavo dikir bîra wan, di cihê xwe de disekinîn!

Muxbîrên demdemî jixwe dihatin zanîn: Gava li gund şer û pevçûnek biqewimiya, piştî vê bûyerê kî ji gund derketiba muxbîr ew bû. Ew ê ser û guh di nav xûnê de bo gilî biçûya qereqolê, cendirmeyan bi “nemêrtiya” wî henekên xwe bikirana... Gundiyê ku ev hal hatibû serî û bi lingê xwe çûbû qereqolê dîsa bi xwe diket çala bo gundiyê xwe kolandî... Ew ê li ber cendirmeyên ku bi mêraniya wî tinazên xwe kiribûn xwe negirta, kesê ku lêxistibû bavê wî jî bûya bida dest: “Qumandar Beg, bi mêranî ez çawa dikaribûm pê! Evkerîmo, di nav gund de demançe di ber pişta de, keleş bi milan ve digere! Evkerîm çû çem û çem, ew jî pêvre ! Ew ê di nav du cendirmeyan de bida dû qumandar, bihata gund. Li vir bihata rûyê Evkerîm, muxbîriya ku li qereqolê kiribû dubare bikira. Yek ji wî, yek ji Evkerîm, çek û fîşekên herduyan jî derketina holê. Hevsarê wan bi şid biketa destê qumandar. Çek û fîşek jixwe çûn, lêdan û bertîl û zîndan jî bi ser de…

Muxbîrên li Nehiyeyê û li navçeyê bi gelemperî dikandar bûn. Li paş dezgehên wan du kursî hebûn: Yek bo wan, ê din bo qumandarê qereqolê... Gava yekî bixwesta fesadiya yekî din bikira ji xwe re li dikandarek di muxbîriyê de jîr û jêhatî digeriya û dibû mişteriyê wî. Heke gundîki neyarê xwe li ba dikandarekî muxbîr bidîta dizanibû wê çi bê serî! Bo pêşîlêgirtina vê kerasetê ew jî dibû mişteriyê wê dikanê û nedigot bahaye, nedigot erzan e çi li ber destan biketa dikirî; bi xwediyê wî re xweş hevaltî datanî ku jahrî nekeve girarê... Lewre kriyarên (mişterî) muxbîran ji yên nemuxbîran zêdetir bûn.

Gava gundîkî li navçeyê vekirina dikanek dil bikira, divêt dora pêşî ji başçawîş re bigota “Qomitanim, beklerim ha! (Qumandarê min li benda te me ha) Heke qumandar bigota “erê” ev nîşana dewlemendiyê bû.

Muxbîrên gerok çerçî bûn. Ew bi gelemperî bi dizîka çek û fîşekan difirotin. Bi qewlê mezinan ew bi qumandarên qereqolan re şirîkatî dikirin û piştî firotinê agahî didan wan. Cendirmeyan davêt ser gund, wan çekan digirtin dibirin, dîsa didan wî çerçîyî, wî wan difirot kesên din. Lewma gere çerçî, di newaleke dûrî gund, di tariya şevê de bihatina pêşwazîkirin. Te yê navê xwe û navê gundê xwe negota, danûstandina xwe dizîka bikira û şopa xwe jî wenda... Ew ên piştî danûstendina bi mêran re bi destê sibê re bihatina gund, di malekê de razana, piştî çekên bavên me, nîvro şûn de jî şekir û benîştên me, dims û fêkî firaq û folên jinan bifirota û biçûna gundekî din.

Di heft saliya min de, me mala xwe bar kir û li navçeyeke biçûk a herêma Ege’yê danî. Heta bidawîbûna dibistana seretayî navên muxbîran li ber guhên min, reşên cendirmeyan li ber çavên min neketin.

Piştî bidawîkirina dibistana seretayî, bo xwendinê ez ji malbatê veqetiyam û çûm bajarek din ê Egeyê. Di pola duyemîn a dibistana navendî de bûm ku ji Amedê zarokek bi navê H.H hat dibistana me. Çendikî şûn de min bi wî re hevaltî danî û wî tevlî koma hevalên xwe kir. Ew bi bejn û bala xwe, bi çav û birûyên xwe kurikek pir bedew bû lê, digel van taybetmendiyên Xwedê nedikir para her kesî, nizanim çima, ew şermok û reben dixuya. Rojek ji rojên betlaneyê ew jî bi me re, em şeş heval bi hev re derketin çarşiyê û li çayxaneyekê rûniştin. Vir de, wê de bi ken û henek me suhbet dikir. Dunya li ser guhekî me, felek hêj nexayîn bû. Lê qasek din min bala xwe da hevalê xwe yê Amedî yê çend sandalî dûrî min rûniştî, ew pir bihnteng e, ji tirsa spîçorkî, çav lê direqisin, bi tatêleke mezin li derûdora xwe mêze dike. Çawa ku min li rûyê wî nêrî, çavekî xwe qirpand, pêçiya xwe ya eşhedê da ser lêvan kir “huş!” Ez ji cihê xwe qil bûm, rabûm çûm cem, guhê xwe da ber deva: wî kir pilepil û got: “ Bi Qurana ku te xwendî, ew ên li ser maseya li tenişta me rûniştî tev MİT in!”

Ji quretiyê nebû ku ez jê bipirsim ka ew kes bi MİT’î ya xwe çi karî dikin. Min hevoka wî di guhê hevalên din ên bi tevahî Tirkên Egeyî bûn de jî xwend lê, ji wan yek jî wateya wê peyvê nizanibû. Bi ser de, di nav me de yekî dolodîn ê me navê Corç lê kiribû hebû, bi dengê bilind gotina “êz ê li wan bixim lan” jî kir. Qasek şûnde min deng lê kir: “H..., tu dxwzî em çi bikin?”

Bersîva wî fermanî û lezgînî bû:

- Em di cih de rabin!

Me bi ya wî kir, rabûn çûn parka mezin a Atatturk. H... derbarê MİT’ê de birîfîngeke dûvdirêj pêşkêşî me nezanan kir. Guhên me gişkan dirêj bubûn...

Ji wê rojê şûn ve di dibistana me de MİT, Mîtbûn, ajantî wek nexweşiya mirîşkan belav bû. Me kîjan merivek xwedî rabûn û rûniştandineke xerîb, xwedî cil û bergên cuda, xwedî peyv û hevokên ji yên me têkûztir bidîta dikir endamê MiTê û jê direviyan. Me ji mamosteyan dest li gera MİT’iyan kiribû. Xwedêyo MİT’î çiqas xweş li mamosteyê mûzîkê dihat! Berçavkên wî reş qeytanî, porên wî bi paş ve şehkirî, qata kincên wî yên lacîwert ên xweşik kewîkirî(ûtîkirî), qerewata wî ya sor a hevrişîm, ji heman qumaşî mendîla di bêrika pêşiya cakêt de şemal dida, dibiriqî... A Xwedê, Camêr pîşeya xwe qe nevedişart; marşên bi hestên neteweperestiyê, bi artêşperestiyê têr û tijî neman bi me dan jiberkirin. Wî digot: Tirk li pêş in, tirkino bidin pêş!( Tûrk önde, Tûrk îlerî!) me jî, ji tirsa, tamarê stû diwerimand û lê vedigerand...

Çend meh şûn de çima ku yekî wî hevalê me yê Amedî di kolanekê de di milê mamosteyê mûzîkê de dîtibû MİT’î pê ve jî zeliqî û sikura wî hew berda. Ez jî di nav de me dawî li hevaltiya bi wî re anî û wî bi tena serî hîşt. Salek şûn de me wî di dibistanê de êdî nedît.

Di sala 1987’an de wek mamosteyê lîseyê çûm navçeyeke biçûcik a Kurdistanê. Ez bi hestên welatparêziyê têr û tijî bûm lê, çi bikim ku bi tirkiya têkûz, bi Erziromîya xwe - wan çaxan Kurdên Erziromê pir nedihatin nasîn; ew bajêr ji serî heta binî wek warê faşîstan dihat zanîn- bi berçavkên li ber çavan dora MİTîyê îcar ya min bû. Rebiyo, ev çi hal e! Ez li kî û kê slav dikim ew dibe ji wan tirkperestên har û hov ên derpê ji qûn avêtî... Roja duşemiyê gava ez tevlî xwendina marşa sirûştî dibim, xwe bidim aliyê kêjan polê xwendekarên wê ji yên din deh car zêdetir diqîrin, dengê wan digihîje ezmanan. Di waneyê Fransî de, ew dikin deh malikên "îstîklal Marşi"yê jiberkî ji min re bixwînin û bi neteweperestiya Tirktiyê xwe bikin çavê min. Zarên cerdewanan her roj muxbîriya xwendekarên welatparêz bi min ve dikin:

“Mamoste, ew digel deh malikên Îstîklal Marşiyê, dikare jiberkî “herne pêş” jî bixwîne!”

“Mamoste filankes Apoçî ye! Mamoste bavê bêvankesî ji ber alîkariya Apoçiyan di girtîgehê de ye!”

Rojek êdî kêr da hestî, Min hew xwe ragirt. ez di sinifê de bi wan re bi Kurdî axivîm. Li ser xerabiya muxbîriyê çend şîretan li wan kir û ji wan xeyîdîm. Di serî de tev di cihê xwe de miçîqîn man; ji yekî tu deng derneket. Piştî çend xulekan kurê cerdewanek bêteklîf rabû ser xwe û got:

“- Ez qurbana Fermandariya giştî ya Tirk bim, çi kurdiyek delal hînî mamoste kirine!”

Rojek em tevî hevalên mamoste li ber deriyê pêş ê dibistanê rûniştîbûn ku merivek ji derve ket baxçeyê dibistanê. Kalekî ketî, serûguh perîşan, şewqê li serî xiloxxwar… Bêyî ku kes silava wî lê vegerîne dîsa jî hat cem me, rasterast li tenişta min rûnişt. Min wî di xewna xwe de jî nedîtibû lê, nizanim çima, wî ez baş nas dikirim. Destê xwe da ser çoka min bi dengekî heta jê hat bilind, bi tirkîyek qirix kir barebar û got:

“-Mamoste ez Hecî E... Mezinê eşîra D...me. Em tev qoriçî ne. Em dewleta xwe ala xwe, netewa xwe ji bolîciyan (dabeşkar) diparêzin. Mamosteyên vê lîseyên bi tevahî bolîcî û qomînîzm in. Par kurê min bi zanetî di sinifê de hîştin. Ez dizanim tu Erziromî yî û ji me yî.”

Rozeta gurê boz a bi sikura xwe ve kiribû nîşanî min de û pêde çû:

“ -Ev rozêt biçûk e, baş naxwiyê, Bo xêra mezinên xwe, ji min re wêneyê gurek ewqas mezin çêke ku bila devê wî ( her du milên xwe heta jê hat vekir) evqas be. (heta jê hat bi zeft kulmek li singa xwe da û got)Ez ê wî bi bi vir de bikim û bêm vê dibistanê!” Min ê jê re bigota; “ xalo ew ne karê min e, wa ye mamosteyê wênesaziyê ev e” û tinazê xwe pê bikira lê, li derûdora xwe mêze kir ez û Hecî tenê mane... Min bi awakî rê da ber û ketim dibistanê...

Her cara ku ez derdiketim sûka navçeyê yek diket milê min û bi zorî ez dibirim loqante û çayxanêkê... Ew ê bi lava û ricayan min bida rûniştandin, piştî xwarin û vexwarinê, emrê Xwedê bû, teqez muxbîriya yekî bikira. Min meheke dûvdirêj liber xwe da. Di wê maweya kin û kurt de ez bi tevahiya sirên navçeyê hisiyabûm: Kî û kê alîgirê dewletê ye, kî û kê welatparêz e, kî diziya kî kiriye, kî tîryakfiroş e, kî şev û roj serxweş e, kî doxînsist e, jina kî bi kî re ye... Ev devsistî, muxbîrî, fesadî, şeytanî, rik û kîna Kurdan a li hemberî hevûdu , bû xençerek zengarî û li ser dilê min birînek mezin vekir. Lewma ez ji cerdevan û general û serbaz û MİT û JİT û polêsên dagirkeran bêhtir ji kurdên muxbîr îkreh dikim. Piştî sih salan bi vegera welatê bav û kalan di mejiyê min de birûskek veda: Di kurdistanê de dagirker ne hewceyê MİTîyan e, xayînên me ji serê me zêdetir in

Mehek şûn de, min hew tebat kir û hewara xwe da çend hevalên welatparêz ên ji vê navçeyê bûn û me li zanîngehê hevûdu nas kiribûn. Ew zanîngeh qedandi bûn lê, ji tirsa van şeytan û fesadan, ji pest û pêkûtiyên dagirkeran newêrîbûn bihatina welatê xwe, li bajarên Tirkiyeyê belavbelavî bubûn. Xwedê kir ew bi awakî gihîştin heval û hogir û xizmên xwe yên hêj li navçeyê mabûn û rûyê min ê rasteqîn ragihandin wan, ez ji wê belayê roj bi roj  rizgar bubûm lê îcar dor, dora têkoşîna bi “tirsa gel ya ji MİT û muxbîriyê bû”.

Wek min gotibû ez mamostekî dewleta tirk bûm û divêt ez bi tevahiya karbidestên dewletê û bi xwendekarên xwe re xwedî têkilî bûma ku bikariba karê xwe bikira. Li sûka navçeyê rastî gerînendeyê perwerdehiya neteweyî ya navçeyê bihatima, li ser lingan me li hev bipirsiya, çend gotinan bikira dotina rojê teqez çend kes dihat ez şiyar dikirim: “ Mamoste, nebî nebî baweriya xwe bi wî merivî neynî haaa, ew MİT e!”

Min destê xwe li serê xwendekarek bida û bi rûkenî pê re bipeyîvama te hey dît yek li ber pozê min şîn bû ji min re got: “ Mamoste ma tu nizanî ew muxbîrê kurê muxbîran e. Pir rû nede wî/wê!”

Çend roj bi mamostyek biyanî re hevaltî bikira, gelê  navçeyê dor bidor dihat cem min  pirsa wî jimin dikir. Meraqa mezin: Gelo ew MİT e an na...  

Sê salên ku min li wê navçeyê derbas kiribûn ji serî heta dawî bi serpêhatî û bi bîranînên li ser vê rastiyê tijî ne.  

Berê dua û nifirek me Kurda hebû; digotin : Xwedê kesî bi nefsa can  bilî neke. Nifir; Xwedê te bi nefsa canê te bilî bike. Belê, dagirkeran tirs û xofek ewqas mezin kiribû dilê gelê Kurd ku êdî ew çi welat, çi gel, çi ziman û çand, çavê wî ti tişt nedidît;  bi nefsa canê xwe, bi jiyana xwe, bi evlehiya xwe tenê bilî dibû. Heta niha di vî warî de ti lêkolîneke zanîstî nehatiye kirin lê, ez baş pê dizanim ku nexweşiyên derûnî yên wek şîzofrenî û paranoya di nav Kurda de pir û pir zêde dixwiyê. Mirov dikare bibêje Kurd sê çar caran li Tirkan bi van nexweşiyan dikevin. Sedema bingehîn jî polîtîkayên tirsê yên dagirkeran e.  Ev rewşa kambax bi têkoşîna Tevgera Azadiya Kurd sal bi sal, hate guherandin.Îro qe nebe gelê Kurd, li gelek deverên Kurdistana xwe  bê tirs û bê tatêla muxbîriyê jiyana xwe berdewam dike.
                                                           Mamoste Marûf   






EZ ÇAWA 4Ê GULANA 1961’AN Jİ DAYÎKA XWE BÛM?

  Salên salixa ji dayîkbûna min didin, salên bi cih kirina serweriya komarê bû.   Ji Enqereya kambax wêdetir demokrasî û azadiyeke nîvçe, li...

Nivîsên zêde hatine xwendin